Kalkan: Wê Pêngava Tolhildana Qasim Engîn were destpêkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan got şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bûye sedema êş û hêrseke mezin û got, bi pêngava tolhildanê ya ku wê bi navê wî dest pê bike, wê ji pergala qirker hesab were pirsîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan, derheqê Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn axivî, ku Engîn 35 salan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da û 27'ê Gulanê li Bradostê bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk têkoşîna xwe bi şehîdbûnê tacîdar kir. Kalkan got, ''Ez bawer dikim di pêvajoya pêş de wê Pêngava Tolhildanê ya Qasim Engîn pêk were.  Di serî de partî û pêşengiya gerîla, hemû ciwan û jin, gelê me yê welatparêz û dostên me, hemû hêzên demokratîk ji bo Pêngava Şoreşger a Qasim Engîn bi ser bixin li hemû qadan wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin, têkoşîna azadiyê ya mezin ku wan bavêjin ser sergoyê bi mîsogerî pêk bînin. Bi pêngaveke wiha wê faşîzm were hilweşandi, em ê bi ser bikevin, gelê me wê bi ser bikeve.''

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan derheqê şehîdbûna Qasim Engîn ji Medya Haber TV'yê re axivî.

ÊŞ Û HÊRSA ME MEZIN E

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û yek ji fermandarê HPG'ê hevrê Qasim Engîn ku  Endamtiya Konseya Rêveber a KCK'ê dikir, di êrîşeke faşîst, bi alçaxî ya dijminê qirker de me şehîd daye. Bêguman êş û hêrsa Tevgera me û gelê me mezin e. Di serî de ya Rêber Apo, hemû hevrêyan, malbata şehîd, êşa hemû gelê me par ve dikim.

MÎLÎTANÊ FEDAYÎ KU TEMENÊ XWE DAYÎ

Bîranîna hevrê     Qasim Engîn her demê wê bijî, armancên wî bi mîsogerî wê werin pêkanîn. Divê em hemû vî milîtanê fedayî ku temenê xwe dayî azadiya gelê Kurd û mirovahiyê baş fêhm bikin û lê xwedî derkevin. Ên ku nas dikin, hemû baş dizanin; hevrê Qasim Engîn milîtanekî fedayî bû ku jiyana xwe dabû têkoşîna azadiyê. Ew şervanekî azadiyê û fermandarê gerîla bû. Ew rêberekî gel bû, yekî propagandîst û ajîtator bû, ew hunermend bû, sporvanekî serkeftî bû. Ew milîtanekî şoreşger bû ku her demê hazir bû her peywirê bi cih bîne.

ÇÛ WELATÊ XWE YÊ KU LI BENDA RIZGARIYÊ BÛ

Hê bi zaroktî ji welatê xwe û gelê xwe qut bû û ew birin Ewropayê. Bi malbata xwe bêgav hatin hiştin ku li xerîbiyê sirgûn bibin. Lê hevrê Qasim Engîn piştî ku ramanên azadiyê yê Rêber Apo nas dike hê bi ciwantî, hemû derfetên madî yên modernîteya kapîtalîst ku dihate maneya koletiyê red kir û ber bi welatê xwe ve, yê ku li benda rizgariyê bû, bazda.

BÛ HEVRÊYÊ ŞÊXOYAN

Xwe gihande Rêber Apo, têkoşîna azadiyê, gerîla, gelê Kurd û çiyayên Kurdistanê. Ji Amanosan heta bi Botanê, ji Zagrosan heta bi Behdînan, ji Rojava heta bi Rojhilat, pê li axa çar parçeyên Kurdistanê kir. Li ser şopa Bêrîvanan, Erdal, Huseyîn, ,Çelebî, Nûcan û Şêxoyan meşî û bû hevrêyên wan.

RANEWESTIYA, NEWESTIYA, OFF NEBÛ

Her roj bi tempoya xebatê ya 20 saetan bi tarz û tempoya ku Rêber Apo dixwest, bi rastî jî xwedî rekorekî bû. Ti caran ranewestiye, newestiya, off nebû, negot, nikarim bikim. Ti zehmetî û bend yek kêliyê jî hevrê Qasim Engîn ji doz û têkoşîna azadiyê dûr nexist. Her demê li ser rûyê wî ken, di mêjiyê wî de hêvî û di dil3e wî de baweriya azadiyê tije bû . Ti zor û zehmetî û asteng têkoşîna li azadiyê û demokrasiyê qels nekir, xurttir kir, bêhtir bi çalakî tevlî têkoşînê bû. Bi vî rengî hemû temenê xwe, 35 salên jiyana xwe ya bi bîrewerî da têkoşîna azadiyê, demokratîkkirina gelên Rojhilata Navîn û rizgariya mirovahiyê.

