Ji HPG’ê li ser rêya Semsûr- Meletiyê çalakiyek bi bandor

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 30'ê Tebaxê saet di 16:30 de, di navbera gundên Palanî û Haydaran ên li ser rêya Semsûr-Meletiyê, li artêşa TC a dagirker xistin. Di çalakiyê de li wesayîta bi tîpa Akrep hatiye xistin û ji rê derketiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla ev agahî parvekir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 31'ê Tebaxê li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî lidar xistin.

Ber destê sibehê saet di 06:30 de, li dijî qereqola Dêrikê ya Şemzînanê çalakî hate kirin. Derbên giran li kozikên li qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Piştî çalakiyê, artêşa TC a dagirker bi çekên giran li derdorê reşand.

Hêzên me, saet di 08:00 de, li girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremarê ya Geverê, li çeperên dijmin xistin. Encama vê çalakiya bi bandor jî nehate zelalkirin.

Piştî çalakiyê, artêşa TC a dagirker obus û hawan avêt geliyê Şehîd Rahîme û quntarên girê Şehîd Tofan.

Berêvarê saet di 16:20 de, li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Astenga Reş bûn, ku ev der girê parastina qereqola Kokebê ya li bajarokê Bajêrgan ê Colemêrgê ye, çalakiyek hate lidarxistin. Ji du aliyan ve li çeperên dijmin hate reşandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, leşkerek hate kuştin.

Li dû çalakiyê, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin. Artêşa TC a dagirker, leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û li girê Koordîne, derdora gundên Nerman û Kavlêgund dest bi operasyonê kir. Operasyon hê jî dewam dike.

LI BERWARIYÊ KONVOYA LEŞKERÎ HATE HEDEFKIRIN

31'ê Tebaxê saet di 12:15'an de, li hemberî konvoyeke ji wesayitên zirxî ya artêşa TC a dagirker, ku ji qereqola Osyan a navçeya Berwarî ya Sêrtê diçû navenda navçeya Berwariyê, li mintiqa Çemêkarê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de derb li wesayiteke zirxî ay bi tîpa Kîrpî hate xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê li mintiqa Çemêkarê dest bi operasyonê kirin. Heman rojê saet di 19:00 de, operasyon bi rengekî binketî qediya.

ARTÊŞA TIRK CÛDÎ BOMBE KIR

31'ê Tebaxê saet di navbera 12:00-14:00 û 17:00-18:00 de artêşa TC a dagirker bi obus, hawan û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Atak, bombe li qada Gundikremo ya li çiyayê Cûdî yê Şirnexê barand. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket.

LI SER RÊYA SEMSÛR-MELETIYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

30'ê Tebaxê saet di 16:30 de, di navbera gundên Palanî û Haydaran ên li ser rêya Semsûr-Meletiyê, hêzên me li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiya sabotajê de derb li wesayita zirxî ya bi tîpa Akrep hate xistin û wesayit ji rê derket û qulipî. Encama vê çalakiyê nehate zelalkirin.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin."