Jinên ciwan hêza diyarker a serketinê ye
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Pelşîn Mûnzûr diyar kir, ew hew didin jinên ciwan ji aliyê giyanî û bedenî ve ji dîlgirtin û mêtîngeriyê vegirin û got, jinên ciwan hêza diyarker a serketinê ye.
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Pelşîn Mûnzûr diyar kir, ew hew didin jinên ciwan ji aliyê giyanî û bedenî ve ji dîlgirtin û mêtîngeriyê vegirin û got, jinên ciwan hêza diyarker a serketinê ye.
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Pelşîn Mûnzûr diyar kir, ew hew didin jinên ciwan ji aliyê giyanî û bedenî ve ji dîlgirtin û mêtîngeriyê vegirin û got, jinên ciwan hêza diyarker a serketinê ye. Mûnzûr, bersiv da pirsên ANF'ê.
Di destpêkê de em dixwazin li tevlîbûna we ya li nava PKK'ê bipirsin. Hûn di pêvajoyeke çawa de tevlî bûn û bi çi rengî biryara tevlîbûnê da?
Ew serdem bû, ku gelê Kurd li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê li ber xwe dida. Bi pêşengiya jinên Kurd çalakiyên "Êdî Bes e" dihatin lidarxistin. Dewleta Tirk bi rengekî xwînxwarî êrîşî jin û dayikên Kurd dikirin. Li dijî jinên ciwan ên ku hewl didan li dijî qirirna çandî helwesteke polîtîk nîşan bidin, êrîşên dewletê bi rengekî cuda dihatin kirin. Bi ajankirin, fihûş, narkotîkê re êrîş li îradeya jinên ciwan dihate kirin. Li gel rewşa siyasî-leşkerî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijmin polîtîka dafirand. Di wê demê de gelek jinên ciwan ên sosaylîst polîstîk, bi zanebûn dihatin binçavkirin û girtin. Jinên ciwan bi pêngava "Êdî bes e" re helwesta xwe ya li dijîs îstemê bi zelalî nîşan da bû. Çalakiyên gerîla ku giyan û karakterê demê diyar dikir, -Gabar, Oremar, Zap- tevlîbûn zêde kiribû. Tevlîbûna min di nava konjontureke wiha ya leşkerî-siyasî de pêk hat.
Yekane têkoşîna ku keda jinên ciwan lê nayê dizîn û pêşengî ji jinên ciwan re tê dayin PAJK, PKK ye. Lewma, nêzîkatiya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, sedema destpêkê ya tevlîbûna min bû. Rêberî, min jî mîna hemû jinan gihand nasnameya min a jinê, kir ku dest bi meşa azadiyê bikim.
Ji bo çi we xwest cihê xwe di nava karê jinên ciwan de bigirin. Zor û zehmetiya vê nîne?
Ji ber ku jin û ciwan, ku du nasnameyên stratejîk ên azadiyê ne, di nava jinên ciwan de digihêjin hev, min li nava vî karî dest bi têkoşînê kir. Jinên Ciwan, bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd cara yekê ye ku li cîhanê dibe xwedî nasnameyekê. Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan ên ku xeta PAJK-PKK'ê afirandin, jinên ciwan bûn. Bi sekn û şerê xwe yê li nava têkoşînê re, xeta jinên ciwan jî afirandibûn. Lewma mîrateyeke me heye, ku em xwe bispêrin têkoşîna wan û vê yekê ji xwe re esas bigirin.
Jinên ciwan xwe di nava tevgera ciwanan de bi rêxistin dikirin. Hewl dida bi rengekî xweser bibe xwedî vîn. Di nava xwe de, di destpêkê de me têkoşîna zayendî meşand. Bi tecrûbe û daneheviyan re, jinên ciwan bi rengekî têrker ku xwe dispêre hêza xwe, ji mêr cuda, xwe bi rêxistin kir. Ev hêsan nebû. Li pişt avakirina sîstem û rêxistinbûan me, têkoşîn û nîqaşeke berfireh a îdeolojîk heye. Di nava vê têkoşînê de em hê bi polîtîk û îdeolojîk nêzî mîsyona xwe bûn. Me xwe bi rêxistin kir.
Dema mirov li rewşa heyî binerin, gelo têkiliya ciwanan-sîstemê û amûrên ku dewlet bi rêya wan dorê li ciwanan digirin, çawa dikarin vebêjin?
Bêkarbûna bi mîlyonan ciwanan jî bi tena serê xwe dikare bibe sedemeke mezin a raperîn û serhildanê. Lê belê şerê taybet ê psîkolojîk ku dewlet dimeşîne, nahêle ku zanebûna ciwanan û hêza wan a rêxistinbûyî derkeve holê. Dewletên şerê taybet, ji bo ciwanan bi xwe ve girê bidin û veguherîne hêzeke wiha, her rê û rêbazan diceribînin. Xefikên narkotîk, fihûşt û ajankirin, çend ji van amûran e ku bi wan ciwan tên tevizandin.
Wekî din, spor seks û huner weke polîtîkayeke dewletê vediguherînin sektorekê û bi rêya vê yekê ciwanan depolîtîze dike û kedî dike. Niha 'alema ferazî-înternet' jî li vê zêde kirine. Ciwanan dixin nava deryayeke ferazî û bi tenê dihêle. Dike ku ji aliyê teknîkê ve were dorpêçkirin, bê ruh bimîne û bi xemsarî bijî... Bêguman ev rewş herî zêde bandorê li jinên ciwan dike.
