Karasû: Serkêşê karên qirêj Erdogan e -NÛ BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku karên qirêj û ne qanûnî bi destûr an jî fermana Erdogan hatin kirin û got, "Banga ji bo îstifaya Soylû têrê nake, divê zext li vê desthilatdariyê bê kirin ku îstifa bike."

Mikurhatinên Sedat Peker û bandora van axaftinan li desthilatdariya Tirk tê nîqaşkirin. Li gel piştperdeya wê ya dîrokî me jî rewşa rojane ya vê yekê ji endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû pirsîn. Di beşa îro ya hevpeyvînê de mikurhatinen Sedat Peker, rewşa desthilatdariyê û karên divê hêzên demokrasiyê bikin, nirxand.

Ji ber şerê li nava desthilatdariyê û bicihkirina çeteyên dema nû yên li nava dewleta Tirk, gelek çeteyên berê li derve hatin hiştin ku yek ji wan jî Sedat Peker e. Ev demeke li hin bûyeran mikur tê. Li ser vê yekê nîqaşa mafya-siyaset-medya tê kirin. Asta vî şerê desthilatdariyê çi ye û wê bigihêje kîjan nuqteyê?

Mikurhatinên Sedat Peker gelekî girîng in. Şaş e ku bi gotina, lîerekî berê yê mafyayê, serçeteyekî ku ji aliyê hêzên faşîst ve hatiye bikaranîn biçûk bê xistin û bêqîmet bê nîşandan. Sedat Peker wextekê di nava sîstemê de taca li ser serî bû, ji ber vê yekê jî bi her tiştî zane. Lewma daxuyaniyên Sedat Peker gelekî girîng in. Yek ji wan kesan e ku nava sîstema çete faşîst a dijminê demokrasiyê û qirkerê Kurdan e, baş zane. Lewma bi nêzîkatiya; serçete ye, ewqas nebaşî kiriye bêqîmetkirina agahiyên ku wî dane, gelekî şaş e. Agahiyên ji agahiyên wî bêhti eşkere û germ nîne. Ji ber çi eşkere kiriye; ji ber berjewendiyên xwe yan jî ji ber sedemeke din eşkere kiriye; ev mijareke cuda ye. Lê belê piraniya agahiyên ku wî dane rast e û piştrast dibin.
Ev rastiyeke; dewlet hin hêz û kesên ku karên qirêj bi wan dide kirin, piştre ji holê rake. Di karakterê dewleta Tirk de mînakên bi vî rengî gelekî zêde ne. Ji bo wan mirovan di heman demê de metirsiyeke mezin e ku bi karên qirêj ên dewletê zanin. Mînaka Topal Osman tê zanîn. Hin îtirafkarên ku di salên 1990'î de hatin bikaranîn, piştre ji holê hatin rakirin. Xuya ye Sedat Peker ê ku navê wî di gelek karên qirêj de derbas bû û di gelek karên qirêj de hate bikaranîn, tê xwestin ku bê bêbandorkirin. Bi vî rengî hin hêz û derdoran xwestine ku rabirdûya xwe ya karên qirêj a bi kesekî wiha re paqij bike. Naxwe yekî weke Sedat Peker ku ewqasî xizmet ji dewletê û desthilatdariyê re kiriye, jiyan, derdora xwe li ser vê bingehê ava kiriye, daxuyaniyên bi vî rengî yên ku dewletê û desthilatdariyê tengav bike, nedida. Di vê astê de karên qirêj ên dewletê kifş nedikir. Xuya ye Sedat Peker ji Tirkiyeyê hatiye revandin. Diyar e yek ji tevnên wî yên têkiliyan ên berfireh ew agahdar kiriye û bi vî rengî ji mirinê filitiye.
Plan kiribû ku demekê li derveyî welat bimîne û piştre vegere welat. Dostê wî yê berê Suleyman Soylû sozek dabû wî. Ji xwe di mijara Mehmet Agar û Berat Albayrak de ji ber ku li gel Suleyman Soylû cih girt, jê hebû ku Suleyman Soylû wê li Tirkiyeyê ewlehiya wî misoger bike. Lê belê dema ku ev nebû, biryar da ku yên wî dikin hedef û xwedî li wî derneketine teşhîr bike. Gotina 'Suslu Sulo' ku ji bo Suleyman Soylû dibêje, nîşan dide ku çiqasî aciz bûye.
Dewlet û saziyên wê tê wateya têkoşîna ji bo desthilatdariyê. Sedat Peker dibêje, di têkoşîna Soylû-Albayrak de wî xwe daniye aliyê Soylû. Her wiha ji bo kesên ku bi Alaattîn Çakici re wêne kişandine tiştên neyînî dibêje. Ev rewş nîşan dide ku hem li nava desthilatdariyê hem jî li nava çeteyên ku ji aliyê dewletê ve hatine bikaranîn şer heye. Xuya ye dema ku Alaattîn Çakici hate berdan, Sedat Peker li derve hatiye hiştin. Ev gloka têkiliyan bi esasî li ser şerê li dijî Kurdan hatiye danîn. Ji ber vê yekê gelek karên qirêj, rant, têkiliyên qirêj hene. Wê têkiliyên welê qirêj eşkere bibin ku her kes lê mat bimîne. Her wiha wê agahî bûyerên welê bêne eşkerekirin ku herkes matmayî bimîne.

Sedat Peker vê rêxistiniya li nava dewletê, bi mikurhatina li gelek karên qirêj ên demên berê û niha eşkere dike. Yek ji van jî bazirganiya narkotîkê; eroîn, kokaîn û hwd. ku Mehmet Agar, Suleyman Soylû û kurê serokwezîrê berê Bînalî Yildirim di nav de ne. Em zanin ku ev bazirganî di bin siya dewletê de salên 1990'î jî hate kirin. Ev bazirganiya narkotîkê çima vê demê gihîştiye asta herî bilind?

