Li Rojava akademîsyenê rojhilatî: Ya ku hûn lê digerin li vir e

Di demekê de ku gelek akademîsyen ji Kurdistanê koçî Ewropayê dikirin, akademîsyen Dr. Sîpan Serhed ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Kobanê û 3 sal in nifşên nû yên şoreşê digihîne. Dr. Sîpan Serhed dibêje, "Ya ku hûn lê digerin li vir e, ne dûr e."

Di demekê de ku gelek rewşenbîr, akademîsyen, mamoste, nivîskar û hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê ji ber sedemên cuda pêl bi pêl koçî Ewropayê kirin, akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Sîpan Serhed berê xwe da Kobanê ku nû ji nava şer derketibû.

Dr. Sîpan Serhed piştî ku li Zanîngeha Tehranê beşa biyo-teknolojiyê xwend lîsansa xwe ya bilind pêk anî. Mohra xwe danî binê gelek gotarên akademîk û piştre berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku xizmekî wî yê di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin, bala wî hîn bêhtir çû ser doza Kurdistanê û bi Şoreşa Rojava re lêgerîna wî gihîşt asta herî bilind. Dr. Sîpan Serhed sê sal in li Zanîngeha Kobanê kedê dide nifşên nû.

Dr. Sîpan Serhed der barê perwerde û hîndekariya Rojava de ji ANF'ê re axivî. Ji ber ewlekariya malbata wî ya li Rojhilat em nikarin dîmenê wî biweşînin.

Dr. Sîpan Serhed anî ziman ku bi şerê Kobanê re bala wî bêhtir çû ser Rojava û got, "Min bi xwe wê demê hîn bêhtir modela perwerdeyê dişopand. Hîn bûm ku li vê deverê zanîngeh hatine avakirin. Mesela sala 2015'an Zanîngeha Efrînê ava bû bû. Di sala 2016'an de Zanîngeha Rojava û di sala 2017'an de jî Zanîngeha Kobanê.

Piştî çend rojên avabûna zanîngehê min têkilî bi vê deverê re danî. Ne tenê ez bi komek hevalên xwe me têkilî danî û me ji wan re got ku eger pêwîstî hebe em dixwazin alîkariyê bikin. Piştî ku gotin pêwîstî heye me jî dest bi amadekariyan kir. Bi xwe di sala 2017'an de hatim Rojava.

Destpêkê em difikirîn ku gelo li Kobanê deverek heye em lê bimînin. Ji ber ku her kesî digot ku bajar ji ber şer bi temamî hilweşiya ye. Rast e, lê belê rewş ne ewqasî nebaş bû. Qet nebe pêwîstiyên bingehîn ên weke elektrîk, nan û av hebûn. Destpêkê ez hatim piştre du hevalên min hatin."

'EM AMADEKARIYÊ JI BO FAKULTEYA TIPÊ DIKIN'

Dr. Sîpan Serhed diyar kir ku wan her sê kesan di qada biyo-teknolojiyê de xwendina xwe kiribûn û got, "Ji ber kêmasiyên teknîkî me nekarî beşa biyo-teknolojiyê ava bikin, lê belê me beşa biyolojiyê ku nêzî wê ye ava kir û xwendekarên me du sal in vê beşê tercîh dikin. Niha em hewl didin beşa laboratûvarê ava bikin ku wê bibe bingeh ji fakulteya tipê re. Ji ber ku pêwîstiyeke bingehîn e ji bo vê deverê. Me projeya xwe amade kir, me da qebûlkirin û em bawer in ku em ê bi ser bixînin."

'MÎNA XEWN Û XEYALEKÊ BÛ, LÊ PÊK HAT'

Dr. Sîpan Serhed bal kişand ser girîngiya perwerdeya li Rojava û got, "Li vir tu bi Kurdî perwerdeyê dide, xwendekarên te hene, saziyên perwerdeyê hene. Mîna xewnekê ye. Bi sedan, her wiha bi hezaran kêmasiyên me hebin jî beriya her tiştî divê em zanibin; ev ya me ye. Encama kedeke mezin e. Ji ber vê yekê ji bo min mîna xewnekê ye."

Dr. Sîpan Serhed diyar kir ku Kobanê bi giranî herêmeke Kurdan e, lewma zimanê perwerdeyê jî bi Kurdî ye û got, "Lê belê li gel vê bi zimanê Erebî jî perwerde heye. Di beşa biyo-teknolojiyê de gotin bi giranî bi Îngilizî ne. Lê belê şîrovekirin û vegotin bi Kurdî tê kirin. Em zanîngeheke nû ne û nû kar dikin li vê cografyayê."

Dr. Sîpan Serhed anî ziman ku destpêkê hejmara xwendekaran kêm bû, di sala duyemîn de bi du qatî zêde bû, niha gelek serlêdan hene û got, "Ev yek jî nîşan dide ku zanîngeh dibe cihê baweriyê ji bo xwendekaran. Niha zêdeyî 180 xwendekarên me hene. Bi dîtina min wê îsal xwendekarên me bêhtir bibin."

BANGA LI AKADEMÎSYENÊN KURD

Dr. Sîpan Serhed ji bo akademîsyenên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê got, "Bala xwe bidin ser şehîdgehan, li wê deverê jiyanên ji çar parçeyên Kurdistanê hene. Li eniyê re jî rewş bi vî rengî ne. Ev yekîtî li hemû qadan nîne. Kêmasî hene. Ji ber vê yekê li şûna ku hûn berê xwe bidin Ewropayê ya jî devereke din li rizgariya xwe ya şexsî bigerin berê xwe bidin vê deverê. Tişta ku hûn lê digerin li vê deverê ye, ne dûr e. Li vê deverê her derfet hene. Bi rastî jî hemû derfet tên pêşkêşkirin."

'EGER EM KARIBIN XWE BIGIHÎNIN PÎVANÊN ZANISTÎ YÊN DINYAYÊ WÊ XEYALA MIN PÊK WERE'

Dr. Sîpan Serhed der barê xewn û xeyala xwe de jî got, "Xeyala min ew bû ku destpêkê li vê deverê beşa biyo-teknîkê ava bikim. Me beşa biyolojiyê ava kir. Ji niha û pê ve me xwest laboratûwarê ava bikin, me bingeha wê jî danîn. Hêvî dikim ku ev yek wê bi avakirina beşa tipê tacîdar bibe. Eger rojekê em karibin di asta pîvanên zanistî yên dinyayê de kar bikin, wê demê wê xeyalên min pêk were."