Jinan: Li dijî hilweşandinê hemû kes berê xwe bidin Sûrê

Li Sûrê dijî hilweşandin û bendên li taxan, jinan li taxa Alîpaşayê çalakiya rûniştinê lidarxistin. Jinan daxwaz kirin ku ji bo rawestaninda hilweşandina, hemû kes berê xwe bidin Sûrê.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Amedê Sûrê li rexmê bi mehane li dijî hilweşandinê nerazîbûn û astengiyan jî hilweşandin didome, li dijî hilweşandinê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Ji duh ve polîsan li taxê bend danîne û bi daxwaz dikin bi zorê welatiyan ji malên wan derxînin. 2 taxên ku bi bendan hatine dorpêçkirin weke girtîgehekê vekirî lê hatiye û welatiyên ku di nava bendan de dijîn av û ceyrana wan jî hatiye qutkirin. Welatiyên ku di nava bendan de bê av û bê ceyran mayîn ji bo piştgirî dayînê li taxa Alîpaşayê çalakiya rûniştinê hate lidarxistn û daxwaz hate kirin ku hilweşandin were rawestandin, ceyran, av bê dayîn û bend bêne rakirin.

DBP, HDP, TJA, endamên Platforma Na ji bo Hilweşandina Sûrê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamentera HDP'yî ya Amedê Feleknas Ûca, Sîbel Yîğîtalp û bi dehan kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Jinên ku li taxa Alîpaşayê bi malbatên Sûrê re li hev civiyan, guh dan pirsgirêkên taxê û bi dirêjî gotûbêj kirin.

GUVEN: JI BILÎ BERXWEDANÊ HILBIJARTINEK DIN A ME NÎNE

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di çalakiya rûniştinê de axivî û got: "Li rexmê hemû tiştî gelê me li Sûrê li ber xwe dide. Em jî beşdarî berxwedana we dibîn û têkoşîna xwe xurtir dikin. Derdora taxê bi têlan hatiye dorpêçkirin û bûye girtîgeh. Li Sûrê tenê avahî û mal nayên xirabkirin. Dixwazin dîroka 5 hezar sal tûne bikin. Dixwazin dîroka gelê Kurd tûne bikin. Dixwazin gelê Kurd serî bitewînin, lê belê gelê me ti caran nayê van leyîstokan. Li dijî vê tenê hilbijartinek a me ye ew ji berxwedane."

'EZ Ê XWE BI ŞEWITÎNIM'

Abdûlseal Demîr ê ku li taxa Alîpaşa yê Sûrê dijî û ji bo hilneweşandina mala xwe bi rojane li berxwe dide wiha got: "Em ne mirovên bindest û yên dixwaze tune bikine. Em xwediyê vê xakê ne. Em ji daxwaza nivê qesra Erdogan nakin. Em naxwazin mala xwe bidin. We ceyran, av qutkir û niha jî dixwazin me bavêjin ji derve. Ev mirovatiye, di Misilmaniyê de ev heye? Bila werin me bikujin lê dîsan ji em mala xwe nadin. Eger pêwîst bike ezê xwe li vir bişewitînim."

'EM Ê ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ BIDOMÎNIN'

Li ser navê kesên beşdarî çalakiya rûniştinê bûyîn, endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedîa Akkaya daxûyanî da û wiha got: "Li Sûrê hilweşandinekî mezin heye û ev her roj didome. Em weke jîn ji bo rawestandina hilweşaninda Sûrê em li gel gelê xwe ne. Em ê heta dawî li dijî êrîşên li ser Sûrê bin. Me duh li berxweda, îro jî liberxwedidin û sibê ji em ê liberxwebidin. Em ê polîtikayên AKP'ê qebul nekin. Em ê ji bo Sûrê sibê jî li vir bin. Em bang li hemû kesê dikin ku werin Sûrê . Pêwîste her kes berê xwe bide Sûrê û hilweşadina Sûrê bide sekinandin."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû.