KCÊE ji bo kirasguhestina Babaşêx sersaxî da

KCÊE di daxuyaniyê de got, "Em ji ber kirasguhestina Babaşêx sersaxiyê ji tevahiya binamala Şêx Fexrê Adiya, Heyeta Rûhanî û civaka Êzîdî re dixwazin û dibêjin cihê te bihuşt e Bavê civaka Êzîdî Babaşêx."

KCÊE (Koordînasyona Civaka Êzîdiyên Ewropayê) bi daxuyaniyeke niviskî li ser kirasguhestina Babşêx-Yixtiyarê Mergehê sersaxî da.

KCÊE'yê got, ''Wî, di dema herî zahmet de, di dema Fermana 73'an de, bavitiya Rûhanî ji civaka xwe re kir û wek navê xwe bû Bavê Rûhanî yê bawerî û civaka Fermanê. Keda wî ya di pêvajoya fermanê, hembezkirina wî ya jin û zarokên Êzîdî ku dîl ketin destê hovitiya DAÎŞ'ê, ji bo tevahiya civaka Êzîdî bû hêvî û roniya siberojê. ''

Daxuyaniya KCÊE'yê bi tevahî wiha ye:

"Babaşêx ku ji binamala Şêx Fexrê Adiya ye, ji sala 1995'an ku li ber deriyê Şêx Adî, bi amadebûna Mîr Tehsîn Beg, Heyeta Rûhanî, Oldar û Rûspiyên civaka Êzîdî de, dest bi peywîra xwe kirî û sonda Babaşêxiyê dayî, heya roja kirasguhestina xwe bi hemû nirxên mirovahî, baweriya Êzdayetiyê û civaka Êzîdî re girêdayî ma. Şopdarê Şêx Fexriyê Adiya, Melek Fexredîn û cangorî Şêx Hiseyn Babaşêx, Xirto Hecî Smaîl Babaşêx, di tevahiya temen û peywira xwe da, ji bona aşîtî, xêr, avakirin, tifaq, başî, îman, mahrîfet, çareseriya pirsgirêk û nexweşiyan tevgeriya û dua kirin.

Xirto Hecî Smaîl Babaşêx, di 25 salên dawî de, bênavber û rawestandin di nava hewldanên aşîtî û başiyê de bû. Ne tenê ji bo başiya civaka Êzîdî, ji bo hemû mirovahiyê di nav hewldanan de bû û dûa kirin. Ew pir û stûna navbera civaka Êzîdî de bû. Ne tenê pira di navbera civaka Êzîdî debû, ew pira navbera civaka Êzîdî, civak û baweriyên din jî bû.

Herdem têkoşîn û dua li dijî şer, fitne, xerakirin û nexweşîyan kir. Li kuderê pirsgirêkêk civakê hebûya, hewl dida ku xwe bigihîne wir û wê pirsgirêkê çareser bike. Ji destpêka dezgeha Babaşêxiyê ku bi Şêx Fexrê Adiya destpêkirî, heya roja me, bê teredût mirov dikare bêje ku, Xirto Hecî Smaîl Babaşêx, hemû taybetmendiyên Babaşêxî û Yextiyarê Mergehê di kesayetiya xwe de komkirin û di hamelê xwe de ev yek kir jiyanê.

Wî dema herî zahmet de, di dema Fermana 73'an de, bavitiya Rûhanî ji civaka xwe re kir û wek navê xwe bû Bavê Rûhanî yê bawerî û civaka Fermanê. Keda wî ya di pêvajoya fermanê, hembezkirina wî ya jin û zarokên Êzîdî ku dîl ketin destê hovitiya DAİŞ'ê, ji bo tevahiya civaka Êzîdî bû hêvî û roniya siberojê. Bêyî hewldan, xwedîderketin û duayên wî, wê bi hezaran qurbaniyên Fermanê nikarîbûne bibin xwedî hêz û baweriya siberoje. Civaka Êzîdî jî, wê nikarîbûye birînên Fermanê bipêçe û rabe ser piyan.

Civaka Êzîdî di navbera 2 salan de, sê pêşeng û rêberên xwe winda kirin. Mam Zekî Şengalî, Mîr Tehsîn Beg û Babaşêx-Yextiyarê Mergehê. Ji bo civak û baweriyek ku yek ji Fermanên herî dijwar û qirkirina sadsala 21'an ya mirovahiyê hatibe serê wê, windahiyên ku ti carî cihê wan neyên dagirtin û birînên ku dermankirina wan ne pêkan e. Lê belê divê em zanibin ku heya kêliya dawî jî, baweriya wan rêber û pêşengan, bi vê bawerî, civak, mirovahî ye û siberojek azad hebû. Wan li ser vê pêsêrê çavên xwe girtin û bi hemû nirxên Êzdayetiyê ve girêdayî man.

Em Koordînasyona Êzidiyên li Ewropayê jî soz didin û sond dixwin ku, em ê heya dawiyê bi nirx û armancên wan ve girêdayî bin, ji bo aşîtî, xêr, avakirin, tifaq, başî, îman, mahrîfet, çareseriya pirsgirêk û nexweşiyan têbikoşin û li dijî şer, fitne, xerakirin û nexweşîyan bisekinin.

Em ji ber kirasguhestina Babaşêx sersaxiyê ji tevahiya binamala Şêx Fexrê Adiya, Heyeta Rûhanî û civaka Êzîdî re dixwazin û dibêjin cihê te bihuşt e Bavê civaka Êzîdî Babaşêx."