Karasû: Xwedî li dengê xwe derkevin

Karasû: AKP û MHP ku dibînin, dema HDP ji bendê derbas bibe wê ji desthilatdariyê bikevin, eşkere ye ku dikarin dek û dolaban bigerînin. Divê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê xwedî li dengan derkevin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû li ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê ji ANF'ê re axivî.

'FERMAN DANE KU HDP'Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN'

Karasû bal kişande ser dek û dolabên dewleta Tirk ên li ser dengên Kurdistanê û diyar kir ku ji HDP, DEP, HADEP'ê û vir ve tim dengan didizin, ne tenê li Kurdistanê li Çukurova, Marmara û Egeyê jî her cure dek û dolaban digerînin. Karasû got, ev hilbijartin ji hilbijartinên beriya niha cuda ye û wiha domand, "Ji ber ku di vê hilbijartinê de serketina HDP'ê tê maneya têkçûna AKP'ê. Ji bo vê jî ferman dane ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Wê li gorî serketina HDP'ê diyar bibe bê ka desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser kar bimîne ya na. Heke dengên ku bikevin sindoqê û jê derkevin yek bin teqez e ku desthilatdariya AKP-MHP'ê wê qels bibe û bikeve." Karasû bi dewamî bal kişande ser tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê û got "Ev tifaqa helbet li Kurdistanê wê dek û dolaban bigerîne. Bêguman li Kurdistanê derfetên wan ên ku bikaribin dek û dolaban bigerînin zêdetir e. Ji ber ku li Kurdistanê tevgera dagirker heye. Li hemû Tirkiyeyê her çendî Rewşa Awarte û Rêveberiya Jidiyayî hebe jî ev rejîm her carê li Kurdistanê û Tirkiyeyê cuda têne bikaranîn. Zext li Kurdistanê her carê 10 caran, 100 caran li ya nav Tirkiyê zêdetir e."

Karasû got, Rêveberiya Jidiyayî, Rewşa Awarte, darbe her carê ji ber serkutkirina Kurda ne û diyar kir ku sedema ew qasî dirêj dikin jî bi mebesta çewisandina têkoşîna azadiyê ye. Mûstafa Karasû bal kişande ser veguhaztina sindoqên li Kurdistanê û got, "Herî dawî hin sindoq veguhaztin deverên din. Ne li deverên ku hilbijêr lê hene lê li gundên ku qorîcî lê hene zorê tê kirin ku deng werin dayin. Ev jî nîşan dide bê ka desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser dengên Kurdan dixwaze zexteke çawa bike."

'BI XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN DENG DIKARIN WERIN PARASTIN'
 
Karasû bi domdarî got, "Ji bo vê jî, divê Kurd, hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û li sindoqan xwedî derkevin, biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Ji bo ku zêdetir deng werin dayin çawa xebat tê kirin, ji bo ku sindoq werin parastin jî divê xebat werin kirin. Bi vî rengî, bi xwedîderketina li sindoqan dengên ku ketine sindoqê wê hinekî werin parastin." Karasû bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê kir û got, "Beriya hilbijartinê çawa xebitîbin, çawa baldar bûn, dema dengdanê jî, dema vekirina sindoqan jî divê hişyar û baldar bin.

'ÊN KU NIKARIBIN LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN, NIKARIN LI NAMÛSA XWE JÎ XWEDÎ DERKEVIN'

Kurd li dijî van zextan sindoq li kû derê bin divê biçine wir û dengên xwe bidin. Divê netirsin, bi tirsê tiştek naguhere. Ji xwe vê zext û zordariyê ji bo Kurdan tine bikin dikin. Ji bo vê jî, li dijî tinebûnê divê berxwedanî hebe. Heke îro berxwedanî nebe sibe wê dereng be. Jin, ciwan, hemû Kurd divê li ber xwe bidin. Divê biçin ser sindoqê, dengên xwe her çawa jî be divê biparêzin, divê vîna wan biçe ser sindoqê. Divê bibêjin 'deng namûs e. Ên ku nikaribin Ii dengên xwe xwedî  derkevin, nikarin li namûsê jî xwedî derkevin. Ên ku nikaribin li dengê xwe xwedî derkevin nikarin li Kurdbûna xwe jî xwedî derkevin, li nasnameya xwe jî.' Û piştî ku deng dan divê li wir bimînin û li dengên xwe xwedî derkevin."

'DEMA DESTHILATDARIYA AKP'Ê JIN BI TEMAMÎ KIRINE META'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû polîtîkayên AKP'ê yên bi dijminatiya jinê destnîşan kir û got, AKP bi hişmendiyeke zilamserwer a bi dijminatiya jinê ye. Karasû wiha dewam kir: "Ji xwe hemû desthilatdar serwerîparêz in, nêr in. Desthilatdariya AKP-MHP'ê desthilatdariyeke faşîst e. Nîjatperestî, şowenîzm hişmendiyeke zilamserwerîparêz e. Ji bo vê jî tê fêhmkirin ku serdema desthilatdariya AKP'ê dijminatiyê li jinê dikin. Hem nîjatperest e, hem zayendîparêz e, hem jî mîna wan derdorên ku ji mêj ve dîn li ser jinê kirine amûra zextê, dijberê jinan e."

