Jinan li Silopya xwestin ku Tugluk were berdan

Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê li naçeya Şirnexê Silopyayê xwestin ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk were berdan.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Parlamentera berê ya Aysel Tugluk li navçeya Sîlopyayê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Aysel Tugluk rumeta me ye, divê demildest were berdan" hat vekirin. Rêveberên HDP'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
  
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin. Akdag, bêdengiya hikumetê ya li diji rewşa Tugluk rexne kir û wiha got: "Rayedarên hikûmetê li hemberî rewşa Aysel Tuglukê guhên xwe digirin. Lê li gorî raporên pisporan ev nexweşî rê nade ku Tugluk di girtîgehê de bimîne. Polîtîkayên înkar, îmha, asîmîlasyon û dijminatiya kurdan a dewletê bû sedema nexweşiya Tugluk. Çima em vê dibêjin? Ji ber ku beriya sala ewil a girtîgehê Tugluk xebera mirina dayika xwe Hatun Tugluk girt. Û pişt re jî beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bû. Kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn, dema ketin goristanê rastî êrîşên nîjadperestî û tacîza devkî hatin. Aysel Tugluk ev hemû dîtin, bihîst û şahîdîtiya wan kir. Ev eriş jî bû sedema peydabûna van nexweşiyan." 
  
Akdag da zanîn ku divê Tugluk were berdan û got ," Divê demildest Aysel Tugluk bê berdan. Em ji vir bang dikin, Aysel Tugluk ne bi tenê ye. Li pişt wê rêxistinbûneke xurt a jinan heye. Em ê bi hevgirtin û yekitiya xwe jinan biparêzin."