Divê ev yek teqez bê zanîn; bazirganên narkotîkê her tim bi dayina bertîlê vî karî dikin; ya jî kes û mafyayên dewletê bi xwe vî karî dikin. Dewleta Tirk bazirganiya narkotîkê her tim ji nedîtî ve hatiye, ev yek li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê dîtiye. Ji ber ku ev narkotîk bi giranî diçe welatên Ewropayê û ji wir jî weke dowîz li Tirkiyeyê vedigere. Madeyên narkotîkê yên car carna tên girtin jî ji bo nixumandina vê rastiyê ye. Dewleta Tirk narkotîkê weke karekî ku dowîzê bi xwe re tîne, dibîne. Kokaîna ku diçe Ewropayê di ser Tirkiyeyê re diçe. Ji ber ku li Tirkiyeyê hevkarên xwe hene. Sedat Peker ev rastî raxist pêş çavan.
Di salên 1990'î de di dema serokwezaretiya Tansû Çîller de ji bo fînansekirina şer bazirganiya eroînê di bin kontrola dewletê de hate kirin. Rêxistinên îstîxbaratê yên Ewropayê ev yek tespît kirin; di raporên li Ewropayê de hate destnîşankirin ku bazirganiya eroînê di bin kontrola dewletê de hatiye kirin. Niha jî ji bo şerê qirêj ê tê meşandin pêwîstî bi pere hheye û dewlet bi xwe vê bazirganiyê dike. Erdogan vî karî jî bi kesê ku herî zêde jê piştrast e dide kirin. Bînalî Yildirim jî kesekî welê ye ku dibêje, welat, milet, Sakarya, dema ku mesele welat be hemû tişt nemûhîm e û bazirganiya narkotîkê normal dibîne. Kurê wî jî karê keştiyan dike, lewma bi hêsanî dikare vî karî bike.
Bînalî Yildirim dibêje, nabe ku em û narkotîk bi hev re bê bilêvkirin. Dibêje ku ew ne ew mirov in ku narkotîkê bi kar bînin. Bi xwe yekser narkotîkê bi kar nînin, lê belê vê jehrê dide mirovan, bi vî rengî pereyan qezenç dike û vê jî weke wezîfeyeke welatparêziyê dibîne. Ji xwe li gorî wan, ên ku bi jehrê tê xistin gawir in. Vana pereyan û meqam piştre dîtine. Dibêjin bila pere bê, çawa tê bila bê! Bînalî Yildirim ku li şaredariyê burokratek bû, çawa bû ku ew û kurê wî mîna Karûn dewlemend bûn? Tiştên ku Sedat Peker ji bo kurê dostê dilsoz ê Erdogan gotiye rast in. Gelek karên qirêj ên li Tirkiyeyê bi vî pereyê qirêj fînanse dike. Mînak, tê gotin ku pereyê çeteyên li Sûriyeyê xwedî dike jî bi van pereyên qirêj fînanse dike. Li cihekî ku tifaqa AKP-MHP'ê lê ye, bi navê paşeroj û welat her tişt tê kirin, tê rewakirin. Divê welatên Ewropayê zanibin ku dewleta Tirk ji bo pere bê welêt destûrê dide van tiştan.

Suleyman Soylû ji bo xwe ji van kiryaran rizgar bike tevlî bernameyeke televîzyonê bû. We rewşa Suleyman Soylû çawa dît? Gelo bi hewldana mexdûriyetê, bi propagandaya welat, milet dikare xwe rizgar bike?

Weke ku gelek rojnamevan û siyasetmedarên bêalî anîn ziman, Suleyman Soylû ne ji bo bersivê bide pirsan rojnamevan danî hemberî xwe; ji bo bi gotina 'welat û milet' nîşan bide ku 'çiqasî ji welêt hez dike, çiqasî li dijî dijminên welêt şer dike, çiqasî bi exlaq û paqij e', axivî. Taybetmendiya faşîstan hemûyan ew e ku rastiyê berevajî bikin û demagojiyê bikin. Faşîst hemû derewan dikin. Di salên 1980'î de MHP'ê mirov kuştin, tevlî her karên qirêj bûn. Lê belê Serokê Giştî yê MHP'ê Alparslan Turkeş bêyî ku li ber xwe bikeve, xwe pîr û pak nîşan dida. Niha jî Erdogan kesê herî zalim ê li cîhanê ye, lê dibêje ku ew alîgirê mezlûman e; piraniya gelên cîhanê û Tirkiyeyê wî weke dîktator dibîne, lê ew xwe weke kesekî welê nîşan dide ku demokrasî û azadî aniye. Çawa ku Erdogan rastiya xwe cuda nîşan dide, Soylû jî heman tişt kir. Serê her kêliyê sond xwar, bi gotina 'eger min filan tişt kiribe bila min darve bikin' hewl da ku bi xwe bide bawerkirin. Di rewşeke welê de ku Sedat Peker bi AKP'ê re, bi desthilatdariyê re ewqasî di zikhev de di nava têkiliyê de bû, li pêş çavên wezîê karên hundir her tişt dikir, zarok jî bi îdîayên Soylû bawer nake ku îdîa dikir tiştên Sedat Peker ji bo AKP'ê dikir nabe ku bi AKP'ê re têkiliya xwe bê danîn.
Di nava desthilatdariyeke wiha de ku di dîroka Tirkiyeyê de desthilatdariya herî zordar, zalim, dijminê demokrasî û edaletê ye, ku dinya tev vê desthilatdariyê bi vî rengî sûcdar dike, rabû derewa herî mezin kir û got, tiştekî li derveyî hiqûqê nehatiye kirin, kiryarên xerab nîne, kuştineke bêceza hatiye hiştin nîne. Mîna di çîroka Pînokyo de eger her ku derew dikir bêvila wî dirêj bibûya, wê navê 'Suleymanê Poz Dirêj' lê bihata kirin. Piraniya kesên li televîzyonê temaşe dikirin, ji gotina Soylû ku digot 'têkiliya min bi Peker re qet nîne' bawer nekirin. Di dema xwe de ji ber ku şirîkê wî yê desthilatdariyê xwest, çete ji zindanê hatin derxistin, Sedat Peker herî zêde di dema Suleyman Soylû de legal bû, populer bû. Di rewşeke wiha de kî dikare ji gotina 'herî zêde me li dijî mafya û çeteyan şer kir' bawer bike? Lê hate dîtin ku zêde diaxive, qelebalixiyê dike. Ji xwe yên ku li wê bernameyê temaşe kirin ji xwe pirsîn ku çi ji vê bernameyê derket. Mirov dikare bêje ku di mijara nixumandina rastiyan û bersivnedana pirsan de serketî bû. Rojnamevanan jî nekarî rûyê wî yê rast raxe ber çavan. Ji bo Tirkiyeyê li pêşberî cîhanê biçûk nexînin, dibe ku pirs nepirsîn. Ji ber ku Soylû got, li derve bi vî rengî li dijî me weşanê dikin, hûn nikarin bi vî rengî bikin. Mînak ji çapemeniya Ewropayê nûçeyek li ser pêwendiya Tirkiyeyê ya bi bazirganiya eroînê nîşan da. Rojnamevanan jî nekarîn bêjin ku ev nûçe rast e.
Li derve û hundir ev desthilatdarî weke dîktaotriyê tê dîtin; Suleyman Soylû jî weke wezîrê herî zordar û li derveyî hiqûqê tê dîtin, tevî vê yekê jî got, 'li gel me kuştin, kiryarên xerab, karên nehiqûqî nîne' û li gel vê yekê jî bersiv jê re nehatiye dayin. Bersiva tenê li vê pirsê wê bikira ku Suleyman Soylû ji wê bernameyê bireve. Suleyman Soylû nekarî xwe mafdar nîşan bide; lê belê rojnamevanan jî bi pirsên xwe nekarîn rastiya wî raxin pêş çavan. Bi kurtasî ji bo rastiyê berevajî bike û demagojiyê bike, rojnamevan bi kar anî. Rojnamevan bi rengekî neamade tevlî bûn. Ji wan hebû ku wê karibin bipirsin û bersivê werbigirin.

