Ji Komîteya TŞYG a Amedê çalakî
Komîteya TŞYG a Amedê, têkildarî çalakiyên di demê dawî de li bajar lidar xistine daxuyaniyek da.
Komîteya TŞYG a Amedê, têkildarî çalakiyên di demê dawî de li bajar lidar xistine daxuyaniyek da.
TŞYG, diyar kir ku ji bo li bajaran dawî li çeteyên Qesr/AKP’ê bînin bang li ciwanan kir.
Komîteya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (TŞYG) a Amedê, têkildarî çalakiyên di demê dawî de li bajar lidar xistine daxuyaniyek da.
Yekîneyên me li dijî midûryeta emniyeta navçeya Rezan a li navçeya Rezan a Amedê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de ziyanên madî gihişte avahiya emniyetê. Wesayîta bi tîpa Krpî û Ûral ên ku ji bo ewlekariya avahiyê amadebûn hatin derbkirin. Di çalakiya hate lidarxistin de têkildarî jimar kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê ti agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Li navçeya Rezan a Amedê yekîneyên me li pêşiya Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E a Rezanê çalakiya rê kontrolkirinê pêk anîn. Di çalakiyê de nasname hatin kontrolkirin. Ji bo gel û ciwanan rastiya TŞYG’ê vegotin û bang li ciwana kir ku beşdarî refên TŞYG bibin. Di dema çalakiyê de di navbera yekîneyên me û çeteyên Qesrê yên ku xwestin mudaxele bikin şer derket. Dîsa wesayîta Toma, Akrep û Ûral ji aliyê yekîneyên me ve hatin derbkirin.
Li naçeya Rezan a Amedê Marketa A-102 a li semta Cezaeviyê ji aliyê tîmên me ve hate rûxandin.
Li navçeya Rezan a Amedê li taxa Kaynartepe ku ji hêla polîs, leşker û çeteyên sivîl ve hatibû dorpêçkirin, yekîneyê me pankarteke bi bombe daliqandibû ku digot: ‘’Li dijî şerê AKP’ê telvî nav TŞYG’ê bibe, hesab bipirse’’
Bi ser cihê kontrolê ya polîsana li têketa navçeya Sûrê ya Amedê, li dijî polîsên AKP’ê û çeteyên Qesrê ku gelê me û ciwanên me tacîz dike, ji hêla me ve çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate dîtin ku çete birîndar bûn, piştî şerekî dem kurt hêzên me vekişiyan qadên xwe.
Yekîneyên me bi ser Qereqola Şehîtlikê ya li Yenîşehîr a Amedê de çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ziyaneke mezin giha bînahiyê û wesayitên polîsên ên li hewşê derb xwarin. Her wiha bersiva êrîşa ji kulubeya qereqolê jî hatiye dayin û bi ser kulubeyê de êrîş pêk hatiye. Di çalakiyê de diyar nebû bê ka çend çete mirin û çend jê birîndar bûn.
Li navçeya Rezan, li Îskan Evlerî û Şêx Şamîr yekîneyên me çalakiya rêbirînê pêk anîn. Piştî ku polîs hatin cihê çalakiyê şerekî rû da. Di vê çalakiyê de wesayitên zirxî derb xarin, hate dîtin ku polîsên di wesayitê de birîndar bûne.
Li Rezanê markêta A 101 ya li Hatboyu hate firandin. Heman demê, bi ser girtîgeha Rezanê de çalakiyeke bi bombeyên deng û fîşekên hewayî hatiye lidarxistin. Ji dijmin çend kes mirin û çend birîndar bûne diyar nebû.