Karasû got, "Erdogan çawa ku dîn dike amûra nîjatperestiyê û dijminatiyê li jinê dike, bi geşkirina neolîberalîzmê jî dijminatiyê li jinê dike. Neolîberalîzm tê maneya wê qonaxa ku jinê herî pir dixin. Di dîroka Tirkiyeyê de metabûna jinê ti carî bi qasî desthilatdariya AKP'ê geş nebûye. Dema desthilatdariya AKP'ê jin bi temamî kirine meta. Li hêlekê hişmendiya zilamserwer, li hêla din hişmendiya neoliberal bi rengê kokteylê li Kurdistanê û Tirkiyeyê hişmendî û atmosfereke bi dijminatiya jinê ava kirin. Erdogan û AKP'yî dijminatiya xwe ya li jinê bi rengekî vekirî nîşan dane."

'HDP PARTIYA JINAN E, JINÊN JIYANEKE BI RUHÊ AZADIYÊ DIXWAZIN HDP'Ê GEŞ DIKIN'

Karasû têkoşîna HDP'ê ya li dijî vê polîtîkaya AKP'ê ya bi dijminatiya jinê destnîşan kir û got, "Di serdema AKP'ê de jin hatiye tinekirin û rizandin. Li dijî vê têkoşîna herî mezin rêça HDP'ê dide. Partiyên beriya HDP'ê li ser mijara têkoşîna azadiya jinê gelekî hewl dan. Xeta azadîxwaziya jinê ya HDP'ê îro li cîhanê bi tiliyan tê destnîşankirin. Pergaleke civakî, siyasî û aborî ya li ser azadiya jinê tê xwestin. Ji bo vê jî rewşeke sirûştî ye ku jin HDP'ê destek bikin. HDP partiya jinan e. HDP tenê di rêveberiyê de cih nade jinê, wan tenê nake wekîl, şaredar, her wiha hewl didin ku hemû jiyana civakî, siyasî, aborî û çandî bi rengê jinê were avakirin." Karasû got, "Ji bo vê jî, hemû jinên ku xwedî hişmendiya zayendî ne, yên li dijî hişmendiya zilamserwer in, hemû jinên ku jiyaneke siyasî, civakî û çandî ya li ser giyanê azadiyê dixwazin berê xwe dane HDP'ê û HDP'ê xurt dikin."

'HDP Û JIN DU ALÎ HEV XURT DIKIN'

Karasû da xuyakirin ku azadîxwaziya jinê karakterê azadî û demokrasî yê HDP'ê kûr dike û sedema kûrbûna karakterê azadî û demokratîk ê HDP'ê ji ber nêzîkatiya wê ya li azadiya jinê ye. Karasû wiha got: "Jin wê HDP'ê bi ser bixin, HDP jî wê jinê bi ser bixe. Du alî ji bo ku wê hev bi ser bixin û xurt bikin, HDP xeta azadîxwaz a jinê diparêze, jin jî, ji bo ku xwe azad bikin û di jiyana demokratîk de karîger bikin, ji bo ku bibin rihê hemû jiyana civakî li dor HDP'ê dicivin. Ev rewşeke pir sirûştî ye. Bi vê çarçoweyê hemû jinên ku destekê didin HDP'ê bi hezkirin û hurmetê em slav dikin."

'HEWCEYÎ PÊ NÎN E KU JI KURDAN RE TIŞTEK WERE GOTIN, KARAKTERÊ QIRKER Ê AKP'Ê BAŞ NAS KIRINE'

Karasû ragihand ku Kurd AKP'ê ji gotinên wan an jî ji gotinên hinekî din bi propagandayê hîn nabin û diyar kir, Kurd AKP çiye ne çiye, bi jiyanê hîn bûne, ew karakterê qirker ê AKP'ê yê dijminê Kurdan naskirin. Karasû di dema berxwedana Xwerêveberiyê de hilweşandin, şewitandin, talankirina bajarên Kurdan, ên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Geverê, kuştina bi sedan ciwanî, Cemîle ya ku cenazeyê di bûzxaneyê de hate veşartin, pitika Mîray a ku hatî kuştin, dayika Taybet ku li Silopiya cenazeyê wê hefteyekê li erdê ma, Qeyûmên ku anîn ser şaredariyên Kurd, zexta li ser siyasetmedarên Kurd, a li ser saziyên jinan, ciwanên ku hatine girtin, helwest û gotinên Erdogan ên li ser Kerkûkê, komkujiya AKP-MHP'ê ya li ser Rojava, Efrînê bi bîr xist û got, Kurd wê vê ji bîr nekin û li dijî AKP'ê, Erdogan helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin. Karasû wiha dewam kir: "Ji bo ku Kurd li dijî AKP'ê helwesta xwe nîşan bidin, ne sedemek, ne deh sedem bi hezaran sedem hene. Ji bo vê jî zêde hewceyî pê nîn e ku ji Kurdan re tiştek were gotin. Wan bi jiyanê karakterê faşîst û qirker ên AKP'ê nas kirine."

