'Ji bo Helebçeyên nû rû nedin, divê hêzên Kurdistanî bibin yek'

"Divê em bizanin, di 31'emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de heman metirsî di rojevê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Siyasî û Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 31'ê ya komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê şehîdên Helebçe û Enfalê de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hemû bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hêzên rejîma dagirker a Iraqê 16'ê Adara 1988'an bi çekên kîmyewî û jehrê komkujiyeke mezin li xelkê sivîl ê Helebçeyê kirin û hate gotin, "Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qurbanî û şehîd ketin."

KNK'ê diyar kir, bombebarankirina Helebçeyê yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Beasa Sedam li Başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. 

YA LI HELEBÇEYÊ QEWIMÎ YEK JI MÎNAKÊN HERÎ MEZIN ÊN TAWANKARIYA SEDSALA 20'AN E

KNK'ê ragihand, hîn ji destpêkê ve dema rejîma Beas  desthilat li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona Kurdan kir û wiha pê daket: "Di serî de weke gurên har ketine giyanê Kurdên Feylî û bi dehan hezar  kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çarenivîsa piraniya wan nexwiyaye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî  enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000  xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin."

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, ya li Helebçeyê qewimî yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20'an e û bi bîr xist, di nava çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê ve Helepçe bû êş û birîneka mezin ya gelê Kurd. 

MIXABIN KOMKUJÎ Û QIRKIRINA LI KURDAN HATIYE KIRIN HÎN WEKE JENOSÎD NEHATINE NASKIRIN

KNK'ê ragihand, di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê Kurd pêk hatin û diyar kir, "Mixabin heya niha jî temamî komkujiyên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatine darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî."

METIRSIYA KOMKUJIYAN LI SER KURDAN HÎN DERBAS NEBÛYE

Konseya Rêveber a KNK'ê hişyarî da û got, "Bila herkes bizane ku metirsiya komkujiyan li ser Kurdan derbas nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şingalê li ser gelê me yê Êzidî komkujî pêk anîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Sê sal pêş niha komkujiyeke mezin li Cizîra Bohta, salekî pêş niha jî li Efrînê pêk hat. Roja me ya îro jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewam in û bi xwe re komkujiyan jî tîne. 

JI BO HELEBÇEYÊN NÛ RÛ NEDIN, DIVÊ HÊZÊN SIYASÎ Û PARASTINÊ YÊN KURD BIBIN YEK

"Divê em bizanin, di 31'emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de heman metirsî di rojev ê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Siyasî bi hev re tifaq bikin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.

PÊÇANDINA BIRÎNAN LI HER DEVERA KOMKUJÎ LÊ HATE KIRIN, WEZÎFEYEKE NETEWEYÎ Û WIJDANÎ YE

Ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên komkujî, enfal û tewanên din lê hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helebçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helebçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helebçeyê jî divê bi her awayî bê kirin. Helebçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helebçe û jenosîda Helebçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be."

Di dawiya peyama KNK'ê de hate gotin, "Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ'ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.

Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, emê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin. 

Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helebçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn."