Kava: Hilbijêrên AKP'ê jî aciz in

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Kava ragihand, desteserkirina 10 şaredariyên HDP'î yên li Wanê û tayînkirina qeyûman hilbijêrên AKP'î jî aciz dike.

Ji 14 şaredariyên li Wanê di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, şaredariyê navçeya Qelqelî, Rêya Armûşê, Erdîş, Bêgir, Ebex, Tûşba, Artemêtan, Saray û Elbakê bi rêjeyek bilind a dengan ketibû destê HDP'ê û 4 jî ketibûn destê AKP'ê. AKP'ê mîna sala 2016'an piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê jî bi rêya qeyûman dest danî ser şaredariyên HDP'ê hemûyan. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava diyar kir ku AKP îradeya gel nas nake û anî ziman ku kesên deng dane AKP'ê jî nerazîbûnan nîşanî qeyûm didin.

Kava ragihand, di hilbijartinê de dewletê hêza xwe hemû bi kar anî, gef li gel xwar, şantaj kir, dek û dolab gerand, lê tevî vê yekê jî gel li îradeya xwe bû xwedî û HDP hilbijart.

Kava anî ziman ku bi darbeya qeyûm şaredarî yek bi yek tên desteserkirin, hevşaredar tên dîlgirtin û got, "Hêz ne ew yeke ku bi zorê dest deynin ser şaredariyan. Hêza bingehîn ew yeke ku bi îradeya gel şaredarî bê bidestxistin. AKP di hilbijartinê de têk çû. Ji ber ku tiştek di destê AKP'ê de nema bi rêya qeyûm dest danî ser şaredariyê me û îradeya gel bi rengekî bêhiqûqî desteser kir. Di serî de Wan em ê şaredariyên xwe hemûyan di hilbijartineke nû de careke din qezenç bikin."

Kava bal kişand ser nerazîbûna mezin a gel li dijî qeyûman û AKP'ê û got, "Ne tenê hilbijêrên HDP'ê her wiha kesên ku deng dan AKP'ê jî nerazîbûneke mezin nîşanî AKP û qeyûman didin. Hilbijêrên AKP'ê yên li Wanê dibêjin ku AKP îradeya gel nas nake, bi rêya qeyûman desteser dike û di hilbijartineke nû de wê dengê xwe êdî nedin AKP'ê. Her kes ji AKP'ê aciz in."