NÛ BÛ

Karasû: AKP-MHP desthilatdariya xirabiyan e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re tiştekî baş nîne ku bê kirin û got, "Desthilatdariyeke nebaşiyan e. Tenê bi xistina ji desthilatdariyê mirov dikare ji nebaşiyê bê rizgarkirin."

MÛSTAFA KARASÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bersiv da pirsên ANF'ê.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di 3'ê Gulanê de ji bo 6 mehên din qedexeya hevdîtinê hate dayin. Nerazîbûna li hemberî tecrîdê jî her roj zêde dibe û têkoşîneke pir alî tê meşandin. Hûn asta heyî çawa dinirxînin?

Polîtîkaya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê ya heyî ew e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di her astê de tasfiye bike û Kurdan qir bike. Polîtîkayên têne kirin hemû li ser vê bingehê ne. Li Tirkiyeyê bi taybetî dema polîtîkaya desthilatdariyan hate nirxandin divê ev rastî bê zanîn. Polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin jî qada bingehîn a polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Serhildana destpêkê ya Rêber Apo jî avakirina têkoşîna azadiyê ye, serhildana li dijî polîtîkaya qirkirinê ye. Rêber Apo bi tespîta 'Kurdistan mêtingeh e' dest bi têkoşînê kir. Destnîşan kir ku armanca bingehîn a vê polîtîkayê jî ew e ku Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk. Rastiya gel, tevgereke siyasî û rêxistinek ava kir ku nîv sed sal e li dijî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan têdikoşe.

Yên ku polîtîkaya qirkirinê dimeşînin beriya her tiştî dixwazin ku îradebûna siyasî û civakî ya gel asteng bikin. Ji bo vê jî dixwazin rêxistin û lîderê wê tasfiye bikin ku li dijî qirkirinê têdikoşin. Ji ber ku Rêber Apo hem ev rêxistin ava kiriye, hem jî xeta wê ya siyasî û îdeolojîk diyar kiriye, destpêkê ew kiriye hedef. Dewleta Tirk ji ber ku li hemberî PKK û Rêberê wê bi ser neket, Tirkiye pêşkêşî bazarê kir, hemû hevalbendên xwe xist dewrê û bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl girt. Komploya li dijî Rêber Apo ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û têkoşîna li dijî qirkirinê bû. Polîtîkaya tecrîda giran a niha li Îmraliyê tê meşandin jî xwedî heman armancê ye.

NÊZÎKATIYÊN ŞAŞ HENE

Polîtîkaya qirkirinê beriya her tiştî li ser Rêber Apo tê meşandin. Çavkaniya polîtîka û kiryarên qirkirinê ev yek e. Eger em bibînin bê polîtîkaya li Îmraliyê çi ye, hingî em ê polîtîka û kiryarên li ser gelê Kurd jî fêhm bikin. Li Îmraliyê wê ev polîtîka bê meşandin, lê belê li ser qada siyasî ya demokratîk, li ser hêzên rêxistinbûyî yên gelê Kurd û gel polîtîkayeke cuda bê meşandin! Ev ferasetên şaş tê wateya fêhmnekirina polîtîkayên li ser gelê Kurd têne meşandin û fêhmnekirina rastiya mêtingeriya qirker. Her wiha şaş e ku polîtîkaya li hemberî Kurdan tê meşandin li gorî polîtîkaya li deverên din ên cîhanê li hemberî gelan û neteweyên cuda tê meşandin bê nirxandin. Ev jî nêzîkatiyeke polîtîk a şaş e. Li qada siyasî ya Kurd û li nava dostên Kurdan nêzîkatiyên bi vî rengî yên şaş têne dîtin.

DIVÊ BIBE BINGEHA TÊKOŞÎNÊ

Rabûna li ber tecrîdkirina Rêber Apo, têkoşîna ji bo azadiya wî tê wateya têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd. Ji xwe eger em têkoşîna ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo nekin navenda têkoşîna azadiyê ya yekbûyî, hingî em ê nikaribin vê têkoşînê bi rengekî rast bimeşînin. Eger gelek, rêxistinek û tevgereke siyasî xwedî li rêberê xwe yê dîlgirtî dernekevin hingî nikarin xwedî li xwe derkevin; nikarin têkoşîneke azadiyê bimeşînin.

Ev rastî îro ji aliyê gelê me, dostan û hêzên demokrasiyê ve hatiye dîtin. Ji ber ku ev rastî hatiye dîtin salên dawî têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî li her qadê bi pêş ketiye, bi pêş dikeve. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn, jinan, ji bo civakên bindest ên li cîhanê weke nirx, rêberekî siyasî û îdeolojîk ê girîng tê dîtin, lewma kampanya ji bo azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê bi pêş dikeve, xurt dibe.

JI HUNERA WÎ YA POLÎTÎK Û HÊZA ÎDEOLOJÎK DITIRSIN

Ji ber ku ji hunera wî ya polîtîk û hêza wî ya îdeolojîk ditirsin, tecrîdê di vê asta giran de li ser Rêber Apo ferz dikin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê azadkirina Rêber Apo ji bo jinan û gelan çiqasî girîng e. Lewma tecrîda tê ferzkirin, di serî de li gel û jinên Kurd li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye.

DIJMINATIYA LI KURDAN DIJMINATIYA LI DEMOKRASIYÊ YE

Sedema zordarî û dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li demokrasiyê, zext û bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Feraseta astengkirina belavbûna fikrên Rêber Apo û misogeriya azadiya wî, bi xwe re zextê tîne. Ji xwe ji ber ku difikirin wê Kurd û hêzên demokrasiyê sûdê ji demokratîkbûnê werbigirin, dijminatiyê li demokrasiyê dikin, bi rengekî tund bi ser têkoşîna demokrasiyê diçin. Bi kurtasî dijminatiya li Kurdan dike ku bibin dijminê demokrasiyê.

Ji ber ku ev rastî tê dîtin, gelê me û hêzên demokrasiyê hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derdikevin û têkoşînê bi gelek rêbazan dimeşînin.

DIVÊ BERPIRSYARIYA REXNEDAYINÊ BI CIH BÊ ANÎN

Bêguman têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo bi pêş dikeve. Kampanya ku dostan di 10'ê Cotmehê de li tevahiya cîhanê dane destpêkirin û roja xwendina pirtûkên Rêber Apo ya ku 10'ê Kanûnê destpê kir, pêngavên girîng bûn. Ji bo encam bê wergirtin divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê bi pêş ve birin. Gelê me dibêje, eger Rêber Apo hîn jî dîlgirtî be ev yek rexnedayina me ye. Wê demê divê em berpirsyariya rexnedayinê bi cih bînin, li lçar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hîn bi rengekî çalak tevlî vê têkoşînê bibin. Di serî de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn eger vê têkoşînê hîn mezin bikin, wê ev yek têkoşîna azadiya Rêber Apo bi xwe re bîne.

Têkoşîna xwedîderketin û azadiya Rêber Apo ya dehan salan encamên girîng bi xwe re anî. Bi pêşengiya yên ku di salên 1998'an û 1999'an de bi gotina 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bend danîn û di vê têkoşînê de şehîd ketin, ev têkoşîn 26 sal in dewam dike. Di encama vê têkoşînê de azadiya Rêber Apo, lewma azadiya gelê Kurd nêz bûye. Mêtingeriya qirker înkar û qirkirinê bi rengekî giran bimeşîne jî bi têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bingeha wê lawaz bûye.

