Karasû: Bêhiş bûne, her tişt ji wan tê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bêhiş bûye, lewma her tişt ji wan tê û got, "Bi her awayî dikarin êrîş bikin, provokasyonan derxînin û komployan amade bikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, sedema girtina biryara hilbijartinên 24'ê Hezîranê, pêvajoya hilbijartinê, encamên gengaz ên hilbijartinê û bandora wê û girîngiya hilbijartinê ji bo gelê Kurdistanê û hemû hêzên demokrasiyê ji ANF'ê re nirxand.

EGER ERDOGAN DI HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVE WÊ ŞER GIRANTIR BIKE

Mûstafa Karasû diyar kir ku sedemeke girîng wergirtina biryara hilbijartinê ew e ku dixwazin şerê ku li hundir û derve dike rewa nîşan bide û got, "Li hundir ji xwe êrîşeke dijwar dibe ser gelê Kurd. Ji 1'ê Mijdarê û vir ve bajarên Kurdan hilweşand û şewitand. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Êrîşên li dijî Kurdan dewam dikin. Dijminatî li şoreşa Rojava tê kirin." Karasû bi bîr xist ku bi kuştina bi sedan sivîlî Efrîn hate dagirkirin û wiha dewam kir: "Wekî din dibêje, wê êrîşî her devera Rojava bike. Êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Li Xakurkê û Lêlîkanê hin gir dagir kiriye û dibêje, wê şer girantir bike. Lê belê hem li hundir hem jî li derve derbarê vî şerî de fikar hene û ji ber vê mûxalefetê, zor û zehmetiyan dikişîne. Bi vê hilbjartinê re dixwaze vê zexta hundir û derve ya ji ser xwe biavêje. Eger di hilbijartinê de bi ser bikeve, wê êrîşan girantir bike. Ji xwe her roj dibêje, 'ez ê biçim filan cihî'. Dibêje ku wê vê polîtîkaya xwe ya êrîşkariyê bidomîne. Serketina Erdogan a di hilbijartinê de tê wateya belavbûn û giranbûna şer. Tê wateya dijwarbûna şer li hundir û derve. Yanî dixwaze polîtîkaya 'li welêt şer, li cîhanê şer' bimeşîne."

BI DIJMINATIYA LI KURDAN DIXWAZE LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNE

Karasû da xuyakirin ku li Tirkiyeyê qanûna bûyina desthilatdar bi du rêyan dibe û wiha rave kir: "Ya tu yê li ser Kurdan serdest be, polîtîkaya qirkirinê bimeşîne, ku di dîroka Komarê de her tim ev hatiye kirin. Ya jî tu yê dest ji vê polîtîkayê berde û desthilatdariya xwe li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê ava bike. AKP-MHP naxwazin desthilatdariya xwe li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê bimeşîne. Li ser dijminatiya li Kurdan dimeşîne û li ser bingeha serweriya li ser Kurdan dixwaze bibe desthilatdar. Ev yek tê wateya şerê li dijî azadîxwaz, demokrasîxwaz û Kurdan."

DIBÎNE KU NEMA DIKARE DENG JI KURDAN BIGIRE, LEWMA BI SORKIRINA ŞOVENÎZMÊ DIXWAZE DESTEKÊ BIGIRE

Mûstafa Karasû anî ziman, desthilatdariya AKP'ê li ser bingeha geşkirina şovenîzmê dixwaze desteka civakî zêde bike, bi vî rengî bimeşe û got, "Dibîne ku êdî nikare deng ji Kurdan bigire, nikare deng ji hêzên demokrasiyê bigire. Lewma bi rêya van êrîşan dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Bandora van êrîşan li hilbijartinê wiha ye; bêguman hêzên demokrasiyê wê ji ber van êrîşan deng nekin, Kurd wê deng nedin, Elewî wê deng nedin, yên ku bi rastî jî dilsozê nirxên edaletê, maf û hiqûqê ya Îslamiyetê ne wê deng nedin. Îslamiyet tê wateya aştiyê."

