Karasû: Tekparêzî neqede ev qirêjî jî naqede

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Ya ku desthilatdariyê li ser piyan dihêwle, armanca 'yek milet' e ku stratejiya neteweyî ya bingehîn a dewleta Tirk e. Heta ku ev armanc neguhere wê tifaq, têkilî û rêxistinbûyîna qirêj dewam bike.

Ji ber şerê li nava desthilatdariyê û bicihkirina çeteyên dema nû yên li nava dewleta Tirk, gelek çeteyên berê li derve hatin hiştin ku yek ji wan jî Sedat Peker e. Ev demeke mikurhatinên girîng ên Sedat Peker di rojevê de ne. Ji bazirganiya narkotîkê heta ya çekan, ji karên ne li rê heta desteserkirina mal û milkê mirovan, Sedat Peker li gelek sûcên desthilatdariya Tirk mikur hat. Mikurhatinên Peker û bandora wê li nava desthilatdariyê tê nîqaşkirin, lê belê çavkaniya vê qirêjiya dewleta Tirk, mîrateya ku xwe dispêre ji nedîtî ve tê. Kurdên ku ji dema avabûna dewleta neteweya Tirk û vir ve di hedefa siyaseta qirkirinê de ne, van 40 salên dawî bi rengekî bênavber li ber xwe didin. Lewma dewlet bi qirêjiya xwe, bi rêbazên xwe yên qirêj bi ser Kurdan ve tê. Me jî li gel rabirdûya dîrokî, rewşa heyî ya rojane ji endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû pirsîn. Beşa destpêkê ya hevpeyvîna ku ji du beşan pêk tê, wiha ye:

Dewleta Tirk a Nû, tevî ku rejîmeke şerê taybet e ku ji sala 1924'an û pê ve operasyona 'Tirkkirinê' kiriye karê xwe yê sereke, her wiha mekanîzmayeke ku şerê deshtilatdariyê lê dimeşe. Hûn dikarin şer û tasfiyeya heta endametiya NATO'yê bi bîr bixînin?

