Ji bo malbata Sara Hogir li Wêranşarê serdanên girseyî

Ji bo malbata Gulsun Sîlgîr (Sara Hogir) ku 28'ê Tîrmeha 2023'an di êrîşa dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Wêranşarê serdanên sersaxiyê têne kirin.

Gerîlaya YJA-Starê Gulsun Sîlgîr (Sara Hogir Riha) di 28’ê tîrmeha 2023’yan di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk a li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Sîlgîr, şîna Sîlgir li mala xwe ya li navçeya Wêranşar a Rihayê danî. Şîna Sîlgîr bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xakên Qedîm Windakirin re (KATDER) ve hat kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên rêxistinên DBP’ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî tev li şînê bûn.

Girseya ku li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navenda navçeyê kom bû, heta cihê şînê meşiyan. Di dema meşê de dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin û girse ji hêla endamên malbatê ve hate pêşwazîkirin. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî sersaxî ji malbatê re hate xwestin.

Piştî xwendina duayan, Parlamenter Omer Ocalan axivî û got ku ji bo pêşîlêgirtina mirinan divê çareseriyeke demokratîk pêş bikeve. Ocalan, wiha domand: “Lê belê kesên hebûna xwe li ser înkarkirina kurdan ava kirine, tenê ji polîtîkayên şer fêm dikin. Li dijî vê em jî xwedî li kesên di vê rêyê de canê xwe feda kirine derdikevin û dê têkoşîna ji bo çareseriyê bidomînin. Ev kes ne ji bo mirinê, ji bo avakirina jiyaneke baştir canê xwe feda dikin. Zarokên herî hêja yên vî gelî ji bo jiyaneke baştir canê xwe feda dikin. Divê em xwedî li van nirxan derkevin. Desthilatdar ji bilî şer tu rêyên din nîşan nade. Li dijî vê em jî dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û şer bi dawî bibe.”

Ocalan, bal kişand ser mirinên di şer de çêdibin û wiha pê de çû: “Li her devera welatê me şer heye. Zarokên vî gelî tên qetilkirin. Xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Ji bo ev şer bi dawî bibe, divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Mixabin li cihê guftûgo û siyaset bi dawî dibe, şer û mirin dest pê dike. Ma dê ev şer heta kengî bidome? Divê rêxistinên civaka sivîl û gelên me êdî ji vî şerî re bibêjin ‘bes e.’”
 
Piştî xwendina duayan, girseyî sersaxî ji malbatê xwest.