Karasû destnîşan kir ku civaka Misilman wê deng nede desthilatdariya ku bi polîtîkaya şer êrîş dike û got, "Ev hilbijartin wê bi şêweyê têkoşîna hilbijartinê ya navbera beşên civakî yên şovenîzmê hatine sorkirin û alîgirên azadî, maf, hiqûq, edalet û demokrasiyê. Erdogan jî niha şovenîzmê sor dike û hewl dide ji wir deng bi dest bixe."

EM RÊXISTINEKE TÊKOŞÎNÊ NE, JI HER TIŞTÎ RE AMADE NE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP ji bo li ser desthilatdariyê bimîne dikare bi her awayî bêhiş tevbigere û ev tespît kir: "Dagirkirina Efrînê, êrîşên li Lêlîkan û Xakurkê ji bo parastina desthilatdariyê û biserketina di hilbijartinê de hatin kirin. Lê dema ev gav avêt rewşa hundir û derve hesab nekir, hevsengiyên leşkerî nenirxand. Lewma bi van bûyeran re Tirkiye ji aliyê siyasî, dîplomatîk û leşkerî ve xistin nava rîskê. Bêyî ku li encamên wê bifikirin, ev êrîş tenê ji bo mayina li ser desthilatdariyê hatin kirin. Eger bi rengekî rast li dijî van êrîşan têkoşîn bê dayin, dikarin pir mezin têk biçin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê êdî bê aqil tevdigere. Piştî ku xeteriya têkçûnê dît, dikare bi her awayî êrîş bike. Dibêje 'Ez ê êrîşî Qendîlê bikim, ez ê êrîşî filan cihî bikim'. Minbicê timî di rojevê de dihêle. Minbic ji xwe piraniya şêniyên wê Ereb in û gelê Ereb bi xwe Minbicê bi rê ve dibe. Lê belê bi sorkirina şovenîzmê re Minbicê timî di rojevê de dihêle. Qaşo bi DYA re weke hevparê wekhev danûstandinan dike. Dibêje wê êrîşî Şengalê bike. Eger rê û rêbazeke din ji bo serketina hilbijartinê tine be, yekane rê ev e. Êrîşên bi vî rengî ji bo demeke kin dibe ku deng ji desthilatdariyê re bîne. Li nava beşên civakê yên ku bi çanda şovenîzm û nîjadperestiyê dijîn, bi êrîşên wiha yên dagirkeriyê dibe ku bandorê li wan bike. Bi rastî jî desthilatdariya AKP'ê tengav bûye. Ewqasî tengav bûye, tevî ku her roj leşker tên ukştin, her roj li her derê şer heye jî dibêje 'me teror ji rojevê derxist'. Ji wan tê ku bêjin 'Me PKK qedand'. Dibêje 'kes nema tevlî nava refên gerîla dibe'. Li her derê şer heye, dibêje ku wê êrîşî her derê bike. mîna ku wê bi şervanên xeyalî re şer bike. Li gorî wan şervan nîne, rêxistin nîne, lê dibêjin 'ez ê biçim û êrîş bikim'. Wê wextê mirovê jê bipirse; tu Don Kîşotiyê dike? Ya jî ji bo serketina hilbijartinê tu van tenê ji bo propagandayê dibêjî? Bilêvkirina gotina 'me tevger ji rojeva Tirkiyeyê derxist, bê bandor hişt' nîşan dide ku gelekî tengav bûne. Eşkere dike ku ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin wê bi armanca xapandina civakê bi her awayî dek û dolaban bigerînin. Êrîşên bi her awayî, provokasyon û komplo ji vê desthilatdariyê tê."