ÇALAKIYÊN KU XWE DUBARE DIKIN NIKARIN ENCAMÊ WERBIGIRIN

Dema ku têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo hate mezinkirin hingî wê azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd misoger bibe. Azadiya Rêber Apo di heman demê de têkbirina polîtîkaya qirker mêtinger e û pêşîvekirina li demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî asta têkoşîna heyî divê li her qadê bê bilindkirin. Girîng e çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî veguherin çalakiyên bi beşdariya bi deh hezaran kesî. Serhildana Wanê raxist pêş çavan ku dema civakên mezin tevlî çalakiyê bûn encam çawa tê wergirtin. Dema ku rêxistinî û çalakî hatin pêşvebirin divê her tim li ser pêşvebirina asta heyî bê rawestîn. Divê şêweyên nû yên rêxistinî û çalakiyan bê peydakirin. Bi çalakiyên ku xwe dubare dikin encam nikare bê bidestxistin. Dema ku serî li şêweyên berê yên çalakiyan hate dayin jî divê hîn bi bandor bê kirin. Naxwe rûtînbûyîn wê pêk were. Lewma girîng e ast û bandora çalakiyan her roj hîn bêhtir bê xurtkirin. Rewşa siyasî û civakî ya li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê zemîna pêşvebirina têkoşînê xurt kiriye.

Bi bangên li dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê encam nayê bi dest xistin. Bêguman divê bêne teşhîrkirin û bê xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Tenê têkoşîn dikare bike ku ev hêz gavê biavêjin! Li Bakurê Kurdistanê potansiyeleke girîng a ciwanan heye ku dikarin têbikoşin. Bi rêbazên afirîner divê bêne birêxistinkirin, tevlî çalakiyan bênekirin ku ev yek ji bo pêşvebirina têkoşînê girîng e, wê bi roleke girîng rabe.

Li dijî tecrîda li Îmraliyê li zindanan berxwedaneke girîng heye. Malbatên girtiyan piştgiriyê didin berxwedana li zindanan. Girîngiya berxwedana li zindanan ji bo gelê Kurd û dostan çi ye?

Zindan her tim ji bo pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi roleke girîng rabûne. Li dijî komployê bi gotina 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' benda ji agir danîn, pêşengî li xwedîderketina li Rêbertî kirin û pîvanên vê yekê diyar kirin. Xwedîderketina zindanan a li Rêbertî divê ji her kesî re bibe mînak. Zindan heta niha xwedî li Rêbertî derket. Lê belê helwesta dawî û şêweyê çalakiyê di xeta xwedîderketina li Rêbertî de helwesta herî rast e. Xeta sekna rast jî ev e. Gotina, 'Rêberê me çawa dijî em ê jî bi wî rengî bijîn', ne tenê şêweyekî çalakiyê ye, sekneke îdeolojîk-polîtîk e. Ji ber qutbûna navbera zindanan û têkoşîna li derve her tim meylên şaş rû didin. Di salên 1980'î de ji ber ku di salên têkoşîna li dijî faşîzma 12'ê Îlonê de meylên şaş rû dan, Rêber Apo konferansa zindanan lidar xist; piştre jî bû mîna kevneşopiyekê ku li zindanan konferans bêne kirin û meylên şaş bêne sererastkirin. Ya rast şêweyê çalakiyê yê ku niha li zindanan tê kirin, mîna hewldaneke sererastkirinê ya weke konferansên li zindanan e.

BERXWEDAN WÊ GELEK TIŞTAN BI GIRTIYAN BIDE QEZENÇKIRIN

Ji xwe hevdîtinên li zindanan û axaftinên bi telefonê ji aliyekî ve bûn amûrê şerê taybet û rêbaza şerê taybet. Axaftina bi telefonê ne weke mafekî didin kirin. Lewma jiyana bi rengê Rêber Apo, çalakiyeke bi vê rêbazê helwesteke li dijî şerê taybet a li zindanan e. Ruhê zindanan ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Şopdarên kevneşopiyeke bi vî rengî ya berxwedanê ne. Ev kevneşopî kevneşopiya dilsoziya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê re ye. Berpirsyariya hêjabûna li şehîdan û gel e. Jiyana bi rengê Rêber Apo di heman demê de xwedîderketina li felsefeya azadiyê û fikrê Rêber Apo ye. Lewma ev berxwedana zindanan wê gelek tiştan bi girtiyan bide qezençkirin. Wê hîn baştir bê fêhmkirin ku Rêber Apo her tim kesayetekî çalakiyê û rêxistinê ye. Ji xwe yên ku vê sekna Rêber Apo fêhm dikin dibin milîtanên mezin û şervanên azadiyê.

DAYIK Û MALBATÊN GIRTIYAN STÛNÊN ŞOREŞA ME NE

Malbatên girtiyan jî xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ne. Malbatên girtiyan di salên 1980'î de li gel her cûre zext û heqaretê jî dest ji xwedîderketina li ewladên xwe bernedan. Ji bo malbat xwedî li girtiyên şoreşger dernekevin serî li her rê û rêbazê dan. Êşkence li malbatan hate kirin, hatin binçavkirin, heqaret li wan hate kirin, lê van hemûyan hêrsa wan hîn zêde kirin. Malbatên girtiyan li ber deriyên zindanan zane bûn, polîtîk bûn. Çawa ku berxwedêrên zindanan dewama berxwedêriya 14'ê Tîrmehê ne, malbatên girtiyan ên niha jî şopdarên wan malbatan e ku di salên 1980 û 1990'î de li pêşiya zindanan têkoşiyan. Di dema berxwedana zindanan a 2018-19'an de çawa ku heqaret li dayik, malbatên girtiyan hate kirin, çawa ku li wan hate xistin û bi erdê re hatin kaşkirin, ev yek li pêş çavên me ne. Vê yekê hevrêyên li zindanan û me bi hêrs kir, biryardariya malbatên girtiyan a ji bo têkoşînê hîn zêde kir. Malbatên girtiyan û dayikên aştiyê nirxên moralê yên têkoşîna me ne; stûnên şoreşa me ne! Ji malbatên girtiyan, dayikên aştiyê, dayikên şehîdan û gerîla heta bi hemû dayikên Kurdan hemû dayik nirxên moralê yên vê têkoşînê ne. Sekna dayikên me sêhra têkneçûnê ya têkoşîna me ye. Axîna dayikan li qadan îflah nabe. Lewma mêtingerî qirkerî wê îflah nebe!

Dayikên Şemiyê parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ne. Raya giştî zane bê zexteke çawa li wan tê kirin. Wan bi rêzdarî silav dikim, çalakiya ku di hefteya 1000'emîn de pêk anîn gaveke girîng ji bo hînbûna aqûbeta zarokên wan e.

NE RAST E KU TENÊ JI MALBATÊN GIRTIYAN RE BÊ HIŞTIN

Rast nîne ku xwedîderketina li berxwedana zindanan, têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo tenê ji malbatên girtiyan re bê hiştin. Rêber Apo îro pêşengê berxwedana zindanan e. Berxwedana zindanan jî îro veguheriye berxwedana azadiyê ya Rêber Apo. Ji ber vê jî divê di serî de ciwan û jin hemû gelê me û hêzên demokrasiyê tevlî vê berxwedanê bibin.

Ji ber ku tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn bi deh hezaran şervanên azadî û demokrasiyê hatine girtin. Ji xwe Kurdan ji aliyê girtina ji ber sedemên siyasî ve li cîhanê rekor şikandine. Li gorî nifûsê li cîhanê bi qasî Kurdan gelek nîne ku li zindanê hatiye hiştin. Her wiha ji aliyê hejmara jinan ên ji ber sedemên siyasî hatine girtin, rekor di destê Kurdan de ye. Di şexsê girtiyên li zindanan de Kurd hemû hatine zindanîkirin.

DIVÊ KURD HEMÛ PÊ SERBILIND BIN

Girtiyên li zindanan rûmeta Kurdan di asta herî bilind de temsîl dikin. Divê Kurd hemû pê serbilind bin. Zarokên wan, xizmên wan girtî bin an jî ne girtî bin, divê gelê Kurd xwedî li berxwedana li zindanan derkeve. Ji bo azadiya gelê Kurd bi dehan salan li zindanê dimînin. Tevî ku 30 salan, 35 salan li zindanê dimînin jî xwedî li gelê xwe, xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin. Ji ber vê yekê yên cezayên wan diqedin jî nayên berdan. Bêguman em ê bi van mirovên xwe serbilind bin. Li aliyê din berxwedêrên li zindanan û yên têne berdan mirovên zane ne. Ji ber vê jî divê xwedî li mirovên li zindanan û berxwedêran bê derketin, hurmet ji wan re bê nîşandan. Eger ew di nava şert û mercên zehmet de li ber xwe didin, divê gelê Kurd jî xwedî li berxwedana wan derkeve û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo xurt bike.

