Karayilan: Biryara Trûmp ji bo me ne surprîz bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê ji bo wan ne surprîz bû û ew li pêşberî biryarê matmayî nemane.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat de biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê nirxand.

BIRYARA TRÛMP NE SURPRÎZ BÛ

Mûrat Karayilan anî ziman, biryara Serokê DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê dewama biryara 6'ê Mijdarê ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd e û di çarçoveya xeta komploya navneteweyî de hatiye girtin. Karayilan got, "Li ser vekişîna Emerîkayê ji Sûriyeyê, beriya her tiştî dixwazim vê yekê bêjim: Ev biryar ji bo me ne surprîz e. Em matmayî neman. Em bi rastiya her hêzê dizanin. Ev biryara ku bi giranî ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp ve hate girtin, dewamkirina xeta komployê ye. Weke ku tê zanîn, Emerîkayê 6'ê Mijdarê li dijî sê hevrêyên me biryarek da. Biryara vekişînê jî dewama biryara 6'ê Mijdarê ye. Careke din ispart bû, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, statuya Kurdan ne xema hêz û dewletên hegemonîk e. Dema ku li berjewendiyên wan bê bi Kurdan re hevkariyê dike, dema ku lê neyê, dest jê diqerin. Bi rengekî pragmatîst tevdigerin. Me ev karakterê hêzên hegemon baş tespît kirine. Şoreşgerên li Rojava jî li ser bingeha xeta 3. bi her kesî re têkiliyê datînin, lê pişta xwe naspêrin kesî. Ji ber vê yekê, ne bawerim ku li wir kêmasiyek rû bide."

Karayilan wiha dewam kir: "Hin şaşwaz hene; ji wan heye ku pêşketinên li Rojava hemû bi desteka Emerîkayê bûne. Yên ku rewşê ji nêz ve dişopînin pê zanin ku rastî ne bi vî rengî ye. Emerîka sala 2015'an hat Sûriyeyê. Halbûkî Şoreşa Rojava sala 2012'an pêk hat. Li dijî komên çete yên El Nûsra û DAÎŞ'ê salên 2013-2014'an bi hêza xwe şer kir û bi ser ket."

XETA KOMPLOYÊ WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Karayilan ragihand, dewleta Tirk hewl dide xeta komployê li dijî Kurdan bi cih bîne, dixwaze hemû hêz li dijî Kurdan helwestê nîşan bidin û got, asta tevlîbûna DYE'yê ya li vê helwesta Tirkiyeyê qels e. Karayilan wiha dewam kir: "Ji ber ku gelek kesên di nava rêveberiya DYE'yê de cih digirin li dijî vê biryarê ne, biryarê rast nabînin. Ewropayê ev yek rast nedît û tevlî nebû. Hinekan diyar kirin ku wê venekişin. Beriya wê, Dîwana Edaletê ya Bilind a Ewropayê der barê PKK'ê de biryareke ku dikare erênî bê nirxandin, da. Dibe ku helwesteke xurt a ku encamê biguherîne nîşan nedin, lê belê rastiya ku derketiye holê ev e: Yên ku dixwazin xeta komployê bidomînin; dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya heyî ya Emerîkayê ye ku ji derdoreke tend a Trûmp pêk tê. Mîna sala 1999'an ne di wê astê de ye ku gelek dewlet tevlî bibin, me tengav bikin û encamê bigirin. Lewma bingeheke welê derketiye holê ku ne tenê pûçkirina xeta komployê, derfet hene ku komplo bi temamî were têkbirin û ji rojevê were derxistin. Ev yek jî bi rengekî vekirî hate dîtin." Karayilan diyar kir, xeta komploya navdewletî êdî dema xwe derbas bûye û wê ji holê bê rakirin.

