Kalkan: Êrîşa li Xakurkê piralî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, êrîşa dewleta Tirk a li Xakurkê piralî ye û destnîşan kir, dewleta Tirk ji Efrînê heta Xakurkê dixwaze herêmê dagir bike. Kalkan hişyarî û bangeke girîng li hêzên Kurdan kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a Medya Haber TV û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxand.

SERKETINA GREVÊ PÊNGAVA ME GIHANDE NUQTEYEKE NÛ

Kalkan destpêkê serketina grevên birçîbûnê nirxand û got, "Beşek mezin a armanc û hedefên greva birçîbûnê danîbû pêşiya xwe pêk hatin. Ji bo vê bi ser ketiye. Weke çalakiyeke mezin a bi ser ket, encam girt û gihişte serketinê, kete dîrokê. Divê wiha bê pênasekirin. Armanca wê ya sereke diyar bû, li ser wê meşiya. Berxwedana me ya giştî û pêngava me didome. Greva birçîbûnê parçeyek ji pêngava berxwedanê ya ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ bû. Girîng bû lê ne hemû bû. Bi serketî encamgirtin, pêngava me gihande nuqteyek nû. Ji bo vê divê em berxwedêrên grevên birçîbûnê ya li ser banga Rêber Apo ya 26’ê Gulanê bi dawî bû pîroz bikin. Serketina wan pîroz dikin. Şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

BERXWEDAN ÇALAKIYA GREVÊ YA EWQAS DOMDIRÊJ, DI TÊKOŞÎNA ME Û CÎHANÊ DE GAVEKE YEKEM BÛ

Berxwedana bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Zindanan dest pê kir mîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an bû, gihişte encamên berxwedana zindanan a 1982’an. Bi heman ruhî, heman encam bi dest xist. Berxwedêrên ku kêlî bi kêlî bedena xwe helandin, mezin li ber xwe dan û berxwedaneke bi lehengî kirin. Heta dawî sekneke bi biryar, israr,cesaret û fedekar nîşan dan. Encam jî wergirtin. Tiştek heba neçû. Ev heta dawî vekirî û zelal bû. Berxwedan grevên birçîbûnê encama xwe wergirt. Ev li Kurdistanê bû gaveke yekem. Rast e 1982’an jî heman rengî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hat, lê bi tevlîbûna 6-7 hezar kesî di serî de li çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê berfireh bû. Ev grev di dîroka Kurdistan û têkoşîna me de yekem bû. Her hal di dîroka cîhanê de jî yekem e. Aliyên xwe yên li cîhanê di rêza yekê de be hene, lê berxwedan û meşa azadiyê ya mezin a mirovahiyê hebû.

BERXWEDANÊ KIR KU HEVDÎTIN PÊK BÊN, LÊ TECRÎD BI TEMAMÎ DAWÎ NEBÛYE

Berxwedêrên grevên birçîbûnê li ser armancên bingihîn meşiyan. Berxwedana me ya ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ derxist holê. Bi vê ve girêdayî azadkirina Rêber Apo û şert û mecên xebatê pêşxistin bû. Bi çalakiya grevên birçîbûnê dibe tecrîd bi temamî nehatibe şikandin, lê dîwarên tecrîdê yên li Îmraliyê hate hilweşandin. Deriyê tecrîdê hate vekirin. Parêzer piştî 8 salan bi şûnde 2-22’yê Gulanê çûn hevdîtin pêk anîn. Herî dawî 5’ê Hezîranê jî malbatê hevdîtin pêk anî. Li gel Rêber Apo girtiyên şoreşger ên li Îmraliyê jî cara yekem bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ev bi berxwedanê pêk hatin. Wezareta Edaletê, berdevkê AKP’ê heta serokatiya AKP’ê eşkere kirin ku wê hiqûq bên bi cih anîn û hevdîtinê dikarin bikin. Ji bo vê Rêber Apo banga ‘Grev gihiştiye armancên xwe, divê bi dawî bibe’ kir. Di serî de Leyla Guven û hemû berxwedêrên di rojiya mirinê de û dîsa hemû berxwedêrên di grevên birçîbûnê de ev yek nirxandin û dawî li çalakiyên xwe anî.

