Karayilan: Gerîla temînata azadiyê ye

Karayilan got, "Ya ku niha di rojevê de ye, tasfiyeya me, tasfiyeya PKK'ê nîne. Ji ber ku ew ji tasfiyebûna xwe ditirsin, bi her awayî êrîş dikin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan roja 27'ê Tîrmehê bi rêya cîhazê ji yekîneyên gerîla re axivî û rojeva Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand. Karayilan, desteya wezîran a piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê hate diyarkirin weke kabîneya şer nirxand û got, sîstema yek zilamiyê ya xwe dispêre şer wê têk biçe.

Karayilan diyar kir ku berhemên şoreşgerî yên di nava têkoşîna wan a 45 salan de hatin afirandin, ne tenê şoreşa Kurdistanê her wiha şoreşa Rojhilata Navîn xistiye rojevê û got, "Şerê bê eman ê ku rejîma faşîst a Tirk li dijî geşbûna şoreşgerî ya Kurdistanê da destpêkirin, 3 salan li pey xwe dihêle. Di nava van 3 salan de, desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser bingeha 'Plana Têkbirinê' ji bo karibe encamê bi dest bixe, hemû rê û rêbazên hilweşîner û faşîst bi kar anî. Li dijî Rêber Apo dest bi şerekî giran kir ku di nava hiqûq û exlaqê de cihê van pêkanînan nîne."

ARTÊŞA TIRK LI PÊŞBERÎ GERÎLA TÊK ÇÛYE

Karayilan da xuyakirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîla şerê bejahî winda kiriye û ji bo vê têkçûna xwe binixumîne, serî li teknolojiya serdemê daye. Karayilan ev tespît kir: "Artêşa Tirk ku di şerê dijî gerîla de têk çû, şerê li Kurdistanê bi berdêla bi milyaran dolarî veguherand şerekî teknolojîk. Ji bo vê jî bi her awayî mesref kir. Dewleta Tirk piştî ku dît di şer de têk çûye, ji Îlona 2016'an û pê ve biryar da ku şer êdî bi amûrên hewayî bidomîne."

Mûrad Karayilan gotinên hin rayedarên dewleta Tirk bi bîr xist ku digotin, "Ji Nîsana 2017'an û pê ve wê êdî kes navê PKK'ê jî hilneyne, wê PKK di nava dîrokê de winda bibe" û wiha dewam kir: "Sala 2007'an dema ku bi alîkariya DYA'yê balafirên bê mirov bi kar anî û serokê sermandariya giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit got, 'Baregehên PKK'ê ji bo me weke malên 'Yek me dişopîne' e, êdî diqedin'. Wezîr û rayedarên AKP'yî jî bi heman rengî gotin ku wê êdî PKK biqede."

PKK'Ê REH BERDAYE NAVA DÎROKÎ, JI NAVA GEL AFIRIYE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan destnîşan kir ku Tevgera PKK'ê beriya her tiştî xwe dispêre rastiya gelekî ku reh berdaye nava dîrokê û got, "Heta ku koka civaka Kurdistanê li ser vê axê hebe, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo jî wê hebe. Ya ku ev civak ji xweliyên xwe afirand û gihand vê astê, ev bîrdozî ye."

Karayilan got, "Ya ku niha di rojevê de ye, tasfiyeya me, tasfiyeya PKK'ê nîne. Ji ber ku ew ji tasfiyebûna xwe ditirsin, bi her awayî polîtîkayeke êrîşkariyê dimeşînin."

Karayilan işaret bi tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê kir û got, "Ev hêzên ku berê dijberê hev bûn, meşandina şerekî bê eman ê li dijî gelê Kurdistanê weke berjewendiyên xwe yên hevpar dîtin. Gotin ku eger vê nekin wê tasfiye bibin. Bi vî rengî ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, biryar dan ku li Rojava, Başûrê Kurdistanê û hev deverê li dijî PKK'ê û destketiyên gelê Kurd têbikoşin."

BI BERXWEDANA EFRÎNÊ RE MÊTINGERIYA TIRK SERBERJÊR BÛ

Mûrad Karayilan bi bîr xist ku rejîma AKP-MHP'ê navê 'Şerê Nû yê Serxwebûna Tirkiyeyê' li vî şerê xwe kir û wiha dewam kir: "Jê re gotin 'şerê man û nemanê' ye. Bi xwe mikur hatin ku ya tasfiye dibe PKK nîne. Ya tasfiye dibe planên dîktatoriya Erdogan û sîstema netewe-dewletê ya Tirk e."

Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk ji ber ku li pêşberî gerîla nekarî bi ser bikeve, êrîşa li dijî Efrînê xiste rojevê û bi vî awayî xwest rewşa xwe ya têkçûyî binixumîne. Karayilan got, "Ji wan hebû ku bi êrîşên giran ên bi balafirên şer wê karibin di nava sê rojan de bikevin nava Efrînê, wê şovê bikin, moralê bigirin û bi vî rengî derbê li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bixin. Lê belê li Efrînê li bin guhê Berxwedana Serdemê ketin. Nêzî 3000 hezar leşker û çeteyên wan mirin. Li Efrînê berxwedaneke gelekî mezin hate nîşandan. Ne dopînga moralê, ne jî ranta siyasî nekarîbûn li Efrînê bi dest bixin. Bi vî rengî aboriya wan serberjêr bû."

Karayilan diyar kir ku niha ketibin nava Efrînê jî têkoşîna gel û şervanên Efrînê dewam dike û bi têkoşîna azadiyê ya li her devera Kurdistanê re mêtingeriya netewe-dewleta Tirk a faşîst hîn bi lez têk diçe."

SIYASETA BI SÊ RÊBAZAN DOH BI SER NEKET, WÊ ÎRO JÎ BI SER NEKEVE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan anî ziman ku xeta ku rejîma Tirk niha ji xwe re esas digire, xeta Îttîhat Terakkî ye û işaret bi siyaseta bi 'sê rêbazan' a Îttîhat Terakkî kir ku di serdema dawî ya Osmaniyan de hate meşandin. Karayilan diyar kir ku bi siyaseta bi sê rêbazan; Tirkîtî, Îslamîtî û Osmanîtî hewl dan civakan bixapînin û pêşî li hilweşîna Împaratoriya Osmanî bigirin.

Karayilan ragihand, feraseta netewe-dewletê ya li ber hilweşînê ye, ji bo sîstema dewleta faşîst a Tirk rizgar bike, bi Tirkîtî, Îslamîtiya Îttîhat Terakkî û bi xeyalên Osmaniya Nû dixwaze encamê bigire û got, "Mîna Îttîhat Terakkiyan, ji bo rakirina astengiyan hemû normên hiqûqî û mafên mirovan binpê dikin û feraseteke ji kiryarên hovane tevdigerin. Lê belê, çawa ku Enver û Talat paşa yên di binê enqaza Împaratoriya Osmanî de man, aqûbeta Erdogan, Bahçelî û Hûlûsî Akar jî wê bi heman rengî be. Ev aqûbet encameke xwezayî ya herikîna dîrokê ye û kes nikare pêşî lê bigire."

SIBEROJ WÊ YA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ BE

Karayilan destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurdistanê û gelê kedkar ê Tirkiyeyê wê vê sîstema faşîst a netewe-dewletê ji holê rake û wiha dewam kir: "Niha li herêmê şerek diqewime. Erdogan di vî şerî de giranî da ser aliyê şaş. Planên wê yekê kir ku bi rêxistinên El Qaîdeyî yên weke El Nûsra û DAÎŞ'ê wê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bitepisîne û Sûriyeyê kontrol bike. Lê belê ev yek lê vegeriya. Niha jî tawîzên mezin dide Rûsyayê û hewl dide li Sûriyeyê şûnekê ji xwe re çêbike. Lê ev yek wê demdirêj nedome. Di demeke nêz de wê destwerdana wan a li Sûriyeyê, êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê jê re bibe çiravek. Di şerê heyî yê herêmê de, gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê êdî veguherîne aktorekî bingehîn."

Karayilan diyar kir ku kes nema dikare gelê Kurd li rewşa salên 1920'î vegerîne û got, "Çeper û destketiyên ku gelê Kurdistanê bi têkoşînê bi dest xistiye qewîn e. Gelê Kurd di asteke girîng de şert û mercên jiyaneke azad li ser vê xaka qedîm afirandiye. Hêz û êrîşên faşîst ên Erdogan wê têra guhertina vê rastiyê neke. Pêvajoya şoreşgerî ku bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê pêk hatiye, gihaştiye wê astê ku bibe şoreşa herêmê."