Li Herêmê Parastinê yên Medyayê gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe dide, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst jî zêde dibin. PDK ji bo dewleta Tirk ji tengaviyê rizgar bike bi her awayî piştgiriyê dide. Divê xwedîderketina li berxwedana gerîla çawa be, li dijî dewleta Tirk a faşîst û bi taybetî li hemberî PDK'ê divê helwesteke çawa bê nîşandan?

Dewleta Tirk bi dehan sal in êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di nava sê salên dawî de êrîşên xwe zêde û timî kir. Ev êrîş bi temamî hewldanên ji bo dagirkeriyê ne. Dewleta Tirk li herêma ku dagir kiriye wê ji wir neçe. Dema ku firsend dît wê hewl bide tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gelekî li ser Kerkûkê disekine, li wê derê rêxistiniyê dike ku ev yek divê amadekariya ji bo dagirkeriyê bê dîtin. Li Başîkayê baregehk ava kiriye, tevî ku Iraqê got dest ji wê baregehê berde, dest jê bernade. Ji xwe di her firsendê de dibêje wîlayetên Mûsil û Kerkûkê di nava Mîsakî Mîlî de ne û yên wan e. Dema ku Mîsakî Mîlî hate ragihandin polîtîkayên bi armanca qirkirina Kurdan, asîmîle û înkarê tine bû. Li Kurdistanê qala xwerêveberiya Kurdan dihate kirin. Îro jî dixwazin Kurdan ji aliyê fîzîkî û çandî ve bi temamî qir bike û Kurdistanê bikin qadeke welê ku netewetiya Tirk lê belav bibe. Rastiyeke dewleta Tirk heye ku dijminê Kurdan e û dixwaze Kurdan qir bike. Desthilatdariya AKP-MHP jî rêveberiya herî şênber a vê armancê ye. PDK bi dijminekî bi vî rengî yê Kurdan, bi dewleteke qirker re hevkariyê dike. Niha hevkariyê ji qirkirina Kurdan re dike.

HEWL DIDE PDK'Ê TEVLÎ ŞERÊ ÇALAK BIKE

Êrîş niha hîn bi berfirehî dewam dikin. Li hemberî vê yekê bi taybetî ji payîza 2023'an û vir ve berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Derbên giran li artêşa Tirk têne xistin. Dewleta Tirk leşkerên ku nikarin timî şer bikin vedikişîne; li şûna wan yekîneyên nû bi cih dike. Ji ber ku nikare encamê werbigire hewl dide PDK'ê tevlî şerê çalak bike. Ji xwe PDK jî li qadên nêzî yekîneyên Tirk qereqolan ava dike ku piştgiriya lojîstîkî bi wan re bike, wan biparêze. Bi navê yekîneyên sînor ên Iraqê ku piraniya wan ji aliyê PDK'ê ve hatine tespîtkirin, dorpêçiya li ser gerîla zêde dikin. Mehên dawî armanca esasî ya serdanên li Bexda û Hewlêrê tasfiyekirina gerîla bû. Dewleta Tirk 'projeya rêya pêşvebirinê' dixwaze bike amûreke wê yekê ku Iraqê tevlî vê armanca xwe bike.

DIXWAZIN YNK'Ê JÎ BIKIN HEVKAR

Ji bo tasfiyekirina gerîla û têkoşîna azadiyê dixwazin YNK'ê jî bikin hevkarê êrîşên xwe. Bi taybetî Dewleta Tirk û PDK di vê mijarê de hevkariyê dikin. Çawa ku PDK êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike, niha jî dixwaze êrîşên dewleta Tirk ên li ser qada YNK'ê rewa bike. Her wiha PDK israr dike ku dewleta Tirk zextê li ser YNK'ê zêde bike. Dibêje eger YNK li ber PKK'ê rabe ez ê hîn bi çalak li dijî PKK'ê şer bikim. Dibêje, ji ber ku YNK tevlî nabe ez nikarim di şer û êrîşên li dijî PKK'ê de hemû hêza xwe bi kar bînim. Xiyaneta wê têrê nake, dixwaze YNK'ê jî tevlî polîtîkaya xiyanetê bike. Bi vî rengî wê xiyaneta wê bê nixumandin, wê neyê dîtin. Her wiha wê şerê li dijî PKK'ê weke şerê hemû hêzên siyasî û partiyên li Başûr nîşan bide.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ HELWESTA PDK'Ê TÊRKER NÎNE

Tevî ku PDK di vê astê de di nava xiyanetê de ye, ev helwesta li dijî PDK'ê têrker nîne, têkoşîn têrker nîne. Ji ber ku ev mijar têkoşîna azadiya gelê Kurd ji nêz ve eleqedar dike. Rabûna li ber xiyaneta PDK'ê, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê li ser xeteke rast bê meşandin gelekî girîng e. Her wiha ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û hêza herî fedaî û mezin a dîroka Kurdistanê li her parçeyên Kurdistanê bigihêje asteke girîng, ji bo xwedîderketina li gerîla divê li dijî PDK'ê helwest bê nîşandan. Rabûna li ber PDK'ê ku li kêleka dewleta Tirk disekine wezîfeyeke welatparêziyê ye.

BILINDAHIYA PÎVANÊN WELATPARÊZIYÊ GIRÎNG E

Ji bo serketina têkoşîna li hemberî hêzeke qirker û mêtinger, bilindkirina pîvanên welatparêziyê gelekî girîng e. Pîvanên welatparêziyê yên gelekî çiqasî bilind be, têkoşîna wî gelî jî wê bi pêş bikeve, wê azadiyê misoger bike. Pîvanên welatparêziyê kêm be û xumamî be têkoşîna wî gelî bi ser nakeve. Lewma gelekî girîng e ku li dijî PDK'ê helwest bê nîşandan. PDK wê ewqasî xiyanetê bike lê li hemberî PDK'ê helwest neyê nîşandan! Ev rewş pîvanên welatparêziyê kêm dike, xumamî dike. Ev yek ji bo têkoşîna gelê Kurd jî xetereyeke mezin e.

Di demeke nêz de kesekî ji Bakurê Kurdistanê tevlî televîzyona Medya Haber TV bû got, ji PDK'ê re nebêjin xayin, gel naxwaze jê re xayin bê gotin. Bêguman em zanin ku gelê li Bakurê Kurdistanê ji PDK'ê re dibêje xayin. Eger wê ji PDK'ê re nebêje xayin ku ewladên wan tevî dewleta Tirk dikuje, kemînan datîne pêşiya gerîla û şehîd dixe, wê bibêje çi? Dewleta Tirk ku dixwaze Kurdan qir bike. Statuya li Başûr qebûl nake. He kes pê zane, ku dibêjin 'Şaşitiya li Başûr kiriye wê li Rojava neke'. Yanî dema ku firsend dît ji bo vê statuyê ji holê rake wê bikeve nava liv û tevgerê. PDK piştgiriyê dide dewleta Tirk a bi vî rengî ji bo PKK'ê tasfiye bike. Qadên gerîla dorpêç dike, kemînan datîne pêşiya gerîla, ji bo pêşî li teqwiyeya hêzê û lojîstîkê bigire, rêyan asê dike. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike. Artêşa dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. MÎT li Başûrê Kurdistanê li gorî dilê xwe digere, qada YNK'ê dike hedefa dewleta Tirk. Dagirkeriya li Rojava rewa dike, rêxistiniya bi navê ENKS'ê ya ser bi PDK'ê ve hevkariyê bi çeteyan û hêzên dagirker re dike. Li Şengalê hem êrîşên dewleta Tirk teşwîq dike, hem jî bi îstîxbarata ku dide dike ku fermandar û rêveberên Êzidiyan ji aliyê dewleta Tirk ve bêne qetilkirin. Bi têkiliya bi dewleta Tirk re dike ku welatparêz û sempatîzanên li Mexmûrê bêne qetilkirin. PDK di vê astê de hevkariyê bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re dike ku dijminatiya li Kurdan û polîtîkaya qirkirinê di asta herî bilind de dimeşîne. Ji PDK a bi vî rengî re eger xayin neyê gotin wê çi bê gotin!

