Kalkan: PKK bûye hêviya hemû bindestan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, PKK a ku dewleta Tirk dixwaze tine bike, bûye hêviya hemû gelên bindest ên li gelemperiya cîhanê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de li ser armanc û encamên operasyonên dagirkeriyê û sekna tevgera azadiyê ya Kurd a li dijî van êrîşan sekinî.

PEYMANA DEH SALAN A DAGIRKERIYÊ Û DIRÊJKIRINA VÊ PEYMANÊ

Kalkan diyar kir ku piştî operasyona 'Çekîç Guç' sala 1997'an di navbera dewleta Tirk û rêveberiya Hewlêrê de ji bo deh salan peymanek hate îmzekirin û got, "Sala 2007'an dema vê peymanê qediya û hebûna hêzên TC ên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê careke din bû mijara nîqaşê. Piştre eşkere bû ku peyman hatiye nûkirin û dirêjkirin. Divê bê lêkolînkirin. Hêzên dagirker hê hene û kêm nabin. Berevajî, hejmara wan zêde dibe. Halbûkî peyman sala 2007'an qediya bû. Niha yanzdeh sal di ser re derbas bûn. Leşkerên Tirk bi destûra kê yanzdeh sal in li Başûrê Kurdistanê dimînin. Girîng e ev bê lêkolîn û eşkerekirin. Bêguman di vê mijarê de hinekan destûr dane. Dewleta Iraqê jî, rêveberiya Hewlêrê jî destûr dane. Bêyî destûra wan ev yek nikare bê kirin. Lê belê ya esasî ew e ku di çarçoveya têkiliyên bi DYA û NATO'yê re artêş û dewleta Tirk leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê dihêle."

BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ ÊRÎŞÊN NIHA YÊN JI BO DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji ber vê erêkirinê, hêzên herêmî û navneteweyî niha jî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bêdeng in û wiha dewam kir: "Bi operasyona Lêlîkanê re niha qala ketina nava Başûrê Kurdistanê ya bi 20 kîlometreyan dikin. Beriya niha, di salên 1990'î de hê bêhtir dabûn nav. Tankên Tirk gihîştibûn heta Hewlêrê. Hîn wêdetir qereqolên artêşa Tirk, yekîneyên wan ên tank û topan hene. Lê belê operasyona li ser sînor heta qadeke diyarkirî bû. Yanî li ser sînor dibû. Digotin 5 kîlometre, di operasyona Çelîk de herî zêde bi 10 kîlometreyan çûbûn. Niha li Lêlîkanê qala kûrahiya 20 kîlometreyan dikin. Artêş û dewleta Tirk qîma xwe bi vê nîne. Erdogan dibêje, 'Em ê biçin Qendîlê, bi 70-80 kîlometreyî em ê bi pêş ve biçin. Li aliyekî em ketin nava Efrînê, lia liyê din em ê ji Xakurkê xwe bigihînin heta Qendîlê û ji wir jî bigihêjin Kerkûkê. Bi vî rengî Rojava û Başûrê Kurdistanê fetih bikin, tevlî nava sînorên Tirkiyeyê bikin'. Dibêje 'Kurdistana Osmanî ye, axa Osmanî ye, em xwediyê vê axê ne'. Dixwazin di vê çarçoveyê de tevbigerin. Lê belê kes dengê xwe dernaxîne."

RÊVEBERIYA HEWLÊR Û IRAQÊ LI BER RABE, TC NIKARE BÊ BRADOSTÊ

Kalkan da xuyakirin ku rewş wê timî bi vî rengî nebe û got, "Her ku sînor bê xerakirin wê rewşek derkeve holê ku li dijî TC ye. Her tişt wê li gorî dilê wan nebe. Lê niha kes dengê xwe dernaxîne. Gundan vala dikin, lê bi cih dibin, biryargehan ava dikin. Tevlî axa Tirkiyeyê dikin. Bala xwe bidinê, li Babê, Cerablûsê, Ezazê rêveberiya Tirkiyeyê ava kirin. Niha jî li Efrînê rêveberiya TC ava dikin. Qeymeqamê TC wezîfedar dike, rêveberiya herêmî li gorî xwe wezîfedar dike, sîstemeke bi xwe ve girêdayî ava dike, demografyayê diguherîne û kes zêde li ber vê ranabe. Li herêma Bradostê jî hewl didin heman tiştî bikin. Dengekî dijber denakeve. Çima? Ji ber ku destûr ji DYA girtiye, xwe dispêre peymanên berê. Yanî dewleta Iraqê, PDK ditirsin. Ji bo xatirê hin berjewendiyên siyasî û aborî ji nedîtî ve tên. Peyman hene di navbera wan de. Bêyî peymanan nedibû. Eger rêveberiyên Bexda û Hewlêrê bi rengekî cidî li ber rabin, wê TC nikaribe bê Lêlîkanê, Bradostê. Nepêkan e. Bibin ber destê Neteweyên Yekbûyî, bi rastî jî li ber rabin wê nikaribin li wir bisekinin. Lê belê li dij dernakevin, ji ber ku li hev kirine. Beriya ku artêşa Tirk bikeve herêma Bradostê, Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar çû Bexdayê, plan kirin. Em hemû bi vê zanin. Divê ev rastî bê eşkerekirin."