BERXWEDAN DIBE SERKETINÊ

Xaleke din derket holê berxwedan bi ser ket. Bêhêvîbûna li Kurdistan hate şikandin, tarîtî ronî kir, bêhêvîbûn, bawerî û vîna ku ji berxwedanê dûr dike hate şikandin. Careke din da nîşandan ku berxwedan jiyan e. Berxwedan dibe serketinê. Serketin bi berxwedanê derket holê, carekî din nîşan dan. Ev hemû bi berxwedana grevên birçîbûnê pêk hat.

RASTIYA QIRKER Û FAŞÎST A DEWLETA TIRK Û RASTIYA TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ BELAVÎ CÎHANÊ BÛ

Li aliyê din hişmendî û siyaseta rêveberiya AKP’ê MHP’ê ya dijminê mirovahiyê ya qirker û mêtinger a faşîst ku li ser Kurdan dide ferzkirin li gelemperiya cîhanê hê zêdetir hate tehşîrkirin. Rastiya Kurd, rastiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, dîsa têkoşîna li ser bingehê Qetlîama Parîsê ku dihate kirin, her wiha serketina têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li çar aliyên cîhanê belavî hemû jinan, ciwanan û mirovahiyê bûye. Ev yek bi grevên birçîbûnê hê zêdetir belav bû. Ev ji aliyê her kesê ve hate lêpirsîn, li ber çavan hate girtin, hate erêkirin û famkirin. Gerîla li ber xwe dide, bi rêbazên cuda berxwedan tê kirin. Bi berxwedana grevên birçîbûnê ev rastî hemû derketin û heta derewên dewleta Tirk derketin holê. Raya giştî ya cîhan mîna civaka Tirkiyeyê di mijara pirsa Kurd û qetlîamên li Kurdistanê hatine xapandin derket holê.

DEKLERASYONA DEMOKRASIYÊ YA 2’YÊ GULANÊ YA RÊBER APO DI SERÎ DE KURD, TIRKIYE Û CÎHAN GOTÛBÊJ DIKE

Li ser vê bingehê rastiya Kurd, rastiya azadiya Kurdistanê ya gelê Kurd, pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê niha li cîhanê baştir tê gotûbêjkirin, hê zêdetir bi hestyar bûye. Her kes dibîne bê ka rêveberiya Tayyîp Erdogan çawa bûye dîktatorekî faşîst. Ji bo azadiya Kurdistanê her kes hê zêdetir bi zanebûn û vînê nêz dibe. Li ser vê bingehê rastiya Rêber Apo hê zêdetir fam dikin. Hê zêdetir sîstema êşkenceya li Îmrali ya li ser Rêber Apo ku weke deqeke reş li rûyê mirovahiyê bûye, dibînin. Mirov bi vê yekê hê zêdetir li dijî sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê dengê xwe derdixe. Dixwazin şert û mecên jiyana azad û xebatê ji bo Rêber Apo bên pêşxistin. Deklerasyona Demokrasiyê ya hevdîtina 2’yê Gulanê ya hevdîtina bi Rêber Apo re dinixînin, dibînin ku Îmrali bi çi ve mijûl e, dibînin ku çareseriya li Îmrali di çi astê de ye. Em ji vê bawerin. Hem wê raya giştî ya Tirkiye û hem jî ya cîhanê gotûbêj bike. Di serî de Kurd wê vê fam bikin. Encex bi vî rengî encamên berxwedana grevên birçîbûnê şoreşek hişmendî, şoreşeke vînê û şoreşek a hêviyê ava kir. Guhertina hişmendiyê û şoreşek derxist holê.

