Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan

Rêxistinên çapemeniyê yên Tirkiye û navneteweyî ji bo rojnameger Nedîm Turfent ê ku ev 1500 roj in girtî ye dest bi kampanya îmzeyan kirin û xwestin Turfent serbest bê berdan.

Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI), Komeleya Xebatkarên Hiqûqê û Medya (MLSA) û PEN'a Navneteweyî jî di nav de 45 rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiye û navneteweyî ji bo Rojnameger Nedîm Turfent ê ku 1500 roj in girtî ye serbest bê berdan kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Rêxistinên çapemeniyê di metnê kampanyayê de diyar kirin ku di 21'ê Hezîranê de 1500 rojên Rojnameger Turfent li girtîgehê derbas dibe û wiha got: "1500 roj in Turfend ji azadiya xwe dûr e. 1500 rojin nikare rojnamegeriyê bike. Rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ji ber nûçeyên ku jê bêzar dibin rojnamegeran digire. Ev demek dirêj e ev pratîk didome. Bi taybetî li dijî Medya Kurd tundî didomin. Rojnamegerên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bikin nûçe tên girtin û dixwazin rojnamegeran ji vê meseleyê dûr bixin.

Serokê Komîteya Nivîskarên Girtî yê PEN'a Navneteweyî Salil Tripathî jî wiha got: "Diviyabû ku Nedim Turfent qet nehatibûya girtin. Lê mixabin îro ji ber bê edaletiyê 1500 roj in girtî ye. Nedim ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê kiriye hatiye girtin. Divê bê şert û merc serbest bê berdan.

DIVÊ SERBEST BÊ BERDAN

Cîgirê Edîtorê IPI Scott Griffen jî anî ziman ku Nedim Turfent ji ber sûcdariya rojnamegeriyê 1500 roj in girtî ye û wiha got: "Demekê rastî tacîzê hat. Ji azadiya xwe dûr ket. Divê Tirkiye dawî li vê bê edaletiyê bîne. Divê hemû rojnamegerên din jî bi lez serbest bên berdan."

 

Hevdîrektorê MLSA û parêzerê Turfent Veysel Ok jî anî ziman ku ji ber Nedim Turfent, tundiya li ser gelê Kurd anî ziman û kir nuçe hatiye girtin û wiha got: "Bi îşkenceyê hat destgîrkirin. Bi dehan kesan bi zextan li ser wî îfade dan. Dawiya dawî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Divîya bû ku Nedîm ji ber nûçeyê çêkirine bihata xelatkirin, lê 1500 roj in girtî ye. Ji ber vê yekê divê ji bo Rojnamegerên Kurd ên li Tirkiyeyê torek piştevaniyê bê avakirin."

RÊXISTINÊN KAMPANYA DANE DESTPÊKIRIN

IPI, MLSA, PEN'a navneteweyî, Article 19, Articolo 21, ECPMF, Komeleya Lêkolînên Çapemeniyê / Press In Arrest, Danish PEN, Basin Îş a DİSK'ê, English PEN, Freedom House, French PEN, Georgia PEN, German PEN, Icelandic PEN, Independent Chinese PEN Centre, Index on Censorship, Kurdish PEN, Lithuanian PEN, Moscow PEN, New Zealand Society of Authors Te Puni Kaituhi o Aotearoa (PEN NZ) Inc, Norwegian PEN, Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa (OBCT), PEN America, PEN Belgium/Flanders, PEN Center for German Language Writers Abroad, PEN Eritrea, PEN Netherlands, PEN Nicaragua, PEN Québec, PEN Suisse Romand, PEN Turkey, PEN Ukraine, Punto24 Bağımsız Gazetecilik Derneği (P24), Romanian PEN, San Miguel de Allende PEN, Scottish PEN, South East Europe Media Organisation (SEEMO), St Petersburg PEN, Swedish PEN, Swiss-German PEN, Türkiye İnsan Hakları Vakfı (TİHV), Uganda PEN, Wales PEN Cymru, Komeleya Yaşam Bellek Özgürlük.”

Ji bo kampanyayê hûn dikarin lînga  bitikînin

Hûn dikarin xwe bi lînga  .pdf bigînin pirtûka helbestan a Turfend