Ji şînê jiyan tê afirandin: Şengal

Xelkê Şengalê li gel zilm û zordariya mezin li xaka xwe vedigere û jiyanê ji nû ve ava dike. Ev war mirovan hînî berxwedanê dike, hîn dike ku mirov êşê veguherînin hêrsê.

Xelkê Şengalê ku bi fermana 73'an re neçar ma ji cih û warê xwe koç bike, li xaka xwe vedigere. Li Şengalê, gund, bajarok û komalgehan, bi vegera xelkê wê re jiyan ji nû ve dest pê dike.

Ev warê ku DAÎŞ'ê jiyan lê herimand, bêmirov mabû, bûbû cihekî şînê. Ev warê ku xwediyên wê lê vedigere, mirovan hînî berxwedanê dike, mirovan hîn dike ku êşê veguherînin hêrsê.

Li bajarokê Xanesorê, şopa fermanê li her kolanê, di çavê her kesî de tê dîtin. Xelkê Şengalê bi êşa xwe hêrsa li dijî dijmin mezin kiriye û bi vî rengî xwe li warê xwe digire. Mîna evîna Edûlê ya ji bo Derwêş.

RÊXISTINBÛN PÎROZ E

Xelkê Şengalê, cih û warê ku lê bi rêxistin bûye, weke beşek ji pîrozmendiyên xwe dibîne. Ji ber ku pê zane, rêxistinbûn ji bo jiyanê pêwîstî ye. Meclîsa Gel jî yek ji vê rêxistiniyê ye.

Li pêşiya avahiya meclîsê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mam Zekî balê dikişînin. Her wiha helbesta Rêberê Gelê Kurd li ser avahiya meclîsê hatiye nivîsandin.

Li Xanesorê her roj liv û tevgereke xurt heye. Ji bo şêniyên Xanesorê, sererastkirin û jinûve avakirina jiyanê, beşek ji têkoşînê ye.

Li Xanesorê, jiyan herî zêde bi zarokan dixemile. Parka Xanesorê mîna dilê zarokan e; cihê kêf û rû li keniya wan e.