Sedat Peker mikur hat, ku Mehmet Agar çawa karsazên Kurd qetil kir û bi bikaranîna navê PKK'ê çawa xerac ji karsazan standiye. We bi salan gotin ku kuştinên kiryar nediyar ji aliyê dewletê ve hatine kirin. Lê belê niha kesekî ku bi xwe di nava vî karî de bû li vê rastiyê mikur tê. Hûn vê çawa dinirxînin?

Me zanîbûn ku di gelek bûyerên kuştinê de yê ku ferman da Mehmet Agar bû. Ji xwe yê bi navê dewletê hezar operasyon kir, ew bû. Huseyîn Baybaşîn li têkiliya Mehmet Agar a bi bazirganên eroînê mikur hatibû ku dema wezîrê karên hundir bû ev yek kiribû. Her wiha ji gelek kesan gotibû 'ez zanim ku hûn çi dikin, eger hûn xeracê nede me ez ê malikê li we bişewitînim', bi vî rengî xerac kom kiribû. Ev sûcên tên zanîn. Lê belê herî kêm hezar sûcên Mehmet Agar hene ku nayên zanîn. Ya esasî eşkerekirina wan e. Sedat Peker ji bo Mehmet Agar dibêje, serkêşê dewleta kûr. Em nizanin bê serî ye, nava wê ye. Lê eşkere ye ku ji bo karên qirêj bi berpirsyarî rabû û di navenda wî karî de bû. Di demeke nêz de wêneyê wî bi Korkût Eken, Alaattîn Çakici û Engîn Alan re eşkere bû ku Engîn Alan di anîna Rêber Apo ji Kenyayê de rola xwe heye. Ev yek nîşan dide ku Mehmet Agar di nava rêxistiniyeke çawa de ye. Di nava civakê de tê gotin, 'ji min re qala hevalê xwe bike, ez ê ji te re bêjim ku tu kî ye'. Korkût Eken çi be Mehmet Agar jî ew e, Çakici çi be Agar jî ew e.
Me bi Mehmet Agar zanî bûn. Lê belê Sedat Peker dibêje ku hînê mîna berê navenda karê qirêj e, niha kurê xwe kiriye prensê karên qirêj; bi bikaranîna têkiliyên xwe yên qirêj dest datîne ser dewlemendiya bi milyaran dolarî ya xelkê. Bi vî rengî her kesî baştir fêhm kir ku Mehmet Agar çima bi dijminatiya li Kurdan dibêje, welat û milet. Baştir tê fêhmkirin ku kesekî wezîrtiya edalet û karên hundir kiriye ev hêz çawa b kar aniye. Dewlet bi leşker, polîs, îstîxbarat û dadgeriya xwe zextê li civakan dike. Sedat Peker mikur hat ku ev sazî çawa bûne çete. Mîna ku ji daxuyaniya Sedat Peker tê dîtin ku têkiliyên qirêj ên dewletê ewqasî zêde ne ku kesekî nêzî vê dewletê dikare gelek tiştan bibîne.
Mikurhatinên bi vî rengî yên Sedat Peker nîşan dide ku karên li nava dewleta qirêj baş nameşe. Di nava yên ku van karên qirêj dikin de, yanî di nava sîstema ku li ser tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye avakirin de, tevlîheviyê rû daye. Tê dîtin ku sîstema qirêj diderize. Baş e, kê ev da kirin? Yê ku da kirin têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Eger karîbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê tasfiye kiribûna, dengekî dijber ji kesî dernediket. Eger li ber hev radibin, ev yek ji ber wê ye ku di nava sîstema şerê qirêj de serweriyeke tam nekarîne ava bikin, di nava komên cuda de nakokî û şer heye.
Sedat Peker bi ser Agar, Korkût Eken û Suleyman Soylû ve diçe û bi vî rengî li bendê ye ku kes û hêzên ji van aciz in piştgiriya wî bikin. Sedat Peker ji bo Mehmet Agar got, ji bo rabirdûya xwe ya qirêj paqij bike gelek kes da kuştin. Ji bo paqijkirina rabirdûya qirêj, dibe k udi navbera van hêzan de pirsgirêk derketibe.

