Ji Dihokê 300 Êzidî vegeriyan Şengalê

Xelkê Şengalê yê li kampên Başûrê Kurdistanê koçber bûne pêl bi pêl vedigere cih û warên xwe. Herî dawî 300 koçberên din ji Dihokê vegeriyan Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî. Li gorî wezîra Iraqî zêdeyî 300 koçberên ku ji derveyî kampan û li komelgeha Şarya ya Dihokê diman, vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.

Hate ragihandin ku vegera 300 koçberan bi koordîneya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî hatiye kirin û alîkariya lojîstîkî hatiye kirin.

Îvan Fayeq anî ziman ku hewldanên wan ên ji bo vegera Şengaliyan û girtina kampên koçberan ên li Başûrê Kurdistanê wê dewam bikin.

Hate ragihandin ku ji bo girtina kampên li Başûrê Kurdistanê heta 30'ê Tîrmehê wê tedbîrên guncaw bêne wergirtin.