Karakoçan: Li Şengalê wê statûyeke nû derkeve holê

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê KCK’ê Karakoçan bal kişande ser rewşa Şengalê û got: ‘’Şengal êdî ne Şengala berê ye. Bûye qadeke wiha ku hem hêzên deverî û hem jî herêmî li ser wê hesaban dikin’’

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê KCK’ê Karakoçan bal kişande ser rewşa Şengalê û polîtîkayên hevpar ên PDK û Tirkiyeyê û wiha got: ‘’Şengal êdî ne Şengala berê ye. Bûye qadeke wiha ku hem hêzên deverî û hem jî herêmî li ser hesaban dikin’’ û bal kişande ser ziyareta DYE’yê ya dewleta Tirk û PDK’ê, diyar kir ku ev ne rasthatiniyek e. Karakoç diyar kir ku divê Rojhilata Navîn ji kaosa mezin re amade be û wiha got, ‘’Bihêzkirina yekîtiya neteweyî, pêkanîna stratejî û taktîkên di berjewendiya gel de, tevgera hevkar û pêkanîna hêzê ziman û çalakiya demê ye’’

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê KCK’ê Raûf Karakoçan têkildarî nîqaşên li ser Şengalê û geşedanan ji ANF’ê re axivî..

Karakoçan diyar kir serdena hevdem a Erdogan û Mesûr Barzanî ya li DYE’yê ne rasthatiniyek e û got, Qesra Spî di mijara êrîşa bi ser Şengalê de vîze daye dewleta Tirk û PDK’ê.

Karakoçan got, ‘’Şerê PKK’ê yê  li Şengalê yê li dijî DAIŞ’ê di dîroka Şengalê û Êzîdiyan de xala fetlonekê ye. Ev jî piştî ku PDK’ê ya ku ji parastina Şengalê berpirs yek gule neteqand û Şengal radestî DAIŞ’ê kir, dest pê kir.’’

 ‘ŞENGAL ÊDÎ NE TENÊ ŞENGAL E’

Karakoçan diyar kir ku êdî Şengal ne tenê navçeyek e, bûye qadeke wiha ku hem hesabên hêzên deverî û herêmî li ser hene û wiha domand: ‘’Bûye navenda polîtîkaya herêmî û ji bo hemû hêzên ku li ser herêmê hesabê wan hene bûye cihê eleqeyê. Têkildarî siberoja Şengalê, berjewendiya gelê Êzîdiyan li ku dera van hesaban e jî, weke ku kuliya zimanê wan xwaribe kesek tiştekî nabêje.

Ên ku bûne sedema ku ev karesat bi ser gelê me yê Êzîdî de were bêgûman ew hêz in ku rê li ber avabûna DAIŞ’ê vekirin, ji qirkirinê re çavê xwe girtin û desteka siyasî, lojîstîk û leşkerî danê. Dewleta Tirk û PDK berpirsê sereke yê fermana Êzîdiyan e. Êrîşa 3’yê Adarê ya bi ser Xanesorê de û êrîşa hewayî ya 25’ê Nîsanê ya TC’yê berdewama êrîşên DAIŞ’ê ye. Di rewşa dawî de tê armanckirin ku Şengal ji Êzidiyan were kirin. Jixwe nifûsa wê ji 4 paran 3 jê hatiye koçberkirin. Li ser ên mayî jî PDK zext û zordariya rasterast û nerasterast dike, gefan li wan dixwe. PDK bi ‘Pêşmergeyên Roj’, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê jî bi êrîşên xwe Şengalê dikin qada şer. Rewşa Şengalê tenê bi van jî ne sînordar e, di rewşa berdest de bûye zemîna ku hêzên navdewletî xwe li ser wê hev dikişkişînin.

 ‘ŞERÊ SINNÎ Û ŞIÎYAN ŞEMITANDINE SER ŞENGALÊ’

Karakoçan li ser operasyona Mûsilê jî axivî, diyar kir ku nexşeyeke nû ya Şiî tê çêkirin û wiha pê de çû: ‘’Di rewşeke wiha de ku operasyona Mûsilê ber bi dawî ve diçe, hêzên Heşdî Şabî ber bi herêma Şengalê ve diçe, nêzî sînorê Sûriyeyê dibe û Şengal careke dî dibe qada şerê germ. Îran û hêzên Heşdî Şebî yên di bin nîrê wê de, ji Îranê heta bi xeta Mûsil-Şengalê xetekê datînin.

