Ji bo Zeynep Celaliyan kampanya dest pê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan ku rejîma Îranê cezayê girtigehê yê muebbetê daye kampanya da destpêkirin.

Arîşeyên tendirustiyê yên siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan ku ev 11 sal in li zindanên Îranê girtiye, ketiye rewşeke taloke. Celaliyan ji ber ku bi şertê 'vîdeoyên mikurhatinê' tedawiyê qebûl nake wê ranakin nexweşxaneyê. Celaliyan li zindana Xoyê ya Tehranê tê girtin, ji Adara 2017’an ve ji bo ku zexta bi êşkence û mikurhatinê tedawîbûnê şermezar bike standina dermanê red dike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo ku Celaliyan ku rewşa wê ya tendirûstiyê ketiye rewşeke krîtîk azad bibe kampanya da destpêkirin.

Rêxistinê diyar kir, ku rejîma Îranê ji saziyên navneteweyî re dibêje ku Celaliyan bi rengekî bi pergal tedawiya tibî distîne û bi vî awayî agahiya ne rast dide û wiha got: "Zeynep Celaliyan ji ber nexweşiya wê ya giranbûyî ji ber ku ji lênerîna tibî ya pispor bêpar maye rîsk heye ku kor bibe."

Rêxistina Efûyê destnîşan kir, ku li gel nexweşiya dil, rovî û gurçikan Celaliyan hêla xwe ya rastê jî hîs nake û got, parêzerên Celaliyan ji bo tedawiyê ev 2 sal in serlêdanê dikin lê ti bersiv nehatine dayin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê bi Farsî, Ingilîzî, Erebî kampanya da destpêkirin û xwest ku êşkence û miemleya nebaş bi dawî were û ji bo ku tedawiya Celaliyan pêk be xwest ku Celaliyan di  cih de serbest were berdan.

Siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan ku li Kirmaşan a Rojhilat hatî girtin ji 2007’an ve li zindanên Îranê girtî ye.