HETA FAŞÎZM NEHILWEŞE, TIRKIYE DEMOKRATÎK Û KURDISTAN JÎ AZAD NEBE SEKIN NÎNE, TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Li gel van hemû serketinan divê pêngava me neraweste. Li ser vê bingehê tecrîdê bişkînin û divê sîstema Îmraliyê parçe parç bikin. Gerîla li ber xwe dide, gel li ber xwe dide. Çalakiyên jinan û ciwanan mezin dibin. Divê ev bê domandin. Divê em encam û berxwedana ji grevên birçîbûnê derket bi pêş bixin û serketinên mayînde bikin. Ji bo wê şikandina tecrîdê û hilweşandina sîstema Îmraliyê û di serî de hilweşandina faşîzmê li ser bingeha azadkirina Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo demokratîkbûnê divê têkoşîn bidome. Sekinîn û ketina xefleta vê nabe. Ne divê berxwedêrên grevên birçîbûnê bi vê bixapin, ne jî jin, ciwan, gelê Kurd û ne jî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê nebêjin ‘Encamên girîng bi xwe re anî, ev bes e’. Li ser bingehê bawerî, vîn, zanebûn û ruhê ku berxwedêrên grevên birçîbûnê bi xwe re anî, bi rêbazên cuda yên dewlemend ên têkoşînê bikin yek û bidomînin. Li ser vê esasê di serî de berxwedêrên grevan û her kes li cihê rast li dijî faşîzmê têkoşîna demokrasiyê bi rê ve bir. Heta faşîzm nehilweşe, Tirkiye demokratîk û Kurdistan jî azad nebe sekin nîne, têkoşîn wê bidome, bi rêbazên herî dewlemend divê ev bê kirin.

HEVDÎTIN MAFEKÎ HIQÛQÎ Û YASAYÎ YE, DIVÊ EM TI WATEYÊN SIYASÎ JÊ DERNEXIN

Çawa piştî 8 salan parêzer hevdîtin pêk anîn malbat jî piştî 5-6 salan li Îmarliyê hevdîtin pêk anîn. Divê em vê weke mafekî hiqûqî û yasayî pênase bikin, ev tiştekî asayî ye ku girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk tînin. Divê em wateyeke siyasî li vê bar nekin. Divê vê yekê nekin meseleya siyasî. Ya ku 5’ê Hezîranê pêk hatî, li girtîgehên din jî hevdîtina rû bi rû pêk hat. Li girtîgehên Kurdistanê hevdîtin pêk tên, bi taybet li Kurdistanê malbatên Kurd diçin zarokên xwe yên di grevên birçîbûnê û rojiya mirin de bûn hevdîtin pêk anîn, rewşa wan a dawî dîtin. Ev agahiyek hê bi hêz bû. Niha jî ji Îmralî jî agahî tê, lê ev hevdîtin hevdîtina malbatî bû, karekî ku di çarçoveya hiqûqê de pêk hatiye, ti eleqeya vê bi siyasetê ve nîne. Rewşenbîr, siyasetmedar û civak dikare vê binirxîne, lê ne hevdîtineke siyasî bû. Divê wiha lê neyê nêrîn. Malbat hevdîtin kirin û parêzeran hevdîtin kirin weke siyasî bê nirxandin. Vê dikin ev şaş e. Parêzer çûn weke ku heyetek siyasî çûye, dîsa malbat hevdîtin pêk anî, dibêjî qey du hêzên siyasî hevdîtin pêk anîne wisa didin nîşandan, vedigerînin mijareke siyasî. Ev ne rast e. Hevdîtin di çarçoveya hiqûqê de pêk hatiye û asayî ye. Ji bo wê bi bawerin ku ev yek bidome. Rêber Apo bal kişandibû ser vê yekê. Gotibû ku; ‘dibe bên serdana min, dibe kesên bixwazin bên serdana min bikin hebin, kî bê bila bê deriyê min vekiriye, em ê baxivin, lê her kesên bên hevdîtinê nayê wê wateyê ku du hêzên siyasî li ser mijarekê nîqaş bikin an ji bo muzakereyê têne vir.’ Wiha pênase nekin, divê wateyek wiha jê dernexin, wiha kirin pêşiya hevdîtina digire ye. Divê tu kes wiha nefikire. Divê civak jî di vê mijarê de bi hestyar be. Bi taybet divê çapemenî bi hestyar be. Faşîst û derdorên şerê taybet vê weke bûyereke siyasî lê dikin li dijî nêzîkatiyên pêşîgirtinê bi vê hestyariyê têkoşînê bikin û pêşî lê bigirin. Em hevdîtinê girîng dibînin û bi hêviya ku bidome."

