Kalkan qala êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir.

Dûran Kalkan, êrîşên ku dewleta Tirk di salên 1980'î de dest pê kir bi berfirehî nirxand û got, ya ku di van êrîşan de bi ser ket PKK ye.

Kalkan armanca êrîşan, rola hêzên herêmî û navneteweyî di van êrîşan de û helwesta PKK'ê nirxand.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku operasyona destpêkê di Gulana 1983'an de hate kirin û got, "Operasyon ji ber tirsa ji vegera gerîla û şerê bi qaçaxçiyan hate kirin. Dewleta Tirk ji bo pêşî li vê bigire, xwest PDK'ê ji ser sînor bibe û bike ku leşkerên Tirk bi temamî li ser sînor serwer be. Lewma êrîşa destpêkê li Geliyê Komata, ji Çemê Xabûrê, ji Yekmalê heta herêma li rojhilatê Çemê Xabûrê ya li Bakur a Geliyê Zendûrayê hate kirin. Li herêmeke diyarkirî tevgeriyan û hatin heta cihê ku me kamp lê çêdikir. Em ji wir çûbûn, lê belê di dema operasyonê de hevalên me li qadê bûn. Wekî din nêzî PDK'ê ya jî sînor nebûn. Operasyon tam negihîşt cihê ku hevalên me lê bûn. Bi qasî ku di çapemeniyê de hate weşandin, bi qasî 5 kîlometreyan ketibûn nava sînor. Ji bo demeke kin bû û pişte vekişiyabûn."

Kalkan destnîşan kir ku bi vê operasyonê re xwestin kampa PDK'ê ji ser sînor bibin, kontrola sînor bixin destê leşkerên Tirk û bi vî rengî nehêlin ku gerîlayên PKK'ê derbasî Bakur bibin. Kalkan got, "Êrîşeke lokal bû, li herêmeke teng bû. Herêma ji gundê Yekmalê heta rojhilatê Geliyê Xabûrê."

HERÊMÊN RIZGARKIRÎ YÊN GERÎLA

Dûran Kalkan da xuyakirin ku operasyon û êrîşên dagirkeriyê di salên 1980'î de bi şêweyê ketin û derketina ji nava sînor bû û wiha dewam kir: "Ya rast ji bo pêşîgirtina li liv û tevgera gerîla bû. Di salên 90'î de ev rewş guherî. Salên 80'î tîmên gerîla kom bi kom ji sînor derbas dibûn. Lê belê destpêka salên 1990'î, gerîla li aliyê Başûr, ji Heftanînê heta Xakurkê kamp ava kir, biryargeh çêkir û lê bi cih bû. Ew der kir baregeh. Li ser vê bingehê hewl da Botan-Behdînanê bike herêmên rizgarkirî."

Kalkan diyar kir ku bi vê yekê re rewşeke cuda derkete holê û ji çalakiyên taktîkî yên rojane wêdetir êdî bingehek ji bo pêngavên startejîk ji bo gerîla afirî.

Kalkan bi bîr xist ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk ê wê demê ev bicihbûn û baregehên gerîla weke rewşeke stratejî nirxand û got, "Çalakiyên gerîla yên li Bakur ku li ser bingeha vê bicihbûnê hatin kirin, weke gavên stratejîk bi nav kir. Mînak; dema ku nirxandinên Dogan Gureş bên lêkolîn, wê ev yek bi hêsanî bê dîtin. Serdegirtina qereqolên li Şemzînan, Çelê, Qilaban û Şirnexê di çarçoveya êrîşa stratejîk de nirxandin. Ji xwe di salên 91-92'an de li dijî qereqolên li van herêman serdegirtin û çalakiyên berfireh hatin kirin. Hin qereqol bi temamî hatin rûxandin û ketin destê gerîla. Çalakiyên gerîla yên sala 91'ê yên li dijî qereqolan gelekî serketî bûn."

Dûran Kalkan anî ziman ku Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ji bo vê bingeha stratejîk a êrîşan ji holê rake, operasyonên êrîşa stratejîk a dij-şoreşgerî plan kirin.

DEWLETA TIRK DI BERDÊLA ÊRÎŞA DIJÎ GERÎLA DE RÊVEBERIYA BAŞÛR QEBÛL KIR

Kalkan destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de, ji Cotmeha 1992'an û pê ve li ser bingeha tifaqa TC-DYA-PDK-YNK'ê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê dest pê kir û got, "Di dîroka PKK'ê de navê 'Şerê Başûr' li vê yekê tê kirin. Bi taybetî ji aliyê Xakurkê, Heftanîn û Zapê, li Başûr hêzên PDK'ê û li Bakurê jî hêzên TC bi hevkarî ji bo biryargehên gerîla ji holê rakin dest bi êrîşeke stratejîk kirin. Rêveberiya li Başûrê Kurdistanê hate avakirin jî, ji bo ji Başûr destek ji vê êrîşê re bê dayin, hate afirandin. Dewleta TC ev rêveberî li ser vê bingehê qebûl kir. Niha Erdogan dibêje ku 'qebûlkirina vê yekê şaşitiyeke dîrokî bû'. Lê belê rêveberiya wê wextê li dijî gerîla çareyeke din nedîtibû.