Eger ji PDK'ê ya ku di vê astê de têkiliyê bi dewleta Tirk a qirker re dike xayin neyê gotin, hingî pîvanên welatparêziyê wê bikeve, wê xumamî bibe. Ji bo Kurdan jî metirsiya herî mezin ev e. Xistina pîvanên welatparêziyê wê zerara herî mezin bide Kurdan û têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Ji ber vê jî helwesta bê nîşandan divê ne ew be ku çima ji PDK'ê re dibêje xayin; berevajî divê nêzîkatî û feraseta ku helwesteke têrker li hemberî vê têkiliya xiyanetê ya PDK'ê re nayê nîşandan, bê rexnekirin. Eger rewşeke bê rexnekirin hebe ew jî helwesta kêm a li dijî PDK'ê ye. Helwestên kêm ên li dijî PDK'ê ji dewamkirina xiyaneta PDK'ê re dibe bingeh.

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo qirkirina Kurd pêk bîne ne tenê leşkerî, bi rengekî pir zêde êrîşên xwe yên siyasî jî didomîne. Di doza Kobanê de cezayên giran li siyasetmedaran hate birîn. Ev doz, sedemên cezayên hatine dayîn û encamên wê hîn jî tên nîqaşkirin. Bi van cezayên ku li siyasetmedaran hatî birîn, çi tê armanckirin?

Doza Kobanê mîna endamên HDP’ê diyar kirî, dozeke kûmpasê ye. Ev doz 4 salan piştî protestoyên hate vekirin, jixwe ev yek bi eşkere îspat dike ku ev doz kûmpaseke siyasî ye. Darizandineke bi vî rengî bi fermana desthilatdariya AKP-MHP’ê pêk hatiye, 7 salan hatiye domandin û bi fermana yên ev darizandin dane kirin jî ceza hatine dayîn. Ji dervey desthilatdariya AKP-MHP’ê, her kes dibêje ku dadger di bin fermana desthilatdariya siyasî de ye.

YEK JI POLÎTÎKAYÊN ESAS, QIRKIRINA SIYASÎ YE

Yek jî ji lingên herî esas a polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan, qirkirina siyasî ye. Îdama Şêx Seîd û hevalên wî, ya Seyîd Riza û hevalên wî jî qirkirina siyasî bû. Girtina 49’an jî qirkirina siyasî bû. Di salên 1980’î de di serî de Amed, bi hezaran mirovên me yên welatparêz û şoreşger hatin girtin, ev yek jî qirkirina siyasî bû. Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û tecrîda girankirî ya 26’an jî, qirkirina siyasî ye. Îro bi deh hezaran şoreşgerî, welatparêz, siyasetmedarên demokrat tên girtin û bi dehan salan ceza lê tên birîn, ev yek jî qirkirineke siyasî siyasî ye. Dewleta Tirk a qirker – mêtinger, li ser bingehê van qirkirinên siyasî dixwaze polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li ser Kurdan temam bike. Çawa ku li Tirkiyeyê destûra bingehîn û qanûn qirkirinê armanc dikin, di rewşên ku destûra bingehîn û qanûn weke legal ne destdayî de jî, destûra bingehîn û qanûnan didin aliyekî û dest bi pêkanînên qirkirina siyasî tê kirin. Cezayên ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatine dayîn jî, wiha ne.

ARMANC JI TÊKOŞÎNÊ DÛRXISTINE

Di pêkanîn û polîtîkayên qirkirina siyasî de, armanc ew e ku gitiyên siyasî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê dûr bixin, yanî wisa bikin ku girtî dest ji têkoşîna azadî û demokrasiyê berdin. Bi salan li zindanan tên girtin, rehabîlîtasyon li dijî wan tê pêkanîn, bi vî rengî hewl didin fikrên girtiyên siyasî lîberalîze û pasîf bikin. Hewl didin li zindanan bigirin û civakê bêrêxistin û bêpêşeng bihêlin.

Di doza Kobanê de jî cezayê herî zêde dan Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş. Gotine ger hûn hevserokên partiyeke bi vî rengî bin, em jî wê cezayê herî zêde bidin. Bersiveke wiha didin israra ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Li aliyê din peyameke bi awayê ku ‘ger hûn nêzî Kurdan bibin hûn ê bişewitin’, dane dostên demokrat û sosyalîst ên Tirkiyeyê. Bi vî rengî car din hatiye dîtin ku yek ji tirsên wan jî têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye.

DESTÛRA BINGEHÎN A BI YEK MADEYÎ YA TIRKIYEYÊ

Li gorî zihniyetên esas ên dewleta Tirk, li ser navê Kurdan siyaset meşandin sûc e! Ji ber ku hebûna Kurdan nayê qebûlkirin û qirkirin tê armanckirin, têkoşîna li dijî vê polîtîkayê weke sûcê herî mezin tê dîtin. Ez car din destnîşan bikim; destûra bingehîn a bi yek made ya Tirkiyeyê heye. Ew jî qirkirina Kurdan e. Qanûn jî li gorî vê yekê hatine dîzaynkirin. Pêkanînên li gorî destûra bingehîn a faşîst û qanûnan nehatine kirin jî, weke fiîlî tên kirin. Piştre jî bi gotinên ‘dadgehên îstînaf hene, daraz hene, Destûra Bingehîn a Dadgehê heye’, ev cezayên hatine dayîn mîna ku li gorî hiqûqê hatine dayîn tên normalîzekirin. Mirovên ku li gorî destûra bingehîn û qanûnan ceza negirtine jî, bi vî rengî bi salan di zindanan de tên girtin.

Bi kurt û cewherî, bi van cezayan armanc ew e ku siyasetmedaran biçewisînin û civakê ji pêşengên siyasî qut bikin. Bi vî rengî gef li civakê jî tê xwarin.

Beriya hilbijartinan, piştî hilbijartinan û beriya doza Kobanê bi israr li ser pêvajoya ‘nermbûn-normalbûnê’ pir gotin û nîqaş hatin kirin. Dema mirov li cezayên di doza Kobanê de hatine dayîn dinêre, ji ‘nermbûnê’ çi ji bo Kurdan derket?

Beriya hilbijartinê li hemberî Kurdan mîna ku wê piştî 1’ê Nîsanê û wir ve nermbûneke hebe, xebatek hate meşandin. Şarê taybet a navenda Qesrê û MÎT’ê hewl daye vê yekê biafirîne. Li beşên ku PDK lê bi bandore, AKP ji bo ku di hilbijartinê de dengê beşekî Kurdan werbigire, ket nav hewldanên bi vî rengî. Hin kesên di nava enî û siyaseta demokratîk a Kurd de jî, bi niyetek baş bendewariyeke ku dixwestin pêk were, anîne ziman. Helbet sedemên vê yekê hene. Gelê Kurd û qada siyasî ya demokratîk, salên dirêje di bin zexteke giran de ye. Dîsa di hilbijartinan de hevşaredaran dihilbijêrin, lê dewlet qeyûm tayîn dike. Ji vî alî ve bi nêzîkatiyeke naîf, dixwazin ku holeke zext lê neyê çêbikin. Ne li gorî rewşa rast, li gorî niyet û hesretên xwe nêzîkatî tê raberkirin. Ev bendewarî û daxwazên wan fêm dikin. Bêyî dîtina rastiyan, kirina nirxandin û şîroveyan nabe sedem ku hesretên wan pêk bên; berevajî hîn zêdetir dûr dike. Me li dijî hewldanên avakirina ferasetên bi vî rengî, got ku AKP dixwaze bi ser bikeve yan ser nekeve, wê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê neguherîne. Helbet eger bi ser ketiba, wê polîtîkayên zextê jı berê hîn tundtir pêk anîba. Niha jî pêk tîne, lê desthilatdariyeke AKP-MHP’ê ya lewazbûyî heye. Lewma wê ji bo pêkanînê hinekî lewaz bibe. Ji ber ku zihniyet û polîtîkaya esas nayê guhertin, dixwaze bi rê û rêbazên cuda bigihije heman armancê. Ev jî wê li ser esasê bêbandorkirina hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û temamkirina polîtîkaya qirkirinê ye.

