KCD, HDK, TJA, DBP, HDP deklarasyona 'NA' ragihandin

KCD, HDK, TJA, DBP Û HDP li Amedê li hev rûniştin û di pêvajoya referandûmê de ji bo 'NA' banga têkoşînê kirin. Di deklarasyona hevpar de biryardariya geşkirina berxwedanê û avakirina siberojê hate nîşandan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê li hev rûniştin û deklarasyona hevpar ji raya giştî re ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Di deklarasyonê de hate gotin ku di rewşeke derasayî de hewl tê dayin ku destûrek were avakirin û dîsa Kurd, gel, kedkar, bawerî û jin li derveyî vê destûrê têne hiştin. Bi berdewamî hate gotin ku Kurd, hemû nasname, bawerî û beşên cihê yên civakî, avaniyê siyasî, li gel vê êrîşa qirkirina siyasî jî wê têkoşîna gelê  ya maf û azadiyan, aştî û demokrasiyê bi biryardarî were berzkirin.

'EV DESTÛRA AKP-MHP’Ê YE'

Di deklarasyonê de hate gotin guherîna destûrê ya ku bi hevkariya AKP-MHP’ê bi zorê xistine rojeva gel de, bi gelek nelirêtiyan ji Meclîsê hatiye derbaskirin û ev destûr ne xwedî wê derfet û zerengiyê ye ku aramiyê dibe civaka me û di serî de pirsa Kurd nikare yek pirsgirêka civakî û rêveberiya siyasî çareser bike.

Bi berdewamî wiha hate gotin: "Ev destûr beriya her tiştî destûra AKP-MHP’ê ye. Ne destûreke wiha ye ku hemû avaniyên siyasî tê de cih digirin, ji hêla giyanî ve jî etnîk, nîjatperest, zayendîparêz û navendîparêz e. Di nav vê destûrê de ne gelê Kurd heye û ne jî civaka Tirkiyê heye. Civaka Elewî, nasnameyên din, mafên çandî û azadî nîn e. Di vê destûrê de jin nîn in. Kedkar nîn in, demokrasî nîn e. Di vê destûrê de tenê rayeya navendîbûyî ya ku jê re serokkokarî dibêjin û sîstema hikûmeta yekparêz heye, pênasekirina teşeyê hilbijartinê heye.

'JI BO HEMÛ CIVAKÊ WÊ SÛDEWAR BE; AKP-MHP WÊ WERIN ASTENGKIRIN'

Di deklarasyonê wiha hate gotin, "Di referandûma Destûrê de divê mirov dengê 'NA' bide û xwedî li encama 'NA' derkeve.

Di referandûmê ku 'NA' derkeve wê ji bo her kesî, hemû civakê sûdewar be. Bi vî awayî wê çêkirina destûra navendîparêz, dewletparêz, yekparêz, zayendîparêz û nîjatperest a ku bi hevkariya AKP-MHP’ê hatiye danîn, were astengkirin.

(..)

Di referandûma destûrê de 'NA' tê maneya têkçûna hevalbendiya ‘neqenciyê’ ya AKP-MHP’ê û dîsa tê maneya derfeta ku di meseleya Kurd de pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê bike. Rewşeke berevajî vê danîna destûra hevpar a AKP-MHP’ê wê were wê maneyê ku pêvajoya hikûmetên hevpar wê dest pê bike, konsepta înkar, tasfîye û şer a domdirêj wê sazkar bimîne. Ji bo vê jî çi kesê aştîxwaz, çareserîxwaz û kesên ku dixwazin li pêvajoya çareseriyê veger çêbibe divê di referandûmê de bibêje, ‘NA’

'ÇARESERÎ Û MASEYA MUZAKEREYÊ'

Di deklarasyonê bi berdewamî hate gotin, "Piştî ku ev destûra ku ti xêra xwe ji pirsgirêkên civakî re nîn e di referandûmê de hate rawestandin, pêvajoya ku dest pê bike divê dîsa maseya çareserî û muzakereyan be’’ û wiha hate gotin, ‘hewldan û siyaseta me wê li ser vê be. Di vê mijarê de Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got, ‘’ez hê jî li ser maseya muzakereya me, ji bo çareseriyê projeyên min hene’’ Rola Birêz Ocalan ji bo çareseriya aştiyê û ji bo çareseriya pirsgirêkên divakî û destûreke nû ya ku xwe dispêrê demokrasiyê ji hêla civakê ve baş tê zanîn."

'EM Ê WEKE 7’Ê HEZÎRANÊ KOORDÎNE BIBIN'

Bi berdewamî hate gotin weke hilbijartina 7’ê Hezîranê, di pêvajoya referandûmê de jî ti şik û gumana me jê nîn e ku gelê me bi giyanê Newrozê xwe tevlê bike, biçe ser sendoqê, ji bo çareserî, aştî, demokrasî û azadiyê rola xwe bi cih bîne.

Ji ber ku herî pir yên ku ji bo ku destûr çawa be yan jî ne çawa be, herî pir têdikoşe em in. Ên ku li vî welatî mafên wan têne înkarkirin, nayê nasîn û bi dehan sal in pirsgirêkên herî giran dijîn em in. Ji bo vê jî em weke hilbijartina 7’ê Hezîranê em ê koordîne bibin, bi giyanê Mehmet Tûnc, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr xebatên bi awayekî herî karîger bi rê ve bibin.’’

KCD, HDK, TJA, DBP Û HDP’ê di dawiya deklarasyonê de jî wiha gotin: "Bi rastî jî bi awayekî pir hêzdar divê em nîşan bidin ku em destûreke nû û demokratîk dixwazin, divê em nîşan bidin ku em destûreke wiha dixwazin ku Kurd, nasnameyên din, mafên civakî û takekesî, azadî û demokrasî tê de têne naskirin û destûra berdest pir zelal red dikin."