'ELEWÎ JI BO KU HDP MEZIN BI SER BIKEVE DIVÊ PIR BIXEBITIN'

Karasû her wiha got, civaka Elewî jî karakterê dînê siyasî yê AKP'ê û nîjatperestiya wê dibînin û got, "Tê dîtin ku senteza Tirk-Îslamî ya MHP'ê ya bi hişmendiya îdeolojîk û siyasî a bi AKP-MHP'ê berbiçav bûyî, ne tenê Kurdan, dixwaze Elewiyan jî asîmîle bike û qir bike. Ji bo vê jî hewceyî pê nîn e ku ji Elewiyan re were gotin AKP wiha ye. Elewî jî AKP'ê nas dikin. Li dijî desthilatdariya AKP'ê xwedî helwest in."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi domdarî got, tekane xeta siyasî ya ku li dijî desthilatdariya AKP'ê têdikoşe, xeta ku wê AKP'ê ji desthilatdariyê bixîne, rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê veke, azadiya bawerî, nasname û azadiya Elewiyan pêk bîne xeta HDP'ê ye û wiha dewam kir, "Elewiyên ku dixwazin Erdogan û AKP'ê ji desthilatdariyê bixin helbet wê dengê xwe bidin HDP'ê. Heke hişmendiya Elewîtiyê hebe, heke were zanîn bê ka zexta li ser Elewiyan ji ku tê, heke were dîtin ku xwedîderketina herî baş a li Elewitiyê tenê di nav hişmendiya neteweya demokratîk de, di nav jiyana hevpar a nasname, baweriyên cuda pêkan e, helbet wê berê xwe bidin HDP'ê.

HDP partiya Kurdan e jî, ya Elewiyan e jî. Ji bo vê jî em dibînin ku Elewî berê xwe didin nav HDP'ê. Em ji vê jî kêfxweş dibin. Em dibînin ku Elewî tenê di nav demokrasiyê de dikarin bibin xwedî jiyana demokratîk. Ji bo vê jî, ji ber vê helwesta wan, em wan slav dikin. Helbet dîtina vî karakterê HDP'ê, tenê mirov dengê xwe bide ne bes e, ji bo ku HDP bi ser bikeve divê Elewî baş bixebitin. Ji bo serketina HDP'ê ya mezin divê hemû enerjiya xwe bidin. Ji ber ku serketina HDP'ê wê bibe serketina wan. Serketina HDP'ê wê were maneya rabûna zexta li ser wan a bi sedsalan. Ji bo vê jî em bang li Eelwiyan dikin ku beriya hilbijartinê pir bixebitin û HDP'ê bibin serketinên mezin bikin."

'DÎNÊ AKP-ERDOGAN DÎNÊ DESTHILATDARIYÊ YE'

Endamê Konseya Rêveber KCK'ê Mustafa Karasû herî dawî bang li wan derdoran kir ku nirxên îslamî diparêzin û got, "Çawa ku DAÎŞ ziyanê dide dînê Îslamê AKP jî wiha ziyanê dide Îslamê. Dixwazin Îslamê bikin amûra nîjatperestî, baweriyên xwe yên jirêketî. Îslam kirine amûra zengînbûna xwe. Kirine amûra ku pê li ser desthilatdariyê bimînin. Îslama desthilatdariyê ne. Îslama Miawiye ne. Ti têkiliya xwe bi baweriya gel re tine. Bi vî aliyê xwe dijminatiya herî mezin li Îslamê dikin. Ne ku em vê dibêjin, alimên Îslamê wiha dibêjin. Derdorên Îslamî ku serdestî lîteratûra Îslamê ne vê dibêjin. Rastî wiha ye. Bi rastî jî kî ji Îslama Erdogan bawer dikin û xwedî lê derdikeve. Çawa ku Îslama DAÎŞ'ê ji hêla kesî ve nayê qebûlkirin, a Erdogan jî kes qebûl nake. Nêzîkatiya DAÎŞ'ê, Erdogan û AKP'ê ya li Îslamê ziyanê dide Îslamê Berê van derdoran dibe ku dibe ku deng dabin AKP'ê, Erdogan. Bi taybetî ji ber nêzîkatiya Kemalîst, ji ber nêzîkatiya dewletê ya şaş dibe ku dengê xwe dabin AKP'ê, Erdogan. Lê rewşa berdest AKP û Erdogan ziyanê didin Îslamê. Ji bo vê jî, ji niha û şûn de jî dengê xwe bidin AKP'ê, Erdogan, ku van li ser desthilatdariyê bihêlin, wê ziyanê bide wan jî."

Karasû diyar kir HDP Îslamê rast fêhm dike, hemû dînan rast fêhm dike, fonksiyona civakî ya dînan fêhm dike, bawer dike ku dîn temsîla pîvana heq, dadê, wekheviyê dike û  got, "Divê destekê bidin xeta HDP'ê. Bi vî rengî dikarin dîn li ser bingeha rast bijîn."