HÊZA ARTÊŞA TIRK JI BO OPERASYONA BEJAHÎ NÎNE, LEWMA ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIKE

Li ser hêza artêşa Tirk a ji bo operasyonê jî Dûran Kalkan got, "Hêza artêşa Tirk nîne ku ji bejahî ve operasyonan bike. Ditirse. Ditirse ku derbê bixwe. Ditirse ku li cihê bi cih bûye nikaribe lê bimîne. Li cihê ku çavê xwe lê dibire diçe li wir bi cih dibe." Kalkan diyar kir, artêşa Tirk li cihê ku ditirse nikare lê bimîne û li pêşberî gerîla bieciqe, yekser hêza teknîkê bi kar tîne û bi balafiran êrîş dike.

ARMANCÊN OPERASYONÊN LI DERVEYÎ SÎNOR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji bo fêhmkirina armancên dewleta Tirk ên ji êrîşên dagirkeriyê işaret bi bîranînên generalên Tirk ên tevlî vî şerî bûye kir. Kalkan got, "Di wir de agahiyên rastî hene, heta astekê. Dibe ku hemû agahî nîne, detay tê de nebin, lê belê ev nirxandin girîng e; dibêjin: 'Dema ku em van operasyonan dikin em ji bo armanceke bi tenê nakin. Yên ku bi vî rengî dibînin xwe dixapînin. Em gelek armancan bi hev re dimeşînin. Ya ku em dikin hedef, armanca me ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, lêdana li PKK'ê ye. Em vê dikin hedef û lê didin. Lê belê êrîşeke leşkerî ya li derveyî sînor em tenê ji bo vê nakin. Bi lêdana li PKK'ê em dixwazin bê bandor bikin. Bi kontrolkirina PDK û YNK'ê re, em dixwazin bibin xwedî kontrol, li cem wan bi cih bibin û wan bê bandor bikin. Bi çavtirsandina civakê re, ya jî bi dayina hin tiştan em wan bi xwe ve girê didin û vediguherînin qada bazirganiyê'. Gelek armancên xwe yên bi vî rengî hene."

NEKARÎN BI PKK'Ê, LÊ PDK Û YNK XISTIN BIN KONTROLA XWE

Kalkan li ser bicihhatin an jî bicihnehatina van armancên dewleta Tirk jî ev nirxandin kir:

"Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, gelo karîbûn gerîla têk bibin? Nexêr, nekarîn têk bibin. Bi ser neketin. PDK û YNK xistin bi kontrola xwe? Bêguman ew xistin bin kontrola xwe. Vaye ewqas hêzeke dagirker heye û nikarin derxînin. Ji vê jî wêdetir, Başûrê Kurdistanê kirine qadeke welê ku ji aliyê aborî ve jê dixwe. Hemû malên ku li Tirkiyeyê nayên bikaranîn û xwarin, ji Başûrê Kurdistanê re dişînin û li wir difiroşin. Gelê Başûr ê dûrî ji hilberînê û bi cihekî din re bazirganiyê nake, bi malên Tirk ên ku dema wan a xwarinê derbas bûye û dikare rê li ber mirinê vekin, tê xwedîkirin. Xwarin bi vî rengî ye, kinc jî bi heman rengî. Bermayinên TC pêşkêşî civaka li Başûrê Kurdistanê dikin û bi vî rengî civakê dirizînin. Ji aliyê aborî ve jî qezenç dike. Ev yek belaş nabe. Faîz bi buhayan dibe. Li ser vê bingehê li Başûr mêtingeriyeke mezin heye. TC û nokerên wê qezenç dikin. Ev yek hin encaman bi xwe re tîne. Hem ji aliyê jêxwarina aboriyî, hem jî ji aliyê kontrolkriina Başûrê Kurdistanê ve encamên xwe hene. Di vî warî de hînekî serketî bûne. Mirov nikarin bêjin ku TC bi temamî bi ser ketiye, lê belê ev encam girîng e."