NERMBÛN Û NORMALBÛN TUNE YE

Ji bo nermbûn û normalbûnê, pêdivî bi guhertina polîtîkayê heye. Ne AKP, ne jî tifaqa AKP-MHP’ê ti polîtîka guhertiye. Gotinên nermbûn û normalbûnê, tenê tê wateya nixumandina polîtîkayên berê. Eger normalbûnek hebe, destpêkê divê dest ji ‘bikaranîna dadger a weke amûr û dareke siyasî’ bê berdan. Em dest ji berdanê berdin, tê fêmkirin ku wê ev yek bi israr bê domandin. Hin girtî tên berdan û bi vî rengî hewl tê dayîn ku dadger rewa bikin. Me di amadekirina îdîanameyeke ku cînayeta Sînan Ateş dinixumîne û biryarên doza Kobanê de dît ku wê ji vir û şûn de jî dadger weke amûreke siyasî bê bikaranîn. Ji meşvanên 1’ê Gulanê bi dehan kes hatin girtin, ev yek bi eşkere îspat dike ku wê zexta li ser hêzên demokrasiyê dewam bike.

HETA KU POLÎTÎKAYA LI HEMBERÎ KURDAN NEYÊ GUHERTIN, NABE

Li Tirkiyeyê çima daraz bûye aparata siyasî ya desthilatdariyê, çima sîstema zextê ya nehatî dîtin ava kir? Çima divê ev sîstema zextê bi qanûnên nû were xurtkirin? Heta ku bersiva van pirsan neyê dayîn, gotinên mîna nermbûn û normalbûnê ji dervey xapandina gel, bi kêrî tiştek din nayê. Ji bo pêkanîna zextê û tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, dadger ev qas hatiye siyasîkirin; di vê astê de sîstema zextê hatiye avakirin û ji dervey xwe, kesên Kurd û yên din cuda kiriye û parçebûnek ava kiriye ku di ti pêvajoya dîroka Tirkiyeyê ewqas nehatiye kirin. Ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hîn hêsantir biçewisîne û polîtîkaya qirkirinê pêk bîne, li ser hêzên demokrasiyê zexteke ku mîna wê nehatî dîtin, hatiye pêkanîn. Wisa ku dema hin gotinên demokratîk tên gotin, CHP jî xayîn hatiye îlankirin. Ji ber ku tê fikirin ku her gotineke demokratîk, polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan lewaz dike. Ji vî alî ve heta ku polîtîkaya li hemberî Kurdan neyê guhertin, gotinên nermbûn û normalbûn ji xapandinê zêdetir tiştek din nîne. Dibe gotina, lihevkirina di polîtîkayên li hemberî hêzên demokrasiyê û Kurdan de hebe.

Kurd û hêzên demokrasiyê dibêjin ku çavkaniya sîstema zexta li Tirkiyeyê, tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya zextê ye. Sîstema Îmraliyê, bingehê polîtîkaya qirkirina Kurdan diafirîne. Zexta li ser hemû civakê, çavkaniya xwe ji polîtîkayên li Îmraliyê digire û ev yek her roja derbas bûyî hîn baştir tê fêmkirin. Devlet Bahçelî got, bila ti kes li bendê nebe ku bi gotina cezayên piştî doza Kobanê hatine dayîn siyasî ne û wê nermbûnek çêbe. Bi vekirî got, eger polîtîkaya me were erêkirin wê nermbûn û normalbûn çêbe. Ji xwe bi pirsên kirî ji Ozgur Ozel re wiha got, eger tu dijminahiya Kurdan bikî wê werî qebûlkirin, yan gotin û nêzîkatiyê me yên li hemberî CHP’ê yên beriya hilbijartinê, wê dewam bikin. Ozgur Ozel bi gotina ‘jixwe ev doz siyasî ne’ dikarîbû bersiveke zelal bide Devlet Bahçelî. Tenê li ser bûyera Sînan Ateş bersiva da.

CHP KETIYE KEMÎNA ERDOGAN

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser dijminahiya li hemberî Kurdan, hatiye avakirin. MHP jixwe ji ber vê sedemê di nava tifaqê de cih girtiye. Ji vî alî ve dijminahiya AKP-MHP’ê ya li hemberî hêzên demokrasiyê û Kurdan, wê dewam bike lê wê nermbûn çêbibe! Tiştek wiha nabe.

Di rastiyê de CHP ketiye kemîna Tayyîp Erdogan. AKP-MHP wê polîtîkayên berê bidomîne. Dema ku CHP û serokê wê yê giştî li dijî vê polîtîkayê têkoşîn bimeşîne, wê bêje ku CHP û Ozel li dijî nermbûn û normalbûnê derdikevin. Desthilatdarî bi vê gotinê wê rolê xwe yê hem sûcdar û hem jî bihêz, bilîze. Ya hîn rasttir wê lîderê nû yê CHP’ê bê nermkirin û li pêşiya desthilatdariya AKP-MHP’ê nabe asteng. Bi vî rengî civak li dijî tifaqa AKP-MHP’ê wê deng bide CHP’ê û CHP jî wê bikeve rewşeke berevajiyê daxwaza gel.

Li dijî Kurdan her cure êrîşa giran tê meşandin, di rewşeke wiha de li ser destûra bingehîn nîqaş tên kirin û niha jî bi pakêteke darazê tê xwestin ku pêkanîna ‘sîxuriya bandor’ bixin meriyetê. Hûn van nîqaşan û ‘sîxuriya bandor’ çawa dinirxînin?

AKP bi demogojiya li dijî destûra bingehîn a darbeyê rabûn û çêkirina destûra bingehîn sivîl, armanc dike ku destûreke bingehîn ji bo qirkirina Kurdan û ji berê hîn faşîsttir ava bike. Wê bixwazin ku destûreke bingehîn ji bo normalîzekirin û rewakirina çewisandina li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ava bikin. Rojeva çêkirina destûra bingehîn a nû, rojeveke şerê taybet a li dijî civakê ye. Tifaqa esas a AKP’ê wê MHP be, lê wê destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk be! Vê çêkirina destûra bingehîn jî, herî zêde MHP û Devlet Bahçelî wê bixwaze! Îyî Partî û Partiya Buyuk Bîrlîk jî eşkere ye ku wê di vê eniyê de bin. Bi van re qaşo wê destûreke bingehîn a sivîl bê çêkirin, lê wê ev destûra bingehîn demokratîk nebe. Ji dervey madeyên destpêkê yên vê destûra bingehîn û madeyên rasterast têkildarî qirkirina Kurdan, madeyek nemaye ku nehatiye guhertin. Berê di qanûna cezayê de madeyên mîna 168 û 171 hebûn. Li şûna van, ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ derxistin û rehmet ji wan qanûnan re dan xwendin. Rêya wê yekê vekirin ku her kesê bavêjin girtîgehê.

HER KESÊ KU REXNEYAN DIKE, WÊ BI SÎXURIYA BANDOR BÊ SÛCDARKIRIN

Bi sîxurtiya bandor dixwaze qanûneke faşîst a vekirî ava bikin ku ji hemû madeyên faşîst a qanûna cezayê yên berê hîn dijwartir. Jixwe dema tê gotin destûra bingehîn a sivîl, qala destûreke bingehîn a demokratîk nayê kirin. Qasî qanûna sîxuriya bandor, qanûneke subjektîf nabe. Lê qanûnên cezayê, li îspatên şênber digere. Li vir îspatek şênber nîne. Wê dadger biryar bidin ka kesek sîxurê bandor e, yan na. Bi vê qanûnê re her kesê ku polîtîkaya dethilatdariyê rexne bike, wê bi hêsanî bi sîxuriya bandor bê sûcdarkirin. Wê argumana nû ya ji bo îlankirina dijmin, sîxuriya bandor be. Bi vê qanûnê re hemû Kurd bi sûcdariya ku ji PKK’ê re re sîxuriyê dikin, wê bên sûcdarkirin. Daxwaza Kurdan a azadî û demokrasiyê û her cure çalakiyên wan, wê wiha bên nirxandin. Wê bi gotina hêzên derve dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin, qala Kurd, Kurdistan, azadî û demokrasiyê kirin tê wateya sîxurî ji van re kirin û wê bi vî rengî bên cezakirin. Yên qala demokrasî û demokratîkbûnê dikin, wê bi sîxuriyê bên sûcdarkirin. Bi kurt û cewherî wê ne tenê Kurd, hemû gotin û çalakiyên hêzên demokrasiyê û hêzên muxalîfê desthilatdariyê wê weke sîxuriyê bê cezakirin. Ev qanûn jî îspat dike ku deshtilatdariya AKP-MHP’ê dest ji polîtîkayên xwe yên heyî bernade. Bi vê desthilatdariyê re ne ne normalbûn çêdibe, ne jî destûreke bingehîn tê çêkirin. Ti tiştekî baş nîne ku bi vê desthilatdariyê re were kirin. Ev desthilatdarî, desthilatdariya xirabiyan e. Mirov encex bi têkbirina vê desthilatdariyê, dikare ji van xirabiyan rizgar bibe.

Bê guman herî zêde Kurd û hêzên demokrasiyê dixwazin ev destûra bingehîn were guhertin. Lê ji bo destûra bingehîn a demokratîk, pêdivî bi zihniyet û holeke demokratîk heye. Holeke bi vî rentî nîne. Herî zêde Kurdan û hêzên demokrasiyê dijberiya destûra bingehîn a sala 1982’yan kirin, lê divê bêjin ‘desthilatdariya AKP-MHP’ê naxwaze destûreke bingehîn biafirîne ku hebûn, nasname, çand û zimanê dayikê yê Kurdan qebûl bike. Berevajî dixwaze destûreke bingehîn ava bike ku van hîn zêdetir înkar bike’.

Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û hêzên muxalîf ên di nava sîstemê de, di pêvajoyeke wiha de ku tê xwestin bi rêbazên ‘şerê taybet ê nerm’ têkoşîn were sistkirin, divê helwesteke çawa raber bikin?

Hêzên demokrasiyê yên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê eger tifaqeke têkoşîna demokratîk ava nekin, hêzên muxalîf ên di nava sîstemê de nikarin tiştekî zêde li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst lewaz bûye. Gel polîtîkayên vê desthilatdariyê red kiriye. Destpêkê jî gel zihniyeta MHP’ê ya ku polîtîkayên vê desthilatdariyê diyar dike, red kiriye. Hikûmeta AKP’ê êdî weke polîtîk dîlgirtiyê MHP’ê ye. Ev tifaqa 8 salan, bi temamî AKP veguherandiye MHP’ê. Êdî di navbera AKP û MHP’ê de ferq nemaye. Jixwe piraniya AKP’iyên berê, ji dervey AKP’ê ne. Niha yên ku polîtîkaya dewletê ya klasîk diparêzin û yên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe nêzî AKP’ê dikin, hene. Bi vê karakterê xwe jî AKP pir lewaz bûye. Ji vî alî ve derfetê têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê zêde bûye. Encamên hilbijartina xwecihî, ev zemîn ava kiriye. Eger hêzên demokrasiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê tifaqa xwe xurt bikin û li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî aktîf têkoşînê bimeşînin, wê demê hêzên muxalîf ên di nava sîstemê de wê li dijî desthilatdariya heyî bikarin têkoşînê nîşan bidin.

QASÎ CHP’Ê, DIVÊ DEM PARTÎ JÎ WERE REXNEKIRIN

Niha divê helwesta CHP’ê ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê bê rexnekirin. Lê herî kêm qasî wê, divê hêzên demokrasiya radîkal ku DEM Partî jî di nav de ye, bên rexnekirin. Li dijî desthilatdarên faşîst, eger hêzên demokrasiyê yên herî berfireh neyên ba hev, têkoşîneke bi bandor û encamgir nikare bê meşandin. Di serî de sosyalîst, hemû hêzên demokrasiyê vê yekê dizanin, lê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tifaqeke xurt ava nakin. Ev yek bêpirsyarî ye. Wê demê demokratîkbûn divê ji CHP’ê yan jî mîna ku hin kes difikirin, ji AKP’ê bê hêvîkirin? Ti cudahiyên îdeolojî û nêrînên siyasî, ji bo avakirina tifaqeke bi vî rengî nabe hincet. Çepa Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê di holeke evqas krîz lê heyî de, pêngavekî naavêje. Ev yek çavkaniya xwe ji feraseta rêxistin û têkoşîna teng û ya ku bi xwe re sînordar mayî, digire. Herî zêde jî hêzên demokratîk ên Kurd û pêkhateyên tifaqa wê ji avakirina tifaqeke bi vî rengî berpirsyar e. Hêzên demokratîk ên Kurd divê fikriyata di pêvajoya avakirina HDP’ê û feraseta wê ya tifaqê, car din binirxînin. Ev fikriyat, feraseta wê ya polîtîk û xeta têkoşînê tam wê ji pêdiviyên roja îro re bibe bersiv. Rêya 3’yan a ku bi fikriyata HDP’ê ketî rojevê, di heman demê de rêya avakirina tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh e. Yên li dijî polîtîkaya tifaqê derdikevin ew in ku yên li dijî xeta Rêya 3’yan derdikevin. Li aliyê din Rêya 3’yan, ne pêkneanîna taktîkên siyasî ye. Berevajî, pêdiviya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi avakirina taktîkên polîtîk heye.

TIFAQA DEMOKRASIYÊ YA HERÎ BERFIREH

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê, di vê dema ku desthilatdariya AKP-MHP lê lewaz bûye de, divê tifaqeke demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Bê guman HDP partiyeke ku xwedî gelek pêkhateyan e. Di heman demê de dikare bi hêzên cuda, partî û tevgeran re tifaqê çêbike. Helbet tişta divê bê xwestin, mîna HDP’ê yan jî avakirina partî û tevgerên siyasî yên hîn bêhtir xwedî pêkhate ye. Lê tifaqên ku hêzên cuda yên siyasî lê kom bibin jî dibe. Tifaqên bi vî rengî herî zêde hêzên ku pêdiviya wan bi azadî û demokrasiyê heye, dikarin bibihîzin. Ji ber ku evane hîn bêhtir li dijî gel xwedî berpirsyarî ne.