Karasû bal kişand ser gefên ku rejîma AKP-MHP li Qendîlê dixwe û got, "Her hal bi hêsanî wê nikaribin bikevin Qendîlê. Li dijî vê desthilatdariya ku dibêje 'ez ê êrîşî her cihî bikim', wê li her cihî berxwedaneke mezin hebe. Weke tevgera azadiyê me amadekariyên xwe li gorî her tiştî kirine. Em rêxistineke şer in, em rêxistineke têkoşînê ne. Em nabêjin, 'çima tên, çima diçin wê derê'. Berevajî, em hewl didin bikin ku belavbûna şer bi kêrî tevgera û têkoşîna me ya azadiyê bê. Lê belê em zanin ku beşeke girîng a van gotinan şerekî psîkolojîk e."

SERKETINA AKP'Ê DIBE KU BIBE DESTPÊKA ŞEREKÎ NAVXWEYÎ LI TIRKIYEYÊ

Di dewama axaftina xwe de Karasû bal kişand ser encama serketina AKP'ê di hilbijartinan de bi dest bixe û ev tespît kir: "Eger AKP li ser desthilatdariyê bimîne, dibe ku ev yek bibe destpêka şerekî navxweyî. Dibe ku gelek hêz û derdoran difikirîn ku bi rê û rêbazên cuda dikarin desthilatdariya AKP'ê qels bikin. Eger AKP bi zext, fen û zordariyê di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, wê dîktatoriya xwe ya faşîst ava bike, sîstema siyasî, çandî, aborî û civakî ya li gorî dilê we bi cih bike. Li Tirkiyeyê ji xwe demeke dirêj e şerekî navxweyî heye. Şerê navxweyî heta niha bi giranî li qada siyasî, di asta nizm de diqewimî. Eger AKP di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, ev şerê navxweyî ji karakterê siyasî wêdetir dibe ku veguhere şerekî navxweyî yê dijwar ê ji gelek aliyan ve. Eger AKP bi dek û dolaban li ser desthilatdariyê bimînin û ev karaktera wê zelal bibe, wê hêzên mûxalîf û demokratîk bibînin ku desthilatdariya AKP'ê bi rêyên demokratîk, bi hilbijartinê naçe û serî li rê û rêbazên cuda yên têkoşînê bidin. Yanî şerê navxweyî yê heta niha diqewimî wê hê dijwar û berfireh be."

TÊKÇÛNA AKP'Ê WÊ HESRETA RASTEQÎN A GELÊN TIRKIYEYÊ BIXE ROJEVÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkçûna AKP'ê wê ji bo dîroka Tirkiyeyê bibe destpêka serdemeke nû û wiha dewam kir: "Dema ku AKP têk çû, wê herikîna rasteqîn a dîroka Tirkiyeyê dest pê bike. Daxwaz û hesreta rasteqîn a gelên Tirkiyeyê bikeve rojevê. HDP û mûxalefet bi têkbirina desthilatdariya AKP'ê re wê bersivê bidin hesreta gelên Tirkiyeyê. Wê bikin ku Tirkiye bikeve ser rêya rast."

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZM AKP-MHP'Ê DIBE

Karasû da xuyakirin ku demokrasiya li Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ancax bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê pêk werin û got, "Kî dibêje, 'bêyî têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê gav were avêtin' ew kes xwe dixapîne.

Karasû destnîşan kir ku kî dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, kî demokratîkbûnê dixwaze, divê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têbikoşin û wiha pê de çû: "Ji bilî vê yekê bendewariya li çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tê wateya xapandina xwe. Tê wê wateyê ku serê xwe binê kêra qirkirinê. Tê wateya teslîmbûna li faşîzmê. Gelê Kurd, hêzên demokrasî û azadiyê divê guh nedin gotinên şerê taybet û psîkolojîk. Lazim e giraniyê bidin ser têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê."