PDK jî ya ku qedera xwe bi TC’ê ve girêdaye Telaferê dike navend, dixwaze girêdana Mûsil-Şengalê qut bike, li dijî xeta Şiî tampona Sinî ava bike. Bi rewşa fiilî ya ku Komara Tirkiyeyê li Rojava ji Cerablûsê ta bi El Babê dagir kirî, rewşeke mîna ya hewldana astengkirina yekbûna kantonên Efrîn û Kobanê li Iraqê, li Telaferê jî tê çêkirin. Tirkmenên Telafer dikin hincet û Telafer li dijî korîdora Şiî dixwazin bikin gêdûkek. Ji ber ku nifûsa Telafer 75 ji 100’î Sinnî ye, hewl tê dayin ku hêzên Şiî nexin vir.

Komara Tirkiyeyê di mijara Telafer de zext li ser dewleta Iraqê çêkir, bû asteng ku Heşdî Şabî bikeve Tel Aferê û ji bo vê jî berê operasyonê anîn ser Şengalê. 60 kîlometre li rojavayê Mûsilê, bi xwe qevastina di ser Telaferê ya ku hema li kêlaka wê ye, bi paqijkirina qadeke 70 kîlometreyî ya ji DAIŞ’ê plana xwe li sînorê Sûriyeyê, Rojava bixin, danîne ber xwe.  Qada hevkişkişandinê ya li dijî hevkariya Komara Tirkiyeyê, PDK’ê, Îran, Heşdî Şabî û hikûmeta navendî ya Iraqê ji Telaferê şemitî ser Şengalê.

PDK bi bêparastin hiştina Şengalê, rê ber li qirkirina Êzîdiyan vekir, ji bo vê îtîbara xwe ya ku ji dest dayî dîsa bi dest ve bîne her cure karê gemarî dike. Dema ku em bi henceta PKK’ê ya li Şengalê êrîşên hewayî yê dewleta Tirk jî bînin ber çavan, hesabên PDK’ê û Komara Tirkiyeyê yên li ser Şengalê têne fêhmkirin. Şengal ji hêla jeostratejîk ve girîng e. Ji bo ku li ser sînorê Rojava ye jî girîng e. Ji bo korîdora şiî jî rêgeheke girîng e. Ji bo girtina vê korîdorê heke di nav çarçoweya Telafer de lê were fikirîn, ji bo qada serweriya sinnî jî cografyayeke têra xwe fonksiyonel e. Ji bo vê jî ji bo navendên hêzên re dibe zemîna şerê parvekirinê. Sedema ku tim behsa Şengalê dikin ji ber rewşa cografîk a Şengalê ye.

 ‘DYE’YÊ VÎZEYA ÊRÎŞA BI SER ŞENGALÊ DE DA TIRKAN Û PDK’Ê’

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê KCK’ê Karakoçan bal kişande ser serdena Serokkomarê Tirk a li DYE’yê ya 16’ê Gulanê  û got: ‘ Serdana Erdogan a 16’ê Gulanê; di mijara Rojava de bendewariyên wî bêbersiv mane, di mijara Operasyona Reqa de û di mijara astengkirina alîkariya çekan a ji bo YPG’ê tişta ku hêvî dikir bi dest ve neaniye, operasyona li Şengalê hatiye pejirandin. Ango tekane tişta ku Erdogan di serdana DYE’yê de bi dest ve anî, bi îhtîmala xurt di êrîşa bi ser Şengalê de wê çav ji wan re were girtin.

Di mijara Şengalê de li ser dijberiya li PKK’ê wateya êrîşên PDK û Komara Tirkiyeyê yên li ser gelê Êzîdî ew e ku dixwazin serwerî Şengalê bibin, komkujiya ku DAIŞ’ê dayî destpêkirin dixwazin temam bikin.  Ji hêla serweriya sinnî ve ku şaxê xwe berdide Iraqê, sedema ku TC û PDK’ê dilê xwe dibijîninê ev e.