Bê guman yên ku tifaqên bi vî rengî ava dikin û li dijî AKP-MHP’ê têdikoşin; divê hêzên muxalîf ên di nava sîstemê de li ser esasê daxwaza gel li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê deng derxînin û têbikoşin. Yên ku deng dane hêzên di nava sîstemê de, ji bo ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re li hev bikin, bi rengekî nerm li dijî polîtîkayên wan ên nayên qebûlkirin têbikoşin, dengê xwe nedane. Ji ber ku qala demokratîkbûnê hatiye kirin, li dijî AKP-MHP dengê xwe dane CHP’ê û kirin partiya yekemîn. Wê demê divê li dijî vê desthilatdariya nedemokratîk, têkoşînê bimeşînin. Jixwe eger wiha nekin, wê piştgiriya gel kêm bibe. AKP-MHP şerekî taybet dimeşîne ku piştgiriya gel a ji bo CHP’ê kêm bike. Divê ev rastî were zanîn. Divê hêzên têkoşîna demokratîkbûnê xwe rêxistin bikin û têkoşînê pêş bixin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê çi qasî di êrîşa li ser tevgera we û gelê Kurd û hêzên demokrasiyê de israr dike, dibe sedem ku krîzên di nava Tirkiyeyê de kûrtir bibin. Wisa ye ku ev krîz di nava tifaqê de jî kûr dibe û her ku diçe di nava raya giştî de jî xwe zêdetir nîşan dide. Divê ev rewş çawa were fêmkirin?

Salên 1990’î jî weke îro salên şerê taybet ê qirêj dihat kûrkirin. Dewleta Tirk ji bo serqutkirina serhildanan û pêpeskirina gerîllayan nêzîkî 15 hezar cînayetên ku failên wan nediyar (yên bi destê dewlet û Hizbulkontrayê hatine kirin) pêk anîne, bi hezaran gund şewitandin û wêran kirin, zêdetirî 5 milyon welatiyên me neçar hişt û koçî metropolan û Ewropayê bikin. Bi hezaran welatiyên me bi êşkenceyên giran li zindanan rehîn girt. Di encama vî şerê qirêj de tenê aborî têk neçûye. Her wiha krîzên çandî û civakî jî bi xwe re aniye. Wijdan û exlaqa civakî bi rêya dijmintiya gelê Kurd têk birin. Ji bo kesên ku dijmintiya Apo, PKK’ê û gelê Kurd dike, her tişt serbest bûye. Gava dijmintiya Apo û PKK’ê dikin her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Hemû nirxên civakî û çandî têk çûne; bi gotina amiyane her tişt ji rê derketiye. Di wê serdemê de ji bo peydakirina çavkaniya şerê dewletê bi xwe qeçaxçîtiya eroyînê kiriye. Şerê di salên 1900’î de dewlet kiriye mafya û çete. Her cure karê qirêj û bêexlaqî di bin navê dijmintiya Apo û PKK’ê de hatine kirin.

ŞERÊ TAYBET HER TIŞT XIRAB KIRIYE Û HERIMANDIYE

Di van 9 salên dawiyê de weke salên 1900’î şerê taybet ê qirêj zêde bûye. Li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şerekî taybet ê qirêj hatiye meşandin. Weke salên 1900’î krîzên aborî, siyasî, civakî û çandî derketine holê. Ji ber ku her tişt di çarçoveya şerê taybet de tê kirin jî huner, çand û spor jî bi temamî bûne amûrên şerê taybet ê li dijî gelê Kurd tê meşandin. Şerê taybet ê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê meşandin, bûye sedem ku li Tirkiyeyê her tişt xirab bibe û biherime. Tirkiye veguheriye welatekî ku ji her alî ve xirab bûye û herimî ye. Li Tirkiyeyê dîktatoriyeke faşîst a wisa ava bûye ku ku li seranserê cîhanê mînakên weke wê tune ne. Civak li hev kirine dijmin. A rastî şerekî navxweyî yê civakî hatiye pêşxistin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bûye dersthilatdariyeke xirabiyan. Bi şev û roj kar dikin ku ku wê xirabiyeke çawa li civak û hêzên muxalîf bikin. Cûreyeke faşîzma Tirk a ku li seranserê cîhanê mînakên wê tune ne, hatiye avakirin. Jixwe ji desthilatdariya ku MHP polîtîkayên wê diyar dike, tiştekî din nedihat hêvîkirin.

A NIHA DEWLETA PARALEL MHP E

Di desthilatdariya AKP û MHP’ê ya di van 9 salên dawiyê de MHP’ê dest avêtiye ser her derê. Ji polîsan bigire heya darazê û heya burokrasiyê xwe di hemûyan de bi cih kiriye. A niha li Tirkiyeyê dewleta paralel MHP e. Ji ber ku desthilartdariya AKP’ê tenê bi lîstikên polîtîk ji bi bilî mayîna li ser textî ne xwedî tu armanceke din e jî. Çavê xwe digire ku hin hêzên din bibin dewleta parelel û bi vê rêbazê heyîna xwe ya li ser desthilatdariyê dirêj dike. Ji vê yekê re jî polîtîkaya Erdogan û pragmatîzma Erdogan tê gotin. Aha ev polîtîka niha veguheriye rewşa ku xwe xilas dike. MHP bi hemû çete û hêzên mîlîtarîst bûye dewleta paralel. Rewşa demekê ji bo Fettullahiyan dihat gotin, niha jî ji bo MHP’iyan tê gotin. Ji ber vê yekê ye û nîşaneya vê yekê ye ku Devlet Bahçelî her roj gefan li partiyên din ên siyasî dixwe.

TIRKIYE DEWLETA CIHANÊ YA ŞANTAJ Û FÎDYEYÊ YE

Desthilatdariya AKP û MHP’yê ji bo ku ji şerê taybet re çavkaniyê peyda bike, qeçaxçîtiya eroyînê kiriye. Qaçaxçîtiya çekan kiriye. Berê hemû pereyên reş û mafya û çeteyên Ewropayê daye Tirkiyeyê û bi vê yekê ji aboriya xwe re çavkaniya pereyê reş dabîn kiriye. Niha Tirkiye bûye ew welat ku hemû rêxistinên mafyayî li wir bi cih bûne. Li gelê vê yekê jî çeteyên weke DAÎŞ’ê jî diparêze, xwedî dike û piştre gava wextê wan hat jî bazaran wan dike. Tirkiye a niha bûye dewleta cîhanê ya şantaj û fîdyeyê. Welatekî bi vî rengî jî bi tenê bi krîzên aborî, siyasî, civakî û çandî re rû bi rû namîne. Her cure kiryarên qirêj jî li derdorên bi vî rengî tên kirin. Li Tirkiyeyê serdema ku herî zêde bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye, serdema desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. Cînayetên jinan û fuhûş di serdema desthilatdariya AKP û MHP’ê de zêde bûne. Ev desthilatdarî li ser kuştina jinan desthilatdariya xwe didomîne. Jin, weke objeyeke ku li ser desthilatdarî û serweriyê bilind dibe, tê dîtin. Ji ber vê yekê jî polîtîkayên ku şikandina îradeya jinan armanc dikin, tên meşandin.

ÇETE JI DEWLETA LEGAL JÎ DERBAS BÛNE

Şerê qirêj dewletê jî civakê jî û hemû saziyan jî diherimîne. Rê vedike ku çete derkevin holê. Ji ber vê yekê jî çete xwe dispêrin şirîkên desthilatdariyê û di navbera xwe de pev diçin. Çete ji dewleta legal jî derbas bûne; ji ber wê yekê jî dewlet bi xwe bûye çete. Li derdoreke bi vî rengî bivê nevê pevçûn û rageşî derdikevin holê. Niha bi tenê beşeke wan çeteyan xuya dike. Ne çeteyên ku xwe dispêrin MHP’ê her wiha çeteyên ku xwe dispêrin AKP’ê jî hene. Jixwe çeteyên girêdayî MHP’ê bi gotina ‘Welat, Netewe, Sakarya” xwe bi rêxistin dikin û bi hêz dibin. Yên girêdayî AKP’ê jî bi gotina ‘ol, îman û ezan’ xwe bi rêxistin dikin û bi hêz dibin. Tirkiye niha di rewşeke wisa de ye ku ji aliyê çeteyên olperest û neteweperst de tê dabeşkirin. Ev şerê di navbera van çeteyan de wê hê jî mezin bibin. MHP û çeteyên girêdayî wê wê bi gotina ‘ger mijar welat be, her tiştê din vala ye’ derfetên di destê xwe de nede. Ev dirûşme bûye dirûşmeya sereke ya faşîst, çete û dijminên gelê Kurd û demokrasiyê.