Tê gotin ku kuştina Kûtlû Adali û Ûgûr Mûmcû ji aliyê Mehmet Agar û Korkût Eken ve hatiye kirin. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Ûgûr Mûmcû di demekê de hate qetilkirin ku şerê qirêj hingî giran bû. Ev pêvajo di heman demê de binpêkirina nirxên gerdûnî û hiqûqî bû. Dewletê êdî pêwîstî pê nedidît ku li gorî qanûnên xwe, li gorî destûra bingehîn tevbigere. Ji ber ku bi erka saziyên dewletê ya li gorî qanûnan û destûra bingehîn, pêşî li têkoşîna Kurdan û hêzên demokrasiyê nikarîbûn bigirin. Di pêvajoyeke wiha de Ûgûr Mûmcû gotibû ku ewlehiya dewletê bi ewlehiya hiqûqê dibe. Yanî digot ku divê dewlet li derveyî qanûnan û li derveyî destûra bingehîn kar neke, li ser vê mijarê disekinî. Mehmet Agar û rêxistiniya ku ew di nav de bû, ev yek li dijî xwe didîtin û Ûgûr Mûmcû dan kuştin. Rêber Apo hin sedemên cuda jî raxist pêş çavan û diyar kiribû ku ji aliyê dewleta kûr ve hatiye kuştin. Lê belê di çapemeniyê de atmosfereke welê hatibû afirandin ku Ûgûr Mûmcû ji aliyê îrtîcayiyan ve hatiye kuştin. Tê fêhmkirin ku çavkaniya gotina 'ji aliyê rêxistinên olî ve hate kuştin' Agar û derdora wî ye. Gelek caran hate nivîsandin ku karsazên Kurd ji aliyê kontrgerîla ve hatine kuştin û li pişt wê jî Wezîrê Karên Hundir ê hingî Mehmet Agar heye. Sedat Peker jî weke yekî ji hundir, ev yek piştrast kir.
Sedat Peker diyar kir ku Kûtlû Adali ji aliyê Korkût Eken ve hate kuştin, ku beşeke girîng a vê mikurhatinê rast e. Îdîa dikirin ku birîndarên PKK'ê li wir bû, lewma Korkût Eken çû Qibrisê! Mebesta xwe jî ne bakur, lê başûrê Qibrisê ye. Birîndarên PKK'ê çima li wir bin? Ev gotina Korkût Eken bi temamî ji bo nixumandina kuştinê ye. Ji xwe hemû karên xwe yên qirêj bi hinceta PKK'ê dinixumînin. Korkût Eken gotiye ku ew Kûtlû Adali nas nake. Ji xwe ne ji ber ku nas dike, lê ji ber ku nivîsên wî ew dan kuştin. Gotinên Sedat Peker û birayê wî nîşan dide ku ev bûyera kuştinê teqez ji aliyê tîma Korkût Eken ve hatiye kirin. Her wiha daxuyaniyên generalê teqawîtbûyî ... Mendî ku mîna mikurhatinê ye, eşkere kiriye ku hêzên leşkerî yên li wê derê di nava vî karê qirêj û kuştinê de ne. Ji xwe Qibris veguherandibûn cihekî ku karên qirêj, mafya şerê taybet û kontra lê dimeşînin.
Korkût Eken ji Saygi Ozturk re axiviye û hewl daye xwe mafdar nîşan bide. Ya rast, Saygi Ozturk di vê mijarê de bûye amûrek ji bo Korkût Eken. Korkût Eken ji rojnameyeke muxalîfê AKP'ê re axivî û hewl da xwe paqij nîşan bide. Saygi Ozturk di salên 1990'î de ku kuştinên kiryar nediyar zêde bû, li Êlih û derdora wê rojnamevanî dikir. Nûçeyên wî hemû jî xizmet ji şervanên qirêj ên wê demê re dikir. Her kes dikare li nûçeyên wî yên wê demê binere. Tevî ku zanî bû di bin sîwana dewletê de Hîzbulkontra mirov dikuştin, qet qala vê mijarê nedikir. Rojnamevanekî bêalî nebû; di nava JÎTEM, MÎT û hêzên şerê qirêj li dijî Kurdan dimeşîne rojnamevantî dikir. Bi ihtimaleke mezin têkiliya xwe bi Korkût Eken, Mehmet Agar û JÎTEM'ê re hebû. Lewma Saygi Ozturk naxwaze bûyera kuştina Kûtlû Adali eşkere bibe. Saygi Ozturk niha jî li qenaleke televîzyonê bi navê KRT ku ne alîgirê hikumetê ye, bernameyê dike. Her wiha li rojnameya Sozcu ku li gorî zîhniyeta wî ye, rojnamevaniyê dike. Lê me xwest rabirdûya rojnamevanekî jî bê zanîn. Bêguman balkêş e ku kesên weke Korkût Eken û Mehmet Agar, Saygi Ozturk tercîh kirine.
Korkût Eken di hevpeyvîna bi Saygi Ozturk re gilî û gazin kir û got, siyasetmedar hev diparêzin, lê belê kesekî me biparêze nîne. Yanî weke ku bêje 'we heta niha karên xwe yên qirêj bi me dan kirin, lê niha xwedî li me dernakevin' û gef xwar. Herî dawî Sedat Peker, Atîlla Peker gotin ku ji wan hebû ew ji bo dewletê dixebitin, lê hîn bûne ku di bin navê welat û milet de ji bo berjewendiyên xwe hatine bikaranîn, bi heman rengî Korkût Eken jî hate bikaranîn. Bi vê gotinê nerazîbûna xwe ya li rastiya dewleta qirêj a li Tirkiyeyê nîşan dan.

Suleyman Soylû di bernameya xwe ya dawîn de got êdî cînayetên kujerên wan ne diyar pêk nayê û mirov nayên revandin. Raya giştî nerazîbûneke mezin nîşan da. Di serdema desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê de cînayetên kujerê wan ne diyar û şerê qirêj gihişt kîjan astê? 

