KCD: Ji ber berxwedana Ocalan komploya qirêj bi ser neket

Kongreya Civaka Demokratîk diyar kir ku Komploya 15’ê Sibatê negihiştiye armanca xwe. KCD’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk bi wesîleya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:

"Ev komploya navdewletî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî tevgera azadiyê û ya gelê Kurd de pêk hatiye, careke din di salvegera 19'emîn de lanet dikin. Bi hevkarî û tifaqa hêzên emperyalên navneteweyî, paşverû yên heremî û dagirker di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navdewletî pêk hat û armanc kirin ku bi vê komployê têkoşîna azadiya gelê Kurd bênefes bihêlin. Komploya navdewletî bi vîna mezin, berxwedana bêhempa, perspektîfa neteweya demokratîk û rêbertiya birêz Ocalan vala hat derxistin. Komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê, di aliyekê de xwestin daxwazên gelê Kurd ê azadiyê têk bibin û bi vê re gelan bikin neyarê hev. Di serî de yekîtiya gelên Kurd û Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn kirin hedef

‘EV KOMPLO NEGIHIŞT ARMANCA XWE'

Ev komploya bi lanet û planên wê bi pêşdîtin, hestyarî û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan negihîşt armanca xwe. Berovajî wê mirovahî şahidiya wê berxwedana dîrokî û bêhempa kir.

Planker û yên pêk anîn di 19’emîn salvegera komploya 15'ê Sibatê de li Rojhilata Navîn têk diçin û ber bi hilweşînê ve diçin. Têkoşîna azadiyê ya ku Reberê Gelê Kurd birêz Ocalan pêşengiya wê dike, bi felsefeya azadiyê û daxwazên jiyana hevpar li erdnîgariya Rojhilata Navîn bûye hêviya hemû gelan.

Bi Şoreşa Rojava, Kobanê, Şengal û berxwedana xwerêveberiya bakurê Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn hatin paqijkirin. Têkoşîn û berxwedana li hemberî êrîş û hewldana dagirkirina Efrînê tê meşandin û bi vê re berxwedana gelê me yê li dîasporayê ji bo Efrînê daye destpêkirin, bi giştî jî xwedîderketina li Rêberê xwe, tê wateya valaderxistina komploya navdewletî. Gelên navneteweyî ev komplo dîtine û li cem gelê me cihê xwe girtine.

Lê belê hêzên emperyalîst ên navneteweyî, dagirker-paşverû yên herêmî, dijminatiya li hemberî gelê me, planên xwe yên tunekirin û tunehesibandinê didomînin. Hewl didin bi hemû cure zext, zordestî, komkujî û qirkirinê bi tifaqên qirêj bidomînin.

‘XWESTIN KOMPLOYA NAVDEWLETÎ BERFIREHTIR BIKIN’

Piştî referandûma serxwebûnê ya li başûrê Kurdistanê pêk hat, hêzên emperyalîst û dagirkerên herêmî çeteyên terorê yê Heşdî Şabî ku DAIŞ’a Şiî ye bi ser gelê me de şandin, di serî de Kerkuk, gelek bajarên Kurdan dagir kirin. Herî dawî tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê ya nîjadperest-faşîst ku li ser dijminatiya gelê Kurdan hatiye avakirin, hemû sazî û partiyên sîstemê danîn kêleka xwe û di şexsê Efrînê de li hemberî gelê me dest bi êrîşeke topyekûn kirine û hewl didin Efrînê dagir bike. Bi vê re hewl didin komploya navdewletî berfirehî pêk bînin.

Gel çawa ku heta niha bi berxwedan û têkoşîna xwe nîşanî her kesî dan ku dikarin komploya navdewletî vala derxînin, bi berxwedana heybet li hemberî dagirkirina Efrînê hatiye destpêkirin, dikarin vê komploya navdewletî ya ku hatiye nûjenkirin jî vala derxînin.

ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ GIRÎNGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ XURTTIR KIRIYE

Derketiye holê ku li seranserê Rojhilata Navîn, bi guherîn û veguherînên mezin re rûbirû ye. Di vê pêvajoyê de ya ku derfetên mezin ên rizgarî û azadiyê derxistiye holê, gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û pêşeng, sazî û partiyên siyasî yên ku pêşengiya wê dikin li hemberî vê tifaqa qirêj a dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo vê, derfetên dîrokî yên derketine holê bi awayekî rast bi kar bînin, peywireke dîrokî dikeve ser milên wan. Ev êrîş û hewldanên dagirkirina Efrînê careke din girîngiya Yekîtiya Neteweyî xistiye rojeva gelê me. Ji ber vê yekê hemû hêzên Kurdistanî xebatên Yekîtiya Neteweyî wekî stratejîk bigirin û ji bo sazîkirina wê tevbigerin û divê were zanîn ku ev yek ji bo me gelekî girîng e.

KOMPLOYA NAVDEWLETÎ HATIYE NÛKIRIN

Divê hemû gelên me di wê zanebûnê de bin ku komploya 15'ê Sibatê vala hatiye derxistin, lê belê plankar û pêkanînên vê komployêhê, vala nasekinin, her tim hewldanên komployê nûjen dikin û hewl didin têkoşîna azadiyê tasfiye bikin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan tê meşandin, êrîşên DAIŞ'ê, komkujiya Parîsê, komkujî û wêrankirina bajarên Kurdistanê, têkbirina şoreşa Rojava û planên dagirkirina xaka Rojava, operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî KCD, HDP, DBP û hwd. komploya navdewletî tê nûjenkirin û bi israr vê didomînin. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê li hemberî gelê Tirk,hêzên demokrasiyê, akademîsyen, zanyaran û rêxistinen saziyên sivîl-demokratik dest bi êrîş û qirkirinê kirin û tê zanîn ku ev parçeyeke pêvajoya komployê ye. Ji ber ku komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ne tenê li hemberî gelê Kurd bû, ev li hemberî gelê Tirk e jî.

Li hemberî vê komploya bi lanet divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û civaka navneteweyî seferber bibin, li hemberî tifaqa paşverû ya AKP-MHP'ê bibin yek û bi avakirina tifaqa demokrasiyê bi ruhê yekîtiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî êrîşên komplogeran li ber xwe bidin û tenê rêyek heye û ew jî parastina destkeftiyan e. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku komploya 15'ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de li hemberî gelê me pêk hatiye. Ji ber vê yekê heta birêz Ocalan azad nebe, ne mumkun e em bêjin komplo bi temamî vala hatiye derxistin. Azadiya Ocalan, di şert û mercên azad de pêşengiya gelê me bike. Ev mifteya çareserî û aştiyê ye.

Em bang li hemû gelan, hêzên demokrasiyê, hemû dostên gelê xwe û civaka navneteweyi dikin ji bo biratî, demokrasi, yekîtî û jiyana hevpar li hemberi komploya 15'ê Sibatê têkoşînê bilindtir bikin. Bimire komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê! Bijî biratî, yekîtî, wekhevî û jiyana hevpar a gelan!"