ŞER SED SAL IN HEYE

Kalkan der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Xakurkê tespîtên girîng kir. Kalkan bi bîr xist, şerê li Kurdistanê bi PKK'ê re destpê nekiriye û got, "Li Kurdistanê sed sal in êrîş hene. Beriya her tiştî em dagirkeriya hin dewletên cuda nahesibînin, lê belê êrîşên qirker ên plankirî yên TC'ê ji rêveberiya Îttîhat û Terakkî û vir ve zêdeyî sed sal in hene. Êrîşên ji bo komkujî û qirkirinê dikin. Divê ev rastî were dîtin. Gelê Kurd jî li dijî vê yekê bi rê û rêbazên cuda li ber xwe dide. Rastiyeke êrîşa komkujî û qirkirinê heye. Qirkirin bi awayê fîzîkî, çandî didome. Ji asîmîlasyona ziman û çandê heta guhertina demografiyê û sirgûnkirinê didome.

PIŞTÎ TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê YA LI REQAYÊ DEST PÊ KIR

Êrîşên dawî Cotmeha 2017'an li Reqayê piştî êrîşa DAÎŞ'ê pêk hat. Rewşeke ecêb e. Hem li aliyekî êrîş li Kerkûkê hate kirin, piştre Kanûna 2017'an li Xakurkê, Çileya 2018'an jî li dijî Efrînê êrîşê dest pê kir. Nîsana 2018'an 20 kîlometre kete nava sînorên dewleta Iraqê û heta li Girê Lêlîkanê êrîş kir. Niha jî di 25-26'ê Gulanê de li wê derdorê liv û tevgereke leşkerî, êrîşek heye."

JI EFRÎNÊ HETA XAKURKÊ HEWLDANA JI BO DAGIRKIRINÊ

Kalkan diyar kir, divê ev rewş ji çend aliyan ve bê nirxandin û got, "Nirxandina bi yek alî wê têra fêhmkirin û ronîkirina rastiyê neke. Divê ji gelek aliyan ve mirov li meseleyê binerin û êrîşa dagirkeriyê bi vî rengî fêhm bikin;

Hêza ku dewleta bi navê Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe, 'dewleta kûr e', 'dewleta veşartî ye', 'super gladiyo ye' êdî kîjan hêz be, xwedî biryar, plan û projeyekê ne ku ji Efrînê heta Xakurkê dixwaze qadê dagir bike. Ajandayeke xwe ya veşartî heye. Ev eşkere ye. Çi ye? Dagirkirina herêma ji Efrînê heta Xakurkê ye. Dagirkirina parçeyên Rojava û Başûr ên Kurdistanê ye. Aliyê vê yekê yê rojava Efrîn e, aliyê rojhilat jî qada Xakurkê-Bradost e."

Kalkan diyar kir, dewleta Tirk dixwaze ji şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn sûdê werbigire, bi derfetên şer û nakokiyên Şerê Sêyemîn ê Dinyayê û bêîradebûna hin hêzan dixwaze armanca xwe pêk bîne. Kalkan got, "Ev eşkere bûye. Naxwe ne belasebep e ku aliyekî wê Efrîn e, aliyê din jî Xakurkê ye. Sînor xêz dike. Ji xwe Tayyîp Erdogan çend caran eşkere kir. Xeyaleke xwe ya bi vî rengî, plan û projeyeke xwe ya bi vî rengî heye. Her du firsendê dibînin pêk tînin. Xuya ye eger hêza wan têrê bike û firsendê bibînin wê vê bikin. Wê Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Plan û biryara xwe ya dagirkeriyê heye. Ya ku tê kirina liv û tevgera dagirkeriyê ye."