EGER TÊKOŞÎNEK MÎNA BAKUR LI BAŞÛR JÎ BIHATA DAYIN, WÊ ARTÊŞA TIRK JI ENQEREYÊ JÎ BIHATA QEWIRANDIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku eger rewş ne bi vî rengî bûya, dewleta Tirk nedikarî pirsgirêka Kurd di asta neçareserkirinê de bihişta, ya jî komkujî li Kurdan bikira. Kalkan got, "Ew vê hêvî û şensê didin dewleta TC. Divê em bi vê zanibin. Eger mîna li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke hevpar li Başûrê Kurdistanê jî li dijî TC bihata kirin, vê yekîtiya hêzê wê artêşa Tirk ji Enqereyê jî biqewiranda. Dewleta Tirk wê nekarîbûya li pey hesabên têkbirina geîlayên Kurd û qirkirina Kurdan bigeriya. Hêviya xwe wê bişikesta, hesabên xwe ji hev belav bibûya û dest jê berda bûya."

XWESTIN Û HEWL DAN PKK'Ê TINE BIKIN, LÊ PKK NIHA BÛYE TEVGEREKE MEZIN A AZADIYÊ

Kalkan da xuyakirin ku armanceke bingehîn a dewleta Tirk ji van operasyonan, têkbirina PKK'ê û eciqandina gerîla bû û ev tespît kir: "Gelo gerîla têk bir? Destpêkê yekîneyên biçûk bûn, çend sed kes bûn. Lê niha bûne bi deh hezaran. Destpêkê li ser sînor, li Botanê, li hin herêmên Bakurê Kurdistanê tevdigeriyan, lê niha li çar parçeyên Kurdistanê belav bûne. Gelo karîbû pêşî li PKK'ê bigire? PKK wê wextê komeke biçûk bû kesî navê wê nebihîstibû. Lê niha bûye rêxistinek ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê naskirin. Li Amerîka, Afrîka, Asyayê bi alên PKK'ê mîtîng tên lidarxistin. Li dijî mêtingeriya TC'ê, jin, ciwan bi hezaran, bi deh hezaran destekê didin têkoşîna gelê Kurd. Rêber Apo nas dikin, hewl didin paradîgmaya Rêber Apo fêhm bikin, li ser vê bingehê têkoşîna rizgariyê dikin. Moral, hêz û cesaretê ji PKK'ê digirin. PKK'ê û gelê Kurd nas dikin. PKK ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke mezin, li tevahiya cîhanê ji aliyê gelan, ciwanan û jinan ve weke tevgera azadiyê tê qebûlkirin. Hêz û moral jê tê girtin. Bûye Tevgereke Azadiyê ya mezin. Ev jî nîşan dide ku êrîşên TC bi ser neketine."

HÊVÎ JI SERKETINÊ HÊJATIR E; PKK BÛYE HÊVIYA BINDESTÊ LI GELEMPERIYA CÎHANÊ

Kalkan gotina, "Hêvî ji serketinê hêjatir e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Tevgereke azadiyê ya bi vî rengî ku li tevahiya cîhanê belav bûye û veguyeriye hêviya hemû bindestan, ji kontrolkirin û rêvebirina çend bajaran gelekî watedar û hêjatir e. Xwedî naverok û nirxekî gelekî xurt ê şoreşgerî ye. Divê ev rastî were zanîn. PKK'ê rê li ber pêşketineke wiha vekir. Êrîşên dagirkeriyê yên TC nekarîn pêşî li vê bigirin. PKK'ê têkoşîneke rast kir, ji vî şerî sûd wergirt û rê li ber pêşketinan vekir. Lewma êrîşên li dijî PKK'ê bê encam man. Artêş û dewleta Tirk bê encam man, li bin ketin. PKK niha ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Hêviya xwe ya ji bo serketinê xurtir e. Ev rastî bandorê li hemû rêxistinên li Kurdistanê dike. Herî zêde bandorê li PDK û YNK'ê dike. Dike ku nikaribin mîna berê tevbigerin. Rewşa Kurdistanê jî gav bi gav diguherîne."