Ji bo ku çûne ser cenazeyê birayê xwe hatin destgîrkirin

Li Êlihê Harûn Abdulsamed Oguz ji bo ku çûne ser cenazeyê birayê xwe hatin destgîrkirin.

Li Êlihê berê sbiehê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî ji eynî malbatê çar kesa hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk li taxa Seyîdan bi ser malan de girtin, Harûn, Abdulsamed, Ayfer û Yasemîn Oguz destgîr kirin.

Çar kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûrtiya Emniyetê ya Bajêr a Êlihê.

Diyar bû, bi sedema ku 11'ê Adarê tevlî cenazeyê xizmê xwe Medenî Ozguz (Rêber Firat) bûn hatin destgîrkirin, ku gerîlayê HPG'ê Rêber Firat 22'yê Mijdara 2020'an li êrîşa hewayî ya Tirk de li Kerberonê ya Mêrdînê şehîd bûbû.