Ji bo kekê xwe yê 29 sal in girtî ye, di nobedê de ye

Ji çalakgerên 'Nobeda Edaletê' ya li Baroya Amedê Încî Guler Altindag, ji bo kekê xwe Abdulselam Guler ê ku 29 sal in girtî ye û girtiyên din daxwaza edaletê dike.

Malbatên girtiyan, ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan temam bûne lê nayên berdan, li avahiya Baroya Amedê 29 roj in Nobeda Edaletê digirin. Xwişka Abdulselam Guler ê ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Amedê tê girtin, Încî Guler Altindag ji roja destpêkê ve di nobedê de ye.

Li gorî gotinên Încî Guler Altindag, Abdulselam Guler sala 1993'an dema ku karê ciwanan dikir, avêtin ser mala wî û ew destgîr kirin û girtin. Guler 29 salan di serî de Amed, Bandirma û Ordû sirgûnî gelek bajaran kirin, herî dawî jî anîn Girtîgeha Amedê. Guler yek ji wan girtiyan e ku ji ber guhertinên di qanûna înfazê de hatine kirin nayê berdan.

Altindag li derve bûye qîrîna edaletê ya kekê xwe. Altindag got, "Ya rast vê pêvajoyê nû dest pê nekiriye; 29 sal in ji bo kekê xwe têdikoşim. Ew li girtîgehê, em weke malbata wî jî li derve têdikoşin."

EM JÎ LI DERVE GIRTIN

Altindag bal kişand ser feraseta dewletê ku kekê wê ji ber armancên dest jê nernade timî sirgûnî bajarên dûr dike û got, "Kekê min li girtîgehê, em jî li derve girtin."

Altindag diyar kir ku dayika wan 18 salan nekarî rabûya, beriya bimire dixwest kurê wê bê berdan, lê belê bêyî ku kurê wê bê berdan dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dane.

TEMENÊ WÊ LI BER DERIYÊN GIRTÎGEHAN DERBAS BÛ

Altindag anî ziman ku bîranînên wê bi kekê wê re nîvco man, ji bo hev nas bikin firsend nedîtine, lê bi hêvî ye ku rojekê vê derfetê bi dest bixe.

Altindag got, "Bi kekê xwe re mezin bûm, lê belê ji ber ku piştre hate girtin em neçar man ji hev qut bibin" û qala zor û zehmetiya qutbûna ji hev kir.

Altindag anî ziman ku piştî girtina kekê wê, temenê wê li ber deriyên girtîgehan derbas bû.

BI ÇAVÊ MIROVAN LÊ NANIHÊRIN

Altindag bal kişand ser pirsgirêkên di dema hevdîtina bi kekê xwe re li girtîgehên bajarên Tirkiyeyê rû dan û diyar kir ku li wê derê bi çavê mirovan li wan nanihêrin û wiha axivî: "Ji gardiyanan heta mirovên ji rêzê hemûyan ji me re bi rengekî eşkere digotin 'terorîst'. Ji ber vê yekê, ji bo ku li tiştên wiha rast neyê em gelekî zû diçûn û li ber deriyê girtîgehê disekinîn. Bi wî halê xwe yê westiyayî me 45 deqeyan hevdîtin dikir û derdiket. Ji xwe me ji hevdîtinê jî tiştek fêhm nedikir. Piştî rêwîtiyeke ewqasî dirêj, bêxew û bi fikar me hevdîtin dikir. Nêzîkatiya xelkê li wê derê em hîn bêhtir aciz dikir. Carekê em çûbûn Bandirmayê, ji ber ku dema me hebû me xwest hinekî bigerin. Hingî me xwest berfeşîr bikire. Kesekî ku li wir berfeşîr difirot gotibû, eger destpêkê zanîbûya ku em ji Amedê ne, wê berfeşîr nefirota me. Me jî berfeşîra wî lê vegeran û jê re got, 'Eger tu bihata aliyê me, me yê heqê berfeşîrê jî ji te nestanda'. Carekê li Ordûyê dema em çûn hevdîtinê, xelkê xwecihî yê li wir berê xwe ji me dizîvirand, ne dixwest me bibînin."

Rojeva malbata Guler bi salan zarokê wan ê li girtîgehê ye. Malbatê navê wî timî bi serbilindî bi bîr anî. Ji ber vê yekê jî li dijî zext û neheqiya lê tê kirin têdikoşe. Încî Guler Altindag 29 roj in ji bo kekê xwe li Baroya Amedê têdikoşe. Dixwaze ku destpêkê edalet bi cih bê anîn û kekê wî tevî girtiyên din azad bibe.