BI DÎMEN

Ji dîrokê dizîna wêneyekî

Carinan tenê wêneyek dikare ji bo hinan dîrokekê vebêje. Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Hezil Ozgur, ku di akademiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de perwerde dîtî, behsa wan rojên xwe kir.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Hezil Ozgur, salên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala re mayî ji ajansa me re nirxand. Ozgur got, wêneyên 1993’yan yên bi Ocalan re girtin, ji duh heta îro ji bo wê ‘’salên herî watedar’’ bûn.

Ev wêneyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne, divê ji bo we xwedî wateyeke cihê be; çi kesê ku vî wêneyî dibîne jê karîger dibe. Hûn dikarin behsa wê kêliyê bikin?

Dema ew kêliya ku ev wêne hatî girtin bi bîra min tê pir zor li min dibe. Ji ber ku gaveke veqetînê bû. Ev cara dawî bû ku min Rêbertî dît. Hîseke pir cihê bû ku min Rêbertî dîtî û jê veqetiyam. Vegotina van hîsan ji bo me pir zehmet e. Hemû heval hesreta wê bûn ku şahidiyê ji şêwaza jiyanê ya Rêbertî bikin. Ji bo hevalên ku şehîd bûne, dîtina rêbertî, hembezkirina Wî, 5 deqe jî be axaftina pê re xeyalek bû. Xeyala Rêbertî bû ku hemû şervanê xwe bibîne û nas bike. Ji bo Rêbertî tişta herî êşdar ew bû ku beriya şervanê xwe bibîne, ew şehîd bikevin. Lê şert û mercên şoreşa me destûr neda ku Rêbertî hemû hevalan bibîne. Lê em pê dizanini hevalên ku dihatin Rêbertî bibînin, her demê di bin baskên Rêbertî de xwe hîs dikirin.

 ‘MIN XWE BI HEBÛN Û PERWERDEHIYA RÊBERTÎ NAS KIR’

Ez jî demekê bi Rêbertî re mam. Nêzî salekê em li mala Rêbertî û em jî di akademiya perwerdehiyê de mam. Mana bi Rêbertî re wiha ne hêsan e; berpirsyariyeke mezin û barekî giran e. Bîranînên Rêbertî mirov di hiş û dilê xwe de veşêre, ev bi serê xwe dîrok e. Sala ku ez pê re mame, sala min a herî watedar û herî têr û tije bû. A rast ew pêvajo bû jiyana min watedar kirî. Bi hatina cem Rêbertî min dîroka xwe, vîna xwe, hêza xwe, bi hebûn û perwerdehiya Rêbertî dît. Bi xwenasînê min fêhm kir ku ez çima dijîm û çima şer dikim. Ev gava min a pêşî bû ku min ji bo jiyana xwe hîmek danî. Min dizanîbû ku rojekê ez ê ji Rêbertî veqetim. Rêbertî psîkolojiya me tim wiha hazir dikir ku rojekê em ê bi awayekî fizîkî ji wî veqetin. Ez û hemû hevalên li cem Rêbertî, dema ku em li cem Rêbertî bûn me xwe di ewle didît.

‘TIRSA MIN A MEZIN EW BÛ KU JI RÊBERTÎ VEQETIM’

Tim tirseke min hebû; ew jî ev bû ku rojekê ji Rêbertî veqetiyama min ê çawa ev pêşwazî bikira. Wê rojê Rêbertî çûbû dibistanê. Êdî heval bi rê dikir. Yek bi yek xatir ji wan dixwest. Rêbertî ez xistim dora herî dawî de. Wê demê heval pir hestiyar bûn. Gelekan bi hesret li Rêbertî dinerîn. Her hevalek bi Rêbertî re wêneyekî cuda kişandibû. Ez li dora Rêbertî dizîvirîm. Min nedixwest ku wê kêliya veqetînê bijîm. Rêbertî herî dawî bang li min kir û got, ‘’De Hêzil, dor a te ye’’ Çar caran ez hembêz kirim.