Jixwe ev nirxandinên wî û hemû gotinên wî yên di bernameyê de îspata derew û demagojiyê ye. Axaftina wezîrê herî faşîst ê desthilatdariya siyasî ya herî dîktator tê wateya ku Kurd û hêzên demokrasiyê di serî de henekê xwe bi gelên Tirkiye û dinyayê bikin. Dema qala zext û zilma di vê serdemê de were kirin, wê qet dawiya wê neyê. Tirkiye welatekî ku edalet lê tune, tê zanîn. Lê li gorî Suleyman Soylû di welatekî wisa de bêhiqûqtî, êşkence, zilm û zordarî tune! Heke mirov nizanibe ev kî diaxive, mirov wê bibêje qey wezîrekî karê navxweyî yê welatekî Îskandînavyayê ye. 
Di wê bernameyê de serneketina rojnamegeran ev e ku ev gotinên Suleyman Soylû nayê lêpirsîn. Yek du gotin hate gotin. Divê bêtir biçûna ser axaftina bi vî rengî û di vê çarçoveyê de gelek pirsên nû bihata kirin.  Formata bernameyê şaş, moderator bi kêrî tiştekî nehatibe, Soylû demagojî kiribe jî divê rojnamegeran ev gotinên Soylû dîsa têxistina devê wî. Gel dema ku li bernameyê temaşe kiriye, herî zêde li hemberî gotinên Soylû yê ku digot li ba me êşkence, cînayetên kujerê wan ne diyar û bêhiqûqtî tune hêrs bûye.  Ji ber ku saziyên girêdayî vî zilamî êrîş û zexteke wisa li civak û hêzên demokrasiyê kiriye ku, ev gotinên Soylû ji bo temaşevanan bûye çêr û sixêf. 
Dema ku 3,5 kes tên ba hev, êrîş tê kirin, parlementer dema ku dadikevin kolanê û protestoyeke biçûk dikin, ev jî dibe sedema êrîşê. Dema ku parlementer diaxivin dengê wan neyê bihîstin, deng tê derxistin, polîs bi mertalên xwe dora wan digire.  Tê zanîn ku çi tînin serê parlementeran. Ma çawa êrişî Dayikên Şemiyê hate kirin? Êdî destûr nayê dayîn ku ji ber deriyê avahiyê piçekî jî dûr bikevin û daxuyaniyekê bidin. Evqasî zilm, zext û teror tê kirin, zindan bûne amûra gefxwarinê êdî 3,4 kes jî nikarin dakevin kolanan. Ji ber zext, zilm û êşkenceyê ev tişt pêk hatiye. Dibêje li ba me êşkence tune. Ev şerm e. Li Qereqolan tecawizî jin û mêrên Kurd tê kirin. Suleyman Soylû bi xwe vê fermanê dide. Çi Kurdên hatine destgîrkirin êşkence lê hatiye kirin. Hemû Kurdên ku têkiliya wan bi têkoşîna azadiyê heye, êşkence lê tê kirin. Bi sedan dîmen hene ku êşkence li ciwan, jin û gelên li kolanan hatiye kirin. Ciwan, jin, gundiyên Kurd dema heqê xwe dixwazin, ev li dijî helwesta polîtîkaya dewletê be, her cure êşkence û zilm lê tê kirin. Êdî bûye îstîsna ku miameleya xerab li Kurdan neyê kirin. Tiştên ku li HDP’ê tê kirin her roj li ber çavan e. Malbatên ku anîne ber deriyê HDP’ê heqaretê li HDP’ê dikin, dema HDP’yî dibêjin pêşiya me negirin û çend gotinên maqûl dikin, polîs êrîşî wan dike. Jixwe nayê xwestin ku HDP karibe peywirên xwe yên partiyê bi cih bîne. Bi çavê ku sûc kiriye li HDP’yiyan dinihêrin. 
Li cihên ku operasyonên leşkerî tê kirin, zilm û zexta li ser gundî û ciwanan bûye tiştekî normal. 
Di dema desthilatdariya AKP’ê de bi sedan cînayeyên faîlê wan ne diyar hene. Piraniya wan ji aliyê leşker û polîsan hatiye pêkanîn. Li Roboskiyê, di dema serhildana Kobanê ya 6,7,8’ê Cotmehê de kujerên kesên hatine kuştin, nehatin darizandin.  Di qeydên rêxistinên mafên mirovan de, di serdema AKP’ê de bi sedan cînayetên siyasî hene ku ceza li kujerê wan nehatiye birîn. Gelek êşkence û zilm jî heye. 
Parlementerekî AKP’yî gotibû di dema me de kuştinên wekî yên di sala 1990’î de tune, qîma xwe bi girtinan bîne. Soylû jî nexwe dibêje wekî di salên 1990’î de em mirovan li kolanan nakujin, şikur bikin. 
Em dev ji yên berdin, avêtina ji helîkopterê, kuştina Kemal Korkût, dema ku xizmên parlementerê AKP’ê malbata Şenyaşar kuşt û piştre ji xwe re serbest geriyan. Di heman demê de xizmên parlementerê AKP’ê Zulfîkar Îzol du xizmên xwe kuşt. Ji bo ku hevkarên AKP’ê zextan li gelê Kurd bikin ev cînayet kirine. Di demeke nêzik de li Dêrsimê ciwanek hate kuştin û êşkence li jinekê hate kirin. Gelek cînayet û êrîş hene. Jixwe dema ku polîs digirin ser malan, her kes dizane çi dikin. Em dev ji kesên mezin berdin, êşkence û zilm li zarokan jî tê kirin.
Li zindanan êşkenceyên di 5,6 salên dawîn gelekî zêde bûne. 
Bêhiqûqtî, êşkence û zilm karakterê sereke yê vê desthilatdariyê ye. Ev desthilatdariya kesên ne baş e. Vê desthilatdariyê tiştên xerab û ne baş, normalîze kiriye. Du kesên sembola vî tiştî hene. Yek jê Tayyip Erdogan û yê din jî Suleyman Soylû. Wezîrê desthilatdariya xerabiyê dibêje di dema me de tu tiştên ne baş  û bêedaletî tune. Li Tirkiyeyê baweriya ji edaletê di dîrokê de di asta herî jêr de ye. Gel jî wisa dibîne û dinya jî. 
A niha desthilatdariya herî faşîst a dinyayê li Tirkiyeyê ye. Jixwe desthilatdariya ku MHP di nav de be, wê faşîst û otorîter be. Wê bi hezaran siyasetmedar, ronakbîr, nivîskar, rojnameger û sendîkavan ji bo ku di zindanan de nerizin û êşkence li wan neyê kirin wê biçin derveyî welat, wê ji dema 12’ê Îlonê zêdetir rojnameger, hunermend û nivîskar ji Tirkiyeyê birevin lê ew ê li welat êşkence û bêhiqûqtî tunebe! Ji kesên wisa re wê bibêjin rûşuştî û demagog. Suleyman Soylû wê bi van gotinên xwe bibe derewîn û rûşuştiyê herî mezin ê dinyayê. Di navbera Erebê ku bi bîra Zemzemê dimîze û di gotinên Suleyman Soylû de tu ferq tune.  Hinek kes jî wisa navê xwe li dîrokê dinivîsin. Ji bo vê gotinê çîrokeke mîzahî dikare were nivîsandin û karîkatur dikare were xêzkirin.
Di wê bernameyê de ya ku Soylû tev lê bûbû, dema ku wî Soylû got li cem me êşkence û kuştinên kujerê wan ne diyar tune û rojnamegeran bersiveke xurt nedan wî, aliyê herî xerab ê vê bernameyê ye. Bi tenê ji ser van gotinan Suleyman Soylû dikaribû were teşhîrkirin ku careke din nikaribe derkeve bernameyan. 

Li hemberî mikurhatinên Sedat Peker, derdora AKP’ê di destpêkê de bêdeng bû û xwestin rewşeke wisa ava bikin ku ev karên qirêj bi tenê ji aliyê kesên wekî Agar û Soylû tên meşandin. Çiqasî wê cihê xwe bigire ku şefê faşîst Erdogan û AKP’ê ji vî karê qirêj û mikurhatinan dûr bidin bicihkirin?