Dewleta Osmanî heta nîvê duyemîn ê sedsala 19'an împaratoriyeke ji pir neteweyan bû. Polîtîkaya xwe ya serke ew bû ku di nava sînorên xwe yên împaratoriyê de serweriya leşkerî û siyasî misoger bike. Di destpêkê de armanc, polîtîka û stratejiyeke xwe ya ku gelan û baweriyan asîmîle bike, ji holê rake, tune bû. Di sedsala 19'an de piştî ku li pêşberî welatên Ewropayê kete nava pêvajoya paşdemayinê û jidestdayina xakê, destpêkê bi polîtîkaya Pan-Osmanî, piştre jî bi polîtîkaya Pan-Îslamîzmê hewl da împaratoriya xwe rizgar bike. Bi taybetî piştî Şerê Balkanan ê ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn qewimî û zêdebûna xaka ji dest çûyî ya li Bakurê Efrîkayê, di nava burokrasiya leşkerî û siyasî de feraseta netewe dewletê ya xwe dispêre etnîsîteya Tirk xurt bû. Cemiyeta Îttîhat Terakkî rêxistineyeke bi vê meylê ye. Feraseta rizgarkirina împaratoriyê hebe jî neteweperestiya Tirk xwedî giraniyê bû. Jon Tirkan sala 1908'an bi Abdulhamît ê 2'emîn meşrûiyet dan ragihandin û bi rêya nirxên Rojavayî hewl dan împaratoriyê rizgar bikin. Lê belê nekarîn pêşî li jidestdayina xakê bigirin. Li gel Elmanya û Awûstûrya-Macaristan tevlî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû û bi vî rengî hem xwest xaka Osmaniyan a heyî biparêze, hem jî xaka civakên bi eslê xwe Tirk ên li nava sînorên siyasî yên Rûsyayê tevlî împaratoriya xwe bike. Awûstûrya, Macaristan û Elmanya ku dijberê Rûsyayê bûn, ji bo civakên Tirk li dijî Rûsyayê sor bikin, gihîştin wê baweriyê ku Împaratoriya Osmanî dikare rol bilîze. Talat, Enver û Cemal Paşa ji ber vê yekê li gel van welatan tevlî şer bûn. Di nava şer de qira Ermenan anîn û bi vî rengî di zîhniyeta netewe dewletê û avaniya wê de gaveke girîng avêtin. Lê belê ev xeyalê Talat, Enver û Cemal Paşa bi têkçûneke mezin bi encam bû. Ya rast, eger di navbera Îngilistan û Fransayê de pirsgirêk nebûya, sînorên niha yên Tirkiyeyê wê biçûktir bûya. Li aliyê din di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêkhatina Şoreşa Sowyetê û daxwaza Îngilistanê ya bikaranîna Tirkiyeyê li dijî Sowyetan, sala 1924'an bi peymana Lozanê re bi destnîşankirina Tirkiyeya nû bi encam bû.
Peymana Lozanê ku sînorên Tirkiyeya nû lê hatin diyarkirin, di heman demê de peymana erêkirina Qirkirina Kurdan bû. Îngilistanê di berdêla ku wîlayetên Mûsil û Kerkûkê ji Iraqê re bimînin, ev destûr da Tirkiyeyê. Tirkiyeyê jî di berdêla qirkirina Kurdan de ev herêm ji Îngilistanê re hişt. Piştî sala 1924'an polîtîkayên siyasî, civakî, çandî û aborî yên Tirkiyeyê hemû li gorî qirkirina Kurdan hatin diarkirin, Kurdistan seranserî ji nû ve dagir kir û xiste nava sîstema dewleta navendî ya qirker. Ji bo vê jî bi her rê û rêbazê zilm û komkujî kir.
Tirkiyeya nû normal nedibû dewlet. Ji ber ku bi destûra bingehîn, qanûn, sazî û pêkanînan nepêkan bû ku Qirkirina Kurdan bihata kirin. Bi taybetî, dewleteke ku di demeke nêz de bi qirkirina Ermenan dihate sûcdarkirin, qirkirina Kurdan diviyabû bi rengekî nixumandî, bi rêbazên şerê taybet bikira. Li aliyê din li Tirkiyeyê şertê desthilatdarîbûn bi qebûlkirina polîtîkaya ji bo qirkirina Kurdan dibû. Ji bilî vê yekê di mijarên cuda de fikir û nêrîn cuda jî bûya, kesên ku di vê mijarê de cuda difikirî nepêkan bû ku li nava dewletê bibûya xwedî berpirsyarî. Li Tirkiyeya nû, hêzên çepgir jî aliyekî siyasî bû ku li derve hate hiştin û hate şopandin. Beşa Îslamî jî li derve hatibin hiştin jî bi qasî Kurdan û sosyalîstan bi ser wan ve neçûn. Her wiha ol jî tevlî nava sîstema dewletê hate kirin. Li Kurdistanê bi tundî bi ser wan kesan ve diçûn ên daxwaza neteweyî demokratîk dikirin. Li gel darvekirinê, weke ku li Dersimê hate kirin di asta qirkirinê de kiryar kirin. Yên ku di polîtîkayên qirkirina Kurdan de ne bi biryar bûn, li derveyî siyasetê û rêveberiya dewletê hatin hiştin. Bi tundî bi ser hêzên sosyalîst ve çûn ên ku di pirsgirêka Kurd de muxalîfê polîtîkaya dewletê bûn. Her wiha hêzên Îslamî yên ku piştgirî nedidan polîtîkaya qirkirina Kurdan bûn hedef. Muxalîfên li nava Împaratoriya Osmanî hemû bi komployan hatin tasfiye kirin. Tê zanîn ku di nava xanedanê de bira, kur ji bo desthilatdariyê hev qetil dikirin, lewma tê fêhmkirin ku çi dianîn serê muxalîfan. Dîroka dewleta Tirkiyeyê dîroka komployan û kuştinên veşartî ne. Ji ber vê yekê ji sedî 95 ê kuştinên nehatiye eşkerekirin, ji aliyê dewletê ve hatine kirin. Kuştina Mûstafa Sûphî û hevalên wî bi destê personelekî dewletê Yahya Kaptan ve, kuştina muxalîfan bi destê Topal Osman û piştre jî kuştina wî bi xwe, radixe pêş çavan ku dîroka siyasî ya Tirkiyeyê xwedî karakterekî çawa ye. Ji xwe nepêwîste ku qala polîtîkayên li dijî Kurdan bê kirin. Li aliyekî zilm, komkujî û tunekirina derfetên her cûre jiyanê; li aliyê din jî bi rêya nokeran kontrolkirina Kurdan bi hev re hate meşandin. Tevahiya saziyên dewletê weke organeke şerê taybetî û yekîneya îstîxbaratê ya li dijî Kurdan hatine birêxistinkirin.

Endametiya NATO'yê û entegrasyona bi tifaqa Rojavayî re îstîxbarat-leşker-polîs tên revîzekirin. Ji vê demê û pê ve dîroka Daîreya Şerê Taybet, Desteya Vekolînê ya Seferberiyê û Kontrgerîla dest pê dike. Tevî vê yekê tevgera sosyalîst, Kurd, Elewî û gelên ne misilman hemû dibin hedef. Ev jî di dema navbera salên 1950 û 1984'an de pêk tê. Di nava vê dema dirêj de hûn dikarin qala pratîka bingehîn a wê pêvajoyê bikin?