Ji hêlekê ve hatine çiyê û şerkirin ji bo me eşqeke mezin bû lê veqetîna ji Rêbertî pir zor bû. Min dizanîbû ku tiştek wê ji min kêm bibe. Ez difikirîm û min di dilê xwe de digot, ew azadî, vîn, bi xwe bawerî dema veqetînê de jî ez ê bikaribim nîşan bidin. Lê ew ramana ku careke dî nikaribim Rêbertî bibînim bi min re çêbû. Niha jî ez bi wê hêviyê me ku çi hevalê ku hişê wan, dilê wan bi Rêbertî re wê bikaribe Wî biîne. Li hêlekê ji Rêbertî vediqetiyam û ji hêla dî ve jî bi hêza ku min ji Rêbertî wergirtî ez ê bijiyama. Ez van tenê weke bîranînekê na, weke rasteqîniyeke jiyanê didim jiyîn.

DÎYALOGA BI RÊBERTÎ RE YA KU HERÎ PIR BANDOR LI TE KIRÎ DIKARÎ PAR VE BIKÎ?

A rast bi Rêbertî re gelek diyalogên me çêbûn. Şevekê ez û hevalek em li mala Rêbertî nobedar bûn. Rêbertî hate cem me. Saet 12.00’a bû. Heyv dibiriqî. Wê demê, em nû hatibûne cem Rêbertî. Ji bo me nas bike navê me pirsî û pirsî bê ka em çi karî dikin. Rêbertî ji me pirsî, ‘’hûn bi sebr in?’’ Me jî got, ‘erê’’ Wiha berdewam kir: ‘’Ji bo şoreşgeran sebr pir girîng e. Heke sebra min nebûya ez ê heta îro nehatama û bi ser neketama. Bi sebr bûm û bi ser dikevim’’ Piştre li heyvê meyzand û got, ‘’Ez di vê heyvê de veşartî me. Çi dema ku we li heyvê nerî hûn dikarin min bibînin. Lê hemû jin jî divê xwe bişibînin vê heyvê. Jin li kû derê bin divê weke vê heyvê derdora xwe ronî bikin.’’

 ‘ŞOREŞA GULÊ ŞOREŞA JINÊ YE’

Li malê jî bîranîneke me çêbû. Nêzîkatiya Rêbertî ya li xwezayê pir cuda bû. Dema ku digot, ‘’şoreşa jinê şoreşa gulê ye’’ a rast ne wiha digot. Projeyên ku îro Rêbertî datîne ber ne ne bê bingeh in. Hîmekî xurt ê hemû analîzên Rêbertî heye. Rêbertî li dij bû ku em gulê jê bikin û digot, ‘’Gul di cihê xwe de xweşik e’’ Me jî rîskeke digirt, dema ku em ê biçûna cem Rêbertî, me baqek gul dayê. Me xwe ji rexneyan re vekiribû. Min rahiştê û çû da destê Rêbertî. Min xwe ji rexneyan re vekiribû. Rêbertî rahişte gulan, pir kêfa Wî hat. Rahişta wan û bi wan gulan re wêne girt. Kêfa Wî nehatibû ku me gul jêkirine lê em jî neşikandin. Ev wêne jî bi vî awayî me girtibû. Piştre me bihîst, dema ku Rêbertî diçû akademiyê ew gul jî bi xwe re dibibirn. Nîşanî hevalên akademiyê dabû.
Herî dawî tiştekî dixwazî bibêjî?

Ya herî dijwar ew e ku mijar Rêbertî ye. Dijmin dixwaze me hînî nebûna Rêbertî dike. Ya ku ti caran em ê nikaribin ragirin û qebûl bikin jiyaneke bê Rêbertî ye. Dil dixwaze ku Rêbertî bixwe govaniyê li van rojan bike. Em ji bo ku ev pêk were divê em têbikoşin. Ji bo ku em Rêbertî ji wê esaretê derxînin çiyê me hebe divê em feda bikin, ji ber ku Rêbertî hemû jiyana xwe ji bo me feda kir. Bi taybetî jî weke jinan berpirsyariya ku em têkoşînê geş bikin zêde bûye. Dema wê ye ku ev rastî pratîze bibe.