KABÎNEYA NÛ HIKUMETA ŞER A ÛLTRA YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand sîstema yek zilamî ku li gel mûxalefeta nîvê gelên Tirkiyeyê jî ji aliyê rejîma Erdogan ve hate afirandin û got, eşkere ye ku Erdogan wê xwe bispêre vê yekê û şer girantir bike.

Karayilan diyar kir ku kabîneya hikumeta nû jî li gorî vê yekê hatiye dîzaynkirin û ev tespît kir: "Ji bo şerê li dijî me sist nebe, wezîrên bi wî karî radibin nehatin guhertin. Kesê ku ew kirin wezîrê parastinê, serkêşî vî şerî bû û wê dîsa bi vî rengî be. Ji xwe tê zanîn ku ev kesayet nîjadperest in û dijminên Kurdan e. Hikumeta nû ya ku hatiye avakirin, hikumeteke şer a ûltra ye. Eşkere ye ku ev ê di dema nû de hewl bidin sîstema xwe ya faşîst li her cihî mayinde bikin. Tevî vê yekê wê bi rengekî bê navber êrîşî hemû hêzên mûxalefetê, bi taybetî Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêzên çep-sosyalîst, Elewî û gelê Kurdistanê bikin."

'BI BERXWEDANÊ EM DIKARIN DIJMIN TARÛMAR BIKIN'

Karayilan da xuyakirin ku weke gel û tevgerê divê ew vê rastiyê bibînin, ji her alî ve xwe li gorî vê yekê amade bikin û got, "Wezîfeyeke me ya bingehîn e ku em bi formasyoneke ku şer geştir bikin û dijmin têk bibin vê berxwedanê bigihînin asteke nû. Eger em li gorî tecrûbeya gerîla ya 34 salan, rêbaza xwe ya şer li gorî rewş û pêwîstiyên serdemê bi rengekî bingehîn biguherînin, rast fêhm bikin û bi cih bînin, hingî em ê karibin di vî şerî de dijmin tarûmar bikin."

DEWLETA TC LI KURDISTANÊ NIKARE JI NAVA KELEH Û WESAYITÊN ZIRXÎ DERKEVE

Mûrad Karayilan da xuyakirin ku artêş û dewleta Tirk ku di nava şerê çekdarî yê 34 salan de bi her rêbazî şer kir, lê nekarî encamê bi dest bixe, niha li gelek herêmên Kurdistanê kontrol ji dest berdaye.

Di vê mijarê de Karayilan got, "Niha li Kurdistanê heye, lê weke dewleteke dagirker serdest heye. Gelo çawa dikare li Kurdistanê bimîne? Li qereqolên mîna kelehan, li pişt dîwarên mîna sûran, li ser kulûbeyên bilind û li hewayê jî bi rêya balafirên keşfê yên bê mirov herêmê kontrol dike. Ev dewleta mêtinger li bajarên Kurdistanê jî heye. Lê çawa heye? Di nava wesayitên zirxî de, di nava tank û panzeran de ye. Ev yek nîşaneya çi ye? Eger dewletek li welatekî ketibe vê halî, hingî ew dewlet qediya ye, têk çûye. Yanî dewleta TC a mêtinger bi tenê bi zora leşkerî heye. Lê niha ketiye rewşeke welê ku bi zora leşkerî jî nema dikare lê bimîne. Tenê bi saya teknolojiya pêşketî û derfetên îstîxbaratê li ser piyan maye."

BI DIJMINATIYA LI KURDAN NIKARE TIŞTEKÎ BI DEST BIXE

Karayilan işaret bi hewldanên dewleta Tirk kir ên ji bo derketina ji vê rewşê û got, "Ji dewleta Tirk heye ku tenê bi dagirkirina Bakurê Kurdistanê wê nikaribe bi ser bikeve. Bi dagirkirina parçeyên din re hewl dide lawaziya xwe ji holê rake û xwe xurt bike. Zelal e ku ev polîtîka jî wê mêtingeriya Tirk hîn bêhtir bixe nava çiravê. Dewleta Tirk ti carî bi dijminatiya li Kurdan nekariye li herêmê bi bandor bibe. Gelê Kurd yek ji dînamîkên herî xurt ê herêmê ye. Lewma dewleta Tirk û zîhniyeta AKP'ê bi dijminatiya li Kurdan nikare tiştekî bi dest bixe. Tevî ku Rêberê me û tevgera me gelek caran ev yek anî ziman jî, rêveberiya AKP tenê ji bo li ser desthilatdariyê bimîne û dîktatoriya xwe ya faşîst bidomîne, di vê rêya girtî pêşîgirtî de israr dike. Ev rê li wan girtî ye û çiqasî hewl bidin jî ev rastî nayê guhertin.

