KCK: Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek da û got, "Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, mirovên di Qirkirina 3'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ji bo jin û zarokên hatine revandin jî ew "sonda têkoşînê" ne. KCK'ê destnîşan kir ku dawîanîna li fermanên li ser Êzidiyan tê wateya qedandina komkujî û zextên li ser hemû gelên Rojhilata Navîn.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Em hemû mirovên civaka xwe ya Êzidî yên di fermana 74'an a 3'ê Tebaxa 2014'an de şehîd bûn bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û careke din dubare dikin ku jin û zarokên hatine revandin sonda me ya têkoşînê ne. Civaka me ya Êzidî ji ber ku xwedî dîrokeke qewîn e û yek ji civakên qedîm e, li gel 74 fermanan, yanî komkujî û qirkirinan hebûna xwe parastiye û xwe gihandiye vê serdemê. Êrîşa li dijî civaka Êzidî êrîşa li dijî rabirdûya Rojhilata Navîn e. Lewma ev yek xiyaneta li dîroka Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, Rêber Apo xwedîderketina li Êzidiyan weke xwedîderketina li hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd dîtiye û berpirsyariya li pêşberî Êzidiyan jî weke deynekî mirovahiyê nirxandiye.

HER KES BI NAVÊ MIROVAHIYÊ DEYNDARÊ ÊZIDIYAN E

Beriya 3'ê Tebaxa 2014'an gelek işaret hebûn ku nîşan didan ev komkujî wê pêk were. Tebaxa 2007'an bi çar qemyonên bombebarkirî 500 Şengalî hatin kuştin. Vê yekê nîşan dabû ku Êzidî bûne hedef. Lewma Rêber Apo di nava sala 2014'an de jî li ser metirsiya komkujiya li dijî Êzidiyan hişyarî dabû. Hêzên gerîla xwestin bi vê hişyariyê re tedbîran bigirin, lê belê pêşî li wan hate girtin. Rêber Apo li zindana Îmraliyê ev ferman ji berê ve dît, lewma hemû hêzên siyasî yên Kurd, welatên Rojhilata Navîn û mirovahî ji vê komkujiyê berpirsyar in. Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e.

FERZKIRINA SERWERIYA XWE LI SER ÊZIDIYAN, BÊHURMETÎ YE

Hemû mirovahî bi taybetî jî Kurd, bi parastin û ewlekirina ziman, çand, bawerî, hebûn û nasnameya Êzidiyan dikarin vî deynê xwe bidin. Ev yek jî bi afirandina jiyaneke demokratîk û azad a ji bo Êzidiyan dibe. Ji bo careke din ferman li wan ranebe, Êzidî dixwazin li ser axa xwe bi xweparastin û bi rengekî xweser bijîn. Ji bo vê jî weke civaka demokratîk a rêxistinbûyî hewl didin xweseriya xwe pêk bînin. Bi rêya YBŞ-YJŞ'ê xwe diparêzin û bi meclîsên xwe jî xwe bir ê ve dibin.

Fermana 74'an a li Êzidiyan rabû dikeve sala 5'an. Di sala 5'an de wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd û hemû mirovahiyê ew e ku xwedî li jiyana xweser a Êzidiyan derkevin û destekê bidin wan. Heta ku ev neyê kirin, xwedî li Êzidiyan nikare bê derketin. Bi rêya pere ya jî erkê, ferzkirina serweriya xwe li ser Êzidiyan tê wateya bêhurmetiya li civaka Êzidî û dîroka Rojhilata Navîn. Eger wijdan, edalet, wekhevî û exlaqa li Rojhilata Navîn wê bê zindîkirin, şertê destpêkê yê vê yekê hrumeta li jiyana demokratîk û azad a Êzidiyan e. Eger em qala nirxên azadî û demokrasiyê dikin, îmtihana destpêkê ya vê yekê bi nêzîkatiya li Êzidiyan diyar dibe.

Eger Êzidî li ser bingeha xweseriyê bibin xwedî jiyaneke demokratîk û azad, wê Başûrê Kurdistanê û Iraq jî bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Qedandina fermana li ser Êzidiyan tê wateya qedandina komkujî û zextên li ser hemû gelên Rojhilata Navîn. Hebûn û jiyana azad a Êzidiyan ji bo Rêber Apo her tim girîng bûye. Ji ber vê yekê, destnîşan kiriye ku destana Derwêş û Edûlê destana trajedî û êşa gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Destana Mem û Zîn û Derwêş û Edîlê weke rabirdû û nirxê bingehîn ê çandî yê Kurdan dîtiye. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê tê kirin jî weke hewldana ji bo gihandina hev a Derwêş û Edûlê, Mem û Zîn bi nav kiriye. Têkoşîna azadiyê ya PKK'ê weke têkoşîna afirandina eşqên rasteqîn ên li nava rewşeke azad û demokratîk a li vê erdnîgariyê nirxandiye.

Fermana 74'an ji bo Êzidiyan, ji bo hemû Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bûye derseke mezin. Li ser bingeha vê dersa dîrokî, deyn û berpirsyariya şoreşger û sosyalîstan e ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jiyaneke demokratîk û azad a xwe dispêre neteweya demokratîk ava bkin. Wezîfeya dîrokî ya sedsala 20'an e ku berxwedan û zîhniyeta 12 gerîlayên fedayî yên li Şengalê li gelemperiya Rojhilata Navîn bê belavkirin û hest û hesreta Mem û Zîn, Derwêş û Edûlê bi cih were anîn. Çarenûsa reş û tarî ya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bi têkoîna civakîparêz, demokrasî û azadiyê ya bi vê zîhniyetê dikare bê qedandin.

BI HEZARAN DERWÊŞ Û EDÛLÊ HENE LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Tevî ku roja 3'ê Tebaxa 2014'an fermana 74'an li civaka me ya Êzidî rabû, civaka Êzidî ev yek ji bo guhertina çarenûsa xwe ya reş û tarî kiriye serdemeke diyarker. Bi hişmendiya vê fermanê, wê rastiyeke Êzidiyan bê afiarndin ku careke din rê nede fermanan. Derwêş û Edûlê wê êdî li stargeha xweş razên. Ji ber ku li Şengalê û li tevahiya çiyayên Kurdistanê bi hezaran Derwêş û Edûlê hene.

Di salvegera fermana 74'an de em bang li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û li Rojhilata Navîn ku cih û warê exlaq, wijdan, edalet, wekhevî û heqaniyetê ye, jiyana azad û demokratîk biafirînin û vê derê ji nû ve bikin erdnîgariya şaristaniya demokratîk a mirovahiyê."