Çima?
Ji ber ku ciwan e, hem hedefa polîtîkayên şerê taybet e, hem jî ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve weke objeyekê tê bikaranîn. Êrîşên hê kûr û 'zirav' li jinên ciwan tên kirin. Zewaca di emrê zarokatiyê de, sektora fihûşê, kuştina jinan îspat dikin ku êrîşeke berfireh li jinan tê kirin.
Hûn niha di nava Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan de cih digirin. Asta ku rêxistiniya jinên ciwan xwe gihandiye çi ye?
Weke Komalên Jinên Ciwan em hewl didin li gorî rola xwe ya dîrokî rêxistinbûna xwe pêk bînin. Dîrok ji me dixwaze ku em tolê ji zilmê hilînin, li me ferz dike ku êdî jiyan azad bibe. Li gorî asta heyî, li hemû parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê, rêxistinbûna jinên ciwan hate pêşxistin. Weke înatek li dijî bê felsefe, bê îdeolojî û bê parastin hiştina jinê ji aliyê sîstemê ve, jinên ciwan ên Kurd xwe bi rêxistin dikin. Em hewl didin vê rêxistinbûnê xurtir bikin û li qadeke berfireh belav bikin. Em ê xwe bigihînin wê astê, ku şoreşa gelê me bi azadiya Rêberê xwe pêk bînin û pêşî li hemû êrîşan bigirin. Rêberê me serdem weke 'parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe' bi nav kir. Em jin, vê yekê ji xwe re esas dibînin. Em ê rêxistinbûna xwe ya li ser qadên leşkerî, polîtîk, civakî, çandî û hemû qadên din mezintir bikin. Em bi rengekî stratejîk nêzî perwerdeyê dibin. Em kêmasiyên xwe yên li ser pêşengiya me ya bi paradîgma û nasnameya me, bi karê akademiyê çareser dikin û polîtîkayan diyar dikin. Di çarçoveya têkoşîna zayend de em ê hê mezintir bibin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pîvana me ya serixistina Şoreşa Kurdistanê ye. Lewma heta serketinê em ê nesekinin û ti encamê têrker nebînin.
Hûn tevlîbûna jinên ciwan li nava refên YPJ, YJŞ, YPS û li berxwedana nava bajaran çawa dibînin?
Weke gel, em bi Rêber Apo re ciwan bûn û jinên ciwan jî xwe gihandin cewhera xwe. Tevlîbûna jinên ciwan li nava refên YPJ, YJŞ, YPS-Jinê, hilbijartina jiyana azad e, rabûna li ber sîstemê ye, şerê ji bo jiyanê ye û jiyana ji bo şer e."
Di berxwedanên xwerêveberiyê de rastiya gelê şoreşger bi pêşengî li bendan, li çeperan hate nîşandan. Ji ber ku berxwedêran gotina dawî gotin, tiştekî ku em lê zêde bikin nîne. Li Cizîrê Şehîd Axîn got, "Ez dixwazim weke sembola berxwedaneke mezin şehîd bibim" û bi vî rengî şehîd bû. Pêşengên Komalên Jinên Ciwan, lehengên me yên bûne sembol in. Nîşan dan, ku li ser xeta berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd mirov divê çawa li dijî mêtîngeriyê li ber xwe bidin. Em weke jinên ciwan ên Kurd, di vê xetê de bimeşin û têkoşînê mezin bikin. Gelek jinên ciwan ên welatparêz bi van hevrêyên me re tevlî têkoşînê bûn, bi wan re li ber xwe dan. Jinên ciwan, xala diyarker a şer û serketinê ye.
Hûn ji bo jinên ciwan çi dikin?
Weke ku tê zanîn, di Tîrmeha sala 2016'an de me kongreya KJC pêk anîn. Plan û projeyên berfireh amade kirin. Di çarçoveya biryarên me yên kongreyê de xebatên me dewam dikin. Divê berê me li serketinê be û em neçar in bi vî rengî bijîn. Ji aliyekî ve em hewl didin pêşî li êrîşên şerê taybet bigirin, li aliyê din jî ji aliyê giyanî û bedenî ve jinan ji dîlgirtin û mêtîngeriyê vegirin. Divê ti jineke bê komun nemîne. Xweparastina çandî, îdeolojîk, siyasî û aborî li dijî hemû êrîşan, ji bo jinên ciwan gelekî girîng e. Li dijî şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, ji bo jinên ciwan karibin nefesê bigirin, divê berê xwe bidin qadên azad û fêm bikin, ku bi şer dikarin gelê xwe rizgar bikin.
Herî dawî peyameke ku hûn dixwazin bidin jinên ciwan heye?
Bedenê me jî, ruhê me jî, nêrîna me jî yên me ne. Divê bersiveke bi rûmet ji lîstikên gemarî re bê dayin. Bi hişmendiyeke antî kapîtalîst, pêwîste sîstema heyî bê redkirin. Bi rêya tevlîbûnê divê rêxistiniya jinê, artêşbûna jinê were xurtkirin. Ev yek wê bibe bersiva herî zelal a li dijmin.