Tirkiye beriya bibe endamê NATO'yê pêwendiya xwe bi Ewropayê re heye. Kiryarên xwe yên li dijî sosyalîstan, ji ber vê têkiliyê ye. Tevlîbûna li nava NATO'yê jî ne tenê ji ber dijberiya xwe ya li Sowyetê û sosyalîstan e. Bi fikra ku dikare hîn bi hêsanî Kurdan qir bike, tevlî NATO'yê dibe. Di têkiliyên bi NATO'yê û Ewropayê re xala bingehîn ev e, ku nirxandin û polîtîkayên bêyî dîtina vê rastiyê wê şaş bin. Peymana Lozanê jî ji bo qirkirina Kurdan hatiye qebûlkirin. Dewleta Tirk nakeve nava ti saziyeke ku destûrê nede qirkirina Kurdan, bi ti dewlet û hêzeke siyasî re têkiliyê danayne yên ku vê qirkirinê qebûl neke. Serpêhatiya polîtîkaya derve û hundir a 100 salî vê rastiyê radixe pêş çavan.
Piştî ku tevlî NATO'yê bû, gelek sazî li ser bingeha armanca qirkirina Kurdan ji nû ve bi rêxistin dike. Di polîtîkaya qirkirina Kurdan de guhertin nabe, berevajî hîn bêhtir dibe xwedî derfet û amûrên nû. Piştî ku tevlî nava NATO'yê bû Desteya Vekolînê ya Seferberiyê, Daîreya Şerê Taybet tên avakirin ku avaniya nû ya kontrgerîla ye. Damezrînerên vê rêxistinê ew kes in ku di mijara dijminatiy ali Kurdan de, di mijara qirkirina Kurdan de yên xwedî fikrê herî hişk in. Başbûgê Tûranî Alparslan Turkeş di vê mijarê de yek ji wan kesên destpêkê ye ku li DYE'yê perwerde dît. Hêzên ku weke gladyo tên pênasekirin, ji nêz ve têkiliya xwe bi nûnerê CIA'yê yê bi navê Rûzî Nazar ê Kirgiz heye. Ev hemû vê rastiyê radixe pêş çavan. Bi saya rola vî kesê ku dostê nêz ê Turkeş e, MHP weke rêxistineke kontrgerîla ye tê avakirin. Kontrgerîla û MHP tevî Turkeş bi rê ve birin. Fûat Dogû ku bi salan musteşarê MÎT'ê bû, bi vî şexsî re xwedî têkiliyeke nêz bû. Mirov dikare bêje ku bi piştgiriya wî bi salan serkêşî ji MÎT'ê re kir.
Her ku bi NATO'yê, bi Rojava re têkilî xurt kirin, hem di polîtîkaya qirkirina Kurdan de hem jî di têkşoîna dijî hêzên sosyalîst de bêhtir ji xwe bawer kirin. Lewma rê û rêbazên qirkirinê hîn berfireh û cihêreng kirin. Endametiya NATO'yê û têkiliyên bi Rojava re ji ber ku li dema şerê sar rast hat, dewleta Tirk derfet dît ku qirkirina Kurdan girantir bike û zextên li ser sosyalîstan mezintir bike. Her wiha ji bo xapandina cîhanê, derbasbûna li nava jiyaneke pir partiyî weke paçekî ji bo nixumandina zextên giran ên li ser sosyalîstan û qirkirina Kurdan bi kar anîn. Beriya tevlî NATO'yê bibe li Tirkiyeyê Rûm, Ermen, Yahûdî hejmareke girîng a mirovên ne misilman hebûn, lê belê bi endametiya NATO'yê re bi rêbazên cûrbecûr ên zordariya li dijî van gelan, civatên navborî ji Anatoliyê koçî derveyî welat, yan jî Stenbolê kirin. Piştre jî ji Stenbolê li cîhanê belav bûn. Êrişên 6-7'ê Îlona 1955'an jî di bin navê endametiya NATO'yê de hîn bêhtir bêpirsgirêk derbas bûn, ku rola van êrişan di revandina mirovên ne misilman de girîng bû. Dema ku mirov bifikire ku endametiya NATO'yê ji bo mirovên ne misilman encameke bi vî rengî afirand, hingî hîn bi hêsanî tê fêhmkirin ku li ser Kurd, Elewî û civakên dixwazin bikin Tirk û Sûnî, polîtîkayeke çawa hatiye meşandin. Partiya Demokrat di polîtîkaya qirkirina Kurdan de rê û rêbaz zêde kir, lez da asîmîlasyonê, hin eşîrên Kurd kir hevkarên xwe û bi rêya wan hewl da polîtîkayên xwe rewa bike. Komeleyên Têkoşîna li dijî Komunîzmê, ku bi NATO'yê re hatin avakirin, li ser bingeha dijminatiya li hêzên çepgir hatin birêxistinkirin. Karakterekî din ê van komeleyan jî ew bû ku bi zîhniyeta Tirk-Îslamî dijminatiya li Kurdan xurt bike. Ji xwe piraniya kesên ku di nava van komeleyan de bûn rêveber, cihê xwe di nava MHP'ê de girtin. Li Kurdistanê jî Îslam weke amûreke şerê taybet ji bo Kurd ji çand û nasnameya xwe bê dûrxistin, hate bikaranîn.
Yên ku darbeya 1960'î kir û Menderes bir ber sêdarê, di axaftineke bi Menderes re jê pirsîn bê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çi ye. Menderes jî bal kişandiye ser pirsgirêka Kurd ku ji bo Tirkiyeyê metirsîdar e. Di mijarên cuda de ji hev cihê bifikirin jî, li ber sêdarê jî di mijara pirsgirêka Kurd de weke hev difikirîn. Ne di navbera salên 1950-60'î ne jî piştî sala 1960'î di armanca qirkirina Kurdan de guhertin nehate kirin. Mînakeke balkêş a vê mijara polîtîkaya li dijî Kurdan û Elewiyan wiha ye: Kurd û Elewî nedixistin nava dibistanên efseran. Kêm ji wan tevlî dibistanên astsûbay kirine. Yanî Kurd nêzî wan saziyan nekirine yên ku qirkirina Kurdan dimeşandin. Têkildarî Kurdan û Elewiyên Kurd xaleke bi vî rengî ya qanûnî ya veşartî bi cih anîn. Kurd û Elewî timî weke metirsiyê hatin dîtin, ji aliyê saziyên îstîxbaratê û saziyên şerê taybet ê dewletê ji nêz ve hatin şopandin.