Şerê di navbera Îsraîl û HAMAS’ê de berdewam dike û hejmara Filistîniyên ku hatine qetilkirin, ji 35 hezarî derbas bû. Bertekên li dijî Îsraîlê jî roj bi roj zêde dibin. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî bi awayekî eşkere xwedî li HAMAS’ê derdikeve. Qonaxa êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê û bandora Erdogan a li ser têkoşîna gelê Filistînê çi ye?

Şerê di navbera Cihû û Ereban de ev 3 hezar sal in berdewam dike. Beriya Îslamiyetê jî heman şer hebû. Aliyên olperest û neteweperest dibin sedem ku ev şer tim bidome. Heya ku dev ji hişmendiya olperest, neteweperest û netewedewlet neyê berdan jî ev şer bi dawî nabe. Çareseriya vê pirsgirêkê ne ew e ku aliyek aliyên din ji holê rake. Di vê çarçoveyê de de konfederalîzma demokratîk tekane çareserî ye ku desthilatdariyeke demokratîk a nedewletî ya ku hemû civak hev nas bikin îfade dike. Ev ne konfederasyona dewletên biçûk e. Pergaleke demokratîk e ku hemû etnîkên cuda û civakên olî tê de azad in û xwedî rêveberiyên xwe ne. Hemû beşên din ên civakî jî girêdayî bingeheke demokratîk xwe birêxistin dikin û di nava avabûneke konfederal a demokratîk de tên ba hev. Filîstînî û Cihû dikarin girêdayî pergaleke bi vî rengî ya demokratîk pêkve bijîn. Ev sîstema demokratîk ne sîstemeke wisa ye ku aliyek dewlet be û li ser aliyê din serweriya xwe ava bike. Ew pergal e ku Filistînê wê li ser xaka xwe azad bin û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Di sedsala 21’ê de rêya çareseriyê ev e. Hewce ye civak xwe ji zihniyeta netewedewletê rizgar bikin ku ew zihnîyet êşên mezin di nava civakan de peyda dike. Encama zîhniyetên olperest û neteweperst bi xwe re bîne, şerê îro yê di navbera Îsraîl û HAMAS’ê de ye.

Îsraîl HAMAS’ê weke hincet nîşan dide û zilmê li gelê Filistinê dike. Helbet Zîhniyet û kiryarên HAMAS’ê jî nayên qebûlkirin. HAMAS bûye rêxistineke provakator. Lê belê li hemberî êrîşa HAMAS’ê qetilkirina gelê Filîstînê sûcê mirovahiyê ye. Wijdana hemû mirovahiyê jî vê yekê qebûl nake. Îsraîl ji niha ve mûhkûm bûye. Ne Îsraîl wê ser bikeve ne jî HAMAS. Vî şerî îspat kiriye ku her du zîhniyetan winda kirine û têk çûne.

ELEQEYA PIŞTEVANIYA JI BO FILISTÎNÊ BI HAMASÊ RE TUNE YE

A niha hemû cîhan li dijî Îsraîlê sekneke wijdanî, insanî, exlaqî û demokratîk nîşan dide. Ya ku ev yek pêk anî jî mazûvaniya Filistînê ye ku têkoşîna azadiyê ya Filistînê di navbera salên 1960 û 1970’an de deriyên xwe ji rêxistinên şoreşger û sosyalîst ên 72 neteweyan vekir. Bi vî awayî gelê Filistînê bi hêzên şoreşger ên demokratîk û hemû gelên cîhanê re têkiliyên dostane pêş xist. PKK jî ji sala 1979’an şûnde li kampên Filistînê maye; ji derfetên rêxistinên Filistînî sûd wergirtiye. Bingeh û çavkaniya piştevaniya îro ya ji gelê Filistînê re ya li seranserê cîhanê ew e ku wan di salên 1960 û 1970’yan de deriyên qadên xwe ji rêxistinên şoreşger re vekir. Ev rastî bû sedem ku îro piştevaniyeke bi vî rengî derkeve holê. Eleqeya vê piştevaniyê bi HAMAS’ê re tune ye. Têkiliya gelê Filistînê û hêzên wan ên rêxistinbûyî ye ku beriya 50 û 60 salan bi gelên cîhanê û rêxistinên şoreşger re ava kiriye. Divê Filistînî jî û kesên piştevaniya têkoşîna wan dikin jî vê rastiyê bizanibin. Ev piştevanî ne ji ber HAMAS’ê û rêxistinên bi wî rengî ne. Heya ku ev rastî neyê dîtin jî çavkaniya piştevaniya îro li seranserê cîhanê ji gelê Filistînê re tê nîşandan û berteka ku li dijî Îsraîl û alîgirên wê tê nîşandan, nayê fêmkirin.

ERDOGAN BI RÊYA HAMASÊ ŞANTAJÊ DIKE

Erdoganê faşîst weke alîgirê Hamasê dixuyê, ev yek tenê polîtîkaya gef û şantajê ye. Dixwaze bêje ku ger hûn bixwazin ez li dijî Hamasê derbikevim, divê hûn piştgiriyê bidin polîtîkaya min a li dijî Kurd û herêmê. Weke esas jî piştgiriyê bidin polîtîkaya min a qirkirina Kurdan, da ku ez jî polîtîkaya xwe ya Hamasê biguherînim. Bi vî rengî polîtîkayeke şantajê dimeşîne. Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn aştî û îstiqrarê naxwaze. Bila şer û tevlîhevî hebe, da ku her kes pêdivî bi wî bibîne. Yanî xwedî feraset û polîtîkayeke bi vî rengî ye. Niha jî yekane dewleta ku dixwaze şerê Îsraîl-Hamasê belav bibe û şerê Îsraîl-Ereb, Îsraîl-Îranê çêbibe, Tirkiye ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê ye.

Li Îranê Serokkomar Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de mir. Têkildarî vê yekê ya ku herî zêde spekulasyon kirî û rojeva ku îhtimal heye ji aliyê Îsraîlê ve dibe lê hatibe xistin, ava kirin televîzyonên girêdayî hikûmeta AKP-MHP’ê bûn. Dema ku ev televîzyon û çapemenî tê şopandin, tê fêmkirin ku Tirkiye dixwaze şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de hîn zêdetir belav bibe.

TIŞTÊN KU BI SERÊ FÎLÎSTÎNÊ HATÎ, JI BO AKP’Ê TENÊ AMÛR E

Dostatiya AKP’ê ya ji Fîlîstînê re her kesê dît! Parlamenterekî got, ‘Hûn bazirganiyê bi Îsraîlê re dikin’. Heqaret li wî parlamenterî kirin û kirin ku li Meclîsê bimire.Encex heta piştî hilbijartinên 31’ê Adarê jî bazarî bi dawî nekirin. Ev yek jî nîşan dide ku tiştên bi serê gelê Fîlîstînê hatî, ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê tenê mijara amûreke polîtîk e. Ti kes bawer nake destilatdariyeke ku zilmê li Kurdan, gel û civakên cuda dike, li Fîlîstînê li gorî exlaq û wijdanê tevbigere!

ESASÊ POLÎTÎKAYA DERVE YA DEWLETA TIRK

Tirkiyeyê bi dehan salan bi rêya têkîliyên bi Îsraîlê re, piştgiriya DYE û Ewropayê wergirt û li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşand. Îro jî eger ku bi Îsraîlê yan jî hêzeke cuda re pirsgirêka wî heye yan jî helwest nîşan dide, sedemê vê yekê ew e da ku piştgiriyê ji bo qirkirina Kurdan werbigire. Esasê polîtîkaya derve ya dewleta Tirk, li ser vê bingehê tê meşandin. Şantaj û gefên wî jî, rexneyên wî yên ku li hin hêzan dike jî, ji bo wergirtina piştgiriyeke bi vî rengî ye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî divê vê rastiyê bizanin.