Karayilan: Em bi berxwedanê dest bi sala 2019'an dikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ew bi berxwedana grevên birçîbûnê û sekna berxwedêr a civakê dest bi sala 2019'an dikin û got, "Ev pêngava berxwedanê wê mezin bibe û encamê bi dest bixe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên Rosîda Mêrdîn. Karayilan çalakgerên greva birçîbûnê hemû silav kir û got, "Di serî de berxwedêrên zindana Amedê, siyasetmedara hêja, pêşeng Leyla Guven û hevalên çalakger hemûyan silav dikim, sala nû li wan pîroz dikim û hêvîdar im ku bi çalakiyên wan re sala nû bibe sala demokrasî û azadiyê. Ji Silêmanî heta Hewlêrê, Mexmûrê, Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê gelê me li her derê çalakiyan dike. Hemûyan silav dikim û sala nû li wan pîroz dikim."

EGER TECRÎD BIŞIKÊ, FAŞÎZM WÊ HILWEŞE

Karayilan diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê li dijî şexsekî ya jî gelê Kurd e, tecrîd li dijî gelên Tirkiyeyê û herêmê bi temamî ye. Karayilan li ser wateya şikandina tecrîdê got, "Şikandina tecrîdê wê hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê rê li ber pêvajoyeke nû veke. Şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo wê li gelemperiya herêmê pêvajoyeke nû bi xwe re bîne."

Karayilan diyar kir, çalakiyên ku bi şiyara 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin' çalakiyên watedar û hêja ne û got, "Wateyeke mezin a vê dirûşmê heye; eger tecrîd bişikê wê faşîzm jî hilweşe. Ev tespîteke di cih de ye. Divê her kes bi vî rengî tevbigere."

EV YEK PÊNGAVEKE CIVAKÎ YE

Karayilan bi bîr xist, çalakiya Leyla Guven roja 50'î li pey xwe xist û ketiye pêvajoyeke krîtîk û bal kişand ser girîngiya xurtkirina çalakiyên li dijî tecrîdê. Karayilan got, "Çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven li welêt û derveyî welêt dest pê kirin veguherîn pêngavekê. Em, gel û tevger bi berxwedaneke wiha dest bi sala 2019'an dikin. Bi berxwedan û grevê dest bi sala nû dikin. Çalakiyeke civakî ye ku gel hemû di nav de ye. Pêngaveke giştî û civakî ye. Wê çaxê divê welatparêz û demokrat hemû vê çirûskê, vê pêngavê xurt bikin."

HETA KU GERÎLA HEBE DIJMIN WÊ TI CARÎ ENCAMÊ NEGIRE

Karayilan bal kişand ser têkoşîna gerîla û got, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta niha di gelek pêvajoyên girîng re derbas bû. Lê xuya ye em di serdema herî girîng a dîroka xwe de ne. Ev serdem jî sala bê ye. Pêşengên vê serdema berxwedanê ya dîrokî gerîla ye."

Karayilan wiha dewam kir: "Divê her hevrêyeke/î me yên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê zanibin; hebûna li van çiyan bi xwe xwedî wateyekê ye. Divê têkoşîna azadiyê bê geşkirin. Çi li Herêmên Parastinê yên Medyayê, çi li Bakurê Kurdistanê, hebûna hevrêyên me mîna xençerekî ye ku li dilê dijmin ketiye. Sekna hevrêyan a li çiyê bi tena serê xwe xwedî rol e. Heta ku gerîla bi vî rengî li ser piyan bimîne, wê dijmin ti carî encamê negire. Heta ku gerîla li ber xwe bide û çeperên xwe biparêzin, dijmin êrîşî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê jî bike, êrîşî gel û siyasetmedaran jî bike, tecrîdê giran jî bike wê ti carî encamê bi dest nexîne. Ji bo dijmin rêya encamgirtinê tasfiyekirina gerîla ye. Heta ku li çiyayên Kurdistanê gerîla hebin, wê kes nikaribe pişta gelê me deyne erdê. Ciwanên Kurd wê her tim bi dil û can tevlî nava refên gerîla bibin û berxwedanê mezin bikin. Jinên Kurd wê bi îradeya xwe ya azad her tim li ber xwe bidin. Heta ku gerîla li ser piyan be, gelê me wê li gundan, li kolanan, li nava welêt, li derveyî welat xurt be. Destê Rêberê me wê xurt be."

SALA 2019'AN WÊ JI BO ME BIBE SALA PÊNGAVÊ

Karayilan got, dema ku ew li bûyerên li herêmê dinerin û helwesta hêzên hegemonîk ên li dinyayê dinirxînin, dibînin ku sala bê wê şerê li herêmê mezintir bibe û wiha dewam kir:

Karayilan diyar kir, ew; Tevgera Apoyî, gelê Kurdistanê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dixwazin sûdê ji firsendên serdemê werbigirin û ji bo demokrasî û azadiyê li dijî dijmin dest bi pêngaveke cidî bikin.

Karayilan got, ew di hewla vê yekê de ne û wiha dewam kir: "Em hewl didin gerîla û hêzên parastinê hemûyan li hemû parçeyan li ser bingeha Projeya Jinûve Birêxistinkirinê nû bikin. Di asteke girîng de me ev yek pêk anîne. Li ser vê bingehê em dixwazin di sala nû de pêngaveke nû pêk bînin. Sala 2019'an divê ji bo me bibe sala pêngava nû. Amadekariyên me yên du salên dawî li ser vê bingehê ne."

BERXWEDAN WÊ RÊ LI BER ÇARESERIYÊ VEKE

Karayilan diyar kir ku ev pêvajo pêvajoyeke ji rêzê nîne û got, "Ev dem dema çareseriyê ye. Berxwedana ku bê kirin wê rê li ber çareseriyê veke. Sala 2019'an wê bibe saleke welê ku nakokî kûr bibin, şer giran bibe, berxwedan xurt bibe û bi vî rengî pêvajoyeke çareseriyê rû bide. Em di demeke wiha de ne, lewma sala 2019'an girîng e. Sala 2019'an wê nebe saleke ji rêzê. Bûyerên ku di sala 2019'an de biqewimin wê nîşan bidin bê salên piştre çi biqewimin. Di asta stratejîk de girîng e. Ji ber vê yekê hêzên me yên gerîla û xebatkarên şoreşê yên Apoyî divê bi vê bîr û baweriyê, bi vê berpirsyariye tevbigerin. Bila gelê me jî zanibe ku em di demeke wiha de ne, em li ber çareserî û serketinê ne."