Piştî salên navîn ên 1970'î, îtiraza Kurdan, gotina siyasî, avaniya rêxistinî û armancên xwe cuda dibe. PKK jî weke yek ji aktorên girîng ên vê demê diafire. Hûn dikarin reaksiyona dewletê ya li hemberî vê yekê, piştgiriya tifaqa NATO'yê ya di vê mijarê de ji bo dewletê hatiye kirin, binirxînin?

Şerê taybet ê Tirk, ji bo çepgir bi rengekî erênî nêzî pirsgirêka Kurd nebe, polîtîkayeke taybet meşand. Ji bo Kurd li Tirkiyeyê nebin xwedî dost û tifaqan, bi taybetî hewl da. Çepgir, Îslamî, sosyal demokrat an jî meyleke din a siyasî, eger xwe ji Kurdan vegirtibe, hingî hinekî destûr jê re hatiye dayin. Yên ku têkildarî Kurdan bi rengekî erênî nêzîk bûn jî bi tundî bi ser ve çûn. Ji xwe Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) ji ber ku di bernameya xwe ya siyasî de cih da Kurdan, hate girtin. Tevgera Ciwanan û Hêzên Çep ên piştî sala 1968'an ava bûn, ji ber ku di mijara pirsgirêka Kurd de li dijî nêzîkatiya dewletê ya fermî helwest nîşan dan, bûn hedef. Ji sala 1980'î heta 1990'î dowîzên bi nivîsa 'em dikarin her cûre sûcan efû bikin, lê cihêkariyê ti carî efû nakin' li midûriyetên emniyetê daliqandî bûn. Dema ku yek ji sosyalîstên mezin ên Tirkiyeyê Hîkmet Kivilcimli hate pirsîn ku çima di bername û rêziknameya partiyê de cih neda pirsgirêka Kurd, wî got, 'divê ev mesele weke meseleya rêziknameyê neyê dîtin'... Ev bersiv nîşaneya berçav a polîtîkaya dewletê bû ku kesên têkilî bi Kurdan re datanî, wê bişewitîne.
Li dijî Elewiyan jî polîtîkaya Sûnîkirinê ya bi demê re hate meşandin. Elewiyan jî dîtin ku azadiya wan a baweriyê tenê di nava demokrasiyê de dibe, lewma xwe nêzî têkoşîna demokrasiyê kirin û ji ber ku nêzî hêzên çep ên vê têkoşînê bûn, bûn hedef. Ji ber ku demokratîkbûn weke avaniyeke civakî û siyasî dihate dîtin ku dikare pêşî li asîmîlasyona Elewiyan û qirkirina baweriyê bigire. Dema ku tê pirsîn bê muesess nîzam a li Tirkiyeyê çima li dijî demokrasiyê ye, divê ev rastî bê dîtin.
Di salên 1970'î de darvekirin û kuştina lîderên têkoşîna demokratîk şoreşger û Tevgera Ciwanan a 1968'an li Tirkiyeyê nekarî pêşî li pêşketina tevgera şoreşger bigire. Berevajî, tevgerên şoreşger, têkoşînên karkeran, gundiyan û hemû beşên civakî hîn bêhtir bi pêş ve çûn. Salên 1970'î ji ber ku hîn ew salên şerê sar bû, li dijî sosyalîstan, Kurdan û Elewiyan, li dijî hemû hêzên demokratîkbûn dixwestin, hêzên kontrgerîla yên Gladyoya NATO'yê teror kirin. Di vê demê de Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê jî di asteke girîng de bi pêş ket. Dewleta Tirk li pêşberî van bûyeran, bi piştgiriya welatên NATO'yê yên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê li berjewendiyên xwe nedîtin, darbeyeke faşîst kir. Ji bo dewleta Tirk, hinceta esasî ya vê darbeyê, rabûna ser piyan a gelê Kurd bi daxwaza azadî û demokrasiyê bû. Ji ber ku şoreşa demokratîk wê azadî ji gelê Kurd re bîne, dewleta Tirk dijminê hêzên demokrasiyê ye. Dewleta Tirk bi esasî ji ber pêşketina çepgiriyê piştgirî ji NATO'yê wergirt û ev yek jî ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi kar anî. Careke din eşkere bû ku Tirkiyeyê têkiliya bi NATO'yê û Rojava re ji bo tepisandina muxalîfan û têkoşîna Kurdan bi kar anî û ji ber vê yekê bû endamê van saziyan.

