Jin tevlî nobeta Şenyaşaran bûn

Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinê ya Jiyanê beşdarî nobeta Malbata Şenyaşar bû.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, dewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire. Nobed ket roja 528’emîn. Dayik û kurê wê wek her roj vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê xwe yê her roj dest bi nobedê kirin. Îro endamên Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinê ya Jiyanê  piştgirî dan çalakiya malbatê.

Emîne Şenyaşar ji jinên hatin piştevaniya wan re qala pêvajoya qetlîamê û têkoşîna xwe ya edaletê kir.

Endama Komeleyê Serpîl Geyîk têkildarî daxwaza edaletê ya malbatê axivî û wiha got: “Me jî xwest em piştevaniya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar bikin. Ji bo em jî bibin dengê qêrîna edaleta malbatê, li vir in. Meh û sal derbas bûn, lê hê jî tiştek neguheriye. Lê em di wê baweriyê de dê rojek edalet were. Em wek jinên hatine piştevaniyê dibêjin êşa dayika Emîne êşa me ye. Emîne Şenyaşar li cihek feodal wek Rihayê li ber deriyê edliyeyê disekine. Em wek jinan her dem li ba ‘dayika edalet’ in. Em ê îro li gel malbatê nobedê bigirin.”