Kalkan: Em ê têkoşîna Eylulan bi teqezî bi ser bixin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, yek ji Fermandarê HPG’ê Mûrat Uçer ê bi nasnav Eylul Amed ku 1’ê Sibata 2018’an li bejahiya Amedê şehîd bû bi bîr anî.

Kalkan, Mûrat Uçer ê bi nasnav Eylul Amed ku 1’ê Sibata 2018’an li Amedê jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî û got, ‘’Her demê û li her deverê em ê dilsozê bîranîna Fermandara Eylul bin.’’

‘EM Ê BÎRAÎNÊN WÎ LI KURDISTANA AZAD BIDIN JIYÎN’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji ANF’ê re axivî, fermandarê gerîla Eylul Amed (Mûrat Uçer) bi bîr anî û got, ‘’Em bi xemgînî jê agahdar bûn ku fermandarê dilêr ê Amedê hevrê Eylul şehîd bûye. Em vî mirovê dilêr û bi coş ê Erganî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em sond dixwin ku bîranîna wî bidin jiyîn û têkoşîna wî bi ser bixin. Li ser navê rêveberiya partiya me em êşa malbatê û gelê xwe par ve dikin, em dibêjin em ê bîranîna wî li Kurdistana azad û di nav têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn.’’

Kalkan bi berdewamî di axaftina xwe de got fermandar Eylul şopdarê Mazlûm Dogan û Egîd e û got, ‘’Ji dema ku tevlî nav refên têkoşînê bûyî li gel temenê xwe yê ciwan jî her cure berpirsyarî da ser milê xwe. Ji bo ti peywir û berpirsyariyê negot ez nakim. Di xeta Mazlûm de peywir û berpirsyariyên mezin, di xeta Egîd de fermandarî û şerê li qadên dijwar da ber xwe.’’

‘JIYANEKE ŞOREŞGER A JI 15 SALAN ZÊDETIR’

Dûran Kalkan li ser dilsoziya fermandar Eylul a bi PKK’ê re wiha got: ‘’Li her devera ku lê bû bi kelecanî û coşiyekê peywira xwe dikir,ji bo ku peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, xebata rêxistinî û milîtanî datanî ber xwe. Di hemû karan de tim serkeftin ji xwe re esas dît. Bi rastî jî welatparêzekî mezin, dilsozê xeta rêbertiyê ya gelparêz, milîtanekî pir hêja ê partiya me, şervan û fermandarekî mezin ê HPG’ê bû û jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 15 salan zêdetir têr û tije derbas kir.’’

Kalkan li ser rola fermandar Eylul a di têkoşîna Amedê de got di salên dawî de li dijî qirkeriya faşîst a li ser Amedê di têkoşînê de her demê li pêş bûye, xwedî kedeke mezin bûye û bi sedan ciwan perwerde kirine, kiriye ku ew bibin milîtan.

‘BI GIYANÊ EYLÛL EM Ê LI PEYWIRÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan herî dawî axaftina xwe bi vê bangê qedand: ‘’Em diyar kirin ku êşa ku şehîdbûna hevrê Eylul dayî me, vê xemgîniyê em ê veguherînin enerjiyeke mezin, li ser vê zemînê jî bi rengê coşî û kelecaniya hevrê Eylul ku di xwe hilnedihat li her cure peywir û berpirsyariyan xwedî derkevin û zêdetir hazir û amade bin. Ji bo ku Rêber Apo bibe xwedî şertên jiyana azad û xebatê her wiha ji bo azadiya Kurditanê û demokrasiya Rojhilata Navîn em diyar dikin ku em ê zêdetir şer bikin. Li ser vê zemînê em li ser navê rêveberiya partiya me êşa malbatê û gelê xwe par ve dikin, em bang li hemû ciwanên Kurd, bang li ciwanên Amedê û Erganiyê dikin ku di rêça hevrê Eylul de zêdetir tevlî nav refên gerîla bibin û zêdetir xwe bi têkoşîna azadiyê ve girê bidin û bi teqezî bi ser bikevin.’’