Îtiraza Kurdan dema ku bi şerê gerîla yê sala 1984'an û pê ve dewam kir, dewletê mîrateya xwe ya dîrokî û konsepta NATO'yê li nava hev xist, JÎTEM a ji cerdevanî-leşker-polîs-îtirafkar, artêşa ji 'mafya/çete' li gel îstîxbarat û polîsan xiste dewrê. Vê yekê ji karsazan heta sendîkavanan, tasfiyekirina her kesên ku Kurdîtî înkar nedikir, anî. Ev demeke çawa ya têkoşînê bû. Dewletê ev amûr heta kîjan astê bi kar anî?

Dewleta Tirk bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î re her rêbazên şerê taybet li dijî Kurdan bi kar anî û dixwest ku rabûna Kurdan a di şexsê PKK'ê de pêk hat, tasfiye bike. Li ser vê bingehê li zindana bi hejmara 5'an a Amedê general û efserên pisporbûyî wezîfedar kirin. Lê belê kadroyên PKK'ê yên li zindanê jiyana xwe feda kirin û bi berxwedaneke bi vî rengî desthilatdariya faşîst a 12'ê Îlonê ji aliyê îdeolojîk ve têk birin. Li ser vê têkbirinê, amadekariyên rêxistinbûyî û destpêkirina şerê gerîla hatin xurtkirin û pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê hate kirin. Dewleta Tirk li dijî vê têkoşînê yekser xwe li piştgiriya NATO'yê girt. Kontrgerîla yên rêxistinbûyî li gorî şert û mercên Kurdistanê nû kirin û veguherandin wê astê ku li dijî şerê gerîla bi kar bînin. Rêxistina kontrgerîla li gorî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji nû ve bi rêxistin kir. Di demeke kurt de Kurdistan weke herêma rewşa awarte ragihand û bi walîtiyê ve girê dan. Ji van re hate gotin ku ji bo tunekirina gerîla û têkoşîna gelê Kurd dikarin her rê û rêbazê bi kar bînin. Ji bo tepisandina gerîla, artêşeke taybet ava kirin, cerdevanî xistin dewrê. Gundiyên ku qadên gerîla lê ne bi zorê koçber kirin. Lê belê van rêbazên şerê taybet bi têrkerî encam nedan wan. Salên 1990'î dema ku serhildan çêbû û gelê Kurd li her cihî rabû ser piyan, biryar dan ku ne tenê li dijî gerîla her wiha ji bo tepisandina gel jî li her qadê rêbazên tepisandinê bi kar bînin. Di dema bikaranîna van rêbazên şerê qirêj de garantî dan wan kesên van rêbazan bi kar tînin ku neyên darizandin, lê belê bên xelatkirin. Ne tenê ji bo hêzên dewletê yên fermî, her wiha ji bo her kesên li dijî gelê Kurd rêbazên tepisandinê bi kar anîn, derfet afirandin. Ji bo Îslama siyasî derfet hatin afirandin, bi navê Îslamê mirov kuştin. Yên ku ji PKK'ê hez dikirin, yên ku xwe nêzî PKK'ê kirin, yên ku rêbazên dewletê rexne dikirin weke dijmin bûn hedef, hatin tasfiyekirin û yên ku di vî şerê qirêj de kar kirin jî hatin xelatkirin. Şerê li dijî PKK'ê, êrişkariya li dijî Rêber Apo êdî bûbû rêya dewlemendî, mezinbûnê. Ne tenê bi ser Kurdan ve çûn, her wiha bi ser têkoşerên demokrasiyê ve jî çûn, ku Kurd nikaribin sûdê jê werbigirin. Qalkirina demokrasiyê weke tifaqa bi Kurdan re dihate dîtin.
Li qehweyê, li kolanan, li gund kê qala mafê Kurdan bikira, kê hewl bida li nava civakê biaxiviya, ew dihate qetilkirin. Kuştinên kiryar nediyar wê demê rêbaza esasî ya tepisandina gel bû. Bi kurtasî xwestin atmosfereke welê biafirînin, ku yên têkiliya xwe bi PKK'ê re hebe wê bişewite, bê cezakirin û bi vî rengî hewl didan ku gel bitepisînin. Ji ber ku nepêkan bû bi qanûnan û saziyan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bitepisînin, rê û rêbazên neqanûnî danîn ber xwe. Ji ber vê yekê jî avaniyên neqanûnî, mafya û çete jî j ibo dewletê legal bûn, asayî bûn. Veguherîn hêzên ku xizmetê ji dewletê re dikin. Ji ber ku dewletê rêbazên neqanûnî ji xwe re kir esas, çete û mafyayan bi awayekî eşkere legal kir û veguherand parçeyek ji vî şerî. Di nava dijberiya li PKK û Apo de ne tenê dewlet gemarî bû; hemû hêzên qirêj bûn parçeyek ji dewletê. Bi vî rengî dewlet bi temamî li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê di şer de qirêj bû. Ji ber ku li her derê 'dewletên biçûk' afirîn. Rêber Apo di salên 1990'î de bi berfirehî vegot ku dewlet di şerê dijî PKK'ê de çawa qirêj bû û riziya. Diyar kir ku divê dewlet ji vê rewşê derkeve. Destnîşan kir ku eger dewlet bixwaze ji vê rewşê derkeve û xwe paqij bike, PKK jî wê bi berpirsyariya xwe rabe û tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Lê belê yên ku şerê li dijî PKK'ê veguherandin amûrek bi bandor a li nava dewletê, guh nedan vê bangê.