Tayyib Erdogan û gladyoya li qesrê berpirsê van karên qirêj e. Polîtîkaya esasî ji aliyê koma wan a li qesrê tê diyarkirin û rêvebirin. Çend wezîran jî dikin şirîkê van polîtîkayên xwe. Soylû jixwe wezîrê karê navxweyî ye û berpirsê hemû tiştên aîdî ewlekariyê ye. Mafya û çete û tiştên wisa di bin berpirsyariya wezîrê karê navxweyî de ye. Mehmet Agar jî piştgirî daye vê hikumetê. Çîller jî piştgirî daye. Hemû dijminên demokrasî û Kurdan li dora vê desthilatdariyê kom bûne. MÎT yekser girêdayî Erdogan dixebite. Haya Erdogan ji hemû tiştan heye, hemû karên qirêj û derqanûnî û sûcên tên kirin bi ferman û gotina Erdogan pêk tên. Jixwe Suleyman Soylû got Sedat Peker desthilatdarî û Tirkiyeyê ji xwe re dike hedef û hêzên derve li hemberî Erdogan û AKP’ê komployê dikin. Wekî her carê got, çi tiştên neyînî li hemberî vê desthilatdariyê hebe, sedema wê hêzên derve ye. Ji rojnamegeran û hemû kesan re got ku peywira we parastina hikumeta Tirkiyeyê û wezîrê karê navxweyî ye. Dev ji pirsan berde, got divê li hemberî komployên wisa hûn bi me re bin. 
AKP ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne xwe nêzî Ergenekonê kir, xwe nêzî MHP’ê kir, xwe nêzî mafya û Mehmet Agar kir. Feraseta û metoda van kesan kirin feraset û metoda hikumetê. A rast Erdogan tu carî nebû xwediyê feraseteke demokratîk. Jixwe di tu demê de helwest û pratîkeke wî ya wisa tune. Tekane sermayeya wî ev e ku du mehan di girtîgehê de maye. Tayyip Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, xwedî wî karekterî ye ku dikare her zilmê bike. Ji bo ku desthilatdariya wî ji destê wî neçe, dikare her tiştî bike. Divê her kes vê rastiya Erdogan baş fêm bike. Rêber Apo di nirxandineke xwe de gotibû, dibe ku ev kes ji Çîller xeteretir be. Dema ku şer hatibû sekinandin û heyet diçû Îmraliyê diyar dikir ku bila her kes haydar be û hişyarî dikir. 

Erdoganê faşîst di civîna komê ya dawîn de xwedî li Suleyman Soylû derket û ji bo Meral Akşener jî gotibû ‘Ev hê rojên we yên xweş in’ û gef lê xwaribû. Gelo sedem çi ne ku Erdoganê faşîst gefeke wisa dixwe?

Dîktatorê faşîst wisa diaxive. Ne bi tenê li dijî mûxalifên xwe yên legal, li dijî kesên şer dike jî dikarin tiştên wisa bibêjin. Jixwe ji bo PKK û Tevgera Azadiyê her dem gotinên wisa dike. Lê gelekî balkêş e ku li dijî partiyeke legal û siyasetmedareke ne dûrî feraseta wî van tiştan bibêje. Wisa xuya dike, ji bo ku karibe desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêle, problemeke wî ya baweriyê heye. Dibîne ku qels dibe. Hatiye wê astê ku heke mafya û çete û baronên şerê qirêj ne bi wî re bin, ew ê nikaribe li ser pêyan bimîne.  Ji ber vê ji bo ku şirîkê wî li ba wî bin, li hemberî Meral Akşener zimanekî wisa êrîşkar bi kar aniye. Wextekê hewl dida bi Akşener re jî tifaqekê bike. Peyam ji hev re dişandin. Niha jî ji bo ku tifaqên wî yên din bi wî re bin, xwedî li Soylû derdikeve û li hemberî Meral Akşener jî tund tevdigere. 
Suleyman Soylû wekî AKP’yiyan xuya bike jî bêtir nêzî feraset û polîtîkaya MHP’ê ye. Nûnerên tifaqên derveyî AKP’ê yên di nav hikumetê de Suleyman Soylû ye. Li ser vî esasî tifaq xwe dispêre du zemînan, yek Erdogan e yê din jî Soylû ye. Dema ku xwedî li Soylû derneke, tifaqa dijberî Kurdan û demokrasiyê dibe ku belav bibe. Dema ku Soylû got êrîş ne li min hatiye kirin, li Tirkiyeyê hatiye kirin, xwe xistiye şûna dewlet û Tirkiyeyê. Soylû gotiye em di bin fermana Erdogan de ne lê ya rast Erdogan ketiye bin fermana wî û hêzên ku piştgiriyê didin wî. Ev jî qelsbûna desthilatdariyê nîşan dide. 
Erdogan û hêzên ku bi wan re tifaq kirine, xwe millî û xwecihî didin nîşandan lê hêzên li derveyî xwe jî wekî dûvika hêzên derve û îxanetkar didin nîşandan. Ji ber vê dibêjin heke em biçin wê Tirkiye hilweşe. Soylû bi awayekî eşkere ev tişt gotiye. Dibêje kesên me dikin hedef, dijminên Tirkiyeyê ne. Bi eşkere dibêje kesên li dijî desthilatdariya AKP’ê û yên ku dixwazin vê desthilatdariyê biguherînin dijminên Tirkiyeyê ne. Desthilatdariyeke wisa ma dev ji desthilatdariyê berdide? Ji mûxalifên xwe re jî gotine, hûn ne alternatîfa desthilatdariyê ne, hûn encax sîleyan ji me bixwin.  A rast ew gotin ne bi tenê ji bo Meral Akşener hatiye gotin, ji xeynî tifaqa Cûmhûr û alîgirên wê ji bo hemû kesan hatiye gotin.
Erdogan çiqasî biqîre jî ev nîşana qelsbûn û tirsê ye. Heke xurt bûya wê axaftinên wisa nekira. Wê axaftina wî di nav aramiyeke xurt de bûya. Feraseteke ku qels dibe û hemû kesên li dijberî xwe di nav îxanetê de dibîne, li dijî mûxalifan dikare her tiştî bike. Divê ev gotinên Erdogan cîddî werin nirxandin, hemû hêzên demokrasiyê li hemberî vê desthilatdariyê têkoşîneke hevpar bike. Hêzên demokrasiyê yên ku nehatine ba hev, divê li hemberî vê desthilatdariya faşîst ji bo hilweşandina desthilatdariyê werin ba hev. 

Vî şerê qirêj ê ku dewleta Tirk a faşîst tevî dewleta kûr dike, bi gelek aliyan e îfşa dibe. Çawa hatin vê rewşê, di şerê li dijî Kurdan de ev li ku cih digire? 

