Kakaîyên li Kerkûkê di bin gefa koçkirinê de ne

Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê gundên Kakaî yên ku berê gelek caran çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wan kiribû, vê carê jî di bin zextên Ereban de ne yên ku ji derve hatine û li herêmê hatine bicihkirin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê piştî referandûma ‘serxwebûnê’ ya sala borî, Kerkûk di 16’ê Cotmehê de hatibû dorpêçkirin û dest bi guherandina demografyaya wê hate kirin.

Piştî ku di 17’ê Cotmehê de wekîlê walî Rakan Cûbûrî hate peywirdarkirin, li ser gundên Kakaîyan kampanyaya zextan hate destpêkirin. Şêniyên Ereb ên ku li herêmê hatibûn bicihkirin, di 25’ê Kanûnê de bi çekan êrîşî gundê Ferik ê Daqûqê kiribûn û ji gundiyên Kakaî xwestibûn ku di nava çar rojan de ji gund derkevin.

Cotkarekî li gundê Ferik ê ku nexwest navê xwe bide derbarê vê êrîşê de got ku, “Em çûn serdana hêzên ewlekariyê yên Iraqê û me ji wan re ragihand ku gef li me tên xwarin. Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê tiştek nekirin û ji me re gotin, hûn vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Ji ber gefên li ser gundên Kakaî di du mehên dawîn de 30 malbatan ji neçarî koç kirine.

Endamê Meclîsa Bajêr a Selahaddînê Mela Hesen Germiyanî got ku, “Erebên ji derve hatine, êrîşî gund kirine. Erebên ku ji derve hatine bi piştgiriya hêzên ewlekariyê yên Iraqê li vê derê geriyane.”

Meha borî bi ser gundên Avayê Dara û Alî Mansûr ê herêma Heftexar a Daqûqê û gundên Abdulaxanim, Kobanî, Ebûnecîm ê herêma Talabanî jî hatibûn girtin û ji gundiyan hatibû xwestin ku ji gund derkevin.

Tê diyarkirin ji ber ku li herêma Kerkûkê hê jî tu walî nehatiye hilbijartin, ev zext pêk tên. Ji ber ku hemû endamên meclîsa bajêr a Kerkûkê tevlî civînê nabin, walî jî nikare were hilbijartin.

Ji Cotmeha 2017’an û vir de tu nûnerên PDK’ê tevlî civîna Meclîsa Bajêr a Kerkûkê nabin. Tê diyarkirin ku li ber hilnebijartina walî, ev astengiya herî mezin e. PDK dixwaze ku walîtiya Kerkûkê bibin para wan.

YNK jî diyar dike ku Kerkûk herêma wan e û ji ber peymana wan a bi PDK’ê re heqê walîtiya Kerkûkê yê YNK’ê ye. Şêniyên herêmê diyar dikin ku ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê Kakaî di serî de li ser Kurdan gefên mezin tên xwarin.