Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî êrîşa komeke çekdar a ser bi PDK'ê ya li dijî Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî da û êrîşa çeteyan weke "deqeke reş" bi nav kir. KCD'ê got "ev îxaneta PDK’ê ketiye nav pelên dîrokê."
KCD’ê li ser êrîşa van çeteyan wiha got:
'EM ŞERMEZAR DIKIN'
"Her roj êrîşên li hemberî destketiyên gelê Kurd zêdetir dibin. Çeteyên ji hêla desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hatine perwerdekirin her roj êrîşî Rojava dikin û îro jî heman çete bi destê PDK'ê êrîşî Şengalê dikin. Ev êrîş komkujiyên li ser kurdan bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Em ev êrîşa PDK'ê ya li ser gelê me yê Êzidî û destketiyên wan ên ku bi hêz û berxwedana xwe bi dest xistine, bi tundî şermezar dikin dikin. Wekî tê zanîn çeteyên DAIŞ'ê beriya di 2014'an de êrîşî Şengalê bikin, hêzên PDK'ê revorevo reviyan û gelê Êzîdî bi komkujiya çeteyan re rû bi rû hiştin. Gelek gelek jinên Êzidî esîr ketin destê çeteyan û li bazaran hatin firotin.
‘EV ÎXANETA PDK’Ê WEKE DEQEKE REŞ KETE NAV RÛPELÊN DÎROKÊ’
Ev îxaneta PDK'ê wekî deqeke reş ket nav rûpelên dîrokê û ev hêj jî di hişê gelê me de cihê xwe digire. Li gel vê îxanetê gelê Êzîdî bi hêz û berxwedana xwe Şengal rizgar kirin. PDK ya ku tehemulî Şengala azad nekir, gefên komkujiyê li gelê Êzidî xwarin. Herî dawî bi hatina Mesud Barzanî ya Tirkiyeyê û bi serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan û serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re hevdîtin pêk anî. Ev êrîşa Şengalê ya piştî vê hevdîtinê ji bo me ne tesadufî ye. Ev êrîş di serî de li hemberî Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û destketiyên gelên Kurd ên bi hêz û berxwedana xwe bi dest xistine, pêk hatiye.
BANG
Li ser vê bingehê, hewce ye ku em wekî KCD'ê bangewaziyeke demildest li PDK'ê bikin. Heta niha we li ser navê dîplomasiyê li cem dijminê gelê Kurd cih girt. Wexta ku desthilatdariya faşîst a AKP'ê bajarên bakurê Kurdistanê serobino dikir qet deng ji we derneket û we nerazîbûn nîşanî wan neda û bi taybetî daxuyaniyên we yên li hemberî Rojava cesaret da neyarên Kurdan. Beriya ku dereng bimînin, daxwaziya me ew e ku li hemberî dijminê gelê Kurd li cem gelê xwe cih bigirin.
Gava ewilî ya vê yekê jî dawî li êrîşên xwe yên li hemberî Şengalê bînin û rêz nîşanî biryara gelê êzidî bidin. Em wekî KCD'ê, bang li hemû kesan dikin ku di serî de yên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn li hemberî vê dagirkirin û komkujiyê helwesta xwe nîşan bidin. Îro xwedîderketina li destketiyên civaka Êzidî peywireke mirovî ye. Divê hemû partî û hêzên Kurdistanê xwedî li destketiyên civaka Êzidî û Rojava derkevin."