Kalkan ragihand, divê civaka Tirkiyeyê jî li vê rastiyê bifikire û got, "Wan ber bi serpêhatiyekê ve dehf didin. Ka sînor hebûn, ka wê di çarçoveya demokratîk de li nava wan sînoran bijiyan! Ne welê ye. Tayyîp Erdogan an jî Devlet Bahçelî vê yekê ji ber xwe ve navêjin, dewlet bi xwe dike. Divê Kurd vê bibînin, bi taybetî Kurdên li Rojava û Başûr vê yekê bibînin û fêhm bikin."

JI BO HILBIJARTINÊN STENBOLÊ...

Kalkan destnîşan kir ku aliyê wê yê duyemîn jî aliyê siyasî rojane ye û tespîteke wiha kir: "Divê ew jî bê dîtin. Bi taybetî êrîşên dawî beriya cejnê, roja cejnê bi lez û bez kirin. Hemû bi hilbijartinên Stenbolê ve girêdayî ne. Çawa ku grevên birçîbûnê zext kir, bi biryardarî li ber xwe da û kir ku faşîzm paşve gavê biavêje, îrade da tevgrea demokrasiyê, hişmendiya demokratîk belav kir; bi tirsa vê yekê û ji bo bandora wê têk bibe, ji bo armancên greva birçîbûnê ji rojevê bixîne yekser dest bi êrîşa li Xakurkê kirin. Hewldana ji bo berevajîkirina rojevê ye, bi armanca şerê psîkolojîk e, aliyê xwe yê siyasî rojane heye. Ev aliyê xwe jî ji bo serketina di hilbijartinên Stenbolê de ye. Divê her kes vê bibîne. Eger mirov bala xwe bidin ser wê were dîtin ku hemû hêzên şoven, neteweperest, nîjadperest, derdora MHP a faşîst diaxivin; ji Tayyîp Erdogan bêhtir Devlet Bahçelî diaxivin. Mîna ku yê dest bi êrîşê kir û bi rê ve dibe Devlet Bahçelî ye, her kes vê dibîne. Eşkere ye ku ji bo hilbijartinên Stenbolê de deng werbigirin û bi ser bikevin vê êrîşê dikin. Ev aliyê êrîşê welê qels û biçûk nîne."

Kalkan destnîşan kir ku bi şerê Xakurkê re dixwazin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi dest bixin û got, "Bi siyaseteke welê rojane şer dimeşînin. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke wiha ye.

ALIYÊ XWE YÊ LEŞKERÎ

Dûran Kalkan da xuyakirin ku aliyê xwe yê sêyemîn jî aliyê leşkerî ye û got, "Aliyê sêyemîn ne weke îdîayên çapemeniya AKP'ê ye. Dibêjin, 'Pençeyê xwe avêtine her derê û terorê têk dibin', tiştekî welê nîne. Me qala armanca wê ya stratejîk kir, armanca wê ya siyasî taktîkî jî vegot. Aliyê xwe yê leşkerî wiha ye: Sala 2018'an meha Nîsanê li Girê Lêlîkanê bi cih bûn. Bila lêkolîn bikin ku di nava salekê de çend leşker li wir mirin. Serokê Fermandariya Giştî, Wezareta Parastinê nabêjin, derewan dikin. Rastiyan eşkere nakin. Gerîla her roj çalakî kir. Welê lê kir ku Girê Lêlîkanê bû mîna kîsê xîzê. Gerîla çend caran kontrol kir, dubare hatin leşker danîn. Belê di destê gerîla de dîmen hene û her kes vê dibîne. Ev îdîa nîne. Gihaştin nuqteyeke welê ku êdî nikarin li Lêlîkanê bimînin. Lewma ya wê dest jê berdabûna û biçûna, ya jî wê ewlekariyeke leşkerî ava bikirana. Ya ku niha dikin jî avakirina xeteke ewlekariya leşkerî ye ji bo parastina Girê Lêlîkanê. Leşker danîne ser hemû girên li bakur, rojhilat û başûrrojhilat. Hewl didin gundên li başûrê herêmê vala bikin, bi taybetî bi balafirên şer bombeyan li gundê Bradostê dibarînin, gundiyan dikujin. Tê gotin ku hêzên PDK'ê, hêzên Iraqê birîndar bûne. Bi rengekî şênber agahî li ber destê me hene. Bi valakirina wan gundan dixwazin derdorê kontrol bikin û leşkerên li Girê Lêlîkanê biparêzin. Naxwe welê li wan hatiye ku nikarin li wî girî bimînin.

