Ji gerîlayên HPG’ê û YJA Star li Colemêrgê çalakî

HPG’ê diyar kir ku li Colemêrg û Şirnexê, ji aliyê gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ve gelek çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a li Şirnexê operasyon dabû destpêkirin bê encam vekişiya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku li derdorî gundê Hasanî yê girêdayî bajrê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama kemîna Pasdarên Îranê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“25’ê Gulanê saet 07:00’an li qontarên Gostê yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê yekîneyekî me û leşkerên artêşa Tirk rastî hev tên û şerekî dem kurt rû dide. Di vî şerî de leşkerek tê kuştin û leşkerek jî birîndar dibe. Di vî şerî de jî peywendiyên me bi hevrêyekî me re jî qût dibe.

26’ê Gulanê saet 12:00’an de hêzên YJA Star li dijî leşkerên li Girê Çeta yê girêdayî Şemzînanê çalakiyekê bi çekên giran lidar dixe. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

25’ê Gulanê saet 16:00’an de hêzên me, li dijî leşkerên li Girê Çeta yê ku leşker lê bi cih bibûn bi çekên giran û ferdî çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me li dijî leşkerên ku li ser gir di nava tevgerê de jî bûn bi çeka sekvaniyê çalakî lidar xistin û li vir leşkerek hate kuştin. Her wiha hêzên me li vir çepera çeka bombeavêj û 3 çeper bi çekên giran lêxistin û çeper bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

25’ê Gulanê artêşa Tirk hêzekî xwe li qontara Zavîte ya girêdayî naçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih kirine. Li ser vê hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li vê herêmê bi cih bibûn çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC piştî nîvro xwe ji qadê vekişand, kuştî û birîndarên xwe jî bi rêya helîkopterên Skorsky ji qadê rakirin.

24’ê Gulanê li herêmên Navyana Şêxan, Deriyaê Meydanê û Deriyê Beroj ê girêdayî navçeya Şirnexê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk pêk hatine. Oparasyona artêşa Tirk a li vê herêmê 26’ê Gulanê di saetên şevê de bê ku encamekê bigirin, vekişiyane.

Di 23’ê Gulanê de di saet 23.00’an de dema ku 3 hevalên me li nêzî gundê Hasanî yê Ûrmiyeyê, di kemîna Pastarên Îranê de şehîd bûne.

Nasnameya hevalên şehîd wisa ne:

 

Nasnav: Baz Baxtiyar

Nav û Paşnav: Bariş Tûnç

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayikê - Bav: Makbûle -Azîz

Dîrok û Cihê Şehadetê:23’ê Gulanê 2017/Ûrmiye

***

Nasnav: Reşît Serdar

Nav û Paşnav: Erkan Aldirma

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayikê – Bav: Leman-Zakir

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Gulanê 2017/Ûrmiye

***

Nasnav: Yilmaz Soreder

Nav û Paşnav: Mûrat Alagoz

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayikê - Bav: Dîlber-Ziyaddîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Gulanê 2017/Ûrmiye