'Ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê li ber dagirkeriya Tirk rabin'

Gerîlayê HPG'ê Şahan Şaho şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û got, "Bila gelê me yê Başûr vê komkujiyê ti carî ji bîr neke. Li dijî komkujiyên dewleta Tirk a faşîst jî bila dakeve meydanan û dengê xwe bilind bike."

Bi wesîleya 31. salvegera komkujiya Helebçeyê ku di encamê de zêdeyî 5 hezar Kurd bi çekên bombeyî ji aliyê rejîma Baas a Saddam ve hatin kuştin, gerîlayê HPG'ê Şahan Şaho peyamek da.

Şaho got, "Komkujiya Helebçeyê ku di salvegera 31'ê de ye şermezar dikim. Vê qirkirina ku rejîma Baas û hêzên desthilatdar li gelê me kiriye ti carî ji bîr nakin. Em wan şehîdan bi bîr tînin. 5 hezar mirovên me bi rêya çekên kîmyewî bi rengekî hovane hatin kuştin. Em wan bi bîr tînin û soza têkoşîna wan didin. Em dibêjin, gelê me yê Başûr bila ti carî vê komkujiyê ji bîr neke. Li dijî komkujiyên dewleta Tirk a faşîst bila derkevin meydanan û dengê xwe bilind bike. Li dijî dagirkeriyê serê xwe netewîne û heta dawiyê di nava têkoşîn û xebatê de be."