JI PERWERDEHIYÊ HETA BI RÊVEBERÎ Û XEBATÊN NAV GEL

Li ser şopa Rêbertî û şehîdên leheng, tim xeta serkeftinê da ber xwe. Tim bû hevrêyekî jidil ku tim çavê mirov lê digeriya, mirov dixwest li gel wî têbikoşe. Bi zarokan re, ciwanan re, bi yixtiyar, jin, mêran re bû hevrê. Bi kelecanî, coşî û moralekê ji perwerdehiyê heta bi rêveberiyê, heta bi xebata gel her cure peywir û berpiryarî bi cih anî. Bû navê ku di xeta Apoyî de dimeşî, bû navê berxwedanê ya li dijî her cure basîtbûn, pasîfbûn, teslîmbûn û îxanetê, her demê bû navê meşa bi coşiya mezin.

BI TENA SERÊ XWE MÎNA ARTÊŞEKÊ BÛ

Xebata ku nofek mirov bi kedeke mezin dikare pêk bîne bi serê xwe, bi hilberandinî û afirandina xwe bi tena serê xwe pêk dianî. Bİ serê xwe weke artêşekê bû. Li dijî tecrîda li ser Imraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û li dijî her cure nokerî û paşverûtiyê bû navê giyanê geşkirna pêngava şoreşger, bû bîrewerî û vîna vê, li her devera ku lê bi mora û coşiyeke mezin, bi dilêrî têkoşiya. Bi vî rengî bû milîtanekî Apoyî, bû hevrêyê şehîdên leheng, rêberê azadiyê yê gelê Kurd.

WÊ PÊŞENGIYA PÊNGAVA TOLHILDANÊ BIKE

Hêzên faşîst, mêtinger, qirker bi êrîşeke bi alçaxî hevrêyekî wiha mezin ê şoreşger, şervanê azadiyê, rêberê gel, milîtanekî Apoyî, kedkarê partiya me qetil kirin.  Bi vê, Xwedêgiravî armanc dikin ku pêşengiya partiya me, îmha û tasfiye bikin, gelê me ji têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dûr bigirin, Kurdan qir bikin, lê divê vê baş zanibin, şaş in, hem jî şaşitiyeke mezin. Bi pêşengiya hevrê Qasim Engîn, gelê me yê ku li ser xeta Apoyî gihayî hev,bi pêngava şoreşger a tolhildanê ya ku wê gelê me, gerîlayên me, hemû hêzên demokratîk, şoreşger ên tevgerên me yên jin û ciwanan wê pergala qirker a faşîst hilweşînin. Hevrê Qasim ji têkoşîna pratîk bêhtir, bi şehîdbûna xwe wê pêşengiya pêngaveke wiha ya azadiyê, pêşengiya tolhildana şoreşger bike. Wê bibe giyan, vîn, bîrewerî, îdîa û rêveberê pêngaveke wiha.

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WÊ TI CARAN BI SER NEKEVE

Bi pêngaveke wiha re wê faşîzma AKP-MHP'ê bi erdê re bibe yek, gelên me bi mîsogerî wê bi ser bikevin. Hêzên faşîst ên qirker, divê vê baş zanibin, ne wê karibin PKK'ê biqedînin ne jî bikaribin gerîla bînin halekî wiha ku nikaribin li ber xwe bidin, ne jî wê karibin gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dûr bigirin,, ne jî wê karibin, mirovahiya azad, hêzên şoreşger û demokrat, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê dûr bigirin ku bigihin têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelê Kurd. Çawa ku di her şehîdbûnê de dibe, şehîdbûna hevrê Qasim Engîn jî wê hemû hevrêyan, milîtanên partiyê, hêzên me yên gerîla, ciwan û jinan, hemû gelê me zêdetir perwerde bike, hêrsa wan mezintir bike, hişê wan zêdetir veke, baweriya wan mezintir bike. Ji bo tola hevrê Qasim hilînin, tola hemû şehîdên me hilînin, wê bi rengekî hê xurtir û serkeftî rê ve bibin. Ji vê ti şik û gumana me nîne. Bila ti şik û gumana kesî jî nebe. Faşîzma AKP-MHP'ê, hêzên qirker ên faşîst çi dikin bila bikin, çi qasî zilmê jî bikin, xwînê birijînin, mirovan bigirin, wê ti caran bi ser nekevin. Ne efendiyê wan wan hêzên modernîteya kapîtalîst, ne îxaneta hevkar a noker wê nikaribin wan xilas bikin. Qirkerên faşîst, pergal wê di xwînê de ya ku rijandiye, wê di êşan de, ku bûye sedem biçe ser sergoya dîrokê.