Ev pêvajoya ku heta çaryeka dawî ya salên 1990'î dewam kir, bi bûyera 'Sûsûrlûkê' ya ji ber şerê navxweyî yê dewletê yê beriya 28'ê Sibatê nobend guhert. Muxalefeta demokratîk û Kurdan nekarîn çi bikin ku dewletê bi aktorên nû rêya xwe dewam kir?

Qezaya li navçeya Sûsûrlûkê, pêkhateyên bingehîn ê hevkarên sûcê şerê qirêj ê li Tirkiyeyê eşkere kir. Vê yekê rojev û siyaseta Tirkiyeyê hejand. Lê belê di vê mijarê de li nava civakê û hêzên demokrasiyê hestiyariyek jî afirand. Bi awayekî berçav eşkere bû ku li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokrasiyê gefek heye. Bi taybetî hebûna Abdullah Çatli yê MHP'î li nava vê wesayitê, ku tevlî gelek bûyerên kuştinê bûbû, eşkere kir ku kesên bi vî rengî di bûyerên kuştinê de hatine bikaranîn. Ev mijar kete rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê. Welê lê bû ku Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar di demeke kurt de da îstifakirin. Bi vî rengî xwestin ku bûyerê derbas bikin. Tevî ku raya giştî li ser rastiya Sûsûrlûkê sekinî jî encama dihate xwestin nekarî bê bidestxistin. Rapora ku bi navê dewletê hate amadekirin jî rastiyên girîng destnîşan kiribû. Tevî ku hin rastiyên girîng raxist pêş çavan jî li ser vê çetebûyîn û sedema esasî ya qirêjiyê nesekinîn. Ji ber ku giranî dan ser encamê û darizandin tenê li ser hin kesan hate kirin, sedemên ku ev rewş afirandin ji holê nehate rakirin. Nirxandina Rêber Apo esas nehate girtin ku Rêber Apo hingî gotibû, neçareseriya pirsgirêka Kurd û şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têkiliyên bi vî rengî yên qirêj bi xwe re aniye. Hêzên demokrasiyê û Kurdan xwestin ku bên darizandin. Halbûkî heta ku pirsgirêka Kurd nehatibûya çareserkirin, îro ev sibe jî wê hinekî din bibûna çeteyên bi vî rengî. Ji ber ku têkoşînek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nehate meşandin, hebûna sîstema siyasî ya ku qirêjiyê diafirîne ji holê nehate rakirin, sîstemê dewam kir. Bêguman çalakiya ji bo ronahiya timî deqeyeke tarîtiyê hate lidarxistin. Vê yekê heta astekê mijar xist rojevê. Lê belê ji ber ku bi çavkaniya bûyerê daneket, ev rojev hate girtin. Nixumandina vê bûyerê bi esasî ji aliyê hin hêzên li nava dewletê hate kirin. Gotina Tansû Çîller ku digot, 'yên ku fîşekê diteqîne jî dixwe jî ji bo me hêja ye', pesindayina van çeteyan û parastina wan, nîşan dida ku çima ser vê bûyerê dinixumîne. Ji xwe ji ber ku pirsgirêka Kurd nehate çareserkirin, dewlet di nava têkiliyên bi vî rengî yên qirêj de ma û ev rêbaz bi dewamî bi kar anî.

Dewleta Tirk piştî 28'ê Sibatê di çarçoveya entegrasyona siyasî û aborî ya bi Yekîtiya Ewropayê re, destpêkê xwest ku Rêberê Gelê Kurd û piştre jî PKK'ê tasfiye bike, bi vî rengî feraseta 'mafên şexsî' û 'terora dikare bê qebûlkirin' biceribîne. Gelo AKP bi vê ferasetê û bandora aboriya ku şerê qirêj hilweşandî anîn ser desthilatdariyê? Aqlê operasyonel ê dewleta Tirk çiqasî diyarker bû?