HEFT GIRÊN JI BO PARASTINA GIRÊ LÊLÎKANÊ WÊ ÇAWA BÊ PARASTIN?

Divê ev yek were pirsîn: Ji bo girekî kontrol bikin heft girên din kontrol kirine. Baş e wê wan heft giran kî biparêze? Em bêjin heft giran ew gir parast, baş e girê li pişt wê wê çawa bê parastin? Girek ewqasî bû hedef, artêşa Tirk kuştiyên ku heta niha nedaye saleke li wir da. Niha li heft giran wê bi heft qatî zêdetir windahiyan bide. Ji bo gerîla hedefên nû derdikevin holê, qadên nû yên çalakiyan diafirin, hedefên ku dikarin bi hêsanî lê bidin derdikevin holê. Ev rastiyek e. Ya rast li Lêlîkanê nikarîbûn bimabûna, diviyabûn bireviyan; ya ku tê kirin parastina wê derê ye. Wê nikaribin biparêzin. Ji ber ku zanin wê nikaribin biparêzin dixwazin gundên li derdorê vala bikin. Çawa ku li Efrînê Kurd ji cih û warê wan derxistin, 5 ji sedî jî neman, niha jî bi valakirina gundên li herêma Bradostê dixwzin wî girî û leşkerên li wê derê biparêzin. Ev yek bi rastî jî hewldaneke qirkirinê ye."

DIVÊ KURD ZANIBIN; BI DEWLETA IRAQÊ RE LI HEV KIRINE

Kalkan destnîşan kir ku herî dawî aliyê xwe yê ji bo Kurdan heye û got, "Êrîş di çarçoveya lihevkirina bi dewleta Iraqê re tên kirin. Ji ber ku li gundên ku tên bombekirin leşkerên bi navê dewleta Iraqê wezîfedfar in hene. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku li pêşmergeyên PDK'ê xistin. Wan destûra dan. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî daxuyanî da. Eger destûr nedabûna ti ji van êrîşan nekarîbûn bikirana. Wê nikaribûna bi vî rengî biketina herêmê. Xwestin ji bejahî ve bikevin herêmê; ji xwe gel li hin deveran destûr neda, nekarîn vê bikin. Lê belê aliyên êrîşên heyî bi vî rengî ye. Divê ev bê dîtin. Bi rastî jî êrîşeke dagirkeriyê heye."

BANGA JI BO PDK Û YNK'Ê: EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN

Kalkan işaret bi helwesta PDK û YNK'ê kir û got, "Van hêza heta niha tiştek nekirin. Em dixwzin van hêza hem hişyar bikin hem jî bangekê li wan bikin. Hişyariya me ev e; ev yek êrîş e, dagirkerî ye. Li dijî Kurdan hemûyan e. Banga me jî ew e; em amade ne li dijî vê yekê bi hev re li ber xwe bidin. Yekîtî divê. Di vê çarçoveyê de hin xusûs hene ku em dixwazin bi taybetî ji PDK'ê re bêjin. Em dibihîzin ku bi PDK'ê re di nava têkilî û tifaqê de ne. Tê gotin, dewleta TC dema hewl dide ji aliyê bakur ve wan giran kontrol bike, PDK jî dixwaze girên li başûr kontrol bike. Devera Goşine, Berbizinî, Kanî Kirêj, girên jorîn ên li herêma eşîra Bradostê pêşmergeyên PDK'ê dixwazin kontrol bikin.