Hêzên leşkerên Tirk, eger balafirên keşfê, kobra û balafirên şer li ser serê wan negerin, nikarin bikevin cihekî. Tevî ku ewqas amûr û teknolojî di destê wan de hene jî, nikarin bi pêş ve biçin. Tenê bi bomberdûmaneke giran dema ku bawer dikin kes li wê derê nîne, dikevin wê derê. Rojava û Başûrê Kurdistanê li aliyekî, niha li Bakurê Kurdistanê bêyî hêzên hewayî nikare bi hêja bejahî operasyonê li girekî bike. Dewleta ku bi hêzên hewayî hewl dide li çiyayên li nava xwe hikum bike, ew dewlet têk çûye."

ARTÊŞA TIRK JI ÇETE Û HÊZA PARAMÎLÎTER RE MAYE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan rewşa heyî ya dewleta Tirk bi vî rengî pênase kir û wiha dewam kir: "Beşeke girîng a artêşa fermî ya heyî ji xwe li derveyî şer e. Bi hêzên paramîlîter ên bi pereyan ew kirîne û ji wan re JOH-POH dibêjin, dixwazin şer bikin. Ji ber ku bi malbatên van re peymanek îmze kirine, dema ku zarokên wan dimirin dengê xwe dernaxînin."

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk hin çeteyên ji ber El Qaîdeyê mane ji Sûriyeyê tîne li Kurdistanê dide şerkirin û got, "Bi vî rengî hewl didin valahiya çekdarê xwe dagire. Hêzên artêşa normal ji xwe li derveyî şer hatine hiştin. Ew tenê li qereqolan e, bi parastina xetên hundirîn hatine wezîfedarkirin. Şer bi giranî ji aliyê hêzên paramîlîter û çeteyên li Sûriyeyê bi rêxistin kirine dimeşînin."

Mûrad Karayilan anî ziman ku ne çeteyên ji ber El Qaîdeyê mane, ne jî hêzên paramîlîter ên ku navê 'leşkerên pispor' li wan kirine, di şer de giranî û cihekî xwe nîne û got, "Dewleta Tirk şerê niha li ser îstîxbarat û teknîkê dimeşîne. Kadroyên artêşê yên ku vî karî li ser maseyê bi rê ve dibin, dixwazin bi îstîxbaratê û teknîkê encamê bi dest bixbe. Ya ku hêzên bejahî dike ew e ku diçe hedefên bi balafiran hatine bombekirin, kontrol bikin. Tê zanîn ku şerê rasteqîn ev nîne. Şer û şervanên rasteqîn mîna cengaweran bi şer hedefên xwe fetih dikin. Lê belê ya ku ev dikin bi vî rengî nîne. Şerê ku ew dikin dûrî vê rastiyê ye."

'EM Ê BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DI ŞER DE BI SER BIKEVIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan destnîşan kir ku bi bi şerekî serketî yê gel ê şoreşger ew dikarin têkoşîna xwe bi ser bixînin û got, "Lê belê şertê destpêkê yê vê yekê ew e ku pêvajo rast were xwendin, xeta leşkerî ya pêvajoyê baş bê fêhmkirin û bi cih were anîn."

Karayilan diyar kir ku di vê serdema herî girîng a dîroka wan a têkoşînê de, bi geşkirina şerê gerîla û bi xwegihandina li perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bi ser bikevin. Karayilan got, "Pratîka Şerê Gel ê Şoreşgerî eger li Kurdistanê bi cih were anîn, wê pêla faşîst qirker a AKP-MHP û Ergenekonê bişikê."

Di dawiya axaftina xwe de Karayilan destnîşan kir ku bandora şerê li Kurdistanê êdî tenê li Kurdistanê namîne û got, "Ji bûyerên ku niha diqewimin jî tê dîtin ku ev yek wê li Tirkiyeyê rê li ber veguherîneke demokratîk veke û li Rojhilata Navîn jî pêşî li pêvajoyeke nû ya şoreşgerî veke."