Dewleta TC ne ku ji ber ji Kurdan hez dike rêveberiya Hewlêrê qebûl kir. Ji bo karibe PKK'ê têk bibe, êrîşên stratejîk lê bike, ji bo karibe ji hêzên PDK û YNK'ê sûdê werbigire û wan tevlî êrîşên leşkerî bikin, ev yek kir."

Dûran Kalkan diyar kir ku eger ev nehatibûya kirin, eger hêzên PDK-YNK tevlî êrîşên leşkerî nehatibûna kirin, dewleta Tirk nikarîbû di êrîşên leşkerî de bi bandor bûya.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di van êrîşan de û got, "Ev êrîş bi pêşengiya DYA hatin kirin. Ya ku TC û hêzên PDK û YNK'ê di asta tifaqê de li dijî PKK'ê gihand hev, ji TC bêhtir DYA bû. Di rewşeke wiha de, Operasyona 'Çekîç Guç' a ku sala 1991'ê hate birêxistinkirin, bi cih hate anîn."

OPERASYONA 'ÇEKÎÇ GUÇ' Û PEYMANÊN PÊ RE HATIN MOHRKIRIN

Kalkan ragihand, êrîşên dewleta Tirk ên piştî sala 1991'ê li dijî Başûrê Kurdistanê hatin kirin, di çarçoveya biryar û plansaziya Operasyona 'Çekîç Guç' de hatin kirin û got, "Ev yek bi pêşengiya DYA bû. Li pişt vê yekê biryara DYA heye. Ji xwe piştî ku Operasyona 'Çekîç Guç' nehişt hêzên Saddam bigihêje Bakurê Paralela 36'an, PDK û YNK anîn Başûrê Kurdistanê. Li hev kirin. Rêveberiya Hewlêrê bi vê garantiyê hate birêxistinkirin. Eger garantiyeke bi vî rengî nehatibûya dayin, wê rêveberiyeke wiha nekarîbûya bihata birêxistinkirin. PDK û YNK wê ji bo rêveberiyeke wiha nekarîbûna gavê biavêjin. Rêveberiya navborî li ser bingeha Operasyona 'Çekîç Guç' ava bû."

Dûran Kalkan diyar kir ku bi vî rengî li Hewlêrê hikumet ava kirin, bi PDK û YNK'ê re hilbijartin dan kirin, ew kirin rêveberî û wiha dewam kir: "Çawa ku bi her awayî destûr ji artêşa Tirk re hate dayin ku ji hewayî û bejahî ve êrîş bike, ferman ji PDK û YNK'ê re hate dayin ku têkilî û tifaqê bi artêşa Tirk re deyne. Li ser vê bingehê li hev kirin. Dewleta Tirk rêveberiya li Hewlêrê qebûl kir, rêveberiya Hewlêrê jî qebûl kir ku li dijî PKK'ê bi her awayî destekê bide êrîşên dewleta TC."

BICIHBÛNA HÊZÊN ARTÊŞA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Dûran Kalkan destnîşan kir ku yekane aramanca vê têkilî û tifaqa siyasî-leşkerî ew bû ku nehêlin PKK bikeve Başûrê Kurdistanê û anî ziman, dewleta Tirk ji sala 1991'ê û pê ve bi mafê ku 'Operasyona Çekîç Guç' dayê, li gorî dil û hêza xwe li başûr dest bi operasyonan kir û hîn bêhtir da nava axa Başûrê Kurdistanê.

Kalkan ragihand, êrîş ji bo tinekirina gerîlayên PKK'ê dest pê kirin, lê belê ji ber ku nekarîn vê bi ser bixînin, vê carê dest bicihbûna li Başûr kirin.

Kalkan got, "Bi vî rengî pêvajoya dagirkirina Başûrê Kurdistanê gav bi gav dest pê kir. Di rewşeke wiha de ew operasyona berfireh a em jê re 'Şerê Başûr' dibêjin di Cotmeha 1992'an de dest pê kir. Ku operasyon di çarçoveya plansaziya NATO'yê de pêk hat. Ya rast, dagirkirina Başûrê Kurdistanê wê wextê dest pê kir. Artêşa Tirk vekişiya, lê belê hêzên xwe yên îstîxbaratê, hêzên taybet li hin herêmên PDK'ê hişt."

Kalkan diyar kir ku li dû operasyona 95'an, di operasyona sala 1997'an de tankên Tirk ketin hemû bajarên Behdînanê û got, "Çûn heta Diyanayê, gihîştin Hewlêrê, ji wir jî tankên xwe bir Qesre û Hecî Umranê. Tankên ku sala 1992'an tenê ketin hundirê Heftanînê, sala 1997'an çûn heta Hewlêr, Diyana û hemû herêmên Başûrê Kurdistanê. Bi mehan li bajarokên Kurdistanê bi cih bûn, kontrola rê xistin destê xwe. Ji ber vê yekê niha li gelek bajaran yekîneyên tankan ên dewleta TC hene. Ne tenê li Bamerne, li Şeladizê jî hene, li Sûdî jî hene, li Amediyeyê jî hene. Êdî li gelek cihên Duhok û Zaxoyê yekîneyên wan ên tank û topan hene."

Wê sibe dewam bike.../..