Bi vî rengî eşkere dibe ku hêzên PDK'ê tevî artêşa Tirk li dijî hêzên PKK'ê operasyoneke hevpar dimeşînin. Eger ev rast be gelekî metirsîdar e. Eger rêveberiya PDK'ê mîna ku sala 1997'an kir di nava planekê de be; eger hewl bide van herêman kontrol bike û pêşî li berxwedana gel û gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk bigire, eger hewl bide vê yekê ji aliyê başûr ve bike, ev ê were wê wateyê ku dikeve nava vî şerî. Encama vê jî wê şer be, divê her kes bi vê zanibe. Ji vê derê bi rengekî vekirî dibêjim, hişyar dikim; Eger hewl bidin mîna sala 1997'an bikin, bi lihevkirina bi TC re hewl bide ji pişt ve li gerîla bide, wê şer derkeve. 12 sal in kampên PKK'ê hemû bi tifaqa DYE-Tirkiyeyê li Başûr tên bombekirin. Ji ber vê yekê bi sedan ciwan hatin kuştin. Kes hesabê vê nake, mîna ku cografya Kurdan, mirovên Kurd kîsê ji xîzê ye, mîna ku mafê dewleta TC ye ku kengî bixwaze dikare lê bide, bi vî rengî nabe. Lewma divê raya giştî zanibe, bi taybetî raya giştî ya Kurd zanibe. Bila piştre kes me sûcdar neke. Eger PDK ji qereqolên heyî hewl bide hinekî din ber bi herêmên gerîla ve, ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bê, ev ê were wê wateyê ku ketiye nava vî şerî û bersiva vê jî wê şer be. Em ê bi vî rengî fêhm bikin û bi vî rengî tevbigerin. Bi rengekî din em ê tevnegerin. Em naxwazin bi vî rengî bibe. Em vedixwînin; werin em bi hev re li dijî dagirkeriya Tirk şer bikin, werin em gundên Kurdan biparêzin, bila gundiyên Bradostê karibin li herêmên xwe bi rengekî azad bijîn, hilberîna xwe bikin."

Kalkan destnîşan kir ku banga wan berxwedana li dijî dagirkeriyê ye.

GELÊ BRADOSTÊ LI GEL GERÎLA CIH BIGIRIN, ÇI DIBE BILA BIBE WÊ GERÎLA WE BIPARÊZE

Kalkan bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî kir û got, "Ji bo gelê me yê Başûr, rêveberiya me bangawaziyek kir, em tevlî dibin. Bi rastî jî divê bi ruhê Şeladizê li ber xwe bidin, berxwedanê li gelek qadê belav bikin û li gelê Bradost û gundên Bradost xwedî derkevin.

Banga me ji bo gelê me yê Bradost jî heye. Dostên me ne, em hemûyan silav dikin, wan ji nêz ve nas jî dikin. Rastiya dijmin baş nas bikin, hêza miqabilî xwe zanibin. Em naxwazin rewşek wiha rû bide, lê dijmin êrîşeke wiha li ser me ferz dike. Li dijî vê ji bilî berxwedanê rêyeke din ji me re tine ye. Dibe ku em êşên giran bijîn, derbe bixwin, zehmetiyên mezin bikşînin. Lê belê çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin. Gerîla wê we biparêze, hêz bidin gerîla, piştgirî bidin. Li dijî dijmin û nokerên wan derkevin. TC pir qels bûye û teqez ew ê binkeve. Di vê mijarê de bila kes netirse, xwe paş ve nede. Em bibin yek, em li ber xwe bidin, li wan qadan nikare gavekê jî bi rehetî bavêje, nikare zêdetir bimîne, neçare bireve biçe ji vir. Lewma li hember lîstokên AKP’ê û xayînên di nav de yên ku hatine qaşo eşîran bixapînin hişyar bin, tenezul nekin, wan guhdar nekin û wan biqewitînin. Berovajî li dijî dagirkeriya faşîst a qirker hûn jî bi gerîla re bibin yek, li ber xwe bidin. Ev rûmet e, şeref e, paşeroj e, azadî ye. Hemû gelê Bradost bi hêza ku ji dîroka xwe digre divê vê yekê bike. Teqez eger li ber xwe bidin wê biserkevin. Em li ber xwe bidin û biserkevin."

