KCK: Despot ew ê yeko yeko herin ser sergoyê dîrokê

KCK: “Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya ku 20 sal in li ser wê dixebite, hewl dide Rojhilata Navîn jî nû ve bike navenda şaristaniya demokratîk.”

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê têkildarî komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:

“Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi esareta Rêberê Gelê Kurd bi encam bû. Rêber Apo 19 sal in di esaretê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Rêber Apo bi fikr û helwesta xwe ya 19 salan ne bi tenê ji bo gelê Kurd, rê nîşanî hemû mirovayetiyê dide. Li ser vî esasî em şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Rêber Apo ji ber ku dixwaze Rojhilata Navîn demokratîk û Kurdistanê azad bike, tecrîd lê tê kirin. Lê tu azweriya jiyanê û helwesta şoreşgerî di nav çar dîwaran de nayê hepskirin û xeta Rêber Apo jî di nav dîwaran de asê nemaye. Rêber Apo jî wekî zana, derwêş û ewliyayên ku ji înzîvayên xwe bi awayekî xurt derketine, Rêber Apo jî dibe rêbertiya jiyana azad û demokratîk.

Erdnîgariya ku krîzên siyasî, civakî, aborî û çandî lê gelek in, nîşan da bê rizgarî çawa dibe. Nirxên şoreşgerî yên demokratîk ku li Kurdistanê bi têkoşîna dehan salan a azadî û demokrasiyê hatin afirandin, îro pêşengiyê ji têkoşîna şoreşa demokratîk a hemû gelên Rojhilata Navîn re dike. Şoreşa Rojava, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û Berxwedanên Efrîn û Kobanê, weke berhema salên esaretê yên Rêber Apo yên li Îmraliyê kêf û xweşiyê dixin dilê mirovahiyê. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ku 20 sal in li ser dixebite, kiriye ku Rojhilata Navîn ji nû ve bibe navenda şaristaniya demokratîk.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya mirovê azad de ku sala 2003'an nivîsand, wiha digot: 'Teşiya Kurd wê bigere, wê şaristaniya demokratîk bîne Rojhilata Navîn'. Ev gotina Rêber Apo ketiye meriyetê. Teşiya Kurd îro xeta azadiyê ya jinê ye. Xeta azadiyê ya jinê li erdnîgariya ku civakîbûna destpêkê bi destê jinan hate afirandin bi xurtî xwe nîşan da. Ti hêza paşverû, despotîzm û serdest nikare li ber vê hêza şoreşger bisekine. Şoreşên demokratîk ên li ser xeta azadiya jinê pêk tên, wê hemû despotan yek bi yek ji holê rakin.

Yên ku îro li Efrînê, li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê, li gelemperiya Sûriyeyê, li Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê, li Iraqê, li Îranê û li gelemperiya Rojhilata Navîn li ber xwe didin, ew hêzên şoreşa demokratîk in ku xwe dispêrin paradîgmaya ekolojîk demokratîk a li ser xeta azadiyê ya jinê ya Rêber Apo. Ev şoreşên demokratîk teşiya Kurdan xweş digerînin. Ne tenê dîroka Rojhilata Navîn her wiha dîroka tevahiya mirovahiyê ji nû ve tê nivîsandin.

Rêber Apo di tevahiya emrê xwe de xizmet ji gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re kiriye. Kêliyeke wî ya bi tenê nîne ku ji bo van tênekoşiya ye, ji bo van nejiyaye. Dilê mirovê azad ê li nava çar dîwarên li zindana Îmraliyê tê hiştin, ji bo tevahiya mirovahiyê lê dide. Em jî weke Tevgera Azadiyê û gelê Kurd soz didin ku em ê têkoşînê li ser xeta wî geş bikin û bi Rêbertiya azad, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk em ê berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêberê xwe û gelê xwe bi cih bînin.

Di sala 20'an a komployê de em bang li tevahiya gelê xwe û mirovahiya demokratîk dikin, bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku di xeta azadiyê ya Rêber Apo de cihê xwe di nava têkoşîna afirandina mirovahiya azad, Rêbertiya azad, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk de bigirin. Li ser vê bingehê em bang dikin ku têkoşîna mirovahiya demokratîk a li dora Berxwedana Efrînê bê geşkirin."