KCK: Di sala 42'yan a komkujiyê de têkoşîn divê pirhêlî bidome

KCK'ê diyar kir bi Komkujiya Meraşê re polîtîkaya qirkirina Elewiyan hatiye geşkirin û got, ''Di sala 42'yan a komkujiya Meraşê de em bawer dikin ku ev komkujî bi temamî hatiye fêhmkirin û li ser vê zemînê wê têkoşîn pirhêlî bidome.''

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi pêkana komkujiya Meraşê daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

''Di salvgera 41'ê ya komkujiya Meraşê de em hemû Kurdên Elewî û şoreşgerên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, em dîsa sond dixwin ku em ê bêrîkirina wan di têkoşîna xwe xwe ya Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad de bidin jiyîn.

BI KOMKUJIYA MERAŞÊ RE QIRKIRINA LI SER ELEWIYAN HATE GEŞKIRIN

Bi komkujiya Meraşê re zemîn ji  faşîzma 12'ê Îlonê re hatiye hazirkirin. Bi vê komkujiyê re polîtîkaya qirkirinê ya li ser Elewiyan hatiye geşkirin, li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû hêzên şoreşger êrîş anîne, plansazî û haziriyên darbeya faşîst a 12'ê Îlonê hatiye kirin. Bi rêveberiya jidiyayî ya ku piştî komkujiya Meraşê hatî ragihandin, ji kujeran hesab nehatiye pirsîn, êrîş birine ser yên ku êrîş bi ser de hatî, ev jî  bi zelalî radixe ber çavan bê ka komkujî ji hêla kê ve hatiye kirin. 

Li Meraşê nifûseke xilbe ya Kurdên Elewî hebû, her wiha li nav bajêr jî nifûseke xilbe Elewî bû.  Çend tax jê bi temamî Kurdên Elewî bûn. Piştî komkujiya Meraşê li nav bajêr Kurdên Elewî neman, her wiha li navçe û gundan jî piraniya Kurdên Elewî derketin. Berê xwe dane nav metropolên Tirkiyê û Ewropayê. Vê komkujiyê bandora xwe ne tenê li ser Meraşê kiriye, her wiha li ser nifûsa Kurdên Elewî yên rojavayê Firatê, li ser Meletî, Sêwaz, Semsûr, Erzîngan û Dersimê jî kiriye. Kurdên Elewî bilez ji ser xaka ku lê dijîn qut bûne. Bi 12'ê Îlonê re bi asta ku li rojavayê Firatê Kurdên Elewî nemînin, zor li wan hatiye kirin da ku koç bikin. Komkujiya Meraşê ya 1978'an weke ku dane ber xwe, bi qirkirina Elewiyan a li ser vê xakê biencam bûye. Komkujiya fizîkî bi gelek rêbazan, bi koçdarkirinê hatiye domandin, ev cografya ji Elewî û Kurdan hatiye bêrîkirin.

Plana qirkirina Kurdan Plana Şark Islhatê di serî de Dersim û rojavayê Firatê daye ber xwe. 1938'an bi qirkirina Dersimê re li ser Kurdên Elewî bi zexteke zêde ya fizîkî û psîkolojîk qirkirina spî hatiye domandin. Komkujiya Meraşê qirkirina spî ango qirkirina çandî aniye qonaxeke nû û bûye êrîşa ku vê biencam bike. Li gundan nifûseke pir kêm maye û ev jî heta bi asteke girîng ev qirkirin encamek standiye.

BÎRANÎN DIVÊ BI TÊKOŞÎNA DIJÎ QIRKIRINÊ BE

Bibîranîna komkujiya Meraşê ji ber vê sedemê divê bi têkoşîna dijî vê qirkirinê, bi rawestandina vê qirkirinê û berevajîkirina vê be. Eger nayê xwestin ku dawî li Elewîtiyê bê anîn, wê demê Elewî hemû divê ji bo bîranîna şehîdên me û pêkanîna xewn û xeyalên wan têbikoşin. Ji bo vê jî divê di serî de dawî li terikandina şûnwarê  xwe were ku ev bi rengê pratîkbûna qirkirinê pêk tê. Êdî di serî de Meraş vegera ser gunddên Meletî, Sêwaz, Erzîngan, Semsûr û Dersimê, berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan e ku xwedî li nasname û baweriya xwe derkevin.

Komkujiya Meraşê divê tenê weke komkujiya li ser Kurdên Elewî neyê dîtin. Ji bo ku rojavayê Firatê bi temamî ji Kurdan û Elewiyan were bêrîkirin hatiye kirin. Li rojavayê Firatê ku bi seddan salan çanda Elewî dihate afirandin û domandin, bi temamî qirkirina Elewiyan hatiye kirin. Ji ber vê jî, dema ku komkujiya Meraşê hate bibîranîn, nedîtina vê hêlê wê bibe kêmasiyeke mezin û wê Elewiyan bîne ber nemanê.

Di sala 42'an a komkujiya Meraşê de em bawer dikin ku ev komkujî bi temamî hatiye fêhmkirin û li ser  vê bingehê têkoşîn pirhêlî wê were domandin. Di wê têkoşînê de ku Meraş jî di nav de hemû rojavayê Firatê bikin cografyaya ku dîsa çanda Elewî û Kurd lê heye, em sond dixwin ku li gel hemû hêzên dmokrasiyê mil bi mil bin.''