Sedema ku dewleta Tirk ji dewletên din ên cîhanê cihêtir xwedî dewleteke şerê taybet e, ji ber doza Kurdan e. Bi avabûna komarê re dewleta Tirk bûye dewleteke şerê taybet. Ji ber vê jî her cure rê, metod û komployên qirêj û wekî ku Rêber Apo diyar kiriye, mekanîka darbeyê ketiye dewrê. Şerê li dijî Kurdan dewletê qirêj dike. Ji bo ku qirkirina Kurdan a di avabûna xwe de ji xwe re kiribû armanc, mekanîka darbeyê dikeve dewrê. Dema ku doza Kurdan nayê çareserkirin, li Tirkiyeyê her cure pirsgirêkên siyasî, civakî û ekonomîk derdikeve holê, hinek jî van tiştan ji xwe re dikin hincet û bi metodên darbekar dixwaze dest deyne ser desthilatdariyê. Rêber Apo beriya 2015’an gelek caran gotibû heke hûn vê pirsgirêkê çareser nekin wê mekanîka darbeyê têkeve dewrê. Jixwe heta niha gelek darbe pêk hatin. Vê bloka desthilatdariyê ya niha jî bi darbeyê hatiye ser desthilatdariyê. Ev jî darbeya 20’ê Tîrmehê ye. 
Her serdema ku şerê li dijî Kurdan zêdetir bûye, dewlet jî qirêj bûye. Gelek komên çete û mafyayî, torên cînayet û komên rantê derketine holê. Vî şerê neheq û bêyî qanûn û qaîdeyan tê kirin, wê teqez dewletê qirêj bike. Ne bi tenê dewletê, wê civakê û her cure saziyê jî qirêj bike. A niha ne bi tenê siyaset, ekonomî û saziyên ewlehiyê yên dewletê, qada çand, huner, perwerdehî û sporê jî qirêj bûye. Ji ber ku ev sazî li gorî şer teşe digirin û li ser wan tê ferzkirin ku xizmeta şer bikin.
Di sala 1990’an de dema ku li Sûsûrlûkê qeza çêbû ev qirêjî derket holê. A niha bi mikurhatin û daxuyaniyên kesekî ku li hemû qadên qirêj ên dewletê maye, ev rastî dîsa derdikeve holê. Di 5,6 salên dawîn de vî şerê qirêj evqasî zêde hate kirin, çete û mafyayên berê îllegal bûn a niha bûne legal. Ji ber vê jî a niha nîqaş tê kirin, gelo dewlet bû mafya an jî mafya bû dewlet. Niha kî dijminatiya Kurdan û demokrasiyê dike, ew dibe kes û saziya maqûl. Hemû derfetên dewletê pêşkêşî dijminên PKK û demokrasiyê tê kirin. Êdî dewlet ji dewletbûnê derdikeve. Hemû kesên karên qirêj dikin, bi dijminatiya Kurdan û demokrasiyê ranteke ekonomîk, civakî û siyasî bi dest dixin û dibin şirîkên vî şerê qirêj. Sedat Peker jî ji bo piştgiriya desthilatdariyê mîtîng kiribû û xwe kiribû şirîkê vê desthilatdariyê. Mehmet Agar, Korkût Eken, Alattîn Çakici û Engîn Alan şirîkên vê desthilatdariyê ne. Jixwe tê gotin ode û buroyeke Mehmet Agar li qesrê heye. Wisa xuya dike Agar car caran diçe qesra Erdogan û jê re qala tecrubeyên xwe yên şerê qirêj ê di salên 1990’î de  dike. 
Ev gelekî zelal e, heta ku doza Kurdan çareser nebe, wê ev dewlet her dem di nav qirêjiyekê de be. Hinek jê werin darizandin û ceza li wan were birîn jî, vê rastiya dewletê naguhere. Eleqedarbûna encaman vê qirêjiyê ji holê ranake.  Kesên dixwazin ji vê rewşê rizgar bibin, divê çareseriya doza Kurdan û demokratîzekirina Tirkiyeyê ji xwe re bikin hedef. 

Tevgera Azadiyê ya Kurdan gelekî caran diyar kir ku heke tecrîd were şikandin wê, li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêkên demokrasî û azadiyê bi pêş ve biçe. Li Tirkiyeyê di çarçoveya nîqaşên dewlet, mafya, gladyo û siyasetê de her tişt dîsa tê nirxandin. Di çarçoveya komplo û tecrîdê de hûn dixwazin çi bibêjin? Divê tecrîda ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dike û têkiliya di navbera gladyo, mafya û çeteyan de çawa were nirxandin? 

