Jinên Amedê ji mîtînga 8'ê Adarê re hazir in

Endama Komîteya Amdekar a 8'ê Adarê ya Amedê Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP'ê Seval Gulmez bang li hemû jinan kir ku werin Meydana Stesyonê.

Bi pêşengiya TJA'yê 8'ê Adarê li Meydana Stesyonê wê were pîrozkirin.  

Endama Komîteya Amedekar a 8'ê Adare, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP2ê Seval Gulmez derheqê xebatên mîtînga 8'ê Adarê got ew kuçe bi kuçe li navçeyan bi gel re bûne, li bazaran, malan xebat kirine, li daxwazên jinan guhdarî kirine û bi jinan re daxwaza azadbûnê dîtine. 

Derheqê mîtînga ku wê 8'ê Adarê were kirin Gulmez got, ''Em bawer dikin wê jin bi xilbeyî werin Meydana Stesyonê. Em wê coşî û hêviyê dibînin. Helbet wê rojê wê peyameke hebe; li dijî hişmendiya nêr, bi meyzandina jinê em ê peyama avakirina civakî bidin. Her wiha dîsa em ê wê peyama bidin ku modernîteya demokratîk bi navenda jinê were avakirin û li nav civakê were berbelavkirin. Em ê bixwazin ku komkujî û qirkirina jinan raweste. Ji ber vê 8'ê Adarê ji bo me pir girîng e, weke ji nû ve çêbûnê ye. Divê wê rojê hemû jin bi me re bin.''