Ji VEDAŞ'ê polîtîkaya sosret a 'elektrîka qeçax'
Polîtîkaya VEDAŞ'ê ya navçeya Qelqeliyê kir ku gundî findan vêxin.
Polîtîkaya VEDAŞ'ê ya navçeya Qelqeliyê kir ku gundî findan vêxin.
Li Kurdistanê yek ji bajarê ku pirgirêka elektrîkê pir zêde lê heye Wan e. Li Wanê polîtîkayeke ku van rojên dawî tê meşandin dibe sedema nerazîbûnê. Li dijî helwesta VEDAŞ’ê ku hemû saetên elektrîkê yên Qelqeliyê bi tirafoyên navendî ve girêdan, gundî xwe amade dikin ku serî li darazê bidin.
VEDAŞ ku bi salan e nikare pirsgirêka elektrîkê li Wanê çareser bike, ji bo rê li ber elektrîka qaçax bigire, polîtîkayeke sosret sazkar kir. VEDAŞ ku bi îdîaya elektrîka kaçax heta niha gelek cezayên giran li gel birî, lig undan dest bi polîtîkayeke nû kir. Hemû saetên elektrîkê yên gundiyan li devereke ku tirafoya gund lê heye dicivîne û bi vî awayî bi sîstema saeta navendî hewl dide ku pêşî li qaçaxê bigire. Li Qerqeliyê piştî vê polîtîkayê ji gundiyan re serê malê 600-700 TL ceza tê birîn.
PROTESTOYA BI VÊXISTINA FINDAN
Keyayê Boyaldixi yê Qelqeliyê Aydin Evren diyar kir ku ev polîtîka tenê li Qereqliyê tê kirin, wan xwe negihandine rayedaran, elektrîkê xwe girtine û bi vêxistina findan ev rewş protesto kirine. Keya diyar kir, fatûrayên ku berê 50-70 lîre bûn niha çûne 600-700 lîreyî, ji bo vê jî ew ê serî li dozgeriyê bidin.