Ji Meletiyê hişyarî hate dayin: Girtîgeh bi rîsk in

Partî, rêxistinên civakî yên sivîl, komele û weqfên li Meletiyê bal kişandin ser tevdîrên divê li dijî şewbê bên girtin û rîska li girtîgehan bi bîr xistin.

Partiyên siyasî, sendîka, weqf û komele jî di nav de 18 rêxistinên li Meletiyê li ser karên divê li dijî şewba vîrûsa koronayê bên kirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin, derketina derve qedexe be, ji bilî pêwîstiyên ji neçarî karê hilberînê bê rawestandin, destûra bi maeş ji karker û kedkaran re bê dayin, zerara esnaf û xwediyên pîşeyî yên serbest bên dayin, alîkariya pere û civakî li malbatên xizan bê kirin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku xizmetên tenduristiyê, elektrîkê, av, gaza xwezayî û înternetê bêpere bin û derxistina mirovan a ji kar bê qedexekirin.

Her wiha hate gotin, "Ji bo tenduristiya kedkarên tenduristiyê divê tevdîrên pêwîst bên girtin" û kesên bi biryarnameyê ji kar hatine derxistin li kar bên vegerandin.

RÎSKA LI GIRTÎGEHAN

Di daxuyaniyê de işaret bi rîska li girtîgehan hate kirin û hate gotin, "Di paketa dadgeriyê de ku di rojevê de ye, divê tavilê ûsilên demokratîk li ber çavan bên girtin û di çarçoveya daxwazên rêxistinên civakî yên sivîl de bibe qanûn û li gorî rêjeya dagirtî ya girtîgehan faktorên rîskê bên kêmkirin."

YÊN MOHRA XWE DANÎN BINÊ DAXUYANIYÊ

Saziyên ku mohra xwe danîn binê daxuyaniyê:

 "SES, Belediye İş, BTS, BES, Eğitim Sen, Eğitim İş, Eşit Yurttaşlık Der, İHD, ADD, ÇGD, CHP, EMEP, ESP, HDP, Sol Parti, TMMOB, PSKAD, Zeynel Abidin Vakfı."