JI BO HILWEŞANDINA BENDA HILBILJARTINÊ, DIVÊ LI BAJARÊN WEKÎL JÊ DERNAKEVIN DENGEKÎ BILIND BÊ BIDESTXISTIN

Karasû işaret bi girîngiya rola HDP'ê kir û got, "Beriya her tiştî divê HDP ji bendê derbas bibe û piştre bi rêjeyeke bilind a dengan heta jê tê hejmareke zêde parlamenteran bi dest bixe. Ji bo derbasbûna ji bendê, wergirtina dengan li cihên ku parlamenter jê tê derxistin têrê nake. Gelekî girîng e ku li bajarên wekîl jê dernakevin dengekî zêde bê bidestxistin. Eger bi têgihiştina 'ji xwe wekîl jê dernakeve' motîvasyon qels bibe û li wan cihan karekî baş neyê kirin, li cihên ku parlamenter jê tên derxistin dengekî têrker bê girtin jî dibe ku têra derbasbûna ji bendê neke. Bêguman pirsgirêka HDP'ê ya aliqîna li bendê nîne. Teqez wê ji bendê derbas bibe. Lê belê weke partiyeke Tirkiyeyê, li gorî nasnameya xwe gelekî girîng e ku li her bajar û navçeyê deng bigire. Eger bi vî rengî be dikare di siyaseta Tirkiyeyê de bi rola xwe rabe. Lewma girîng e kampanya hilbijartinê li hemû bajar û navçeyan bimeşîne. Bi taybetî li cihê ku wekîl dernekeve jî gelekî girîng e ku karekî xurt bê kirin û dengekî zêde bê bidestxistin. Ji xwe pêkane ku li wan cihan jî wekîl bên bidestxistin. Her du blok jî nikarin bersivê bidin hesreta gelên Tirkiyeyê, ji ber vê yekê eger karekî baş bê kirin wê dengekî ji ya 7'ê Hezîranê zêdetir bê bidestxistin. Wekî din, ji ber xeteriya dek û dolaban, divê HDP di asteke welê de xwe bigihîne civakê ku bikin nekin nikaribin wê li binê bendê bihêlin."

Karasû bi bîr xist ku eger HDP bi ser nekeve, nepêkan e ku desthilatdariya AKP'ê bê qelskirin, ne pêkan e ku aştî, aramî û demokratîkbûn bê Tirkiyeyê û got, "Eger encama ku bi serketina HDP'ê re derkeve holê baş bê ravekirin, AKP'yî jî, CHP'yî jî, endamên IYI Partî jî, her kes dikare deng bide HDP'ê."

HDP XWE DISPÊRE ŞOREŞA DEMOKRATÎK A LI KURDISTANÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, HDP ji xwe nasnameya Kurd bi rengekî azad îfade dike û got, "Pêkhateya xwe ya bingehîn tevgera demokratîk a Kurd e. Partiya Herêman a Demokratîk e. Têkoşîna demokasî û azadiyê ya dehan salan a li Kurdistanê bandor li HDP'ê kiriye. HDP partiyeke ku xwe dispêre şoreşa demokratîk a li Kurdistanê. Şoreşa demokratîk a li Kurdistanê HEP derxist holê, DEP, HADEP, DTP derxist holê. HDP ew partî ye ku xwedî vê feraseta siyasî ye û civaka ku bi vê şoreşê re afirî kiriye pêkhateya xwe ya bingehîn. Pêkhateyên HDP'ê ji nava vê kevneşopiyê tên. Xwedî vê zîhniyetê ne. Bêguman HDP ne tenê partiyeke Kurdan e. Lê belê di heman demê de partiya Kurdan e. Divê HDP weke partiya hemû bindestan bê dîtin. Ji xwe piraniya Kurdan HDP'ê weke partiya xwe dibînin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê dengê herî zêde digire."

Karasû ev gotinên Erdogan bi bîr xist: "Kobanê ne ya Kurdan e, Kerkûk ne ya Kurdan e, Efrîn ne ya Kurdan e, Kobanê Ayn El Arap e, Kerkûk a Tirkmenan e, Kurd piştre hatine Efrînê" û destnîşan kir ku hemû partiyên Kurd, çi biçûk çi mezin diviyabû li dijî vê zîhniyeta înkarê ya rejîma AKP'ê, bersiv bidan hewldanên HDP'ê yên ji bo tifaqê û li dijî vê zîhniyetê bibûna yek.

Beşa sêyemîn a hevpeyvînê sibe dewam dike..