Tecrîd tê wateya nêzikbûna li Kurdan û doza Kurdan. Tecrîd jî aliyekî girîng ê şerê qirêj e. Em dizanin ku Plana Çokdanînê berê li Îmraliyê hatiye pêkanîn. Rêber Apo vê rastiya dewleta Tirk baş nas dike. Ji ber ku ji sala 1972’an û vir ve li dijî vê dewletê şer dike.  Ew rêberê PKK’ê û rêberê têkoşîna azadiya gelê Kurd e û 50 sal in li ser vê dewletê disekine û li hemberî wê şer dike. Ji ber vê jî bandorên erênî û neyînê yên ku ev têkoşîn li ser dewletê dike, ji nêz ve hîs dike. Nêzikbûna dewletê di helwesta li dijî vê têkoşînê xwe eşkere dike. Niha jî li Îmraliyê bandora xwe nîşan dide. 
Rêber Apo dema bi parêzer, heyet û malbata xwe re rûniştiye, her dem li ser dewletê analîz kiriye. Desthilatdarî û dewlet hişyar kiriye. Ji ber ku Rêber Apo dîtiye dewleta ku bûye çete û mafya wê pirsgirêkan girantir bike, ji bo ku dewlet ji vê rewşê derkeve her dem fikrên xwe aniye ziman.  Diyar kiriye ku ev şerê li dijî Kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê tê wateya çi. Hemû hêzên dijminên gelê Kurd û demokrasiyê ne, axaftina Rêber Apo wekî rewşa li dijî feraset û pergala xwe dibînin û ji ber vê dixwazin tecrîd bidome. Naxwazin ku Rêber Apo rastiyên siyasî û civakî deyne holê û rûyê wan ê qirêj derkeve holê. 
Bi tecrîda 5’ê Nîsana 2015’an de dîsa dest bi polîtîkayên şerê qirêj hatiye kirin, bi têkoşîna ku wê tecrîdê ji holê rake wê polîtîka jî were şikandin. Şikandina tecrîdê ji bo şikandina pergala gladyo, mafya û çeteyan jî gaveke girîng e. Di vî warî de wê encamên siyasî û dîrokî yên tecrîdê hebe. Sedema ku hêz û derdorên dijminên gelê Kurd û demokrasiyê dijminatiya Rêber Apo dikin ev e. Di xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo de dawiya xwe dibînin. Ji ber ku fikra Rêber Apo, wê bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya doza Kurdan jî pêk bîne.
 Piştî mikurhatin û daxuyaniyên Sedat Peker hin derdor diyar dikin ev qirêjî ji ber çaresernekirina doza Kurdan pêk hatiye. Hejmara kesên ku dibêjin têgehên welat û millet wekî rûpoşa vî tiştî tê bi kar anîn. Bi vî awayî de ji Sûsûrlûkê zêdetir, sedemên wê tên nîqaşkirin. Ev geşedaneke erênî ye.  Divê baş were qalkirin ku bi şikandina tecrîdê re wê têkoşîna li hemberî vê qirêjiyê zêdetir bibe, derdoreke siyasî û civakî ya ji bo qedandina qirêjiyê ava bibe.  Bi kurtasî di vê pêvajoyê de divê çareseriya doza Kurdan, bi pêkhatina tendirustî û azadiya Rêber Apo bêtir were rojevê. Divê qirêjbûna dewletê, çaresernekirina doza Kurdan û têkiliya di navbera tecrîdê de baş were fêmkirin. Divê qada siyasî û çapemenî jî, kesên dixwazin doza Kurdan çareser bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe jî, van meseleyan bikin rojev. 
Ji bo pêşkêşkirina rojeva piştî bûyera Sedat Peker û nirxandina wê çapemeniya Kurd qels maye. Vê rewşa ku li Tirkiyeyê derketiye holê, wekî nûçeyeke ji rêzê hatiye dayîn. Lê ev qirêjî ji ber çaresernekirina doza Kurdan derdikeve holê, ji ber ku vî şerê qirêj li hemberî têkoşîna me têk çûye, ev rojev derketiye holê. 

Tevgera Azadiyê ya Kurdan ligel van hemû tiştan jî li dijî dewleta Tirk a di bin rêveberiya AKP, MHP û Ergenekonê de ye berxwedana xwe didomîne. Ev berxwedan dema ku êrîşan bişkîne, wê bandoreke çawa li hevsengên desthilatdariyê bike? 

Berxwedana me vê desthilatdarî har û dîn dike û ev desthilatdarî bêtir dibe êrîşkar. Ji ber ku li hemberî berxwedana me mirina xwe dibînin. Ji  aliyê din ve jî dema ku ji bo vî şer û tifaqên qirêj israr dike, dihele.  Şerê qirêj tê wateya ku pirsgirêkên di nav dewletê de wê zêdetir bibe. Dema ku şerê qirêj nikaribe encamekê bistîne, wê şer, nakokî û tasfiye derkeve holê. Berxwedana wan nakokî û şerê li hundir û pirsgirêkên bi hêzên derve re jî zêdetir dike. Berxwedana me bi tenê vê desthilatdariyê natengijîne, hêzên derve yên ku dixwazin Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne jî ditengijîne.  Hin hêzên derve hene ku rewşa Kurdan û ya hêzên demokrasiyê li ber çavan nagire, ji ber berjewendiyên takekesî ji berxwedana me ya li hemberî desthilatdariya faşîst aciz in û dixwazin berxwedana me qels bikin. 
A niha qelskirina desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, rizandin û belavbûna desthilatdariya ku xwe dispêre vê tifaqê, wê geşedanên girîng derxîne holê. Wê bi tenê hevsengên desthilatdariyê nehejîne, wê li Tirkiyeyê pêşiya demokratîkbûna xurt jî veke. Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê êşên mezin bikişînin jî karakterê vê têkoşînê wê demokratîkbûna li Tirkiyeyê xurttir bike. Kurdên ku têkoşîneke xurt dikin û hêzên demokrasiya Tirkiyeyê jî demokratîkbûneke wisa berfireh heq kirine. Vê rewşa ku wê pêk were, di heman demê de em dikarin jê re bibêjin şoreşa demokratîk jî. 

Mûxalefeta demokratîk, hêzên demokrasiyê û rojnamegerên çepgir li hemberî van tiştên pêk hatine, ma nikarin zêdetir çalak bin? 

Peywirên dîrokî yên hêzên demokrasiyê hene. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ne xurt e. Ev desthilatdarî di serdema xwe ya herî qels de ye. Ji ber ku dizane yê çûyînê ye, evqasî bi hêrs e. Rojeke vê desthilatdariyê ji bo gelên Tirkiyeyê xisareke mezin e. Divê hemû hêzên demokrasiyê vê desthilatdariyê baş ji gel re qal bike û diyar bikin ku divê ev Tirkiye ji vê desthilatdariyê rizgar bibe. Divê têkoşîna demokrasiyê ya li hemberî vê desthilatdariyê geştir bibe. Vê desthilatdariyê nîşan daye ku wê bi hilbijartinê neçe. Hilbijartinan jî wekî nûkirina meşrûiyeta xwe û hilbijartineke formalîte dike. Wê ji dinyayê re bibêje , binihêre min hilbijartin kir. A niha ewlekariya hilbijartinê tune. Ji bo ewlekariya hilbijartinê jî divê têkoşîneke xurt a demokrasiyê were kirin. 
Piştî daxuyaniyên Sedat Peker, helwesta ku Suleyman Soylû, Devlet Bahçelî, Tayyip Erdogan û gladyoya Erdogan karakterê vê desthilatdariyê daniye holê. Îlan kirine ku wê zext û zilmê li hemû kesên li dijî Tifaqa Cûmhûrê bikin. Divê bi tenê îstîfaya Soylû neyê xwestin. Hêzên demokrasiyê divê rabin ser pêyan û bibêjin divê ev desthilatdarî îstîfa bike. Di van şertên siyasî de têkoşîna herî rast ev e ku divê ev desthilatdarî îstîfa bike. Heke hemû mûxalefet û hêzên demokrasiyê bibin yek, wê ev desthilatdarî nemîne. Wê demê ew ê pêşiya rêveberiyeke demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî were vebe. 

ANF | Karasû: Tekparêzî neqede ev qirêjî jî naqede (anfkurdi.com)