Ji bo teşxîsê bangî malbata Şenyaşar hate kirin

Di zabitnameya teşxîsê kuştina malbata Şenyaşar de, gotina ‘kujer ne diyar’ hate bikaranîn.

Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du zarokên wê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar cara sêyemîn ji bo teşxîsê bangî wan hate kirin. Malbata Şenyaşar duh tevî parêzerê xwe Hîdayet Enmek çûn Emniyeta Rihayê. Di zabitnameya teşxîsê de hatibû gotin “Bûyera mirin û birîndarkirin bi qestî a faîlî meçhûl ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê pêk hatiye.”

Malbatê diyar kir ku wan berê jî 2 caran teşxis kirine û gotin “3 sal û 5 meh ji ser bûyerê derbas bûye û li gorî me ev teşxîs wê tevkariyê li pêvajoyê neke. Dayik naxwaze wan dîmenan dîsa temaşe bike û êşan bikişîne. Ji ber vê em naxwazin bûyereke nû temaşe bikin û teşxîsê bikin.”

Parêzer Hîdayet Enmek jî nerazîbûn nîşanî teşxîsa nû û gotina ‘kujer ne diyar’ da.