KCD: Berxwedana li dijî zilmê û hevgirtin peywira Misilmanan e

KCD têkildarî meha Remezanê daxuyaniyek da, bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê û got, ‘’Divê were zanîn mirov li sifra zalim û dîktatoran be, li cem wan be, tê maneya qebûlkirina hovîtiya wan’’

KCD’ê got hevgirtina peywira hemû Misilmanan e û bang kir destekê bidine bajarên ku di berxwedanê de ne.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Komîsyona Baweriyan û Gelan ji bo meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin di van rojan de ku pêdiviya alema Misilan herî pir bi aştiyê heye, dîktatorên mîna Erdogan Îslamê dikine amûrên berjewendiyên xwe û şer û di serî de li ser Misilmanan li ser hemû civakê zilm û zordariyê dikin.

 ‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HEVGIRTIN PEYWIRA MISILMANAN E’

Di daxuyaniyê de KCD’ê bi bîr xist ku ‘’Dijminê Îslamê Erdogan-AKP li Sûrê ya ku berxwedana xwerêveberiyê lê hate kirin, bi navê ‘veguherîna bajêr’ malên gel dagir dikin’ û wiha got: ‘’Di meha Remezanê de li Sûrê Kerbelaya duyemîn didin jiyîn. Bi bêavhiştina gelê Sûrê ya bi mebesta şikandina berxwedana gel, Erdogan û AKP bi vê polîtîkaya xwe ya dijî mirovahiyê careke dî dijminatiya xwe ya li Kurdan nîşan dane.

Ji bo vê jî zilmdar her kî jî bin, polîtîkayên xwe yên zilmê her bi çi hincetê bikin û bi nav bikin jî, rawesta li dijî zilma wan, berxwedan û jiyîna Îslama rastî ya li Tirkiyê, Kurdistanê û li Rojhilata Navîn û jiyandina wê divê bibe peywira herî sereke ya hemû Misilmanan.’’

KCD’ê herî dawî got, ‘’ ’Divê were zanîn mirov li sifra zalim û dîktatoran be, li cem wan be, tê maneya qebûlkirina hovîtiya wan’’

KCD’ê bi domdarî bal kişande ser bajarên di berxwedana xwerêveberiyê de û got, di meha Remezanê de hevgirtina bi gel re yên li bajarên ku berxwedana xwerêveberiyê dayin, ên weke Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Silopya Geverê re, ‘’wê bibe bersiva herî mezin li dijî zalim û dîktatoran’’