HILBIJARTIN NEQEDIYAYE, DIXWAZIN BI QETILKIRIN Û DAGIRKERIYA KURDISTANÊ XWE LI SER LINGAN BIGIRIN

Kalkan der barê hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê de jî got, "Ji xwe pêvajoya hilbijartinê xwecihî ya 31’ê Adarê didome, neqediyaye. Eger encam bigire, wê bi hilbijartina Stenbolê ve bi dawî bibe, ji ber ku rewş hê tam ne zelal e. Ji wê alî ve têkoşîna siyasî ya xwe dispêre hilbijartinê dewam dike. Divê her kes di vê mijarê de hestyar be.Li aliyê din di 1’ê Mijdara 2015’an rêveberiya AKP’ê bi şer girt, xestp kir. Niha jî bi qirkirina Efrîn, bi qirkirina Sîdekan-Bradostê û dagirkeriya Xakûrkê ve dixwaze Stenbolê bi dest bixe û desthilata xwe ya li Tirkiyeyê bidomîne. Dixwaze bi qetilkirina Kurdan, dagirkirina Kurdistanê desthilata xwe li ser lingan bigire. Kurd rê nadin vê. Divê bi teqez rê nedin faşîzmê. Divê di vê mijarê de kes nekeve pey hesabên şaş. Divê deng nede dagirkerên xwe, yên gorên wan dikolin.

JI BO ÎTIFAQA AKP-MHP’Ê LI STENBOLÊ TÊK BIÇE, TÊKOŞÎNÊ BIKIN Û LI DIJÎ HÎLE Û LÎSTIKAN JÎ BALDAR BIN

AKP-MHP her cûre zextê dike, wê serî li her cûre hîleyan bide, divê mirov hişyar, rêxistinkirî û sindoqan biparêze. Ya yakem ji bo li Stenbolê îtifaqa AKP-MHP’ê têk biçe, divê her kes têkoşînê bike. Ya duyemîn jî li dijî her cûre hîle û lîstikan hişyar, bi rêxistinkirî û xwedî li sindoqan derbike û bi teqez rê nede hîleyên AKP’ê. Ji xwe ewqas hîle jî kirin ku dîsa jî bi ser neketin. Hîleyên wan kêm bûn, ji bo wê hilbijartin nû kirin. Wan wisa difikirîn ku wê bi wan hîleyan bi ser bikevin, lê niha dîtin bi wê nebûn. Niha dixwazin bi hîleyên hê mezintir bi ser bikevin. Divê bi teqez rê neyê dayîna vê.

Eger ku CHP xwe li ber bigire, li dijî hîleyên hilbijartinê helwestekî xweragir nîşan bide, îtifaqa AKP-MHP’ê ji sedî 40’ê dengî jî bi dest naxe . Ekrem Îmamoglû dibêje; ‘Têkoşîna demokrasiyê didim’ eger li pey gotinê xwe be û li ser wî bingehî bimeşe, dikare ji sedî 60’ê dengan bi dest bixe. Bi xwe jî dizanin ku Stenbolê winda bikin wê têk biçin ji bo wê ewqas êrîş û zextan dike. Ji bo vê divê li dijî vê hişyar bin, xwe bi rêxistin û xebatê bikin, li gel vê tecrîda mutleq bişkînin û faşîzmê hilweşînin. Di têkoşîna hilweşandina faşîzmê de, hilweşandina hişmendiya qirker a mêtinger a faşîst a li Tirkiyeyê, pêşiya demokratîbûna Tirkiyeyê hilbijartina Stenbolê xwedî cihekî pir girîng e. Bi rastî jî mîna kilîdekê ye. Ji bo wê divê kilîda demokrasiyê li Stenbolê bê vekirin. Yê ji Stenbolê destpêkirî, li Stenbolê ji dîrokê bibin. Niha nuqteya em lê ev e. Her kes bi vê hişmendiyê tevger bike, wê encamgir be. Li ser vî bingehî ji hêzên demokrasiyê re serkeftinê dixwazim."