Ji bo Demîrtaş 142 sal ceza tê xwestin
Îdanameya di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş de jî hate qebûlkirin. Di îdanameyê de ji Demîrtaş ji 43 sal heta 142 salan ceza tê xwestin.
Îdanameya di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş de jî hate qebûlkirin. Di îdanameyê de ji Demîrtaş ji 43 sal heta 142 salan ceza tê xwestin.
Îdanameya ku di derbarê Hevserokê Girştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serodozgerê Komarê yê Amedê ve hatibû birêvebirin hatibû girtin, hate qebûlkirin. Di îdanameyê de ji Demîrtaş ji 43 sal heta 142 salan ceza tê xwestin.
Di îdanameya ku bûyerên 6-8’ê Cotmehê jî li xwe digire Demîrtaş bi îdîaya “Rêveberiya rêxistina terorê”, “Propagandakirina rêxistina terorê”, “Muxalefetîkirina distûra xwepêşandan û civînan”, “Gel tehrîkî dijminatî û kînê kirin”, “Tehrîkirina gel a li dijî qanûnan derkeve” û “Tehrîkirina sûç û sûçdar parastinê” tê sûcdarkirin û ji van sûcan ji 43 sal heta 142 sal ceza tê xwestin.