Bi wesîleya rûniştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, Alîkarê Hevserokê Berpîrsê Karê Derve yê HDP'ê û Parlamenterê Çewlîgê Hîşyar Ozsoy, Parlamnertera Stenbolê Filîz Kerestecioglu û Berpirsê HDP'ê yê Konseya Wropa Fayîk Yagizay gelek hevdîtin pêk anîn.
BI GELEK DELEGASYONÊN WELATAN RE HATIN GEL HEV
Destpêkê bi Wezîrê berê yê Karê Derve yê Yewnanîstanê Dora Bakoyanis, Endamê Koma Sosyalîst û Alîkarê Serokê Delegasyona Elmanya Frank Schwaber, ji Delegasyona Îsvîçre ku Endamê Koma Liberal a Demokrat Alfred Heer û ji heman komê bi Kerstin Lundgren re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta HDP'ê ya ku bi Serokê Delegasyona Hollanda û parlamenterê wê re hevdîtin kirin. Ji Elmanya yê Partiya ku ortaqê îxtidarê Partiya Yekîtiya Demokrat ya Hirstiyanan (CDU) û Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ku Serokê Heyetê Axel Fischer jî di navde bi gelek parlamenteran re hevdîtin pêk anîn.
Her wiha heyeta HDP'ê bi nûner û parlamenterên Îtalya, Îngîltere û Estonyayê re jî hevdîtin pêk anîn. Bi saziya pêşîgirtina îşkenceyan (CPT) û Komîsyona Vendeîkê re hevdîtin pêk anîn.
JI BO PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ BI DADMENDÎ BIBE, HDP'ê DAXWAZ KIR KU KE Û MPKE SAZKAR BIBIN
Heyata HDP'ê bi wesîleya rûnîştinên Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê bi Sekreterê Gîştî yê Konseya Ewropa Thorbjorn Jagland û Serokê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa Pedro Agramut re jî hevdîtin kirin.
Der barê hevdîtinan de, Nûnerê HDP'ê Fayîk Yagizay got, di Rewşa Awarte de ku gelek polîtîkayên neheq têne kirin, wan bal kişandiye ser pêvajoya referandûmê. Yagizay diyar kir ku Hevserokên Gîştî yên HDP'ê Selahettin Demirtaş û Figen Yuksekdag, gelek parlamenter û nêzîkî 3 hezar endamên wan di girtîgehan de ne. Her wiha çapemenî hatiye bêdengkirin û yek bi yek rojnamevanan dixin girtîgehan û ev pêvajoya ku referandûm derbaz dibe bi şêweyekî 'wekhev û adîl ya propagandayê' nîne behs hat kirin.
Yagizay diyar kir ku di hevdîtinên bi Jagland û Agramût re ji bo ku pêvajoya refanrûndmê bi wekhevî û azadî pêk were ji wan xwestine ku hewldanên xwe yên li ser Tirkiyê zêdetir bikin. Yagizay diyar kir ku daxwaza wan erênî hatiye dîtin.
Fayik Yagizay got, li gel pêvajoya referandûmê operasyonên qirkirina siyasî û binpêkirinên mafê mirovan ên giran jî ên bi ser beşên civakê yên demokratîk de, ji şandeyan re vegotine. Yagizay diyar kir, di hevdîtinan de wan diyar kirine ku girtina hevserok û wekîlan tam jî di dema nîqaşa seroktiyê de, bi wê mebestê ne ku dixwazin asteng bikin ku ‘na’ derkeve.