'Ji bo hilanîna tola zilma tê kirin, ez li nava refên gerîla me'

Sozdar Kûrtay da xuyakirin, ku ji ber tevlîbûna li nava refên PKK'ê ew serbilind e û destnîşan kir, komkujiyên ku faşîzma AKP'ê di dema berxwedana xwerêveberiyê de kir wê neyên jibîrkirin û hesabê hemûyan bê pirsîn.

Gelê Kurd, di sala 2015'an de li Bakurê Kurdistanê xwerêveberiya demokratîk ragihand. Şirnex, Gever, Sûr û Nisêbîn çend ji van cihan bûn. Ev daxwaza mafdar a gelê Kurd careke din bû hedefa êrîşên hikûmeta AKP'ê. Faşîzma AKP'ê mîna her carê, jin, zarok, extiyar, ciwan her kes da ber xwe û dest bi komkujiyê kir. Gelê Kurd jî ji bo xweseriya de li dijî hikûmeta AKP'ê bi xurtî li ber xwe da û têkoşiya. Piştî van bûyeran gelek ciwanan berê xwe dan çiyê û tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji van jî gerîla Sozdar Kûrtay e ku şahidî ji bûyerên li Şirnexê re kir. Kûrtay komkujiyên li Şirnexê hatin kirin ji ANF'ê re vegot.

'MAFÊ GEL E KU LI SER RÊBAZA JIYANA XWE BIRYARÊ BIDE'

Gerîla Sozdar Kûrtay di destpêka axaftina xwe de cangoriyên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnex, Cizîr, Gever, Sûr û Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û bal kişand ser berxwedêriya dîrokî ya gelê Kurd: "Gelê Kurd ji dema destpêka hebûna xwe û vir ve ji bo azadiyê şer kiriye û her tim serî li ber dagirkeriyê rakiriye. Ti carî qebûl nekiriye ku li jêrdestê desthilatdaran mîna koleyan bijî."

Sozdar Kûrtay destnîşan kir, rabûna li ber jiyana di nava sîstema dewletê de sûc nîne û anî ziman, mafê her gelî ye ku daxwaza sîstema xweseriya demokratîk bike. Sozdar Kûrtay wiha dewam kir: "Daxwaza xweseriya demokratîk a gelê Kurd, ji ber qebûlnekirina sîstema dewletê ye. Daxwaza rabûna li ber jiyana bi dewletê re sûc nîne. Ji ber feraseta paşverû ya AKP'ê ev yek weke sûc tê dîtin. Daxwaza jiyana xweser mafê herî xwezayî yê gelekî ye. Ji ber ku mafê her gelî ye ku bi xwe biryarê bide bê dixwaza çawa bijî. Ne mafê desthilatdar û dewletan e ku biryara vê bidin. Xweseriya demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd e, sîstemeke ku hemû gelên Tirkiyeyê dikarin bixwazin. Hikûmeta AKP'ê fêhm kir, ku li welatekî gel xweser bin, ew nikare desthilatdariya xwe bidomîne û ji ber ku ji vê tirsiya, serî li komkujiyan da. Jê hebû ku ew ê karibe têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biqedîne. Lê belê gelê Kurd tevî ewçend êşên giran jî, li ber xwe da."

'AKP'Ê FÊHM KIR KU WÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN BIQEDE'

Kûrtay, jinên ku di vî şerê demokrasiyê yê li dijî artêşa Tirk ê li qadên xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "AKP'ê bi feraseta xwe ya kujeriyê, mîna li hemû qadên têkoşînê, li qadên xwerêveberiyê jî jin kuşt. Sevê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, dayika Taybet û hê gelek jinên ku navên wan nizanim, bi destê faşîzma AKP'ê şehîd bûn. Hikûmeta AKP'ê fêhm ku wê bi têkoşîn û berxwedana jinan biqede, lewma dest bi komkujiyê kir. Ev têkoşîna ku niha ji Erdogan heye qediya ye, ji aliyê bi dehan jinan ve tê meşandin. Jin û gelê Kurd gihîştin wê asta têgihiştinê, ku divê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Ev gelê ku bi komkujiyan nqade, wê bi têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bibe."

'JI BER KU DI NAVA TEVGERA PKK'Ê DE ME, SERBILIND IM'

Sozdar Kûrtay da zanîn, mîna gelek ciwanên Kurd, ji bo hilanîna tola li gelê Kurd tê kirin ew tevlî nava refên gerîla bûye û di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Sozdar Kûrtay got, "Gelê me nîşan da ku li dijî faşîzma AKP'ê ji bo azadî û berxwedana destanî çiqasî bi biryar e. Min jî ev biryardariya gelê me dît. Di vê têkoşînê de me berdêlên giran dan. Mîna her ciwaneke/î Kurd, min fêhm kir ku divê di nava têkoşîna mafdar a gelê xwe de bim û weke jineke Kurd têkoşîna yên jiyana xwe ji dest dane, bidomînim. Ji ber ku di nava tevgereke fedakar a mîna PKK'ê de em, ez serbilind im. Ji ber ku tevgera PKK'ê tevgera azadiyê ya hemû gelan e. Bang li hemû ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikim, ku serî li ber faşîzma hikûmeta AKP'ê netewînin û ber bi çiyayên azad ên Kurdistanê ve bimeşin."