Du sedemên bingehîn hene ku AKP anîn ser desthilatdariyê. Ya yekemîn; piştî dîlgirtina Rêber Apo xwestin ku Kurdan bi gotinên Îslamê û bendewariya demokratîkbûnê li sîstemê bînin. Ya duyemîn jî; di dema destwerdana DYE'yê ya li Iraqê de xwestin li Tirkiyeyê Îslameke hevkar li ser desthilatdariyê be. Bêguman atmosfera ku rê da desthilatdariyê, zext, zilm û şerê ji 12'ê Îlonê heta sala 2000'î li ser gelên Tirkiyeyê û pirsgirêkên ji ber krîza aboriyê bû. Bi fikra ku PKK êdî nikare xwe komî ser hev bike û wê tasfiye bibe, roleke bi vî rengî dan AKP'ê. Ya rast xwestin ku desthilatdariya faşîst a 12'ê Îlonê jî bixin nava sîstema Îslamê û bi vî rengî tifaqa têkoşîna li dijî Kurdan xurtir bikin. Her wiha hewl dan ku beşek ji çepgiran jî bixin nava sîstemê. Lê belê ya esasî ew bû ku DYE'yê xwest Tirkiyeyeke xwe dispêre Îslama hevkar ava bike. Ev yek di heman demê de armanca çînên serdest ên li Tirkiyeyê bû. Bi vî rengî wê li hundir Kurd û çepgir bihatina bêbandorkirin; Tirkiye bi karakterê xwe yê Îslama hevkar li Rojhilata Navîn bi bandor bûya. Hîn di dema 12'ê Îlonê de Fethûllahî xistibûn nava dewletê. Ozal yek ji parçeyên herî girîng a 12'ê Îlonê bû, ku ev yek jî şertê vê projeyê bû. Lê belê pêngava gerîla ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û pêşketina serhildanan, projeya 12'ê Îlonê ya xwe dispêre Îslama hevkar têk bir. Eger di wê demê de Fethûllahî nebûna piştevan, AKP nikarîbû bibûya desthilatdar. Herdu hêzan hev bi kar anîn û ji bo Îslam a siyasî bibe karakterê dewletê, ev tifaq çêkirin.
AKP'ê di pirseke têkildarî pirsgirêka Kurd de ku ji Erdogan hate pirsîn ku piştî dîlgirtina Rêbertî ji nû ve dixwaze Kurdan bixe nava sîstema qirker mêtinger, xwe careke din nîşan da. Erdogan ji bo vê pirsê gotibû, eger hûn nefikirin ev pirsgirêk jî nîne. Ew jî mîna burokrasiya sivîl û leşkerî ya dewletê bawer dikir ku PKK wê careke din nikaribe têbikoşe."

Di vê pêvajoyê de ya ku heta sala 2015’an domiya, şerên giran û him jî pêvajoyên ‘diyalogê’ çêbû. Lê piştî 2015’an de şerekî gelekî giran hate destpêkirin. Di Tîrmeha 2015’an de dema ku li dijî Kurdan şerek hate destpêkirin, bi vî şerî re çi guherî? 

Dema ku dihat diyarkirin têkoşîna gelê Kurd bandora xwe kêm kiriye, AKP bû desthilatdar. PKK’ê li ser hev hişyarî dida ku bila ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Rêber Apo di van meseleyan de hişyarî dida. Lê roleke wisa nedabûn desthilatdariya AKP’ê. Wê bi gotinên Îslamî û demokratîk gelê Kurd entegreyî pergalê bikirina. Dema ku di 1’ê Hezîrana 2004’an de gerîla dîsa dest bi têkoşînê kir, AKP şaş ma ku çi bike. Di wan şertan de polîtîkaya sekinandina bi şîddetê wê encama têkçûna wan a desthilatdariyê bûye. Ji bo ku desthilatdar bin divê têkoşîna gerîlayan bihata sekinandin. Ji ber vê ji Tevgera Azadiyê xwest ku bila agirbestê îlan bike. Tevgera Azadiyê jî bo ku nîşan bide ew ne alîgirê şer e, bi erênî nêz bû. Rêber Apo jî gelek caran diyar kir bêyî ku bergîdaniyeke wê hebe, pêkhatina agirbestê ya wisa guncav nedît. Ne li dijî agirbestê bû li dijî vî tiştî bû ku tu bendewarî tê de tunebû. Rêber Apo hewl dida agirbest û hevdîtina hikumetê ji bo rêxistinkirina hêzên demokrasiyê û têkoşîneke geştir bike zemînek.  Lê her dem hişyarî dida û digot sûdeke baş ji vê pêvajoyê bistînin, yan na wê gelek tişt werin serê we, wê we hemûyan bigirin û hişyariya tiştên piştî sala 2015’an dikir. Me jî ev pêvajo ne wekî pêvajoya çareseriyê lê wekî pêvajoya ku AKP têkeve pêvajoya aştiyê didît. Baş li ser hişyariyên Rêber Apo yên ji bo desthilatdariya AKP’ê nehate sekinandin. Hêzên demokratîk û şoreşger, ev sal di nav rehawet û sistkirinê de derbas kirin. Desthilatdariya AKP’ê jî wekî ku ew dikare vê pêvajoyê çareser bike, ev pêvajo wekî serîgerandinê bi rê ve bir, ji dewletê re jî got herî zêde ez dikarim Kurdan bixapînin û serî li wan bigerînim û desthilatdariya xwe domand. Di sala 2014’an de bi fikra ku heke pêşiya wê neyê girtin wê tasfiyekirina têkoşîna Kurdan zehmettir be, Plana Çokdanînê amade kir. Desthilatdariya AKP’ê bi MHP û Ergenekonê re tifaqek çêkir û êrîşeke tasfiyeyê ya mezin da destpêkirin. 

