Ji Hewlêrê hatibû derxistin, li Silêmaniyê hate destgîrkirin

Hasan Kaçar ê ku PDK’ê ew ji Hewlêrê derxistibû di 1’ê Kanûnê de li Silêmaniyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî kon vedabû. Kaçar êvarê jî hatibû destgîrkirin.

Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê di 23’ê Mijdarê de Hasan Kaçar ê ji Bakurê Kurdistanê, hevjîna wî û zarokên wî ji Hewlêrê derxistibû.

Malbata Kaçar ji bo ku vê êrişê protesto bike li Silêmaniyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî di 1’ê Kanûnê de kon vedabû û dest bi çalakiyê kiribû.

Kaçar li vir daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Asayîşê bi êşkenceyê ew ji Hewlêrê derxistiye. Kaçar diyar kir tevî malbata xwe 8 roj in li kolanên Silêmaniyê dijî û got “Zarokên min li Hewlêrê dixwendin lê a niha ji perwerdehî û mafên xwe bûn.”

Kaçar bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku divê peywira xwe bi cih bîne û got “Ji bo ku em karibin vegerin mala xwe û zarokên me perwerdehiya xwe bidomînin divê saziyên pêwendîdar berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Di heman rojê de êvarê Hasan Kaçar ji ber çavan winda bû û careke din agahî jê nehate stendin. Piştî çend saetan Kaçar telefonî malbata xwe kir û diyar kir ku rewşa wî baş e. Di dema hevdîtinê de yekî ku diyar kir ew polîs e, ragihand ku Kaçar hatiye destgîrkirin.

Rojnewsê jî diyar kir ku Midûriyeta Polîsan a Silêmaniyê di 2’ê Kanûnê de telefonî wan kirine. Ajansê jî piştrast kir ku Kaçar hatiye destgîrkirin.

Nûnerên HDP’ê yên li Silêmaniyê jî têkilî bi Midûriyeta Asayîşa Giştî danîn û Midûriyeta Asayîşê jî qebûl kir ku Hasan Kaçar hatiye destgîrkirin.

Nûnerên HDP’ê diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin ji ber ku îkameya (destûra bicihbûnê) Kaçar tune û kon vedaye, hatiye destgîrkirin. Li gorî gumanan ofîsa Neteweyên Yekbûyî gilî kiriye.

Kaçar 12 salan di girtîgehên dewleta Tirk de ma. Ji ber israr Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an de Kaçar ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk tevî 20 girtiyên siyasî hatibû berdan.