ALAYA KU EMENAT KIRÎ WÊ WERE BILINDKIRIN

Hevê Qasim Engîn bi meşa azadiyê ya mezin a 35 salan, peywirên xwe yên şoreşger bi cih aniye, alaya azadî û demokrasiyê tim li jor hiştiye, nirxên mezin ava kiriye.  Ev rêya pîroz, ev têkoşîna mezin, alaya azadiyê, emenatî me, hêzên me yên gerîla, jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran, gelê me yê welatparêz, gelan û mirovahiyê kiriye.

Bila bi rehetî binive, ev alaya ku bi şerefê rakiriye, li nav destên ku emanatî wan kiriye her demê wê were bilindkirin. Her demê wê bêhtir were bilindkirin.  Hevrêyên wî, pêşengiya partiya me, hêzên me yên gerîla yên leheng, jin û ciwan, karker û kedkar, hemû gel, li ser hîmê ronîkirinê yê şehîdbûna hevrê Qasim, wê zêdetir li têkoşîna azadiyê asê bibin. Gerîla wê zêdetir şer bikin, ciwan wê zêdetir ber bi eniyê ve bibezin, jin bi daxwaza azadiyê wê bêhtir derkevin kuçe û kolanan, gelê me li her deverê wê têkoşînê zêdetir geş bikin. Wê gelan, mirovahiyê bêhtir ber bi doza me ya azadiyê ve bikişîne. Wê rewşenbîrên Kurd, bîreweriya azadiyê, hunermendên Kurd, çanda azadiyê û Kurdan, tevgera çandî ya şoreşger zêdetir xurt bike. Li her qadê wê têkoşîna me ya azadiyê zêdetir geş bibe.

WÊ HESAB WERE PIRSÎN

Tolhildana hevrê Qasim Engîn bi têkoşîneke wiha wê bi rengekî xurtir bi mîsogerî bi rengekî xurt were hilanîn. Wê hesabê zilm, xwîna ku rijandine ji kujerên qirker were pirsîn. Jixwe duh jî ev hate pirsîn, îro jî tê prisîn, sibe jî wê were pirsîn. Di serî de hêzên me yên gerîla yên leheng, Tevgera me ya Azadiyê, dli ser xeta azadiyê ya Rêber Apo û li ser şopa şehîdên leheng wê bi rengekî hê xurtir bimeşin, wê derba kuştinê ya dîrokî li hişmendî û siyaseta faşîst a qirker bixin.

BI ŞEREKÎ MEZINTIR BER BI SERKEFTINÊN MEZINTIR

Ez bang li ciwanên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û nexasim ên li derveyî Kurdistanê dikim ku şoreşgerê ciwanan hevrê Qasim Engîn, rastiya wî fêhm bikin, bi vê bingehê xwe perwerde bikin, di serî de nav qadên gerîla, bi rengekî xurtir tevlî nav têkoşîna me ya azadiyê bibin, şerekî mezintir bikin û serkeftinên mezin bi dest ve bînin. Di serî de jin, ez bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dikim ku rastiya hevrê Qasim Engîn rast  fêhm bikin, li her qadê xwedî li vî zarê xwe yê hêja derkevin, t3ekoîna me ya azadiyê ku pêşbîninya wî dike ku bîranîna wî bide jiyîn û armanca wî bi ser bixe xurtir bikin, derkevin kuçe û kolanan, ji bo biserxistina xeta rêbertî û şehîdan her tiştên xwe deynin holê.

FAŞÎZM WÊ HILWEŞE, EM Ê BI SER BIKEVIN

Ez bawer dikim di pêvajoya pêş de wê Pêngava Tolhildanê ya Qasim Engîn pêk were.  Di serî de partî û pêşengiya gerîla, hemû ciwan û jin, gelê me yê welatparêz û dostên me, hemû hêzên demokratîk ji bo Pêngava Şoreşger a Qasim Engîn bi ser bixin li hemû qadan wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin, têkoşîna azadiyê ya mezin ku wan bavêjin ser sergoyê bi mîsogerî pêk bînin. Bi pêngaveke wiha wê faşîzm were hilweşandi, em ê bi ser bikevin, gelê me wê bi ser bikeve.''