Karakoçan diyar kir ne rasthatniyek e ku dema Erdogan çûyî DYE’yê Musteşarê Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li DYE’yê bû û got Mesûr di têkilî û axaftinan de ji bo ku PKK ji Şengalê vekişe gelek kêferat kiriye; bi qutebirî mijara herî girîng a Mesrû û Erdogan Şengal bûye.

Karakoçan diyar kir di hevdîtina Qesra Spî de di bazara Rojava de tekane tişta ku dilê Erdogan xweş kirî standina vîzeya êrîşê ya bi ser Şengalê de ye û got di standina vê vîzeyê de divê mirov ‘ked’a Mesrûr Barzanî ku weke endamekî şandeya Tirk tevgeriyayî ji nedîtî ve neyê.

Karakoçan her wiha got, hesabên li ser Şengalê wê pêk werin yan na, di pêvajoya pêş de wê zelaltir bibe û got li gor geşedanên herêmî divê mirov geşedanan binirxîne. Karakoçan bal kişande ser operasyonên Mûsil û Reqayê û got ev du operasyon hem bandorê li hev dikin û hem hev temam dikin û ev du operasyon jî rewşa herêmê diyar dikin bê ka wê ber bi kû ve diçe û her wiha navendên wiha ne ku bandorê li herêmê dikin. Karakoçan wiha got: ‘’Operasyona Mûsilê wê siberoja Iraqê û operasyona Reqa jî wê siberoja Sûriyê bi rêjeyek girîng diyar bike. Operasyonên wiha ne ku di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wê serketinên mezin bi xwe re bînin û çareseriyê jî di xwe de vedihewînin.’’

Karakoçan her wiha got ev operasyon çawa ku çarenûsa herêmê wê diyar bikin her wiha wê siberoja Şengalê jî diyar bikin û got li dijî van operasyonan helwest, berjewendiya polîtîk û kirinên pratîk ên PDK û Tirkiyeyê yek in.

‘JI KAOSA MEZIN RE DIVÊ MIROV AMADE BE’

Kêşeya Rojhilata Navîn ne tenê şerê li Iraq û Sûriyê ye. Ev şer tenê hêla berbiçav a aysbergê ye. Pir watedar e ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp serdena xwe ya pêşî li Erebîstana Siûdî û Isralîlê kir. Rewşa derketî holê nîşaneya talokeyeke meztir e. Kêşeya Rojhilata Navîn ji kêşeyên ku têne jiyîn wê kûrtir û girantir, tevlîhevtir bibe. Siûdî peymana çekan a di dîroka DYE’yê de ya herî mezin mohr kir. Serdena Trûmp a li Siûdî û Israîlê pêşamdekariyên dijî Îranê ne. Îran li Sûriyê û Iraqê qadekê digire, destekê dide Esad û El Abadî û rasterast di şer de xwedî rolekî ye, hewldanên wê yên avakirina korîdora şiî, bi hêza xwe ya herêmî aktorekî girîng e. Siûdî û Israîl van geşedanan ji bo xwe talokeyeke mezin dibînin û ji bo vê talokeyê bişkînin hewl didin hêzeke leşkerî ya weke ya NATO’ê ava bikin.

Li Rojhilata Navîn ku kelekela wê ye wê dilsafiyek be ku di siberojeke nêzîk de mirov li benda çareseriyê be. Di vê rewşa kaotîk de bi pêş ve çûyin zîrektiyê hewce dike. Xwe spartina ser hêza xwe, rastxwendina geşedanan û ji bo pêşwazîkirin siberojê mirov amadekar û rêxistinî be pir girîng e. Hem li Rojava û hem li Şengalê bi qasî parastina destketiyan şikandina êrîşan jî peywira sereke ye. Li Rojava û Şengalê li dijî dijminê ku di pozisyona êrîşê de ye mafê êrîşbirinê heye.  Bihêzkirina yekîtiya netewî, pêkanîna stratejî û taktîkên di berjewendiya gel de, tevgera hevkar û pêkanîna hêzê ziman û çalakiya demê ye.