Hûn vê dewleta ku dîsa kodên xwe yên bingehîn dide nîşandan, tevî xwîn û zilmê di nav xwe de şerê giran dike, dibe çete û ji cîhadîstan bigire heta tehsîldaran hemû çeteyan dixe bin banê xwe û dînamîkên ku desthilatdariyê li ser pêyan dihêle, çawa dinirxînin?

Desthilatdariya AKP’ê dema hate sala 2015’an dît ku êdî nikare di doza Kurdan de serî bigerîne. Yan wê di doza Kurdan de gav biavêta û yan jî wê dest bi polîtîkaya pelçiqandinê bikira. Di havîna 2014’an de Plana Çokdanînê amade kir û di payîzê de jî li Desteya Ewlekariya Millî dabû pesendkirin. Rêber Apo bi plana çareseriyê ya ji 3 qonaxan pêk tê, Mûtabakata Dolmabahçeyê û bi tifaqa demokrasiyê re xwestibû dewletê têxe nav çareseriyê, lê kesên di polîtîkaya şer de israr dikirin, bi ser ketin, Mûtabakata Dolmabahçeyê tune hate hesibandin, dest bi tecrîda li ser Rêber Apo hate kirin, hilbijartina 7’ê Hezîranê tune hate hesibandin, DAÎŞ jî di nav de bi hemû hêzên faşîst ên li derve û hundir tifaq hate kirin û êrîşî têkoşîna azadiyê hate kirin. Heta ku doza Kurdan çareser nebe wê vî şerê li dijî gelê Kurd her dem qirêj be. Li derve û hundir wê têkiliyê bi hêzên herî qirêj re deynin. Vê têkoşîna ku li dinyayê têkoşîna herî bi heq dimeşîne û piştgiriyeke xurt ji civakê stendiye, ne mumkun e bi hêzên legal û qanûnê yên dewletê têk biçe. 
Divê ev were zanîn, heke Tirkiye demokratîk bibe, doza Kurdan di serî de pirsgirêkên demokratîkbûnê yên bingehîn were çareserkirin, wê hin aliyên siyasî, rêxistin û avadaniyên li Tirkiyeyê bêwate bibin û hebûna wan biqede. Ji ber vê jî hemû hêzên ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re wê hebûn û bandora wan nemîne, bi hev re tifaqek kirine û li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şer dane destpêkirin. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyeyê hemû hêzên paşverû û hemberî şoreşê hatine ba hev. Jixwe di dema avakirina dewleta Tirk de ji qada siyasî bigire heta qada civakî, ji perwerdehiyê heta çandê armanca wan qirkirina Kurdan e. Leşker, polîs, darizandin û girtîgeh ji bo vê armancê hatine avakirin. Ji ber vê jî gelekî normal e ku hemû avadaniyên derqanûnî werin ba hev. Ji ber ku ji roja pêşîn civak, kes û sazî ji bo dijminatiya li hemberî Kurdan û qirkirina Kurdan, hatine amadekirin. Ji ber vê jî normal e ku ev kom ji bo qirkirina Kurdan werin ba hev. Yên ku van polîtîkayan qebûl nakin û li dijî van polîtîkayan in jî wekî amûrên di destê hêzên derve û xayînan tên dîtin. Stratejiya neteweyî ya bingehîn a dewleta Tirk ku vê desthilatdariyê li ser pêyan dihêle, armanca wê bi tenê neteweyekê ava bike. Heta ku ev armanc neguhere, wê vê tifaqa qirêj, têkilî û avadanî jî bidome. 

Sibe: Mikurhatinên Sedat Peker çima gelekî girîng e? Bandora berxwedanan Kurdan a li ser vê rewşa tengav a desthilatdariyê çi ye? Şerê navxweyî û rewşa riziyayî ya nikare bê nixumandin wê bigihêje ku derê? Muxalefeta demokratîk, hêzên demokrasiyê û rojnamevanên çep/sosyalîst li pêşberî van rûdanan hîn bêhtir dikarin çi bikin?