ŞOREŞA ROJAVA XWEDÎ ÎRADE YE

Karayilan bi bîr xist, şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe spartiye gelan û bi vî rengî afiriye. Karayilan got, "Xwedî hêz e, xwedî alternatîf e û heta niha li ser xeta sêyemîn meşiya. Divê xwe nespêre kesî. Eger ev şoreş bi hêza xwe karibe li ser piyan bimîne, hingî bi rastî jî dibe şoreş. Şoreşên rasteqîn bi vî rengî pêk tên. Ji ber vê yekê divê bibin îrade. Em pê bawer in ku xwedî îrade ne. Hin hêz û kes hene ku dixwazin panîkê bixin nava gel. Ev yek tiştekî ne rast e. Halbûkî xwedî siyaset, gel û hêza xwe ye."

Karayilan got, eger xeta sêyemîn li qadên leşkerî, siyasî, dîplomatîk û civakî bi rengekî rast were meşandin, şert û mercên heyî wê rê li ber serketina şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vekin.

TÊKILIYA BI DYE'YÊ RE DÎSA JÎ DIKARE BÊ DEWAMKIRIN

Karayilan li ser sedema vê tespîtê jî got, "Ji ber ku dixwaze ji xwe re hevsengiyên nû ava bike. Ji xwe wê bi destgirêdayî nesekine. Dikare hin tifaqan bike, hin hevkariyên nû pêk bîne. Ev yek li gelemperiya dinyayê bi vî rengî ye. Aliyê xwe yê erênî ew e; heta niha xwe nespartiye kesî û xwe bi kesî ve girê nedaye. Dikare têkiliyên xwe yên bi Emerîkayê re dîsa jî bidomîne û destketiyan, şoreşê biparêze. Di vir de ya girîng ew e ku hêza xwe biparêze, xurt bike û xwe bispêre hêza xwe. Ji aliyê leşkerî û civakî ve divê ji xwe bawer bike û bi hêza xwe tevbigere. Ya girîng ev e. Eger bi bîr û baweriyan ji hêza xwe tevbigere, wê karibe xwe biparêze û cihê xwe di nava hevsengiyên nû de bigire. Xwedî wê hêzê ye ku armancên xwe pêk bîne. Derfetên vê yekê hene."

DEWLETA TIRK MÎNA KU CEJNÊ PÎROZ BIKE, BIRYAR PÊŞWAZÎ KIR

Karayilan anî ziman ku biryara Trûmp wê hin hevsengiyan biguherîne, dibe ku li Sûriyeyê hevsengiyên nû pêk werin û got, yên ku dibêjin; şoreşa Rojava xwe spartiye hin hêzan û bi vî rengî pêk hatiye, wê bibînin ku şaş in.

Karayilan wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk vekişîna Emerîkayê mîna cejnekê dît. Dibêje, 'Eger Emerîka biçe, ev ê ji bo me bi xêr be, şoreş wê di nava çend rojan de ji hev bikeve'. Her roj propaganda vê dikin. Lê belê generalên wan, rayedarên wan baş pê zanin ku ev yek ne karekî hêsan e. Wekî din, hêzeke ewqasî mezin a dewleta Tirk nîne ku gelekî dinepixînin. Me berê jî got, niha jî dibêjin; bila kes hêza dewleta Tirk nenepixîne. Li gorî kêfa dilê xwe nikare her devera dixwaze dagir bike. Girîng e gelên Ereb, Suryanî, Kurd, şervan û fermandarên wan ên li wir ji vê bawer bikin û bi rengekî rast bikevin çeperan. Bi îradeyeke ji rê û rêbazên rast, dikarin bi hêsanî dewleta Tirk a dagirker bişikînin."

EM Ê LI GEL WAN BIN Û DESTEKÊ BIDIN

Karayilan bi bîr xist, ji Tirkiye, DAÎŞ, Sûriye û hin hêzên din heye ku bi çûyina DYE'yê re wê şoreş qels bibe û got, "Em pê bawer in ku Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi her awayî wê karibe xwe biparêze."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bi navê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd wê timî li pişt şoreşa Rojava bin û got, hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û hêzên Kurd hemû divê destekê bidin şoreşa Rojava.